Xwendevanên hêja, ez li welêt 18.000 kîlometro dûr, li Başûrê cîhan, Kîşwera nav Awistûralya, li bajarê Sydney da dijîm. Bi tevahî 51 sal. Ez 51 sal berê xort bûm, îro jî kalekî rîhsipî, kalekî 87 salî. Ji qewimandin û bûyerên rojanê, ku li welêt rûdidin dûr im; carna naşopînim. Jibo nivîsekî, rojevekî nabînım. Ev jî kêmasîyek min e, ku ez nikarim û nizanim bikevim facebookê, wê kambaxê bi kar bînim. Lê îro tiştekî herî girîng hat bîhra min, divê ez li ser vê tiştê, pîçekî rawestim. Ev tişt jî, ez bawer im xema we hemû xwendevanên zimanê dayîka me ya bindest, xwendin, nivîsandin û rastnivîsîna zarava Kurmancî ye.
Birayên delal, ez di 44 salîna xwe da bûm nasê tîp û Alfebeya Kurdî. Di sersala 1977’an da ez jibo heşt heftan çûm Tirkîye yê, welatê xwe Kurdistan, gundê xwe yê ku ez li wir ji dayîk bûbûm, min çavên xwe li vê cîhana derewîn vekiribû Kûpikê, lê ji bilî Kekê minê dilovan Husên û zarokên xwe, 5 birayê minên ku ji min biçûktirbûn, li tev dayîka mina dilovan, koç kiribûn çûbûn gundê bapîrê min Memê Gur, Xelanê Gazê, li taxa Dala Mistê Balan ji xwe ra kozikek çêkiribûn, ketibûn bin wê kozika wekî cîyê koxika mirîşkan. Ez heya heftekî li Kûpikê mala Kekê xwe, ku ez di wê malê da hatibûm cîhan, li wir mam, kesera dil pîçekî kêm kir, dûra jî min berî da rêya Dala Mistê Balan, çûm gîhîştim dayîka xwe ya, ku piştî mirina bavê minê dilovan, porê xwe ji me 6 lawan ra kiribû gez û saqol, zilm û zora zirde kurê xwe Husên kişandibû. Wext jî zivistan, nêzî nîv metro jî berf hebû, her der bi berfê bûbû çarşafa sipî, nêçîrvan jî derketibûn nêçîra kewan, dengên wan dibû alan, lê ez di malê da li cem dayîka xwe û pênc birayên xwe bûm. Piştî du heftan min ji dîya xwe û pênc biran, ji der û cîranan xwatir xwast, berê xwe da Depa xopan (Karakoçan) çûm bûm mêvanê Kazim Doxanê dilovan, bermalîya wî Kebîre, ku ew dilovana Xwedê bi dûr ve lêzima me bû, (Ango sitî dayîka Mazlûm Doxan û Delîl Doxanê ku bûbûn cangorîyê Abdo) lawê wanê mezin Fevzî. Ez roja ku bûm mêvanê Kek Kazim, Kebîre ya dotmam, kurê wanê mezin Fevzî, Mazlûm û Delîl ne li mal bûn, ez nebûm nasê wan, lê Kebîre digîrîya û ji min ra: “Riza, Riza, pismam, UKO, UKO ” digot, lê min nedizanibû UKO çîye. Dûra Fevzî ji min ra got, ez serwext kirim. Fevzî kurê mezin, Mamoste, Serokê Sendîqata Mamostan, ê Depê bû. Wekî dî, di heman rojê da Kazim jî ne li mal bû. Merhum Kazim Pîrê xalanên min bû, çûbû mezra ku ew li wir ji dayîk bûbû Teman.
Belê, dirêj nekim, dagerim werim ser babeta sernivîsê. Di wê şeva mêvandarîyê da, ez û Kek Fevzî rûniştin heya demjimêr sisîyê sibê, me bi hevra qise kir, em ketin nav gengeşîya rêzane û rewşa Kurdistanê. Bê derew heya wê roj û şevê, haya min ji tîp û Alfebe ya Kurdî, xwendin û nivîsîna Kurdî tunebû. Di wê şevê da Fevzî her çiqas ku Mamosteyê zimanê Tirkî bû, ji min ra jî bû Mamosteyê zara dayîka mina Kurd. Wî camêrî di vê şevê da navnîşana Dengê Komkar, ku ew rojname di nav weşanên “Federasyona Komelên Karkirên Kurdistan li Almanya” bû. Wexta ku ez dagerîyam hatim Sydney mala xwe, min yekser ji Serokê Federasyonê, Nuh Ateş ra (Ew camêr Kurdekî Konya, Cîhanbegê, Serokê we dem û salê) namek nivîsand û bûm endamê rojname ya Dengê Komkar. Bi cara sifte min tîp û nivîsên Kurdî di wê rojnameyê da dît; lê min tîpa Ê-Î-Û-Q-W-İ çawa tên xwendin, çawa bi lêv dibin, çito deng derdixînin nedizanibû; lê gundîyekî Kemal Burkay, Reşît Ozkan jibo van şeş tîpan ew ji min ra bû Mamoste, lê tiştê herî xerîb û balkêş, wî nedikaribû nivîsek Kurdî bixwînî, yan jî du peyvên Kurdî binivîsîne. Tenê fêre van tîpan bûbû, ewqas.
Bi kurtî ez wisa bûm nasê tîpên Alfebaya Kurdî, xwedin û nivîsandinê. Li pey Dengê Komkar, Îhsan Aksoyê dilovan ji min ra Gazîna Welat şand, li Swêdê hin heval û nasan Berbang, Roja Nû, Rizgarîya Kurdistan Armanc, Berhem, Rojev, li Enstitûya Parîsê Hêvî; hwd. Ango ez bi van rojname û kovaran ve fêre xwendin û nivîsandina Kurdî bûm, lê sed mixabin ku ez jî di warê rastnivîsînê da ne bê kêmasîme. Ez bawer im hemû nivîskarên zarava Kurmancî, ji bilî çend kesan, kêmasîya her nivîskarekî Bakûrê Kurdistanê heye. Dîsa jibo bawerîya min, dilovan Celadet Bedîrxanê gor bihişt, hêjayê gelê Kurd, bavê Alfebeya Kurdî, wexta ku wî ev Alfebeya Kurdî nivîsîye, tenê bi devoka Botan amade kirîye ku, dîsa li gor bawerîya min ev kêmasîyek girîng e, divê di vê demê da hemû filolog û zimanzanên Kurdî bi rojekî zû, di Konferansek Neteweyî da bên ba hev, bi hev ra jibo rastnivîsîna zarava Kurmancî biryarek standart, biryarek hevbeş û hevpar bistînın. Ji ber ku ez bala xwe didim hin berhemên nivîskarên zarava Kurmancî, dibînim ku her nivîskar li gor devoka herêma xwe pirtûkan dinivîsîne, ku ev jî hem kêmasîyek girîng e û hem jî li gor dilê mirov berhemên wêjeyî dernakevin sûka wêjehezan û sûka xwendevanên pirtûkhez… Minak: Ez bibêjim Kurdekî Amedê, an jî yekî Mêrdîn î here nav Kurmancên Dêrsimê, ji yekî ra: “Ez gelek westîyam” bibêje, Kurmancê Dêrsimê “Westîyam” çî ye fam nake. Ew di cîyê vê peyva “Westîyam” da” dibêje “Ez qefilîm” lê ev sedî sed şaşîye, balam ew nizane vê şaşîyê. Di dewsa peyva “Westîyam” da, ew qefilandinê bi kar tinê, wer dizane ku rastî qefilandin e. Hal bû ku peyva qefilandinê jibo sermayê tê gotin. Ango “Ez cemidîm, bi sermaye pizirîm, qerisîm” filan, bêvan. Çend mînakên din. Eger Kurdekî Amedê ji Kurdekî Dêrsimê ra bibêje “Binêre” ew dîsa fam nake, nizane “Binêre” çî ye. Ew dibêje “Qayt ke”. Tu bibêjî “Biaxife” ew dîsa fam nakê. Dê ew ji te ra bibêje “Qezî bike”. Bi kurtî, Kurmancên Dêrsimê bi dehan peyvan di cî yê şaşî da bi kar tînin. Dîsa di warê navê dar û beran, navê nebat û çîçegên cur be cur da, li hin herêman, nav cihê cihê ne. Ji ber vê yekê ez bi dil tika û pêşnîyar dikim, ku hemû fîlolog û zimanzanên Kurd bi zû ji vê şaşî û kêmasîyê ra, rê û havilekî bibînin, di Konferansek Neteweyî da werin ba hev, şaşîyên heyî serast bikin, wekî hemû zimanên dewletên nûjen û pêşketî. Jibo vê daxwazîya dilê minê kul, pêşnîyara min bi sêrî da jibo berrêz M. Emîn Bozarslan, Ahmet Kotan, ango Reşo Zilan, Kendal Nezan, Ahmet Tîgrîs, Celîlê Celîl, hevalên ku pirtûka Rêbera Rastnivîsînê nivîsîne, (ku ev bersîva vê pirsê û kêmasîyê nade) Zîya Avcî, Zana Farqînî, Husên Yîldiz, ango Îzolî hwd. Min ev pêşnîyara bi salan berê li Uppsalê ji Kek M. Emin Bozarslan ra gotibû, lê wî bersîvek erênî neda min. Hêvî dikim ew hêj ku li ser lingan e, vê pêşnîyara min di cî da bibîn e û bibê pêşekarê vî karê pîroz. Hêvî dikim hin xwendevan min şaş fêm nekin. Ez Celadet Bedîrxan rexne nakim, ev ne heda min e; lê ez bawer im, di nav salên dûr û dirêj da ziman jî tên guhartin, ku Celadet Bedîrxan jî ev Alfebe 89 sal berê nivîsîye. Ji ber vê yekê divê ev Alfebeya carek dî di ber çavan da derbas bibe, jibo şert û mercên vê dem û rojê. Bi vê hêvîyê…
[/mom_row]