Eyyoyê Hindo, Kurdekî Êzdî û ji gundê Bircê bû (Wiranşehir-Riha). Kalekî delal û merivekî xweşuhbet bû. Navbeyna min û wî xweş, pir û pir ji min hez dikir.
Li gundê wan mamoste bûm. Pir caran li mala wî dibûm mêvan û me hem suhbet dikir û hem jî me bi hev ra araqî, şerab vedixwar. Ji mêvanperwerîya wî ra û gotin? Na, nebû.
Berîya Îlonê di sala 1978an bigire heta 81an li wî gundî bûm. Di temenê xwe da Apê Eyyo, ser 80yê ra bû. Ezdanê Dilovan bi rehma xwe şa bike.
Rojekê em axifîn û ji min ra got:
“Xoce! Tu qenc nakî.”
Min got:
“Xêr e! Çi bû û çima, Kalo?”
Li min vegerand û got:
“Çima jî pirs e! Îcar ew ê çi biqewime, heyran?..”
Bi simbêlek dirêj bû, kalo. Simbêlê xwe yê dirêj di nav pêçîyên xwe da anî û bir, ediland.
Di pey ra jî axaftina xwe domand û wiha got:
“Xoce efendî! Tu bûyî sedemê xirabîyê. Jiber ku Nurîyê min, çefî danîye û serqot e. Şal û şapik jî li xwe nake. Keçika min fistan dayê alîyekî û bi eteg e… Di vî gundî da êdî ne orf e û ne jî edet. Sedemê vî xirabîyê jî tu bixwe yî?”
Min got:
“Êêê ev nebû, kalo. Na, wele! Nebû, lê qet nebû.”
Li min vegerand û got:
“Tu dizanî min çi kir?”
Min lê vegerand û got:
“Na, nizanim. Jiber ku yê te qet nayê zanîn…”
Kenîya û got:
“Helbet nizanî. Min ji wan pirsî û wan jî wek te bersiv dan min û gotin, “Bavo, mode ye!” Mode, hi! Çûm alîyê malê û min xwe şêland. Û şilt-tazî derbasê odê bûm. Rabûn, kirin hawar û gazî û gotin: “Wî dayê, tu li kû yî? Were bavo dîn bûye, dîn!..” Min li wan vegerand û got: ”Mode, hi! Eha, ji we ra mode! Ji ser vê modeyê ra mode nîne. Ev mode modeya herî dawîyê ye…”
Ê de were nekene. Bû tîqetîqa min û kenîyam.
Kalo, axaftina xwe neqedandibû.
Carekê din kenîya û got:
“Xoce! Ev çi hal e, lawo? Te jî kirîye mode; Mao, Lenin, Stalin û quzilqurt. Di wê rojê da wî ji 20an zêdetir nav li pey hev rêz kir û ji min pirsî.
Ji wan navan min tenê du sê nav nas kir; Mele Mistefa Barzanî, Seyd Riza, Şêhx Seîd û yek jî Cangîr Axa. Naskirin çî ye, ew jî hema tenê nav… Lêbelê min evdalê Xwedê Lenin, Stalîn, Mao ezber kiribû. Kî ne, ji kû ne, çi kirine, çi wextê ji dayîk bûne û mirine, teorî û teorî… Eha, madem ku mode ye, mode bila serê xwe bixwe…”
Axaftina me qedîya şûn da ket pîyê min û min bir mala xwe.
Sal du hezar û bîst û yek e. Kalê me, kalê 80ê salî hê jî bi wê modeya xwe ye.
Têbinî:
Li ser nivîsa min ya Navkurdê Di jîyana xwe da meriv du caran zarok e, rexneyek hat girtin. Rexnegir, birêz Riza Çolpan e. Helbet mafê wî ye û camêr dikare rexne li min bigire.
Di maqelaya xwe ya bi navê Bir Gerçeğin Altını Çizmek Lazım!ê tiştê ku bala merîyan dikişine. Dibêje wan di derbarê M. Mistefa Barzanî da xetayek kiribû û lêborîna xwe xwastin. Madem ku M. Kemal Burkay ji wan leborîn xwastîye çima carekê din berê xwe dide netewperweran û gotinên xirab dike?