Rast e, meriv du caran zarok e. Yek; dema ku ji dayîka xwe bû. Û du?… Du jî dema ku di temenê xwe da kal bû.
Xwedê sihetê bide Mistefa Kemal Burkay, ji 80î derbas bûye û berê xwe daye 90î. Di vir da jî dibêjîm ji te ra tendûrîstîyek baş, ji dest û lingan nekevî. Ev temenîyên min yê rewa ne. Ez ê werim babetê, babetê ku min eleqader dike.
F. Fanon, di hevokeke xwe da wiha dibêje:
Li mêtengehan herekirina tekoşîna cînatî wekû arîşeya sereke, nokerî ye bo mêtîngeran. (Sömürgelerde sınıf mucadelesini birîncîl sorun haline getirmek, sömürgecilere hizmettir.)
Kalê me 60 salan xizmetek wisa kir. Di TÎPê da jî wisa kir û di partîya xwe da jî.
Kalê 80 salî çend roj berê nivîsek parva kir. Di nivîsa xwe da bala me da salên 70ê û di hevoka xwe ya bi Zimanê Tirkî da wî wisa got:
“Geçmişte, Kürt milliyetçiliği adına piyasaya sürülen bu tezlere karşı ciddi ideolojik bir mücadele verip onları bozguna uğrattık.”
Mêrik îtiraf dike û dibêje min pêşî li neteweya Kurd girt ku kurd tu car bi miradê xwe şa nebin. Rast dibêje. Lê di vir da xeletîyek heye û dibêje min wan da ber şopa xwe û tarûmar kir. Ne rast e.
Nekarî tarûmar bike û xwe tarûmar kir. Çi îşê te bi miletperwerên kurd ketîye, kalo? Çi îşê te bi netewperwer, niştîmanperweran ketîye? Ma tu nizanî koka wan xas e, koka xas nabe xam. Wan hizr û ramanên xwe ji Ehmedê Xanê girtîye û bi sedan sale pê pijîyan e.
Ka îcar di wê rê da di rêya yar û miradê da kê canê xwe nedaye, kalo?
Bi hizr û raman, bi sekn û esaleta xwe serokê min Xalid Begê Cibrî ye û tu nikarî devê xwe vekî û gotinên eşkeva û bê astar bikî. Tu nikarî, jiber ku meydan ne vala ye. Ew berê bû û berê jî di berê da ma.
Serokê min Îhsan Nûrî ye, kalo. Îhsan Nûrî şêrê Agirîyê ye, nikarî bikî giregir û berê xwe bidî wî. Nikarî kok li wan binî, jiber ku ew ne ‘sosyalîst’, lê nîştîmanperwer in. Bi xebeta xwe Xalid Beg, bingeha 1925an avêt û Îhsan Nûrî, li Agirîyê Ala Kurdistanê li ba kir.
Tu nabî bendê sola Dr. Fuad û bi hemdê xwe be, Mistefa Kemal B.
Kurd nemirine û namirin bi gotinên te. Dirok hişê netewan e û bi sîkirina te jî di tarîyê da nemaye û namîne jî. Dikarim bibêjim ku bi van gotinên xwe encax tu dikarî xwe erzan bikî.
A. Öcalan, ji M. Alî Birand ra wiha digot: “Heke ji min nebûya netewîstên Kurd dibûn belayê serê Tirkan, min pêşî lê girt û nehîşt.”
Çi firqa te û Öcalan heye? We herduyan jî di salên 70 da rola xwe lîstîye û hê jî hûn li ser karê xwe ne.
Dêmeg heta ku kurdên netewperwer insîyatîfê negirin destên xwe meydan ji we ra dimîne. Meydan çawa namîne?
Heta kurd berê xwe nedin dîroka xwe û qehremanê welatê xwe nav bi nav; wek Xalid Begê Cibrî, Xalid Begê Hesenî, Ferzende Beg, Evdilbaqî, Îhsan Nûrî, Kerem Begê Zirkî, Sedîyê Telhê, Yadoyê Dimilî, Dr. Fuad, Bavê Tûjo, Şêhx Seîd, Seyîd Riza û bi hezaran ewladê şîrhelal, mêr, egîd û cangorîyên xwe neynin ziman, meydan ji we ra dimîne.
Bi van gotinên xwe yên beredayî tu ne me, lê tu xwe dikujî, kalo. Di salên 70ê da te bi navê Kruşçev û Brejnev, Jîvkov û mîvkovan pêşî li netewperwerên kurd girt û Kurdistan kir wêran e. Gotinên xirab neman tu ji Barzanîyê nemir ra nekî: Xayîn, sixûrê Emêrîkayê, feodal, gêrîcî û û… Ew bûn xwedî nîvdewlet, ka îcar bi navê sosyalîzmê tu li kû yî? Te çend gund ji destê Tirkan girt û azad kir?…
Kalo nemire bihar tê… 60 sal derbas bû û ji duh jî xirabtirî, kalo. Tu encax dikarî hevalê xwe biqelînî, bixaşînî û bavêjî ber bayê. Here pirtûkan binivisîne, qala hevalên xwe bike û bi qelema xwe navên wan reş bike. Tu dikarî wek aş wan bihêrî, lê tu nikarî berê xwe bidî me û di ser me da werî.
Ez ê bi gotinek Başurê Efrîqayê dawî li vê nivîsa xwe ya bextreş bînim:
“Heta şêr dîroka xwe nenivisînin em hewcedarê çîrokên sekvanan in. Sekvan çi bibêjin ew rastîya me ye.”
Sekvan dikare bibêje şev bû, tarî bû û gur û hirçan dor li min girtîye û nahêlin ez bilivim. Min çi kir? Çi bikim, min rahîşt dar û keviran di şeva tarî da û li wî çiyayî lê xist, lê xist û di berbangê da ka îcar çi bibînim rind e!?…Min evadalê Xwedê 60 gur û çil hirç kuştî ye.
Di dilê xwe da tu dikarî bibêjî, “errrik, bavo! Çiqas derewan dike”, lê tu mecburî guhdarî bikî, jiber ku çîrok çîroka wî ye.
Jiber vê yekêjî dubare dikim û dibêjim, heta şêr dîroka xwe nenivisînin em hewcedarê çîrokên sekvanên wekî te ne, kalo…