Êş e û êş serê xwe bixwe.
Bext û bêbextî ne gotinên vik û vala ne. Çend sal berê Mistefa Selîmî xwe avêtibû ber bextê wî bênamûsî. Îcar wî bênamûsî çi kiribû. Dest û lingên wî girê dabû û teslîmê neyarê xwe kiribû.
Di encamê da Mistefa Selîmî bi îxaneta wî bênamûsî ji alîyê neyarê xwe va hatibû sêdar kirin. Cisnê kewan zêde ne û mixabin di nav me da bi têra xwe hene.
Dema ku bi navê xwe Mistefa Selîmî tê bîra min dilê min sancû dike û çavên min tijî dibin.
Di nabeyna 30 salan da dewleta Îranê 450 endam û serkirdên HDK qetlkirîye.
Geh berê xwe daye Hewlêrê û li wê derê kuştîye û geh berê xwe daye Silêmanîyê û fermana wî li wê derê daye.
Pirsgirêk di sekna me da ye. Pirsgirêk di nav me û esaleta me da ye. Kurmê dare ji dare nebe zevala dare nine.
Çend roj berê rêvebirek ji rivebirên HDKê li Hewlêrê bi destê neyarê xwe hate kuştin.
Di kuştina wî camêrî da gelo ka kî sucdar e?…
Hewlêr ne meyadan Îran, Tirk û Ereban e. Mixabin ez vê gotinê dikim, lê rastî ne gotina min e. Rastî li ber çavan e, çi bûye ew e. Desthiladarî heye, erk heye. Parastin heye, peşmerge heye û ka di kuştina vi camêrî da ew li kû ne?
Du roj berê te berê xwe da Iranê û ji bo Mollayê nuh, ji bo pîrozkirina wî tu çû yî, çima? Ew tê di Hewlêrê da birayê te dikuje û tu jî terî wî pîroz dikî, çima?
HDK bi xwe jî berpirsîyarê kuştina wî qehremanî ye. Heta pozê merîyan neşewite meriv nabe mêr.
HDK nizane bawerî bi neyar nabe.
HDKê ji dîrokê qet ders negirtîye gelo? Şerefkendî, Qasimlo, birayê Simko Şikakî û bi sedan kesên wek wan bi destê îranê hatin şehidkirin. Haya wan ji van bûyeran nine gelo?
Werhasil, êş e lê çi êş…
Heta çi wextê!?…