Jîyana kesirî valatîyê qebûl nake. Zû teqawut bibûm. Min ji bo xatirê xatiran du cîlt roman bi Zimanê Tirkoyî nivîsand. Min nekarî xwe bibexşînim. Wer îcab kiribû û poşmanîya dawîyê jî pere nedikir.
Piştî wî karî min hewl da li ser evînê binivisim, lê…
Penûsa destê min berê min da zarokatîya min. Yanzde-donzde salî me û kalikê min şeva ku qala Xalid Begê Cibrî nekira, nebû. Mêvanên wî dihatin û wî jî digot û digot.
Werhasil, yê ku berê min da vê romanê kalikê min e. Heta şêr dîroka xwe nenivisînin em hewcedarê çîrokên sekvanan in. Wî berê min da Mîrê Zirav û Mîrê Zirav jî (Xalid Begê Cibrî) berê min da heval û hogir, dost û nasên xwe.
Yar û Mirad -I- Mirin xweş e bi mêr û mêrxasîyê ye. Di vê romanê da Kerem Begê Qolaxasî, Mala Xalid Begê Heseni, malbata Silêmanê Ehmed û…
Hêvî dikim di xizmeta Zimanê Kurdî da gavek be.
***
Têbinî: Roşan, huma razîvo.
Di rastnivîsa romanê da kesên ku bûne alîkarê min spasîya wan dikim: Wek Ikram Oğuz, Hamlet Muradov, Zeynel Abîdin Zinar, Bawer Agirî, Serdar Rosan…
Werhasil, dibêjim keda kî ku tê da heye mala wan ava û spas.
Welî Sebrî
Yar û Mirad I
Weşanxaneya Roşna
Diyarbekir, 2021, 240 rûpel
Ebad: 13.5 x 19.5
ISBN: 978-605-74847-3-4