Meriv nikare bibêje, min eleqedar nake. Eleqedar neke jî meraq e, meriv guhdarî dike; ka çi bûye û çima qewimî ye…
Gotinek ji gotinên me kurdan e:
Kê bavê te kuşt? Siwaran an, peyayan? Bav hatîye kuştin dixwaze yê kuştîye bila siwarî be, dixwaze peya, çi firq dike.
Zûrîna Sedat Peker, çîya û banî hilanî.
Tirk dibêjin zurnanın son deliği (qula zirnê ya herî dawîyê). Sedat Peker, xeleka dawîyê şirove dike û tîne ziman.
Tiştê ku ew dibêje ne tiştekî ecêb e. Bi firqek di salên 1920an da bi destê Kemal û nijadîya wî Sakalli Nurettin, Topal Osman şûrê xwe kişand avêt û birî, xwîn rijîya û gol bû, ew xwîn jî xwîna Kurdan bû. Hewar û gazî? Hêwar û gazî jî hewar û gazîya dayîkên me kurdan bû.
Ji diroka sê miletan zilm û zordarî û ji ya me kurdan jî hêsirên çavan barîye, dibare û yê bibare jî.
Xeleka ku S. Peker tine ziman xeleka duduyan e. Yanî xeleka Tirk-Islam sentezî ye. Yanî bi qasî Tanri Dağı kadar Türk ve Hira Dağı kadar misilman…
Wek çawa serokê Kenyayê Jomo Kenyatta dibêje:
“Dema Ewropayîyan berê xwe dan welatê me û hatin di destên wan da Încîl û di destên me da jî axa welatê me hebû. Çavên me dan girtin û me fêrî duayên xwe kirin. Dema me çavên xwe vekir di destê men da Încîl û di destên wan da jî axa welatê me hebû…”
Di axaftina Sedat da bi navê bawerîyê em Kurdên Misilman jî tê da hene. Ji bo çend hestîyan.
Tirkan wek Ewrupayîyan jî nekir, di destê yek da quran ya din da jî şûr hebû û me pê birîn.
Werhasil, wan lêxist em neqedîyan û me lêxist ew neçûn.
Sedat, rengê dewleta xwe dibêje. Sedat, qala xwarina gur û hirçan dike. Qala xwînê dike, Sedat. Sedat, qala xwarinê dike. Qala peran û plana dewleta dagirker dike. Qala reis dike. Qala dîn û îmanê dike, Sedat.
Bi kurtî Sedat, dizûre.
Bizûre Sedat, bizûre…