
Xalo, ka hela bibêje di salên 70ê da te berê xwe dabû kû û ji kê ra dua dikir?
Bavê xalo, berê min li Çîn û Maçînê bû dema ku roj ji Çîyayê Agirîyê bilind dibû û disojîya min kelê xwe lêdibirî. Ji xwarzîyê xwe ra bibêjim, di wê demê da hem şah bûm û hem jî paşa.
Ê yanî hêvî bû, Mao. Sibê em radibûn derdiketin ser xanîyan, di destê me da pirtûka sor û çavên me jî li rêka wî bû.
Me digot bi Ala Sor ji Çîn û Maçînê berê xwe dide me, tê û miheqeq me ji destê Tirkên hov, Ecemên bêbav û Erebên qunreş digire û xilas dike.
Hinekan bi zanistî berê me dabû wan deran û li me sî kiribûn, pêşîya me jî di tarîyê da hîştibûn. Ji ber wê sedemê jî di wê demê da me nekarîbû em ê berê xwe bidin salên 20an û nemirên xwe nas bikin û bi serbilindî yad bikin. Teww, tu dev ji yadkirinê jî berde, heyran. Di salên 75an da me berê xwe dida nemirên vî welatî û gotin nediman em ê ji wan ra nekin. Na, ne di xêrê da, lê di xirabîyê da. Ji ber ku di rojeva me da bi navên xwe ew; feoadal, paşverû, serîatxwaz, axa û beg û werhasil, ez nabêjim, lê tu ji xwe ra bibêje û bibêje…
Min 5 salên xwe di sîya Mao da derbas kir. Heta ku teorîya sisyan berê xwe da min û hat. Dema ku teorîya sisîyan hat jî tu nabêjî Mao, di wê gavê da li ser postê ga û gamêşan rûniştîye û kêf jî kêfa wî ye. Kalo nemire bihar tê, kero nemire qiwar tê.
Na, bavê xalo…! Na, li welat em ne wek mûrîdên Krusçev û Brejnev bûn. Yê wan ecêba Xwedê bû. Dema ku li Moskovayê baran dibarî li Diyarbekira xopan wan jî sîwan vedikir ku şil nebin. Me herdu alîyan jî wenda kir. Lê ew nabêjin yê me xeletîbû. Ji ber ku parsûyê wan qalin e.
Di gengeşîyek da min guhdarîya wî kiribû. Digot:’Di salên 70ê da me berê xwe dabû Stalîn û Stalîn jî bi xeta û xeletîyên xwe Stalîn bû. Xwedê jê razî be, bi darbeya xalê Gorbaçov, bi perestorikaya wî Stalîn diktator derket, lê…!? Lê me jî çi kiribe, ji bo gelê xwe kiribû. Ê de were ji bo gotina’ me çi kir, ji bo gelê xwe kir,’ dîn nebe.
Erê û erê…! Ez ê werim me.
Yê me guhê me li gotinên Deng Sîao Pîng û çavê me jî li bejn û bala wî bû. Deng? Deng jî yekî kamkinik û reşik bû. Wek îro tê bîra min, xalo bi qurban.
Di teworîya xwe da Deng, ji me pêxwasan ra wiha digot:
„Lo, lawo! Mesele ne rengê pisikê ye, ha! Mesele maharet e, maharet. Dixwaze bila pisika te spî û dixwaze bila reş be. Bi mişkan negirt şûnda ka îca çi xêra wî heye? Maharet şerê wî û mişkan e. Bes, bila mişkan bigire û hew…“
Deng jî, mir. Mir, lê teorîya wî hê jî ji tîna xwe tiştekî wenda nekirîye.
Çima min dest bi gotinên wisa kir?
Ji ber du sedeman û ji wan yek: Dîroka her miletî hişê wî miletî ye. Miletên ku hişê xwe wenda bikin, gêj in û gêj jî nikarin hêvîyê bidin û pêşerojê ava bikin.
Du: Mebest ziman bû û di van demên dawîyê da li ser Zimanê Kurdî gengeşî heye û di vî warî da jî tûrikê sîyasetmedaran vala ye. Jê ra bibêjim siwarê hespê xelkê peya ye an, na?
Duh roja yadkirina nemir Barzanî bû. Camêrekî bi esalet û serokê netewa xwe bû, Barzanî. Di salên 70ê da ka kê êriş nebir ser wî? Wî jî ji çepgiran para xwe wergirt:”Feodal…!”
Sedemê sisîyan jî parvakirinek Shahîn Soreklî bû.
Di parvakirina xwe da Soreklî dibêje:
“Kapîtalîstên dema me milyardêrên “çep” in, û “pêşverû” ne jî, ha!’
Min jî di bersiva nivîsê da gotibû:
Maoîstê wek min û Brejnevcî û Kuruşçevcîyên taxa jor, ji Deşta Heranê xwe berdidan û heta dihatin cem we goştê canê wan dihelîya û dima hestî. Ji hestîyan û pêşverû! Na, hem birçî bûn û hem jî pêxwas…
Kapîtalîstên dema me milyardêrên “çep” in, û “pêşverû” ne jî, ha!