Ez dixwazim pêşî li ser rewşa dersê zimanê dayîke, dest bi nivîsa xwe bikim
Ewilî li Awropayê li dewletîn Finlandîyayê wek Swêd in, Swisrê û Norvecê ji sala 1984an vir de li dibistanan destûra zimanê kurdî hatiye danîn. Li wira ne tenê dersê zimanê kurdî li dibistanan tê danîn, her wisa ji bo hemû zimanê kêmketî ku li wir ên rûnişvan(biyanî)hene û bi zimanê xwe yê malê diaxafin. Eger malbat daxwaz bikin, di dibistan de her demê dersê zimanê dayîkê dikare bê danîn.
Ji bo pêşketin û firehkirina ziman jî, dewlet hemû xerckirina dersan wek cîhaz (materîal), pirtûk û amedekirin û çêkirina wana jî dide. Ev yek ji bo zimanê kurdî derfetek e û gelekî hewcedarîya zimanê kurdî pê heye. Heta li wir di bêşeke zaningehê de dibin mamosteyên kurdî jî û ev îmkan û mecal li wir heyê. Berîya deh salan jî komek xwendewanên Kurd yên Kurdîstana Bakur çûn wir û li wir bûne mamostê zimanê kurdî û wegeriyan welat.
Kengî destûra dersên zimanê kurdî li Almanyayê hatiye danîn?
Ez wek mamostê zimanê kurdî di dibistanên seretayî (dibistana pêşîn) de kar dikim, ji xeyna min dersên zimanê îtalyanî, tirkî, polonî, erebî û rûsî, spanî û hwd jî hene.
Li Almanya ji bo hinbûna zimanê dê di dibistanan de sala 1962an cara yekemin bû ku bi navê „karker in mêvan“ ji Tirkiyê hatine Almanyayê. Wana pişti çend salan ku zarok malbata xwe anîn vir ve rê û destûr di peymana navbera Almanya û Tirkiyê de hebûye, ku dersên zimanê dayîke di dibistanan de bên danîn. Wê demê tenê ji bo zimanên fermî yê dewletê nasdikirin. Bi guhartineke destûra nû ya „Perwerdeya Dibistanan“ Sibata 1993an vir de li herema Saxsina Jêrin (Niedersachsen) rê û derfet danê hemî zimanê ku ne fermî ne jî, yanî; ê zimanê zikmakî, ku zarok li malê dê û bavên xwe re bi kîjan zimanî diaxife, bi fermî hat naskirin. Li gor vê yekê ji bo zimanê kurdî jî rê û îmkan li ber vebû. Her wûsa heremên din jî wek Bremen û NRW (Nordrhein-Westfalen) û hin ciyên din.
Pêşî sala 1993 ya vir de mamostêyên bi xwe Kurd bûn, ku bi fermî di dibistanan de dersê tirkî didan, ji wan re ji bo zimanê kurdî jî destûr hat danîn, ku ew di dibistanan de dersên kurdî jî li ba yê tirkî dikarin li Saxsina Jêrîn bidin. Piştî hingê tam bi navê “mamosteyên zimanê kurdî“ wek yên din hatine tayîn kirin. Yek wan jî ez im ku li bajarê Oldenburgê ev 25 sal in di dibistanan de dersê zimanê kurdî didim. Ev yek gelekî kêyfxweşî da min ku, ez vê xizmetê dikim (min li Tirkiyê 1979-1985 mamostetîya zimanê tirkî jî kiriye.
Daxwaziya zimanê dayîkê
Li gor destûrê, eger dê û bav ciyê ku lê rûdinin û mijara deh zarokên bîyanî hebin û diçin dibistanê, dikarin serî li “Dayira Perwerdeyê“ bixin da ku hinbûna mafê bi zimanê zikmakî di dibistanan de bikarîbin bidestbixinin û ji bo vî karî jî “Wezîrê Çandî yê Hereman“ mamoste û xwestina cîhazan (materialan – ambûrin dersan) jî bi cî tînin. Çimkî eva mafêkî demokratik û mirovati ye. Malbatên zarokan tenê li gor rê û ûsûlê daxwaziya dersa zimanê dayîkê bikin û ciyên ku pêwîstiya dersa zimanê dayîkê lê heye, dikarin serî lêbidin.
Peymana mafên zarokan
Ji bo parastin û hemû mafên zarokan di sala 20.11.1989` an de ji aliyê “Yekîtiya Neteweya Miletan“ (UNO) ve hatiye qebûl kirin.
Zêdêyî 193 dewletan ve ku ev peymana bi 54 xalan ve îmze kirine heye û Tirkiye jî di nav de ye. Almanya ev peymana sala 1992an qebûl kiriye.
Ez pirs dikim gelo çiqas mirov û malbatên zarokan hay ji vê yekê hene?
Birêvebirîne dewletan û dayiran wan li gor vê „Peymana Mafên Zarokan“ bi çi awayî wan re danînûstandinê ango mûamelê têkirin? Em heqê wan çiqas dizanin û jê haydar in? Minak, wek mafên nasnameyê, ziman, çand, kultur, cins, hinbûna di dibistanan de, ilimdarî û parastina jiyan û ewliya wan û hwd (ev mijareke berfirehe ye, pêwîst e di pêşê rojê de bi firehî bê bahs kirin û nivîsandin.)
Roja zimanê dayîkê li cîhanê
Li Pakistanê xwendekarên gelê Bengalî 1952 a rabûn çalakî kirin , daxwaza azadiya zimanê xwe bengalî kirin.Gellek xwendkarên çalakvan û sifil hatin kuştin, di encam de serketin û gihîşin mafê xwe. Ji bona vê yekê YNM biryar da. „Yekîtiya Neteweya Miletan“ yê cîhanê şaxê (perê) bi navê „Ilmî, Perwerdeyî û Çandinê“(UNESCO) sala 1999an 21 Sibatê wek roja “Zimanê Dayîkê yê Cihanê„ hat qebûl kirin û ji bo pîrozbûna wê jî bi fermî bîryar hat danîn. Her sal 21 ê Sibatê li dinyayê ev roj tê pîroz kirin.
Ji bo me kurdan ev rojeke girînge, pêwîste Kurd di mala xwe de, li komelan, civatan û bi rêya mediya û înternetê bibîrbînin ûzarok pê bihîsinin. Feyde û girîngiya zimanê xwe bi malbata xwe re li ser biaxifin.
Zimanê me nasname û rûmeta me ye, bê ziman jiyan nameşe û bê ziman tine bûna me ye…
Hûn dizanin li vê dinyayê bi sedan ziman heliyan çûn û winda bûn, pê re jî ev çand û kultura heyîf ku ji bo mirovatiyê hebû winda bû, hê jî li ber winda bûnê zimanê dayîkê li dinya me hene…
Ji bo jiyandariya zimanê me daxwazîya me ji gele me ev e; hewldaneke berçav, xurtkirina xwendin û nivîsandina kurdî, vekirina dibistanan, mediya û axaftina wê di her rengê jiyanê de.
Hebûna me zimanê me ye, eger hez dayîka xwe bikî, bi hurmet û serbilindî zimanê diya xwe biaxife.
Ez bi vê wateyê vê roja zimanê dayîkê li kurdan û cîhanê pîroz dikim.
Ez nivîsa xwe bi vê gotinê dawî tînim.
“Ziman dilê merivan e, bêdil jiyan nabe”…
Sibat 2021, Oldenburg
*Ev hat nûjenkirin