
Xwendevanên hêja, min gelek caran nivîsîye, ku ez ne şîrovekarê rêzanîyê me. Lê bi rastî jî ez ne pisporê vî karî me. Ez tenê car-caran li ser hin bûyeran ramana xwe, ango fikra xwe dibêjim û dinivîsînim, ku bûyerên rewş û doza Kurdistana kesîb û bindest jî gelek in. Di rojekî da bi sedan bûyer, bi dehan jî rojev tên guhartin di wî welatê me yê bav û kalan da. Bûyer jî cure cure ne. Kuştin, dizî, gendeli, alîgirtin, zordarîya li ser keç û jinan, şerê sînor û ava bostanan, alîgirî û xulamtîya xwedêgiravî partîyên rêzanî û hwd. Guhartina rojevan li Tirkîyê, di destê Recoyê Qasimpaşa î û di destê hezkirî û mirûdên wî da ne. Rojevên Kurdistanê jî di destê mirûd û alîgirên Avdo da ne. Ango ew lehengana her roj rojevekî tînin holê, lê rojevên bê naverok, bi virr û derewan va girêdayî. Nivîskar û pênûs-şêrên Avdo jî, di destpêka şerê 15’yê Tebaxê, 1984’an vir da, ji hemû sexerbûn û binketinên xwe û partîya xwe ra “Serdestî, Serketin, Serefrazî, Kamiranî” dibêjin, bi mîlyonan bomik jî bawer dikin. Bi kurtî 36 sal di şerekî qirêj da, leheng û mirûdên Avdo, bostek erdê welatê xwe yên bav û kalan rizgar nekirin, serda jî ew erdnîgarîya wekî bihişt kirin tarûmar, serhev û binhev xistin, çar hezar û nêzî sêsed gundên Kurd bi tevahî hatin hilşandin, hatin şewitandin, bûn pag, niha di wan pagan da mar û mişkan hêlîn çêkirine, kund jî bi nalîn dixwînin; lê mêrxwasên Avdo, ku ji van kirinan ra bûne sedem, dibêjin “Serkeftin”. Bi Tirkî jî “Zafer”. Ango hemû alîgir û sempatîzanên PKK’ê û Serperîştên wê, ji hemû binketinên xwe ra “Serkeftin” gotine û îro jî xwedêgiravî ew kesana bi bêşermî heman tiştî dibêjin, xwe qurê dikin, pesna xwe û partîya xwe didin, mirov ecêbmayî dimîne, nizane ku ji wan kesan ra çi bibêje. Wana roja ku Avdo ji xwe ra kirin Serok, nîv Xwedê, bi fermana wî, berê lûla tifîngan guhartin ser hemû hêz û kesên ku bi çavên wan li cîhanê nanêrin, destrêjk kişandin, bi sedan kesên hêja, xortên xema û ciwan, kesên mêjî zelal û zêr kuştin, ji wan karên xwe ra jî, dîsa “Serketin û Serefrazî, Kamranî “ gotin; îro jî dîsa bê şerm û fedî, wekî her dem, biran, kesên mazlûm bê tawan û gune dikujin, wan gotinên xwe yên pesnedarî dubare dikin. Sed heyf, hezar mixabin ku rewşa wan wisa ye.
Xwendevanên hêja, wexta ku ez vê gotina mirûdên Avdo û vaca wan ji bîhrtînim, gelşa gundîyekî xwe yê herî kesîb û seqet tînım bîhra xwe. Di gundê me da ji bilî navenda gund, pênc tax hebûn. Taxa yekemîn nav “Kevirê Şîrê” taxa duhen “Sêdikan” taxa sêhem “Goma Karê” lê gundîyan ji wê taxê ra: “Goma Karrê” digotin. Ango tîpa r a zirav, bi stûr bilêv dikirin, lê di rastîyê da “Goma Karê” bû. Ango navê dayîkek Kurd, ku di nav me gelê Kurd da gelek kes bi navê dîya xwe têne nasîn. Wek mînak: Memed Alî yê Ezîmê, Îmamê Xeycanê, Ahmedê Şarîbanê, Xidoyê Gulê, Ahmedê Elikê, Apikê Eyşê, Silê (Silêman) Çîmê, Rizê (Riza) Hesikê û gelek kesên din. Taxa çarhem “Korta Reş” taxa pênchem “Mala Wîalî” ku ew taxa min û sê malên din bû. Runiştvanên Taxa Sêdikan û Goma Karê, hemû endamên eşîra Derwêşgewr û talibê gundîyên xwe, eşîra Bamasûr (Baba Mansûr) bûn. Ew kesên ku di Goma Karê da xudan mal bûn, rûdiniştin, kurê du kesan bûn. Birak, tenê kurekî xwe hebû, navê wî jî Îmam bû, lê Îmam bi çavekî xwe ve kor, bi laşê va jî nêzî du metro dirêj, pişt û navbêrika wî jî wekî texteyê gamê fereh, dûz û tîk. Barê ku wî radikir, hêştirekî ranedikir. Ango ewqas xurt û bi hêz bû. Birayê dî, navê wî Memed bû, gundîyan ji wî ra jî “Memê Karê” gotibûn. Min di romana xwe ya nav “Nado Kurê Xwe Firot” da, qal û behsa çîroka Memê Karê kirîye. Sê kurên Memê Karê hebûn. Ê mezin Alî, ê navîn Bakî, ê biçûk jî nav Hesen bû. Ew sê bira û pismamê wan Îmam, di gund da kesên herî kesîb, reben, pêrîşan bûn. Bakî piştî pazdeh salîna xwe çûbû Xarpitê (Elazığ) di gundekî deşta zêrîn da, li cem Axakî bûbû şivan, lê piştî çend salan, di dara gûz da ketibû, pişta wî şikayabû, pişt bûbû mîna palikê ser pişta kerê. Ango Bako bûl û xûz bûbû, bi gopal digerîya, ant, ango çeqa wî ya çepê jı seqet bûbû, kesîbê Xwedê ew çeqa bi çeqa rastê va kaş dikir, dikişand, wer dimeşîya. Wexta çinandina ceh û geniman, dihat bi rûniştî ji me ra ceh û genim diçinîya, bavê minê dilovan jî olçegek, du olçeg genim dida wî. Pirr î caran dihat mala me, dîya min zikê wî têr dikir. Bako, bira û pismamê wî jî talib, ango mirûdê malbata Sey Mistefayê Axcîhanê bûn, ku min “Destana Evîna Sey Mistefê û Axcîhanê” nivîsîye. Çapxana ÎBV. Nevîçûkekî Sey Mistefê hebû, navê wî Gul Mistefa bû. Me ji wî ra “Guloyê Hesê” digot. Bav û dîya wî mirîbûn, bavê min ew wekî lawekî xwe xwedî kiribû, ku ew hemsalê Kekê minê dilovan Husên bû. Gulo bi laşê xwe va wekî sipîndar, bi hêz jî, wekî şêr bû. Di gunda kesekî pê wî nedikanibû. Ango wekî pelewan bû. Rojekî Bakoyê seqet, kesîbê Xwedê, nizam çibû, li ber pozê Pîra xwe, Gul Mistefa tîk bû, qîrîya ser Gulo, Gulo hêrs ket, pê xirêkê girt û da bin xwe, çend kulm ser laşê hêjmart, îcar Kekê min Husên û bavê min pê milên Gulo girtin “Kuro tu şerm nakî li vî talibê xwe yê seqet dixînî” gotin, ji Gulo ra hêrs ketin, Gulo li vir dûr xistin, vêca bavê min ji Bako ra: ”Kuro kerê êxur, Gulo Pîrê te ye, him jî ew wekî şêr e, hêza te naçe wî; te dît wî pê xirika te girt, tu li ser erdê dirêj kirî, da ber kulman” got, îcar Bako pê gopalê xwe girt, rabû ser pîyan, ji bavê min ra: “Ap Alî, ma hûn bi çavan va kor in, we nedît min di bin wî da çi kir” got, icar bavê min: “Te çikir Bakoyê min?” got, vêca Bako: “Min di bin da rûyê wî bi van pêçî û nînûkên xwe va rûçikand, pencik kir, ma we ew rûyê Gulo nedît got û sexerbûna xwe û qulm xwarina xwe dikir Serkeftin. Pişkî wekî mirûdên Avdo, bi mîlyonan bomik. 36 sal e ku şer dikin, bostek erdê Kurdistanê jî rizgar nekirin. Di kolandina cok û xendekan da, bi deh hezar kesî zêtir mirovên me cangorî bûn, nêzî deh bajarokên me bi bombyên dijmin ve bûn pag, dîsa wan got “Serkeftin”. Efrîn, Girê Sipî, Serêkanîyê çû, ket bin lingên dijmin, lê wan hemû sexerbûn û binketinên xwe kirine Serkeftin û Serefrazî. Ku heye eger hêzek ku jê ra dibêjin “Xwedê” nepejirîne, gelê me yê bindest, reben û kesîb ji wan virr û derewan dûrxîne. Hostayê wan virr û derewan jî, xulamên Avdo û Serperîştên li ser çîyayê Qendîlê ne. Bi taybetî jî, di torbeyê nivîskarên wanên Serxebûn û Yenî Ozgur Polîtîka yê da, bi mîlyonan derew û virr hene. Ango kesên wekî Ferda Çetîn, Zîya Ulusoy, Weysî Sarısozen, Meral Çelik, Nureddîn Demîrtaş, Selîm Firat, Ahmet Kahraman. Ahmet Kahraman di 22’yê vê mehê, ango Çileyê Paşin, di sernivîsa xwe ya jibo çûyîna Wezîrê Berevanîya Tirkîye yê, Hûlûsî Akar, a Erbîlê: “TC, li Erbîlê Gurka yê Digere”, di bendek dî da: “Bi Destê, Bav, Law û Zava Gurka yê Bibîne?” dibêje, jibo Îsmaîl Beşîkçî jî, “Bi damezrandina vakfê ve êdî ew bi xwe jî bûye mîlyonerekî dolaran; civaknas Îsmaîl Beşîkçî çi dibêje nizanim” dibêje.
Belê leheng Ahmet, İsmaîl Bêşikçî jî kirîye mîlyonerê dolarên Amêrîka, li tev hevalên xwe bûye dijminê malbata Barzanî, lê va nivîskar û pênûs-şêrên Avdo, ku bi dirav hatine kirrîn, toz û lewtekî naxwazin bavêjin ser YNK û malbata Talabanî, kurê wî yên bêbext û xaîn. Hêkmeta Xwedê ye, van kesan bi mîlyonan kesên xeşim û nezan kirine dijminê KDP û malbata Barzanî. Ferda Çetîn dibêje “Barzanî gazî Tirkîye yê kirîye, artêşa Tirk 40 kîlometre ketîye ser erdê Başûrê Kurdistanê. Gelo kî bû sedema wê dagirkirina 40 kîlometre axa Kurdistanê? Ma şerfirokên Romê li pêy Pêşmergeyên KDP û Barzanî ketin, çûn 40 kîlometre ketin ser wê erda pîroz, leşkergahên xwe ava kirin? Divê hemû kesên wekî Ferda Çetîn, Selîm Firat û xwedêgiravî pênûş-şêrên Avdo, qenc zanibin, sedem çî ye û kî ne. Dîsa divê neye ji bîhrkirin, hemû axa Kurdistanê ne malê her Kurdekî ye. Malên Kurdên Bakûr li Bakûrê Kurdistanê ne, ne ku li Başûr. Divê PKK, Gerîlla û Serperîştê wê yên Qendîlê, li wî parçeyî dûrkevin, nebin bela û qedayê wî parçeyê Azad. Ew parçe, ronahîya çâvê hemû Kurdperwerên wê erda pîroz, a bav û kalan e. Divê ew parçe were parastin, ne ku dîsa bikeve bindestê zalim û barbaran. Bi vê hêvîya dilê kul û keserkêşê dayîka xwe ya Kurdistan.
Têbinî:
Xwendevanên xoşewîst, gotinek bav û kalan heye, dibêjin”33 stranên hirçê hene, hemû jî li ser hermîyê hatine gotin”. Rewşa me hinek nivîskarên Kurd jî wisa ye, lê stranên me ne 33 ne. Hêjmara stranên me yên jibo Avdo û partîya wî ya PKK’ê bê hejmar in. Ji ber ku ev e 36 sal in ku ew di meydana şerekî qirêj da şer dikin, xeserek mezin dane gelê Kurd, bi deh hezaran xortên ciwan di şereki qirêj û bê wate da dane kuştin, bostek erdê Kurdistanê jî rizgar nekirine. Ji ber vê yekê jî ez gelek caran jibo kirin û tevgerên PKK’ê û alîgirên wê hin tiştan dinivîsînim, ji xwe ra dikim babet. Min bi sedan çarîn jibo kirin û tevgerên PKK’ê û Avdo nivîsîye, hemû jî jibo kirin û tevgerê wanên bê wate û nerênî. Xwezî wana karekî baş, jibo dilê 50 mîlyon Kurd bikirana, min jî pesna wan bidana, ji herkesî ra qal û behsa lehengî û mêrxwasîya wan bikirana, ji wan ra bibûma cangorî, bibûma xulam û berdest. Lê na…………… Bimînin di xweşîyê da.
rizacolpan@gmail.com