
Gundê me, gundê Kovikê ji Gimgimê 5 km dûr e.
Gund, navê xwe ji dewsa xwe werdigire. Di qoncê çîyan da ye û kov e.
Mesele ne kovbûn û dewsa wî ye, lê mesele kalikê min, hatin û çûyîna wî ya Gimgimê ye. Ez qala salên 1960î dikim. Baş nizanim, lê bi texmîna min ya sal ‘63 û ya jî ‘64 e. 1966an da erdhej çêbû û ev wêneyê han berîya 66an e.
Ez jî hê 8-9 salî me.
Ez ê werim çîroka kalikê xwe.
Kalikê min, sibê radibû û ji bo şekir û çayê, ji pîrka min ra jî bastiqê tirş bîne; bi heval û hogirên xwe ra berê xwe dida Gimgimê û diçû.
Heta vir baş e. Çûyîn e, diçî. Pêdivî ye û di mehê da çarekê be jî diçî. Heke ku çerçîyan şekirê çayê û çay bianîya ji xwe kalikê min, nediçû.
Tu yê bibêjî bila kalikê min peyvek bi Tirkî bizane jî, nebû. Li ba me şal şapik nine û ji ber wê yekê jî kes li xwe nake. Kalan ya kiras û derpê spî li xwe dikir û an jî ji qedîfe pantolon; ew jî li mal, bi destan dihatine dirûtin û çêkirin. Di navranê da parikî berfireh û di çîpan da jî teng bû.
Lêbelê egala kalikê min timî li serê wî bû, wek çefîyên Barzanîyan reng bi reng. Min got timî ma ne wiha ye? Na. Li gundê xwe belê, lê di çûyîna da jî hema wiha heta nezikê, Gimgimê. Dû ra egala xwe ji serê xwe dadanî, li pişta xwe girê dida û şewqeyek ji şewqê Mistoyê Kor dida serê xwe. Ji ber ku li Gimgimê egal qedexe bû. Despotîzma Kemalistan bê dîn û bê îman e. Tu caran li hesirên çavan mêze nedikirin.
Wehasil, kalikê min dema ku berê xwe dida Gimgimê bi sewqe û li gund jî timî bi egala serê xwe bû.