
Îro Kurdistana Başûr di rewşek taybetî de derbaz dibe. Dijminê gelê me ji çar alîyan êrîş dike dixwaze statuya Kurdistana Başûr şûnda bigire. Pir tabîîye ku li vî parçeyî welatê me buyerên ku diqewimin (baş – xirab) li ser parçên din jî tesîr dikin. Di salên 1978 de Şer û reqebeta nava YEKITî û KDPê li Kurdistana Bakûr tesîr kir û hin hêzên welatparêz li gora polîtîka û têkoşîna wan bune piştgirê wan. Îro jî welatparêzên Kurd di navbera PKK ê û I-KDP ê de bune du beş. Gelek wexte PKK li hember I-KDP ê, provakasyonan dike. Gelê Kurd jî gora polîtîka û propaxanda guruban cîh digire, raya xwe eşkere dike. Îro li K. Başûr temara, xeta Kurdayetîyê ya netewî KDP temsîl dike. Dijminên gelê me û hin grubên taşeron levma êrîşî KDPê dikin, dixwazin destketîyên Başûr beravitî bikin. Bona wê jî lazime hemû Kurdên welatparêz dengê xwe derxinin, li destketîyên K. Başûr xwedî derkevin. Firsend nedin dijminên me ku zerarê bide, statuya Başûr. Lê dive hukumat û parlamentoya Kurdî jî gora rewşê tevbigere. Partîyên ku di parlamentodane dengê xwe derxinin, hemû tiştî nekin ser mile KDPê.
Kurdistana Başûr, di bin parastina Amerîka û Ewrupê de ji 1993 wirde azad dîjî, lê hîn jî nekarîye yekitîya sîyasî û leşkerî çêkin. Nezî 30 salîye di bin şemsîya tîfaqa ABD û Ewrupa de I-KDP li Kurdistana Başûr bûye desthilat. Di virde du xal têne bîra mirovan.
- Partî û kesên desthilat naxwazin yekitîyê pêk bînin.
- Dixwazin lê nikarin çare bibînin.
Di her du xalan da jî divê desthilat cîhê xwe bidin kesî din. Ma di Kurdistana Başûr de qadroyên ku vî kara bibin serî tunene? Li Kûrdistanê ne tenê Malbata Barzanî û Talabanîyan berxweda. Dive di rêvabirina karê dewletê de hemû reng û dengê Kûrdistana Başûr cîhê xwe bistîne, kesî dervayî şefqat û hembêza xwe nehêle. Me got ku I-KDP tamara-xeta Kûrdî temsîl dike. Hin caran nîyet û gotin ne besin, di pratîk de çi hatîye kirin, dive em wê jî bibînin. Di serketinan de jîrtî û zanîna polîtîk jî dikare rol bilîze. Di şerê Azadîyê de hemû Kurdîstanîyan bedêl da û xwîn rijand. Lê karbidestên nuha di wextek dirêj de nekarîn yekitîya pêşmerge çêkin. Di buyera Kerkûkê de me dî ku her gruba pêşmerge bi aşîra-partîya- xwe re rabû. Lê seranserê Kurdistana Başûr de qereqolên dewleta Tirk heye. Xwe mexapînin, PKK ji K. Başûr derkeve jî, Tirk dawî li êrîşên xwe naynin. Heta Statuya Kurdistanê hebe, dijmin wê hevl bide. Wekî din we çi pêknanîye?
1-Sîstemek girtin û terxîskirina leşkerî- Pêşmerge natîye danîn.
2-Poles du serîye.
3- Sîstemek bacê -vergîyê natîye danîn. Rastîyek heye ku ew der û dora xwedî makt xwe dewlemend dike ew yeka neheqî ye. Heger ku kadroyên Kurdistanê, şaşitî û kêmasîyên xwe nebînin û ji ortê ranekin, sengerê heyî ji destê we derkevî.
4- 30 sale di çandinîyê de di çi pêşketin hatine çêkirin? (Xîyar, tomat û hêkên xwe jî hun ji Tirkîyê digiin.)
5- Çima peryodîk xebatên parlamento û hukumata Kurdistanê nayê belavkirin.
6- Çima kîngê dewleta Tirk cane xwe dixwaze Kurdistana Başûr bombebaran dike, ne hukumat ne jî parlamento Kurdistanê dengê xwe dernaxine?
7- Karbidestên Kurdistana Federe her roj dibêjin ewê bibine Dubayî.
Çi heye li Dubayî yê?
Tenê bînayên bilind hene. Li Dubayî yê demoqrasî û mafê mirovahî di çi rewşêde ne? Hûn çima welatê Amerîka û Awrupê wek nimûne nagirin ber çavên xwe, wek Kanada, ABD, Îswîçre, Almanya, Fransa, Îngîltere, welatên Bakûr (Îsweç, Norweç, Fînlandîya, Danmark) hun zarokên xwe li Îngîltere, Amerîka û welatên din yên Ewrupa didin xwendin, wan naşînin Dubayî yê. Di pêşketina welat, demoqrasî û mafê mirovahî de ne welatên Ereb û cîran dive welatên Ewrupê mînak bêne girtin. Kurdên welatparêzno! Dive Kurdên welatparêz nebin parêzerê şaşitîya partî an jî guruba xwe. Endam û dilxwazên partîyan, dive li serok û partîya xwe xwedî derkevin, lê dema ku parti an jî serok şaşitîkê dike, dive ew bikare wan rexne jî bike. Usa nebe şaşitî û rastî, dost û dijmin ji hev nayê cuda kirin.
PKK tevî Heşdî Şabî dixwaze Statuya Kurdistanê têk bibe. Çend roj berê li Silêmanîyê jî provakasyon çêkirin, gel li hember otorîta hukumat û Parlamento Kurdîstanê kar anîn. Dijmin dîsa bi buyerên ku li Silêmanîyê û cîhên din bi destê PKK û Heşdî Şabî derdixine, dixwaze bide zanîn, ku Kurd hîn nehatîyê wê derecê ku bikare îdara xwe, xwe rêvabibe. Ya dudoyan, buyerên ku ser navê ekonomîk li Silêmanîyê hatine darxistin, hedefa xwe statuya Kurdistanê ye. Daxistina Ala Kurdistanê, hildana ala Iraqê, agir berdana bînayên partîyan, karanîna çekên giran, kuştina mirovan dide xuyakirin ku buyerên Silêmanîyê dixwaze ku statuya Kurdistanê beravitî bike. Di vî kara da jî ji Îran û kolonyalîstên din piştgirî girtine. Dijmin bi zanetî vê yeka dike. PKK û Yekitî, (demekê jî Goran) gora dilê dijminê Kurdistanê gav avitin. Ew di destê dewleta Iraq, Tirk û Îranê de dibin lîstik. Dijmin çi dixwaze, ew jî wê rolê dilîzin.
Buyerên Şengal û Silêmanîyê ber çavane. Mafê hemû welatîyane ku hin daxwaz û dîtinên xwe bi meş û belavokan bînin ziman. Lê daxistina Ala Kurdistanê, agir berdana bînayê partîyan, kûştina mirovan, bi çekê giran êrîşa ser gel, ne nîyetên paqiş û xwestekên demokratîkin.
Bi daxwaza Hukumat û parlamento Kurdistanê PKK ê û Haşdî Şabî Şengal neterikandin. Lê ser daxwaza hêzê Baxdadê ew der bi rêzdarî terikandin. Gora bîr û bawerîyên min PKK ê tu mafê xwe tune ku li K. Başûr bimîne û ji wan re probleman derxine. Lazime ew bi aşîtîyane Kurdistana Başûr biterikînîn, an jî bi reyên dîplomasîyê çarek bê dîtin. PKK, madem tu dewletek Kurdî naxwazî, tu dixwazî Tirkîyê demokratîze bikî, çi karê te li Kurdistana Başûr heye. Lê usa xuya dike ku hember gelê Kurd problem derxistin buye karê teyî esasî. Silêmanîye piştî mirina Talabanî, yek car kete hembêza Îranê.
Meriv usa dizane ku Îran li Silêmanîyê desthilate. Mazlum Abdî jî bi cîyê xwe, bi derev û şiroven xwe dixwaze buyeran ser û bin bike û piştgirîya Qendîlê dike.
Em li bendêne ku Kurdistana Başûr de yekitîya sîyasî û leşkerî pekbone, sazîyên devletî saz bike. Bo seranserê Kurdistanê ji sazîyek netewî damezrine û xebat bike.
Mada 140 î bikare pêk bîne.
Heger delfet heye li hin welatên awrupê hin cîh bêne girtin, ji bona lobîya kurd xebat bê kirin.
Dengê gendalî sînorê Kurdistanê derbaz kirîye. Li ser wê pir tê peyvandin, dive, bi rîya hikumatê pêşî lê bigirtin.
Divê em bîra nekin ku rîya serketinê tîfaqa hêz û tevgerên Kurda ne, ne dubeşkirina Kurdistanê-Silêmanî û Erbîl- ye. 1977 an de şaredarîya Dîyarbekirê namzetê Rîya Azadî girtî bû. Hemû midur jî dilxwazên wê tevgerê bûn. Lê xebatên demborî û populîstî netîcên baş nedan, giran giran ji xebatê şaredarîyê paşketinekê dest pêkir, dawîyê di destê me de teqîya, destpêkir zerar da me. Hêvîdikim rewşa Hukumata Başûr usa nabe.
19.12.2020
Têbinî: Ez jî piştgirîya, pêşniyara Serokê PAKê birêz Mistefa Özçelîk dikim. Birêz Mistefa Özçelik di hevpêyvek xwe da da pêşniyarkir ku, Serok Barzanî hemu grubên Kurdistanî bicivîne û di derheqê rewşê de.