
Ez li parka Dawaçên rûniştibûm, parka ku li nêzikî navenda bajarê Erîvanê. Dengê telefona min lêxist, dîya min li min digerîya. Bi dengekî xemgîn gilî û gazinên xwe j min dikir û diaxifî. Ez difikirim, ku ewê dîsa bibêje, „ev çend roje tu çima li me negerîyayî, tu xemgîn î ya jî di depreyonê da yî?“
Jiber ku di nav du rojên dawîn da ne ez li wê, ne jî ew li min gerîyabû. Bi dengekî xemgîn diaxifî û gotinên wê ji min ra digot, min qet texmîn nekiribû. Agahîya Şerê Qerebaxê ku bi salan mîna bûzê hatibû cemidandin, dest pê kirî ye û germ bûye, dida.
Piştî sozdayîna ku şûnda lê bigerim, min telefona xwe girt, vegerîyam ser Googlê û peyva Qerebaxê nivîsî.
Min dît, ku Hikûmeta Ermenîstanê bi rêya Facebookê ji hemû xortan daxwaz dike, ku ew werin Qada Komarê ya navdar a li Erîvanê û ji bo çûyîna leşkerîyê bi dil xwe qeyd bikin. Ez bi lez ji cîhê xwe rabûm û min berê xwe da Qada Komarê.
Dema gihîştim wir, min xwe di nav sohbetek siyasî ya germ da dît. Hemû kesên li wir kom bibûn, li ser bûyera ku li başûrê welêt, li devera Qerebaxê diqewime, diaxifîn û xwedî helwestek zelal bûn. Hêsir ji çavên wan diherikîn, gotin ji devê wan dipekîyan, ji nav lêvên bi rengên sor û qehweyî boyaxkirî. Hemû di heman demê da dipeyivîn û merîya digot qey li ser pêşbaziyek diaxifin, ku bi axatinek zû ya jî bi dengekî bilind bi ser bikevin. Ez bi guhê xwe dibihîzim, ku ew dibêjin hemû cîhan tenê temaşe dike û kesê ku tiştekî bike tune, her weha jenosîda Ermeniyan dê di vê gavê da jî berdewam be. Digotin; „Li wê derê jî dîsa Tirk hene. Çima ti kes li dijberî wan dernakeve?“
Bertekên ji alî ew kesên ku wê rojê li Qada Komarê kom bibûn, dihatin ziman fam dikir. Nevîyên Ermenîyên ku di demekê da bûne qurban, niha neçar in, ku li dijî neviyên kujerên wan xwe biparêzin. Bi dilşewat û dilovanî hestên xwe nîşan didan. Ez di nav wan da rûniştim. Ji rewşa wan têgihîştim, ku ev ne sîyasetmedar in, ew jin in, malîvan û dayîk in.
Ji destpêka meha Îlonê vir da ez li paytextê Ermenîstanê û gelek kêfxweş bûm. Min gelek kesên ku li kolanan distiran nas kirbû, dengên wan di nav rojekê da û ji nişkêva hatibû guhartin. Ger ku ji bo çareserkirina pirsgirekê danûstandinek hewce be, divê herêm bi rêvebirîyek xweser were bi rêve birin. Piranîya Ermeniyên ku li wir dijîn jî xweseriyê dixwazin, ji ber ku xweserî ji bo parastina wan pêwîst e û bi vî rengî pêşî li şer jî digire. Ermenî jî bi xweserîyê razîne, bes ku axa wan nekeve bin destê Azerîyan.
Heta çend roj berê jî merîya dikarîbû rêwîtîya bi minîbusan û bi muzîka gelêrî bikira û kêfxweş biba. Lê îro hemû qanalên nûçeyan bi dengek bilind nûçeyan didin. Ermenîyên ku di bin kêfxweşîyê da dijîyan, niha hemû li ser ekranên telefonên xwe li nûçeyan mêze dikin. Bi hêvî ya ji bo mizgînîyeke baş, xulek bi xulek çavkanîyên nûçeyan aktûel dikin. Di hemû pencereyên xanîyan da Ala Ermenîstanê hatîye daliqandin. Bi destpêkirina şer va, mirov dibêje qey jîyana li paytext felç bûye. Li Erîvanê dem di cîhê xwe da sekinîye, heta ku şer bi dawî nebe û Ermenîstan bi ser nekeve, pêşda jî naçe.
Xwendevan naçin dibistan û zanîngehan. Jiber ku ew dikarin piştî şer jî xwendina xwe bidomînin. Dibêjin, „dem niha ew dem e, ku divê herkes bala xwe bide şer, bi şer va mijûl be. Ger ku em ne li wir bin jî, divê em xeyal bikin ku li li qada şer in. Divê em hêz û quweta xwe jibo tiştekî din bikarneynin.“
Akademîsyen û xwendevan li Zanîngehan jî bihev ra dua dikin, duayên hevpar bi saetan didomin. Bê rawestin dua dikin, dema ku yek ji derva were, vedigerin, ji serî da careke din duayên xwe dubare dikin. Hestên xwe bi hev ra parve dikin, heta ku hevparîya xwe di asta herî bilind da hîs bikin. Bi êşa xwe ra… Xwe dikin şûna qurbanîyan û xwe di wê rolê da hîs dikin.
Doçentek li min mêze kir û ji min ra got: „Em hemû Ermênî sîyasetmedar in. Em hemû dixwazin bibin yekdeng, dengekî bilind, ew dengê ku di bingeha wê da wekhevîyek cîh digre.
Ger ku mirov li ser tiştekî bifikire, divê mirov serê xwe bi tiştekî din ra mijûl neke û tiştekî din nefikire.“
Ermenî li alîkî bawer nakin ku ev şer, şereke demdirêj be. Ew hêvî dikin û dixwazin ku ji vî şerî werin xilaskirin. Li aliyê din, ew ji bo şer propagandayek bêhempa û bi hêz dikin.
Ev yek piştî 33 rojan jî hê nehatîye guhartin. Li pêşîya Zanîngehên vala xwarin û vexwarinê, kinc û derman berhev dikin. Heta tarîyê êvarê mirov dibîne ku, li her kuncikeke kolanan erebeyên barkirî yên ku wan tiştan dikişînin herêma şer, terin û tên. Xortên ciwan bi dilxwezî û dor bi dor dixebitin, jiber ku ji her malbatê yek di enîya şer da cîh digre. Ew jî bav e, ap e, bira ye, law e, mêr e, dilketî ye. Yek ji min ra dibêje, Ermenîstan mêr ên xwe wenda dike, ku ew bi gelemperi ji nifşa 20an in.
Hemû mamosteyên ku di demên normal da dixebitîn, li ser kursîyên xwe rûniştine,
pirtûkên wan ên dersê li ber wan, lê ew jî dizanin ku ders dest pê nake, loma hêza xwe ya destpêkê ji deng va jî winda kirine. Ew bêdeng û westîyayî ne. Ji hefteyan vir da xew neketîye çavên wan, ji hêz û qidûm da ketine. Dema ku mirov li wan dinêre, dibîne, ku ew dîsa jî bi kenên bin lêvan hevdû teselî dikin û berxwe didin.
Jinên Ermenî hemû dîsa jî xweşik in û bi cilûbergên xwe bedew in, çawa ku mirov wan nas dike. Rewşa mêran li vî welatî bilind e. Loma dayîk dixwazin zarokên lawîn bînin dinyayê, ew zarokên ku ji dayîkbûnê da wek leşker tên hesibandin…
Pirranîya kesên ku serî lê didin û bi dilxwezî bibin leşker, ciwan in. Hêvi dikin ku ji bo şer hewce bi wan hebe û ew jî bibin leşker. Ger ku nebin, her rojên bên ji bo xwe wek rojên bê wate dinirxînin. Xemgîn dibin, ku ji şansê şerkirina ji bo welat, xwe bêpar in.
Keçikeka 16 salî ji min ra digot; „Lê em li vir jî hewceyê zilaman in, paşê ji bo zewacê jî em hewcedarê wan in.“ Jiber ku Ermenîstan di şer da mêr ên welatê xwe wenda dike. Têkilîya gelekan bi herêmê Qerebaxê ra nîne, pirranîya wan berê jî li wir nemane û nejîyane. Lêbelê ew hemû ditirsin. Di nav wan da fikarek mezin heye, ku dibêjin; „Tirk dixwazin hemû Ermenîstanê dagir bikin. Erdoxan dixwaze desthilatîya xwe berfireh bike, emê axa xwe wenda bikin.“
Nifşên pîr, herwiha yên ciwan di bin trawmayeke mezin dane, ku ji çîrokên ji malbatên xwe guhdarî kirine, ku kal û pîrên wan di demên borî da çawa ji Anî (Ermenistana rojava) derketine û reviyane hatine Ermenîstana îro. Piştî 100 salan, hê jî têkilîyek wan a hestîyarî bi welatên wan ên berê ra heye, ku ew ti car li wir nebûne û nejîyane.
Yek ji Erîvanê ji min ra digot; „Yên ji Arsaxê“, ku Ermenî ji herêma Qerebaxê ra dibêjin, „ew cuda ne, ne wekî me ne. Axaftina wan jî hinek ji ya me cuda ye û herwiha mîna me tevnagerin. Lê dîsa jî ew Ermenî ne û em neçar in, ku alîkarîya wan bikin, daku dîrok careke din dîsa xwe dubare neke…“
04.11.2020
Berçem Erez