
Di hatin û çûyîna wî da te bi rehetî dikarî nerehetîya wî li rûyê wî bidîta. Ji ber ku destên wî geh li birî û bijangên wî digerîya, geh li simbêlê wî yê tenik û qeytanî… Belê, xemgîn bû.
Ji ber xwe va axifî û got:
“Ne ku bavê min e, dibêjim. Tu şik nîne ku bavê min, ji camêran camêrekî çê bû, xwezan û bi rûmet bû. Ne tenê derê malê, lê dilê wî jî ji her kesî ra vekirî bû. Kerîkî nanê wî ku hebûya nedixwar û dida. Lê tu bibêje bila ne derê wî û ne jî dilê wî ji her kesî ra vekirî bûya. Ne nêta wî, lê zeman xirab bû. Di wê şevê da, di şeva teng û tarî da berê xwe dabûn mala wî û hatibûn, nedibû derî venekira. Nedibû, nan û av nedaya ber wan. Nedibû silav nedaya û xêr hatin li wan nekira. Di wê şevê da, di şeva ba û bahozê da wî her çi kiribe, ji dil û can kiribû. Nebêjin çi bû, lê bibêjin ew ê çi bibe. Xiyanet e û xiyanet jî bavê xwe nas nake. Na, ne bavê xwe nasdike û ne jî dîya xwe. Roj hat xiyanetê avêt ser mala wî. Li wî welatî şerm jî nemabû te şerm bikira. Ew berê bû. Belê, berê…
Xwelîya 7 gundan li serê te ‘hewal î’ û li serê wî serokê ku tu jê ra dibêjî serokê min e… Werhasil, êş e. Êş jî ku hat, tê. Êş îxbara ‘hewalan’ û zilm û zordarî jî ji polîs û cendirmeyên Tirekan e, delîl dayîka te xweşmêrî, delîl… Erê, dibe. Dibe, lê de ewqasî jî zêde ye û nabe. Meriv di temenê xwe da 68 salî be, bi nexweşîyek bêbav bikeve û ji wî nexweşîyê ra jî ne derman û ne jî çare hebe. Êş e û ji vê êşê ra jî nav nîne, lêbikî.
Ne ku bavê min bavê min e, dibêjim. Kesî di derbarê wî da gotinek xirab nekir. Ji wî ra nas û dostên wî girîyan û hêsir barandin. Na, ne ku bavê min e, dibêjim. Bavê min, camêrekî xêrxwaz bû. Ji wî gundî, gundê ku li serdest dikeve Heyderê Musa jî wisa got û Heyderê Qemer jî. Ne tenê van camêran, lê her kê ku bi wî ra hevaltî kiribe, gotin: “Erê, mêr bû lê xweş mêr. Mêrek bi sed mêrî bû…”
Ez nabêjim, ji ber ku bavê min e. Ji wî gundî, gundê ku meriv timî bi hesret e Dilşa û Hewesê jî bi hev ra gotin:
“Heyfa wî ku heyfa wî, ji camêran camêrekî bê qisûr bû…!” Bi zimanê Tirkoyî ji merivên wisa ra dibêjin; ‘eski toprak.’ Na, ez nabêjim. Yaşar Kemal, got û xwezîka bila bi zimanê Tirkoyî jî qet negota:
“O iyi insanlar o güzel atlara binip çekip gittiler. Demirin tuncuna, insanın piçine kaldık.” Tenê wî jî negot. Yê ku gotinên xwe li ser Birca Diyarbekirê rêz kiribû ji wan yek jî bi navê xwe, Ehmed Arif bû. Min xwend, lê têda navê bavê min nebû û min nedît.
Ne ku bavê min e, ez dibêjim. Li ser kanîya ber malan, Nazê jî vekirî got:
“Gotinek wî ku xam be, 99 neh gotinên wî jî xas û ji çanda vî milletî bû. Na, ne derew e. Ji ber ku ez şahîdê vê yekê me. Ji lawê xwe ra got; ne nanê namerdan bixwe û ne jî ji ser pira qelsemêran ra derbas bibe…’
Bavê min bavê min bû û ji ber wê yekê jî dibêjim. Berîya ku bimire, li min vegerîya û got:
“Ji te razî me. Pir û pir ked û emegê te li ber min heye. Ez ji te razî me û bila Xwedê ji te razî be. Heqê xwe li min helal bike û de bi xatirê te…” Camêrê ku mir, bavê min bû. 17ê Kewçêrê û ji bîra min biçe? Na, heta xweş bim naçe. Mirina wî êşa vî dilî ye…
Gotinên xwe qedand şûnda pênûsa xwe da alkî û findek vêxist.