
Ji ser şêmûgê ra gavek avêt, silav da û got:
“Xalo, dem baş…”
Xalo, lêvegerand û bi kurtî got:
“Ser çavan ra û ti bi xêr hatîyî, xwarzî. Fermo, derbasê jor bibe.”
Piştî xêrhatinê xalo, deng li xanima male kir û got:
“Qîzê, Nazêêê! Qîzê, mêvan heye û jê ra îskanek çay bîne…” Xwarzî, ne xwarzîyê wî yê heq bû. Çand e, dikarî xalo jî bibêjî, apo û pismam jî.
Xwarzîyê xalo, axifî û yekem got:
“Spas, xalo.” Pişt ra?
Pişt ra jî pirsa xwe ji wî kir û got:
“Xalo, ger ku destûra cenabê te hebûye dixwazim pirsek ji te bikim.”
Xalo, serê xwe ber bi wî çerixand, li çavên xwarzî mêze kir û got:
“Lo, bila xwazîya te pirs be. Teha, min jî got ka hela çi dibêje. Pirs ji te û bersiva pirsê jî bila bi qurbana te be! Fermo, qet nesekine û pirsa xwe ji min bike. Guhdarim, xwarzî…”
Xwarzîyê xalo, ji xalo destûra pirsê girt şûnda, got:
“Xalo, di derbarê hereketa millî da tu dikarî ji me ra çi bibêjî…?” Xaloyê reben ku bizanibûya pirs li ser sîyasetê ye, ne digot ‘guhdar im’ û ne jî digot, ‘bila bersiva pirsê bi qurbana te be…’ Lê, carekê gotibû ji gotinê jî veger nebû.
Xalo, bi simbêlê xwe va girt, di nav bêcîyên xwe da anî û bir, pîstekî xwe bi xwe fikirî, mutala kir. Xwedê dizane ka xwe bi xwe çi fikirîbû, lê ji dengê wî yê bilind xuya dikir ku ji pirsê aciz bûye. Pirs e, hatîye kirin û nedibû bêbersiv bihêle.
Belê, simbêlê xwe pîj kir û pêra jî got:
“Te got çi…? Tu dixwazî ji min ra qala kakil û kuncîyan bikî. Ê de hela tu were min û vî xwarzîyê min. Ê erê, ha!
Ji kû va hatîye bîrê nizanim, lê dibêje hereketa millî? Kuro, lawo ma qey te aqilê xwe bi nan û penîr xwarîye tu rabûyî qala hereketa millî dikî. Xetek wiha nîne, lawo. Ew berê bû, berê…!
Berê mêr û mêrxasî hebû. Berê, helwest hebû. Berê, ziman û dîrok hebû. Esalet hebû, esalet. Giranî jî wisa bû û maqulî jî. Dinya herimîye û însan jî ne însanê berê ye. Gotin e, ga dimire çerm mêr dimire nav dimîne. Ka hela bibêje ez ê ji te ra qala kê bikim û kê nekim. Ma tu nizanî, xwarzî? Tu nizanî, hinek kes hene wek zêrên amudî ne, bi sedan salan di bin axê da bimînin ne ji reng û ne jî ji bihayê xwe tiştekî wenda dikin, wek:
Xalid Begê Cibirî,
Îhsan Nurî,
Bavê Tûjo,
Dr. Fuad,
Kerem Begê Qol Axasî,
Sadîyê Telhê,
Yado,
Ferzende Beg,
Evdilbaqî,
Kemal Fewzî,
Rasîm Begê Wanê,
Usiv Ziya,
Mele Evdirehmanê Şirnexî.
Elî Şêr,
Şex Seid,
Cangîr Axa,
Seyd Riza,
Paşoyê Koçgirî
û
Mêr û mêrxasên din…
Çi gotin e çi gotin: “Mirin xweş e, bi mêr û mêrxasîyê (F.B…)” Dinya ji tolazan ra maye û ne bine bibe û ne jî bi tevra bike…”
Xwarzîyê xalo, piştî axaftina wî axifî û got:
“Xalo, min pirsek sivik ji te kiribû. Tu jî çûyî, lê kûr û kûr çûyî. Were îro, xalo. Were îro…”
Hêrs, guharbar û tiştekî sûriştî ye. Çi wek xwe maye ku hêrs jî bimîne. Pêda pêda daikeve. Ji wî û xwarzî ra çay hatibû.
Xalo, nîv cî şekir avêt devê xwe û ji îskana çayê jî qirmek girt û got:
“Lawo, dilê min bi jan e û tew nizanim ka tu dawa çi dikî? Dizanim, gotinên min biêş û dilê min jî bi şewat e. Dibêjim were em ê zêde bi tev ra nekin.
Ji te dipirsim:
Ka Al,
Ka helwest,
Ka ziman,
Ka dîrok,
Ka cil û berg,
Ka Ey Reqîb,
Ka, ka û ka…
Sîyaset bi Zimanê Tirkoyî, helwest mirî ye û tu jî ji min dipirsî û dibêjî ka xeta millî…
Lawo, xiyanetê mala vî milletî şewitandîye û duh li Koçgirîyê:
Gaxo,
Li Gimgimê:
Qaso,
Li Dêrsimê:
Rayberê Qop û hevalên xwe,
Û îro?
Îro, ez ê qala kî bikim û kî nekim.
Li taxa jêr:
Elî Gapîr,
Babil û Ebabîlên Hêrê,
Ala,
Bîlo,
Çîlo,
Û
Ga û golikên din.
Li Taxa jor?
Li Taxa jor jî:
Lawê pîrê û teşkîlata xwe,
Huda Par û aligirên xwe,
Û Habîl û Babil…
Bi tê ra xwe xayîn hene û bi tev ra neke. Ku bi tevra bikî jê bêhn tê…
Xeta millî nîne û bila sîyasetvanên taxa jor, berê xwe bidin Perwînê û wê girar daye ser, girara pûngê…
…