
Di ser wefata mamoste Cegerxwîn re 36 sal derbasbûn. Nizanim çawa ew qasî zû wext derbas bû. Mamoste roja 22ê Cotmehê 1984an, di 81 saliya xwe de li welatekî xerîb, li Stockholm’ê wefat kir. Çend sal piştî mirine wî, ji bo ku ez têza zanîngehê biqedînim min ‚Jînenîgerîya Cegerxwîn û Berhemên wî‘ bi Hollendî nivisandîbûn. Dû re wergerande Kurdî û di sala 2010an de li Stanbol’ê weşand. Di sala 1990an de min nêzikî saleke wexta xwe dabû vê têza zanîngehê; wê demê di derbarê Cegerxwîn da zêde materîyal nebûn, dû re oto-bîografîya wî hat weşandin. Ji bo pêdekirina materîyalê nivîskî û çavkanîyê pê bawerbûyî min pir dijwarî û asteng dît. Jiber ku wê wextê çavkanî pir zêde nebûn. Ji wê rojê de hîn tiştekî nû li ser mamoste Cegerxwîn nenivîsandîye, îsal dilkir ku çend şîrove derbarê pirtûka nivisî de, derbarê wêjaya Kurdî de, bi gelemperî çi wateyek û valahîyek hebû derbarê mîjara Cegerxwîn de tijî kir, bi rastî nizanim, lê kesê ku bi kûrahî ser wêjaya Kurdî ya sedsala 20emîn de lêkolîn û lêgerîna bikin dê mihaqaq ji pirtûka min sude werbigirin. Ji ber ku zêde materîyal dest me de nîn bûn.
Min di karê xwe de Cegerxwin wekî şaîre netewî yê sedsala 20mîn ê di wêje ya Kurmancî de binavkiribû. Soranî ji Kurmancî pêşketitir e, ji ber ku li ser nivîsandina Soranî qedexeyek nîne. Mijara min Cegerxwîn û wêjeya bi Kurmancî, biserde jî helbestvanekî Kurmanc bû. Di dest me de ji çendek heb dîwanên wî zêdetir malzeme nebû, pirsên pê re rû bi rû dibûm her zêde bûn. Kesî nivîsareke zanistî nenivisîye, kê çi nivisîye bi îdeolojî û dirûşme sîyasî dagirtîye û ew jî çendek sloxane şoreşgerîyê wê demê ne. Min nedikarî herdem ji şoreşgerî û sosyalîstîya Cegerxwîn behskira, loma min Cegerxwîn kir qonaxên cuda cuda ku belkî ji raya gîştî re û ji xwendewaran re hineke rave bikim, ku mîrov Cegerxwîn jî wekî me bi dewr û demê re bîr û bawerîye xwe guherîne û guhertîye, pêşketîye û gêş bûye.
Qonaxa meletîyê, bi qonaxa kevneşopî ango ya klasîkî ya diwanî şopa Meleyê Cizirî, Ahmedê Xanî û Feqîyê Teyran bi tradîsyona dîwanî nivisîye. Cegerxwîn di ciwaniye de bi helbestê xwe kevnar e û di şêwaza tradîsyona Xanî û Cizirî de ye. Ne oldarekî hişk e, belê bi qua- formê xwe girêdayê ekolê edebîyata dîwanî ya bi arûz e. Bi qafîye û beyt e. Mijar dîsa ji welatperwerî û nîştîmanperwerî dagirtibûne, ew ji destpêkê de li berçavane. Ewqasî li gundan meletî bike jî ji erdnîgerîya welêt a xemilandî hîç wexteke dûr neketiye, mijara xwe her gelê Kurd û klasîkên Kurdî yên wek Mem û Zîn û Memê Alan her mîjarê wî ne. Ji xwe helbestê wî yên pêşî di dest de nemane, yê ku di dest de mayî di Hawarê de hatine weşandin. Dû re binavî Dîwana Yeka: ‚Prîsk û Pêtî‘ di sala 1945an de li Şamê paytaxta Suriye çap kiriye. Dîwana Yeka cara duwemîn li Uppsala li bajarê Swedê di 1971an de çap bûye. Dîwana Yekan li Şamê ji alî çapxana Tereqî de di nav weşanên Hawarê de bi hêjmara 19emîn û bi pêşgotineke Celadet Ali Bedirxan û Qadrican hatiye pêşkeşkirin. Wan herdu qelemşûren Kurd li ser Cegerxwîn û edebîyata Kurdî a klasîk nivîsaren giranbiha nivisîne. Li Tirkîye jî çend car dîwana yeka tev dîwana duwemîn Sewra Azadi bi hevre ji sale hezar nehsed hefteyî vir de bi Kurdî caracaran tev Tirkî ya wan hatine weşandin, bo xwenderwarê Kurdê li bakurî welêt û li Tirkîye. Di çapa Uppsala a Bahozê jî bo nasandina Cegerxwîn ji Prîsk û Pêtî re pêşgotinek nivisîne.
Dîwana duwemîn ‚Sewra Azadî’ye di 1954an de li Şamê ji alî çapxana Kerem ve hatiye weşandin. Dû re ew dîwan li Swedê di nav weşanên Deng û Palê de û çend car jî li Stanbol’ê ji alî weşanxanê Kurd ve hate çapkirin. Carînan jî hinek helbestên bijarte jî kirine Tirkî û tev Kurdî ya wan weşandine. Ji Sewra Azadî re Osman Sabrî pêşgotineke kurt nivîsiye û derbarê jiyana Cegerxwîn de ev şîrovê kirîye:‘ Min du mezîyên çak di Seyda de ditîne ku hêjayî salixdane ne. Dibê Cegerxwîn derdê mîletê xwe baş naskiriye, bela serê mîletê Kurd di mîr û axa û şêx û mele de dibîne. Bi ya min bêşik Seyda di van ramanê xwe de ne şaş e. Çima ku ji hezar salan vir de ev kesê wiha pêşî, sermîyan û rêberê vî mîletî bûn… divê wan welatê Kurdan bi dest neyaran re berdan… Loma Cegerxwîn bi dilovanî kêm û kasîyên wana dibêje ku mîlet serwextî fend û xap û bêbextî û dilreşîyê wan dike. Cegerxwîn di Kurdîtîya xwe de rast û durist dibîne. Ew çend rast û durist e ku di riya welat û welatiyê xwe de sînga xwe ji zivarî û belangazîye re vekiriye. Osman Sabrî dîwana duwemîn ji ya yekemîn çaktir dibîne: Dibêje armanca nivîsandina di dîwana yekan de ewqas baş ne dîyar e, lê di dîwana duduyan de ev armanc dîyar e. Di 1968an de ji gencê Fransê dengvedanek li cîhanê belav dibû ku îşqa xwe gehêştîye Kurdê bin xetê û li wir jî deng vedide. Di 1973an de li Lubnanê, Cegerxwîn ‚Kî me ez?‘ dîwana xwe seyemîn çapdike. Kî me ez? wek kronolojîya mejûye kevnar e; li ser ol û eşîra û welatê Kurdan û li ser qralîyete kevnare û li ser mîtolojîya gelên Îranî ên berê û serpêhatîyên wan e. Kî me ez, helbesteke lîrîk e û ji panzdeh beşan pêkhatiye. Kî me ez, ji alîyê hunermendê Kurdê bi nav û deng Şivan Perwer de bi kurtî û guherînên naverokî hatiye bestekirin; navê stranê: Kî ne em! e. Hunermendên Kurd vê helbestê weke sirûdeke neteweyî di hemû cejn û şahîya de distrên û xelkî lê guhdarî dikin, pê kêfxweş û serbilind dibin. His û fikirê mîletî tevre dike tu dibêjî belkî ew helbesta serhildane ye. Dîwanên Cegerxwîn de çiqas helbest çiqas beyt û rêz û rêzik hene hemû di têza min de hêjmartine. Kî me ez? li paytaxta Surîye li Şamê bi nepênî hatiye çapkirin hema dengvedaye ji bo ku dem dema şoreşgerîye. Cegerxwîn di vê dîwanê de şaîrekî navnetewî ye; bi forma xwe serkeftî a nûjên a serbest: ‚Heval Pol Robson‘ û ‚Diyen-Biyen-Fu‘ h.w.d. nivîsandine. Hemîd Derwêş sekreterê Partîya Pêşverû a Demoqrat a Kurdên Surîye ji ‚Kî me ez?‘ê re pêşgotinek nivîsiye. Di pêşgotina xwe de Derwêş bi kurtî ew taybetmendîyên wî anîne ziman: ‚Cegerxwîn li temamî cîhana sosyalîst û pêşverû de jî xwedîyê nav û deng e….yanê Cegerxwîn bi xebata xwe roleke mezin di şîyarî û serxwbûna gelê Kurd de leyîstîye. Seyda di ramanê xwe yê nîştîmanî û civakî de gavên fireh ber bi pêşve avêtine‘. Cegerxwîn li pê hev dîwanên xwe nivisîne.
‚Ronak‘ dîwana çaremîn e û li Swedê di 1980î de Roja Nû ew weşandîye. Helbestên welatperwerî, helbestên civakî û sîyasî û helbestên evînî û felsefî tê de cîh girtine. Kemal Burkay û Cegerxwin bixwe ji vê dîwanê re pêşgotin nivisînê. Burkay li ser taybetmendîyê helbestê Cegerxwîn ew gotine: ‚Estetîka helbestê Cegerxwîn gêşbûna xwe ji yekitîya ramanan û forman û hestan digirine; ji xwe helbest bi xwe nagehêjin armanc û daxwazên xwe. Cegerxwîn helbestê xwe bi reng û motîfên Kurdewarî dewlemendtir kirine. Wi bi hostetî di helbeste xwe de biwêj, metelok, mecaz û çîrokê Kurdî bikaranîne û helbeste xwe pê xemilandine‘. Cegerxwîn wekî lêgerekî civakî ku bîr û bawerîye xwe xurt bike, li ser van dîtine xwe di nav koçer û gelê Kurd de digere û çavnêrîyên xwe û tiştên kifşkirî di helbestê xwe da bi hostatî bikar anîne. Wek helbesta wî ya ‚Konê Reş‘ yek ji wan mînaka ye. Zend-Avesta dîwana Cegerxwîna pêncemîn e. Navê xwe ji kîtêba miqades a ola Zerduştîyan ya bi navê Avesta girtiye. Zend- Avesta jî di 1981an de li Swedê ji alî Roja Nû ve hatiye çapkirin. Ji dîwana pêncemîn re Kurdoloxê Sowyeta berê ê binavûdengê mezin Prof. Qanadê Kurdo pêşgotineke dirêje nivîsiye. Qanadê Kurdo di pêşgotina xwe de derbarê helbestvan de ev gotin kirine: “Cegerxwîn ji alî kovarên Kurdî yê wekû ‚Hawar‘, ‚Roja Nû‘, ‚Ronahî‘ ‚Stêr’e ve hatiye nasîn û populer kirin“. Qanada Kurdo, di sala 1952an de li Sowyetê pirtûka xwe ya, ‚mejûya fîlolojîya zimanên rojhilat‘ di cilda sisiyan de tevlî çend helbestan Cegerxwn dide naskirin. Her çiqas Qanadê Kurdo xwe pispor û rexnegirekî edebîyatê nabîne jî ji bo wî van dibêje: ‚Ez nawêrim vê erkê bigrim ser milê xwe wekî analîstekî helbestê wî binirxînim‚. Qanade Kurdo vî karî weke karê akademîsyana dibîne û naxwaze Cegerxwîn tenê weke helbestvanekî bête dîtin, lê divê bi çavekî zanistî ji alî folklornasî, zimannasî, dîroknasî û hunera helbestvaniye de bê lêgerîn û lêkolîn. Qanadê Kurdo di hunera Cegerxwîn de ew taybetmendî kifşkirine; ‚divê meriv bizane ku çawa wî helbesten ji panzdeh rûpelan pêk tê, nivisîye û çiqas zana bûye li ser fabl û helbestên lîrîk û çîrok û metelok û efsenayan‘. Qanade Kurdo berdewam dike; ‚dibê lêkolînvan bala xwe bide çêkirinê, forma sîstemê û naveroka helbestên wî; divê bala xwe bidine xezîneya bêje û îdyoman, gotinên bi bihaye ensîklopedîyan‘. Bi rastî pêşgotineke bi hestyar û hişmendîya Kurdewariyê ye. Helbestên Cegerxwîn bingeha xwe ji realîteya gelê Kurd ango ji jîyan û adet û toreyên Kurd wergirtine. Cegerxwîn bi helbestê xwe neku li evîna rastî digere, ewî li evîna welat digere.
‚Şefaq‘ dîwana Cegerxwîna şeşan e, ji alî ‚Roja Nû‘ de di 1982an de li Stockholmê hatiye çapkirin. Di Şefaqê de Kurdolexê Sowyetê Casimê Celîl pêşgotineke ji dîwane re nivîsiye û tê da behsa perwerdeya zarokê Kurdê Sowyetê ên di pola çaran/ şeşan û heftan de nivîskarên Kurdan nasdikin û berhemê wan dixwînine, yek ji wan jî Cegerxwîne. Helbestê wî ‚Ka Kurdisan im ka?‘ û ‚Pembu yê me ye lê em tazî ne‘. Casimê Celîl di pêşgotina nivisî de li ser xisusîyetên helbestê Cegerxwîn rawestiye: ‚Dibêje ku helbestvanê mezin nemir in‚. ‚Hêvî‘ diwana Cegerxwîna heftan e û di 1983an de ew jî ji alî Roja nû va li Stockholm’ê çap bûye. Di dîwana heftan de Cegerxwîn di stîl û form û naveroka helbestê xwe de çi guhertinek çênekiriye, her tim bi forma beyta ristê xwe yê afirandine. Ji Hêvîyê re jî Kurdoloxê Sowyetê Ordîxanê Celîl yê pêşgotineke jê re nivîsîye. Ordîxanê Celîl bi tîpê kirîlî bi Kurdî pirtûkeke bi navê ‚Poezîya Cegerxwîn ya Bajarvanîye‘ di 1966an de nivîsandiye. Tê de jîyana Cegerxwînê şîrove kiriye û bi mînaka helbestên wî, Cegerxwîn bi xwendevanê Kurdê Sowyet daye naskirin. Ordîxan, Cegerxwîn wek helbestvanekî sosyalîst û dij-î feodalîzmê û kaptalîzmê daye naskirine. Ji xwe wê demê Cegerxwîn şoreşgerekî wekî agirê sotî bû. Ordixanê Celîl çend şîroveyên din yê hunerî jî kirine; ‚Cegerxwîn hozanekî lîrîk e formê wî bikaranîne ciwan dibîne. Dibê sedema dengbêj helbestê wî dikin stran, vê rastîya wî nîşanî me dikin. Ordîxan Cegerxwîn wek helbestvanek sinor nenas binav dike, ji ber vê yekê jî ew helbestvanê hemû gelan e.… Piştî çend salan vê car li Swedê ji alî ‚Jîna Nû‘ de dîwana Cegerxwîn a heştan Aşitî çap bû, firsend dest neket wê jî ji we re rave bikim.
Drs Yusuf Kaynak