
Xwendevanên hêja, ez piştî 27 salîna xwe li xwe hesîyam, min ji xwe pirs kir û got; “Ez kî me?” Erê min dizanîya ez Kurd im, (bûbûm Komûnîstekî tûj jî) lê ne dihat hişê min, ku çira ez, em gelê Kurd bê dewlet û dezgeh, bê dibistan û sazîyên perwerdeyî û pîşeyî ne. Min ev pirsa ji xwe pirs nedikir. Ji ber ku kesekî nêzî min Kurd, ji min ra qal û behsa vê gelşê nedikir. Ne tenê jibo vê pirs û gelşê, her wisa, jibo hemû tevkujîyên Kurdistan, bav û dayîkên me bêdeng bûn. Ji me ra ne qal û behsa tevkujîya Qoçkîrîyê, ne ê Şêx Seîdê Pîran, ne ê Çîyayê Agirî, Gelîya Zîlan, ne jî ê Dêrsima xopan. Gelo çira ew ewqas bêdeng, nezan, yan jî tirsonek bûn? Çira wan ji xwe pirs nedikir, ne digotin, “Em kî ne?” Çira bav û kalên xwe yên hezar salan nedianîn bîhra xwe? Ecêbek giran, di şevên zivistanan da bi hezaran qal û behsa çîrokên gelî, tiştonek û metelokan dikirin, lê qet ne dianîn bîhra xwe, ku bav û kalên wanên berî ola Îslamê, li çi bawer dikirin; navê ola wan, nave nebî, ango Pêyxamberê wanê kevn û dîrokî çi bû û kî bû. Nedigotin çira, çito û di kîjan dem û sedsalê da beşek zêde ji bav û kalên me bûn Îslam, hinekan jî ji xwe ra gotin “Em Êzîdî, Xaçparêz, Mûsewî û Alewî” û ola Îslamê nepejirandin; lê îro gelek Kurdên Elewî ji xwe ra: “Elhemdullah em Îslamên” dibêjin, gelek Seîd jî xwe dikin Ewlad î Resûl, ango nevîçûkên Ehlî Beyt. Ango bêbavên Ereb.
Belê, di gundê min da, kesên ku berî tevkujîya Dêrsimê ji dayîk bûbûn, qet yekî peyvek Tirkî nedizanıbû, lê bi zara dayîka xwe, ango bi Kurdî kesekî ji me ra qal û behsa barbarîya Roma Reş, hovên çolan Erebên xwînrij û xwînxwar, Farisên namerd nedikirin. Gundî di nav xwe da li dijê hev û neyarên hev bûn. Jibo ava bostanan, karik û berx û mirîşkan, tixûbê zevîyan êrîş didan ser hev, dixwastin hevûdu bikujin; dikuştin jî. Lê wexta ku cendermeyên Romê didîtin, îcar dibûn pisik û mirîşkên pêş çavên rovî. Erê, di destpêka derketina ola Îslamê da, bi sedhezaran bav û kalên Kurd bi destê artêşên Erebên hov û barbar ve hatibûn kuştin, bi zora şûrên xwînrij ve bûbûn Îslam, lê sed heyf û mixab bû ku, kujdarên bav û kalên xwe ji xwe bîhrkiribûn, ji Ereban zêtir bûbûn Îslamên tûj, tund û fanatîk, şûrên xwe vegerandibûn birayê xwe yên ne Îslam. Mînak, Kurd birayê me yên Êzîdî, Xaçparêz, Mûsevî û Elewî. Ez bawer im 73 car tevkujîya Kurd birayê me yên Êzîdî, 70 car bi destê Kurdên Îslam ve ew namerdî pêkhatîye, ku îro jî dîsa gelek Kurdên Îslam, wan birayê me yên Êzîdî û Elewî dijmin û kafir, qetla wan jî ji xwe ra helal dibînin. Bi kurtî Kurdên sersem, bom û xeşîmên ku di bin erda tarî da bûne bengî û evîndarê bihişta ne rast û derew, heftê Horî û Melekên bedew, rindik û delal, Alaya ola Îslamê, ji Ereban zêdetir radikin jor, ber bi asîmanê şîn bilind dikin. Wekî mêrxwas û fanatîkê ola Îslamê, Selahaddîn î Eyûbî. Wî malxirabî nehîşt Dilşêr Riçhardê Îngîlîz û Fîllîp Ogûstê Fransizî bên Rojhilata Navîn, li ser wê erda me ya qedîm, şaristanîya mirovatîyê, Mezopotamya xopan cîwar bibin, bi nû ve şarezayî ya Ewropî bînin ser wê axa pîroz. Ez bawer im, eger Îngîlîz û Fransa bihatana Rojhilata Navîn, îro ew erdnîgarîya bibana bihişta hemû cîhanê, em Kurd jî xudan dewlet û dezgeh, hûner û hişmend, lê Selahaddîn em firotin Ereb, Faris û Tirkan. Ku heye eger hêzek, wekî dibêjin “Xwedê” nepejirîne.
Belê, em in ev gela. Me dost û dijmin li hev qelibandîye. Bi hezaran, dayîk, xuşk, bûk û keçên me Kurdan, ên Şengalê, Hewlêr û Kobanîyê, di sûkên Erebên çolan da tê firotan, li tev bi deh hezaran cangorîyên ku wan barbarên dewlata Îslamê, DAÎŞ’ê, kuştibûn naynin bîhra xwe; mixabin hêj jî bi hezaran Kurdên me yên olperest û serî gêj, terin ew kesê ku bûye sedema kuştina bi mîlyonên bav û kalên me Kurdan, ku îro jî ew zilm û barbarî berdewam e, terin Erebistanê, jibo maçkirina gora wî dibin Hecî, bi mîlyonan drav didin dijminên xwe, jibo bihişta derewîn û cîyê ku qet kesekî ne dîtîye û ne jî çûye, hatîye. Sed heyf, hezar mixab, heya vê rojê me dost û dijminên xwe nas nekirine. Em ji zalim û barbaran ra bûne xulam û dîl. Çîk û rûmeta Kurd, çawa ku Mucahît Bîlîcî jî dibêje, qirêj bûye, ketîyê bin lingê zalim û barbaran. Rûmeta gelê Kurd sed mixabin dêrs bûye, dêrs. Me Kurdan qencî û xirabî ji hev cihê nekirîye. Me tirsonek û virrok ji xwe ra kirine Rêber, Serok û Xwedê. Em ji hevûdu ra neyar, şêr û piling, neyarên hev, ji dijminan ra jî dost û berdest û xulam in. Em tirsonekan dikin şêr, Rustemê Zal, Herkulê Yewnan. Bi derewan zikên xwe têr dikin. Dijmin zarokên me dikuje, dest dirêje keç, jin û bûkên me dike, em bi hevra li hember dijmin dernakevin. Kesê ku me dixapîne, em wî ji xwe ra dikin leheng, mêrxwas, nebez, heta Pêyxamber. Dijmin mirovên me dîl digire, bi helîkopter radike hewa, li wir berdide erdê, deng ji keseki me dernakeve. Mirovên me jibo axaftina zara dayîka xwe têne kuştin, 30 mîlyonên Kurd tenê dibin temaşevan, seyîrkar, lal, kerr û çav kor. Şeş mîlyon û nîv, kesên Kurd deng dan HDP’ê, çar sal in ku serokên wan di girtîxana dijmin da ye, sed kes dernakevin der, wê neheqîya ne mirovî û barbarî protesto nakin. Lê wexta ku Avdo piştî reva çend mehan xwe gîhand paytextê Îtalya, Roma yê, bi deh hezaran kes bi lez çûn Roma yê, kirin qîrîn û hewar, lê jibo Selo deh kes dernakevin der. Avdo piştî xurandina çar hezar gundan, ser û binkirina erdnîgarîya Kurdistan, cangorîbûna nêzî sed hezar kes û ciwanên Kurd, koçberbûna şeş mîlyonên ku ketine metropolên dijmin, ber çerxa pişavtinê, wexta ku bi senaryoyek tarî ve bû dîlê dijmin, ango Roma reş, ji berpirsên wê ra, ji serokê dadîgeha wê ra: “Ez lêborîna xwe ji dayîkên cangorîyên dewletê dixwazim, ez amademe jibo karguzarîya dewletê, min şaşitî kir, dîya min jî Tirk e, ez xarzîyê we me” got û dûra jî pesna Mistê Kor da, lê dîsa jî Kurdên mirûd ew ji xwe ra leheng û Pêyxamber dîtîn, hêj jî wer dibînın. Wî got “Ez nîv Xwedê me, ez ji Karl Marks, Lenîn, Engels, Newton, Hegel derbas bûme, li Haranê derketim, li Kenan bûm Mûsa” got dîsa mîlyon kesan bawer kir, îro jî ew bawerîya her berdewam e. Wî got “Em dewletek Kurdî naxwazin, em dixwazin Komarek Demokratîk, Konfederalîzma Rojhilata Navîn, Jîyanek Ekolojîk” dîsa mîlyonan bawer kir ev şîyara ji xwe ra kirin benîşta kerengan cûyan û cûyan. Xulamê wî Hatîp Dîcle, “Me bawerîya dewletek nûjen û neteweyî avitîye sepeta gemarê” got, dîsa mîlyonan çepik li hev xistin, “Ew rast dibêje” gotin û hêj jî dibêjin.
Xwendevanên hêja, ev gotinên min rastîya me gelê Kurd e. Dijminan li tev hin şîrîkê xwe yên Kurd, em kirine çav kor, bêhiş û bomik. Em ji hevra nebûne bira, bûne dijminê hev. Ev rewşa me bi derketina kesên wekî Avdo ve, bêtir gurr bû, zêde bû. Îro li Bakûrê Kurdistanê, çiqas ku partî û rêxistin hene, ji hevra ne wekî birane. Parçeyên din jî her usa. Pirranî silavê jî nadin hev. Naxwazin li hember dijmin hêzên xwe bikin yek. Her partî û rêxistinek xwe li ser çîyayê Qafê dibîne. Bi taybetî li parçeyê biçûk, nêzî sed partî hatine damezîrandin, hemû jî li dijî hev. Jibo vê gelşa ne baş û nerênî min ji hevalekî xwe yê Qamîşlokê ra, -ku ew endamê Polît Broya Partîyek rêzanîye- peyamek şand pirs kir, camêr jî ji min ra bersîvek şand. Ez dixwazim bersîva wî camêrî, Kurdperwerê Kurdistan, wekî wî çawa nivîsîye, pêşkêşe we xwendevanê hêja bikin. Gotin û bersîvên wî camêrî ev in: “Kek Riza, rast e, li vir nêzî sed partîyên Kurd hene. Lê çima û çawa ev partî hatine avakirin û kê ew sazkirine ev pirseke cuda ye, bersîvê dixwaze. Ez ê bi kurtasî nêrîna xwe ji te ra bêjim, dibe ku ev nêrîn şaş be jî…Li serparçeyê piçûk, Rojavayê Kurdistanê, nakokî di navbera herdu hêzên Kurdistanî, yên sereke (PDK-PKK) de heye, her alîyek dixwaze serkêşîya tevgera vî beşî bike û partîyên wî bi dolabên sîyaseta xwe ve girê bide. Li hêlekî PYD, ku bi PKK ve têkildar e û biryarê ew dixe rojevê, ji hêleke din ve PDKS ku bi PDK a Başûr ve têkildar e, biryara wê ew têxe rojevê. Herdu alî jî dixwazin ku tevgera Kurd li Sûrîyê di bin kotrola wan de be, tu partî ku bi sere xwe ji derveyî wan biramin, tune bin!…
Di heyameke wisa nexweş de, PYD ji hêla xwe ve û PDKS ji hêla xwe ve, da ku rastîyê veşêrin, her yekê dest avête çêkirina partîyan û ew nav-partî ku ji çend neferan pêk tên, li kêleka xwe de dane sekinandin û piştgirîya wan bi peran kirrîn, ew jî li dora wan dizîvirin û ji wan re çepikan dikutin û serîyan dihêjînın!… Eger partîyek Kurd xwedî dîrok û alîgir bibêje birano, bihêlin em Kurdên Rojava bi xwe sîyaseta xwe nexşe bikin, bi rêva bibin, em li gora merc û heyamên welatê xwe çarenûsa gelê xwe destnîşan bikin, dîsa hûn birayên me yên mezin in, rêz û rûmeta we me li cem xwe parastî ye, lê pêçên xwe nexin nav partîyên me, herdu alî dixeyîdin û qîma wan bi vê yekê naye!… Bi destpêşxerîya General birêz Mezlûm Ebdê, ya hewldanên yekrêzîya Kurdî û çêkirina lêvegerke Kurdî, em dilşad bin…Lê mixabin ku di pratîkê de, ew ji naveroka xwe derket û bû livhatinek di navbera du alîyan de! tenê du alîyan, ango PYD û dostên wê ji hêlekê û PDKS û dostên wê jî ji hêleke din ve û du partîyên xwedî rol û dîrok, xwedî hêz û bandûr û neketin hembêza herdu alîyan, ji vê yekrêzîyê hatin piştguhkirin, mîna partîya me. Ji bilî bi dûrxistina rêxistina civaka sivîl… Ango mirov dikare bibêje ezmûna Başûrê Kurdistan tê dubarekirin. Bi her hawî lihevkirina wan ji şerê navxweyî çêtir e û dikare bibe pêngaveke nû ji bo berjewendiyên gelê me, lê ew bû programê fîftî- fîftî, ku encamê wê tal in. Kek Riza, em Kurd wisa ne, bi xelkê re zû bi zû li hev tên, lê bi hev re na… Divê agirê kîn û berberîyê venemire û eger hat û carîna ew agir kêm bû, neyarên hebûna me bi lez li hev dicivin û bi hev re pif wî agirî dikin, da ku careke din gurr û geş bibe, Kurd bi hev mijûl bibin û neyarên xwe mîna her car bêne jibîrkirin!!. Bira Can, derfeteke zêrîn ji gelê me re hatîye, lê nezanîya me, kêmdilsozîya serkirdeyên me ji hêlekê û lîstik û sîyasetên xapînok, ên şeytanî û dek û dolabên her çar dewletên ku gelê me û welatê me Kurdistan di bin sîstema wan de dinalin ji hêleke din ve, rê li pêş wê derfetê digirin û tirs heye ku pûç here û dîsa em ji neyaran re bibin qurban!!!.. Min serê te êşand dirêj kir bira can…. Bibore……..
Belê, ev jî gotinên wî camêrîne, jibo rewşa wî parçeye biçûk. Duh ji min ra (23-9-2020) şandibû.
Silav û rêz.
rizacolpan@gmail.com