
Dibêjin hebûye tunebûye ker û deveyek hebûye û herdu jî ne bêxwedî, xwedîyê wan jî hebûye.
Ê de îşê dinyayê ye û nekî nabe. Mêrik ji xwe ra bezirganî dike û dema wî jî di rê û dirban da derbas dibe.
Xwelî li serê wî mêrî be, ku nizane rê û rêbazê bişopîne. Werhasil, kar jî wek xwe namîne û emir jî. Piştî salan camêr, devê xwe teqawîd dike, ji kar dikişîne û dide alikî.
Ê de helalî ye, bi hev ra hatine û çûne û bi hev ra dem û dewranek derbas kirine. Mêrik dixwaze bi devê xwe ra biaxife û jê helalîyê bixwaze. Eha, ji ber wê yekê jî radibe û tere cem devê xwe û di nav wan da jî axaftinek wiha derbas dibe. De were em ê ji xwe ra çok bidin erdê û guhdariya herduyan bikin.
Camêr, li hestirê xwe vedigere û dibêje:
“Ezîzê min, gelek û gelekî keda te li ber min heye û serda jî min pir tade li te kir û te da ber ço û şivan. Hatim û dixwazim ji te helalîyê bixwazim. Çi bûye bûye û qewimî ye û dibêjim tu yê heqê xwe li min helal bikî?””
Deve, lêvedigerîne û dibêje:
“Rast e. Te pir û pir tade li min kir, serda jî te min di rê û diraban da tî û birçî hîşt. Ez gişkan efû dikim, lê tiştekî te heye heta ku ez xweş bim nikarim ji bîr bikim û te efu bikim.”
Mêrik, meraq dike û jê dipirse, dibêje:
“Xêr e, ezbenî? Çi ye ku ewqas êş daye te û tu nikarî qebûl bikî. Ka hela bibêje û ez jî bizanibim ku ka min çi xeletî heye…!”
Deveyê qirase, axînek dikişîne û pêra jî wiha dibêje:
“Ax, ax! Te hem bar li min dikir û hem jî te li kerê qol dikir. Heta vir fêm dikim û tê da tu kêmanîyek nîne, lê…!?” Xulek du xulekan bêhnek dide xwe û dûra jî dîsa vedigere ser axaftina xwe ya berê.
Belê, axaftina xwe dodimîne û wiha dibêje:
“Belê, te hem bar li min û hem jî li kerê qol dikir. Dû ra jî te kerê qol dida pêşîya min û min şiv dikir. Te kerê qol wek rêber dida pêş û min jî dida du wî û li kevir û zinaran diqeliband.
Xwezî te hema wiha carekê jî min bidaya pêş wî û wî bidaya du min. Tiştê ku te ji min ra rewa dîtibû dikir nankorî bû û tê da qedr û qîmet nebû. Di vê dinyayê da heta ku ker ji merîyan ra bibin rêber jîyan li merîyan diherime, tê da ne hevî û ne jî peşeroj e. Eha, mesele ev bû.”