Rabû bi camêrê kurê camêran ra bi zimanê Tirkoyî axifî. Ji wî ra kêf, lê ji xalo ra jî gotinên wî ezeba Xwedê bû… Em ê li herduyan vegerin û guh bidin axaftinên wan ka hela ji hev ra çi dibêjin.
Xortê bi simbêl, tizbîya xwe li ba kir û ji xalo pirsî û wiha got:
“Xalo, hela de sen bu kancık Coronayî tanıysen yoksam hiç tanımiyîsen mî? Hanî o Lahore muselet olen Corone. He, o Coroneyî sorîyem…”
Xalo, yekî qirase û bi beşerek xweşik bû.
Bersiv da xort û got:
“He.”
Xortê me, li xalo vegerîya û carekê din jê pirsî, got:
“Xalo, dîyiler logîtma û logîtma. Mereq ediyem eceba sen bîye o logîtmenın ne oldıginí söyleyebilir misen?
Xalo, kenîya û got:
“He.”
Ê de xort jî xort e tu dibêjî bimbarek ji Zanîngeha Oxfordê mezin bûye û dû ta jî çûye Sorbonê. Tirkîya wî ji bi devoka Rihayê, qet nebêje û hema lêguhdarî bike.
Qure qure li xalo mêze kir û got:
„Bu sene hedınden fezle sıcak olmişlerdır, çok sıcaxtır û insan bu hewaya dayanamiyî, Xalo. Wele, hema sen yumirteyî bu güneşın önüne qoysen yumırta pişer, yumirte…!He, wele tavugin hêkleri pişîr….” Piştî vê qisedana xwe dixwest li xalo vegere û ne tenê pirsek, lê hema çiqas pirs hebûne ji wî bike.
Xalo, firsend neda wi û got:
„Qîzê Hewê! Ka hela rabe, ji Ezo ra hêkan biqelîne. Xuya ye canê wî hêkan dixwaze. Nan xenîmê dîya wî be, tu dibêjî qey di mala wan da hêk nine.
Duh ne pêr ji berderê wan ra derbas bûm min dît way hêkan diqelîne. Serê xwe rakir û em hatin çavçavan.
Erê, li min mêze kir, lê tew negot tu kî yî û di kû da terî? Dikarî bigota lo, Cindo! Ka hela nere û were tasek ava me û kerîkî nanê me bixwe.
Duh jî wê tendûr dadabû û nan dipat. Be heyyy, bêbav! Meriv dibêje cînarî ye, min tendûr dadaye, nan dipêjim û Cindo jî ne xerîb e.
Bila were, were û ji xwe ra çopek nanê germ bixwe, lê negot. Ê de jinik bi nave xwe Gozê ye û Gozê, qet dibêje…”
Dû ra li xort vegerîya ber bi wî mêze kir, çogan li ba kir û got:
“Lawo, ji diya xwe ra bibêje bila ji te ra hêkan biqelîne, hêkan. Bila xwarinê bide ber te û te birçî nehêle.
Ew dîya te, dîya te tofana xwedê ye. Gozê ye, Gozê jî ne Gozê, lê afata Xwedê ye. Tema ye, hesûd e û tu dibêjî qey bimbarek şervanek ji şervanên serê çîyan e.
Ji tifaqê ra hema wiha bila golikek ji kapê xwe nefilite û nekeve zevîya wê, erd û ezman dihejîne erd û ezman.
Bila mirîşk û varikek berê xwe nede bexçê wê, belayê bela û heta êvarê dike bilabila, dibêje û dibêje. Weyyy, min di te û … kirê!”
Jina wî Hewê, bi awirên çavan li Cindoyê mêrê xwe mêze kir û got:
„Mêrik eyb e, eyb. Ev çi gotinin tu dikî, hi…!? Eha, te gilî û gazinên xwe kir û Ezo jî guhdarîya te kir.
Îca çima tu ji dîya wî ra çêr û xeberan dikî…! Weeey, xiştik li te keto! Hela heta êvarê sebir bike, ha. Tu bibêje bila Xwedê rihê merîyan bigire, lê bila doxina meriyan wek doxina Cindoyê mêrê min sist neke.
Nabe mêrik, bi serê 7 bavê min û bavê te be, nabe. Dibe dibe, lê wekî te jî nabe. Li ser hemdê xwe bisekine û zêde di vir da wêda neyê nere û neqelqile. Hela parikî bi sebir be… Tirkan çi gotîye? Gotîye, sebrın soni silamettir…”
Eha, teze wê çaxê xalo axaftina xwe birrî, ji kêleka xwe nevîya xwe ya hûrik hilda, da ser çokên xwe û pê şa bû.
Nayê zanîn ka wî xortî çiqas ji gotinên xalo fêm kir. Ew nayê zanîn, lê xalo dersa wî bi ya dilê xwe da. Ger ku ji jina wî Hewê Xanimê nebûya wî yê bidaya navê, bikira wek çoros û heta sibê bigota û bigota.