
Dengê xwe neke
Nelive
nere – neyê
mêzê neke
demsal bihar e an, na…
ji dûr va dengê mirinê tê
mirin e, bavê xwe nas nake.
ben û tas,
nivişt,
lavayên şêx û melan
na, bazar kesat û pere nake.
Dibêjin şêx bi tayê ketî ye û jê ra pîr digîre
dilsarî ye, dest nedî jî dibe
meyît in û nabe neyên şûştin,
– yê wî nehat şûştin –
hinekan got, kominist e
hinekan bi awirên çavan li wî termî mêze kir
Hinekan got, Xwedênenas û nîjadperest e
hûn duayê xwe bikin bila di agirê dojê da bişewite
gotin e û her yekî ya xwe got.
Di encamê da anî û birin û bi yek dengî gotin: K U R D e.
Kurd bela ye neşoyên,
jê ra dua nekin,
negirin û termê wî ranekin
gunehkar e.
Ji wê komê dengek bilind bû:
Mizgeft girtî ne û imam nîne.
Textîrê ilahî ye, çer hatibe wer jî çû.
Di vir da wê da nere, neyê
dengê xwe neke
ji ber ku mirin reng bi reng e
tenê şîn û girî yek e
şîn
û
girî…