
Ev nivîsoka min bêtir li ser rexnên birêz Aras di mijara birêz Güçlü (G) û hinek medyayên başurî de ye. Aras nivîsiye ku gelek damûdezgehên kurden başûr ji RTÜKê jî bêtir dewleta Tirkiyê diparêz in. Bi vê kurtenivîsê ez dixwazim şanî xwîneran bidim, ku em “kurdên bakurî” (bakurî) bê bawerî ne û gelek nivîskarên me “lûtberz” (=pozbilind) in û lûtberziya me şêweyekî xwe xapandin û nezaniyê ye! Gelo dermanê vê heye?
Birêz G dikaribû gotarên xwe biçekî nermtir di barê siyaseta Tirkiyê de bi nivîsî ne!
Heger G bixwesta gotarên zanistî binivsîn e, dikaribû berhemên xwe di kovarên zanist(î) de belav bike. Di ser de jî divê bê zanîn ku K24 ne ciyê gotarên karûbarên zanistiyê ye. Ma çima G wek “pêşengekî Kurd” 200 gotarî bi tirkî lê tenê 70yî bi kurdî teşene (=belav) dike? Ma sedema vê yekê ne zêdetir lawaziya kurdiya wî ye?
Başûr dewleteke de-facto û “bûka her sê beşên Kurdistan” e!
G vê yekê dizan e. Lê gelek “bakurî” û rêxistina wan ya serek e li ser Herêma Kudistana Federal, siyaseta wê û damûdezgehên wê bûne pirsgirêk û bar! Sedemên vê yekê jî tên zanîn!
Lê yên di kêşeya netewî de bi pirranî ketine “riya şaş” bakurî ne!
Nivîskar wek kurdekî BÊ LAYEN (bê alî) bawere ku ti mafê bakuriya bo rexnekirina dezgehên wek K24 û Rûdaw tin e, lê dezgehên navkirî jî hîç na parêz e!
Pêşiya bakurî siyaseta başûriya tund û tirş rexne bikin, divê xwe kontrol bikin û dûetir xwe têxne şûna başûriya!
Hemû bakurî yên serwext û serdemyane dizan in ku çendîn pirs û kêşeyên başûriya li gel Bexda, Enqere û Tahran hene. Herwiha dizanin ku keşeyên başûriya yên navxwe jî ne kêm in. Bo bakuriya siyaseta siyasetmedarên desthilatdar yên başûrî (kurdên başûr) rexne bikin, divê ji xwe bipirsin, ma çima ew ji riya netewî bi giştî ji salên 1990î ve dûr ketin e?
Lê bakurî mafdar in ji başûriya yekîtiya alfaba kurdî bixwaz in!
Bes tiştê bala nivîskar ji mêj ve dikşîn e ew e ku pirraniya nivîskarên bakuriya BÊ bawerî ne! Herçend ciyê daxê be jî lê di nava hinek nivîskarên malpera NAVKURD (şêrîn) de jî rexnegirên tund û “çêrek” hene. Hene, lê di warê derûnî de ev yek zêdetir nîşana perîşaniyê şanî me dide! Loma jî eşkere ye ku tenê rexnegirên bi bawerî dikarin berjewendiyên bakuriya biparêz in? Ma çima bakurî bi girseyî ji 1990î ve tên asîmîlekirin (=bişaftin), lê dîsa jî pirraniya “nivîskarên bakurî” yên elît bi tirkî berhemder in, bi tirkî di axiv in û poz bilind in jî bi van xebatên xwe yên jarînok! Ew dikarin hem xwe û hem mê jî ta astekê serqal bikin û bi xapîn in. Lê gelo ev ne malkambaxî ye?
Heger lêkolînên jidil werin kirin, wê eşkere bibe, ku bakuriya ji Tirkiyê bêtir Kurd asîmîle kirn e û dikin!!!
Îcar we bawer kir! Heger ev yek rast e, divê Kurd çi bikin? Ma ev yek ne “nasname kujî” ye?
Raste û tê zanîn ku siyaseta Tirkiyê ya bişaftinê heye. Lê gelek Kurd an pirraniya wan îcar bi destên kurdên bi Tirkî perwerdekirî têne bişaftin. Aha! Ev yek ji aliyê nivîskarên NAVKURD ve jî tê zanîn! Heta beşekî mezin yê Kurd “Kurdên tirkînivîs” ji xwe re mînak dibîn e?! Herwiha bo pirraniya nivîskarên bakurî bi kurdî ne nivîsîn in, ne axiv in ji sed kanî û bîra av tînin!? Ew bi tirkî ne nivîsîn in dilê wan jî îcar aram nabe. Camêran dibêjin, heger em bi kurdî bi nivîsin in, Kurd bi me nagihîj in!? Lê qet nabêj in ku tirkiya wan ji kurdiya wan dehcar baştir e û loma ew dixwazin tirkînivîs û “kurdkuj” bimîn in! Ew dimîn in serkirde, siyasetmedar, berdevk, nivîskar û ronakbîr û girse dimîn e “prolet”, çavgirtî û xulam!
Heta bakurî berhemên xwe bi kurdî an pirranî bi kurdî ne afirîn in wê di barê siyaseta netewperwerî de bê bawerî bimin in! Ma ev ne rast e?
Gelo elita bakuriya amade ye bo vê yekê xwe fêrî kurdî bike? Ma “bijartên Kurd” an qaşo Kurd amade ne tenê deh sala bi Tirkî ne nivîsin in?
Ziman şêweyekî desthilatdariyê ye!
Kesê Kurd ku baş fêrî tirkî bûbe, heger ew ne “kurdperwerkî rasteqîn” û lêhatî be, nikare û naxwaze jî dev ji tirkî-axavtinê berde. Eşkere ye ku “Kurdên tirkbûyî” dixwazin li ser Kurd û girseyên wî bi sepîn in ku ew ji “kurdên kêmperwerdekirî” bêtir xwedî pêzanîn in, loma jî li ser navê Kurd xwe “berdevk” û rexnegir dibîn in! Berpirsiyarê yekem yê asîmîlekrina Kurd Kurd bi xwe ye!
Divê bê zanîn ku “êlîta Kurd e tirkîzan” ne amade ye dev ji “desthilatdariya Kurd” berde bo xatirê paraztina û geşedana ziman û çanda kurdî û loma bakuriya wunda kiriye!?
Hate gotin ku “ziman desthilatdariye”. “Elîta Kurd” heger ne xişim be vê yekê baş dizane. Lê heger xişim be ne karpêkiraw e! Heger ne xişim be xapînok e! Bi herhal berhem û xebatên wê di nava Kurd de tên belav kirin. Barê Kurd ji xwe qurse û ew hêj girantir dike! Loma bîroka (=teza) kurdperweriya “elîta” bakuriya BÊ mitmane (bawerî) ye. Ma kîjan (kam) gotar- û berhemderên bakuriya bi kurmancî, soranî û dimilkî dizan e? Kîjan ji bo yekbûna alfabe ya kurdî tekoşer e? Çima pirraniya nivîskarên bakurî xwe ferî hemû diyalektên kurdî an yekî baş nakin? Lê çima gelek ji wan bi tirkî ji Tirkan çêtir dizan in? Ma sedemên vê yekê çin e? Ma kî kî dixapîn e?
Dewletbûn karûbarê kotayî ye! Nexwe şoreşa Kurd ya berjewendparêz ne tenê dewletbûn e!
Dewletbûn di rojekê de ne reng û pêkan e. Divê hemû tişt gav bi gav bê kirin. Divê Kurd di destpêkê de alfaba xwe bike yek! Û ev yek ne zor e! Piştî yekbûna alfabê karûbarê siyastê jî hêsantir dibe. Hingê şoreşeke rast dikare destpê bike! Erkê “nivîskarên bakuriyên rasteqîn” ew e Kurd ji bişaftinê rizgar bike! “Kurdperwerên rasteqîn û bi bawerî” ew in yên di vê rewşa bo bakuriya xeternak û hestiyar de xwe fêrî kurdî bikin û bi katî (=demkî) be jî bi kurdî xebata siyasetê bikin û tirkî rawestin in. Gelo qaşo elita Kurd e bakurî dikare û dixwaze vî barî bi bawerî hilgire? Ma pêşeng û bijardên Kurd dikarin xebata xwe 5 heta 10 sala bi kurdî bikin???? Ma ew ji vê yekê re amade ne? Na! Nexwe ew ji bo berjewendiyên kî di xebit in!?
Celal Kartal, Almanya