
Xwendevanên hêja, hemû gelên cîhanê salek, bi gotinek dî 365 roj paş
ve hîştin, ketin nav roj, hefte û mehên salek nû. Ango sala 2020’î.
Hêvî dikim ev sala 2020’î, nebe wekî sala çûyî û gelek salên din, bi
taybetî jî salên jibo Rojhilata Navîn. Ji ber ku hemû gelên Rojhilata
Navîn, bi sedsalan vir da di nav xwe da ketine xirika hev, hevûdu
dikujin, jibo ol û rêolên Îslamê, hemû gelên wê erdnîgarîya kevn û
qedîm ji hevra kirine dijmin, ew erdnîgarîya kirine gola xwîne, ji hev
bi mîlyonan kes kuştine. Bi taybetî jî piştî derketina vê olê, erdê
Rojhilata Navîn rengê xwe guhartîye, rengê wê erda şaristanîya
mivovatîyê, bi xwîna mîlyon, mîlyon zar û zêç, mêr û xort, jin, keç,
bûk, kal û pîran ve sor bûye. Rengê wê erda pîroz çi wext tê guhartin,
çi wext rengê xwe yê asayî distîne, ew jî ne dîyar e. Ji ber ku sê
nijadin dîrokî, ên herî har, hov û barbar, ango Tirk, Ereb û Faris,
bawerîya wan a Îslamî, jibo aştî, jibo sazûmanek demokratîk û wekhevî,
jîyanek bê şer û pevçûn bûye asteng. Hêvî dikim hêzek mirovî di vê
cîhana me da derkeve, hemû har, hov û barbaran perwerde bike, bike
mirovên rasteqîn, ku ev bela li cîhanê rabe, em Kurd jî bigîhêjin
Azadî û Serxwebûna wî welatê xwe yê bav û kalan, bê tirs û xof, li ser
wê axa xwe ya pîroz bijîn.
Xwendevanên xoşewîst, piştî daxwazîyek wisa ji dil derketî, ez
dixwazim li ser hevoka sernivîsa xwe pîçekî rawestim. Ango “Nexweşîya
Bê Derman û Di Bîranînan da Rûpelek”. Gelo ev nexweşî nexweşîyek çito
ne û ev nexweşîya bê derman di nav kîjan gelî da, bûye wekî nexweşîya
şêrpençe; ango Qansera bê derman?.
Birayê minên delal, ev şane, (hucre) bi gotinek dî ev vîrûsa şêrpençe,
wekî haveynê ku dayîk, jin û xuşkên me dikin nav şîr, şîr dikin mast;
wekî hevîrtirş dikin nav hevîr, hêvîr dimeyînin, heman usa, wexta ku
pitik di zikê dayîka xwe da derdikeve, di laşê wî pitikî da, wekî
şaneya mirinê li tev wî, di laşê wî, wê da tê cîhan, lê nexweşîya ku
ez dibêjim, ne ev nexweşîya ye. Nexweşîya ku ez dibêjim, nexweşîyek
cihê ye, ew nexweşîya jî ez bawer im tenê di nav me Kurdan da tê
dîtin; lê sed mixabin ku jibo vê nexweşîyê mijûlgeh, ango laboratûarek
me ya bijîşkî jî tune, ku em ji vê nexweşîyê ra dermanekî, yan jî
bijîşkekî wekî ku dibêjin “Loqman î Hekîm” bibînin.
Belê xwendevanên berrêz, bibexşînin, ez bawer im min hûn kirin nav
xema navê vê nexweşîya me Kurdan. Niha hûnê bibêjin “Lo evqas dirêj
neke, ev çi nexweşîya bê dermane ku tu qal dikî, ketîye nav me
Kurdan?”. Bi destûra we, dê ez bibêjim. Navê vê nexweşîyê Serokatî û
Ezotî, Axatî, Şêxtî, Meletî, di mizgeftan da Îmamtî, yek jî Seîdtîya
Kurdên Elewî. Lê bi taybetî jî Serokatîya Partîyek rêzanî, Serokatîya
Komelek biçûk, Serokatîya rêxistinek sivîl, an jî xêrxwaz û mirovî.
Ango kîjan kesê Kurd ku dibe Serokê Partî û rêxistinek civakî, bawer
bikin yekser xwe wekî Qiralekî cîhanî, qesra xwe jî li ser çîyayê
Qafê, coxê, Everest, çîya yê Ararat, Cûdî û Sîpan da dibîne, li wir
mirovan dinêre. Jibo van gotinên min, jibo me Kurdan mînak gelek pirr
in. Qet di bîra min da naçe, min di bîranînên xwe da jî nivîsîye.
Piştî sala 1975’an, ez ji çepên Tirkan cihê bûm, ketim nav kar û barê
rêzkirina Kurdên Sydney. Di wê demê da Kurdên vê Eyaleta Sydney, sedî
nod û neh, bihnok nod û neh, em Kurdên Bakûrê Kurdistan bûn, sê kes jî
Kurd birayê me yên Rojava ya Başûr, ango ên Sûrîyê, yek jî Kurdekî
Lunbanê bû. Ev çar kesana jî tenê min nas dikirin. Di nav sê Kurdên
Başûrê biçûk da, xortekî di zanîngeha Sydney, di peymangeha wêjeyî da
xwendibû, bûbû mamosteyê dibistana bilind; ango Lîse. Piştî gelek kar
û xebat, me di 29’yê meha Çileyê Paşin, 1979’an da Komcîvîna yekem di
eyvana şaredarîya melbenda nav “Mînto”da amade kir, em nêzî 50 kes di
wê civînê da beşdar bûn, me rêbaz ji haziran ra xwend, hemûyan guhdar
kir û pejirandin; dor hat hilbijartina komîta rêvebirinê, me jibo vî
karî jî 7 kes bijart. Hemû kesên ku di wê Komcîvîna me ya damezrandina
Komela Kurdên Awistûralya da beşdar bûbûn, bûbûn endam, xwastin ku ez
bibim Serok, lê min ew erka nepejirand, pêşnîyar kir ku Serok ew xort
birayê me yê ku bûye mamoste, ew bibe, ez jî bibim Sekretêr. Wisa jî
bû. Ango hemû beşdarên Komcivînê pêşnîyara min ra negotin “Na”, ez jî
gelek kêfxweş bûm. Ji ber ku di wê demê da hem Kurdîya wî xortî ji
Kurdîya min baştir, hem jî wî zanîngeh xwendibû, bûbû mamoste, zimanê
wî yê Îngîlîzî jî, wekî kesekî Îngîlîz bû. Min ew wekî birakî xwe jî
hez dikir. Lê wexta ku ev xorta bû Serok, xwe wekî qiralekî Kurdistan
dît, her roj destpêka rexneyê hemû Serok û Rêberên Kurd Kurdistanî kir
û “Ezbenî ewana tiştekî nizanin, bi valayê bûne Serok” got û got, xwe
kir sîyasetmedarekî cîhanî. Qet di bîra min da naçe, rojekî ferman kir
ku em kasetekî awaza Kurd derxînin. Tembûrvanê me jî xortekî Navçe ya
Anadolê, sempatîzanekî Ala Rizgarî bû. Bi rastî jî tembûrvanekî gelek
baş û jêhat, pisporê awaza Kurdî, turîst hatibû, me ew li vir zewcand
ku heqê rûniştinê bistîne, heya vê rojê jî ew li vir e, bûye xudan law
û nevîyekî, karê xwe yê awazê jî bi serkeftî rêve dibe. Me kasetê
yekem derxist, di wî kasetî da dengê min jî hebû, ku min stranek
mersîye distrand. Lê Serokê me xwast ku em kasetekî duwem derxînin, lê
me jî negot “Na” balam Serok kaset nekir kasetekî awazê, kir kasetekî
bangeşî, ajîtasyon, wekî kasetê Şivan Perwer, ê heftemîn, çito ku
Şivan bi Tirki “Hayvanlaşmanın eşîğîne getîrîlen bir halk” ango, “Ew
gelê ku anîne şêmûga ajalan”. Serokê me jî gotinê xwe yên ajîtasyon
amade kiribû, ku ez jî bixwînim. Serok me di wê ajîtasyona xwe da ji
hemû Serok, Sîyasetmedarên Kurd û Kurdistan ra: “Pîncên Çâyîran,
Tenekeyên Gû” digot, lê bereket ku wî ew kaseta ji kîjan rêxistina
Kurd ra şand, rêvebirên wê rêxistinê ew keseta avitin sepeta gemarê.
Ji ber wê yekê û gelek şaşîyê wî yên din, ez ji Komelê dûrketim.
Belê xwendevanên hêja, nexweşîya Serokatîyê di nav me Kurdan da bûye
nexweşîyek bê derman. Wexta ku piştî sala 1977’an da Avdilah Ocalan
derket, wî xwe wekî Serokê cîhanî dît û: “Dîroka Kurd ji min
destpêdibe” got û dîroka me ya deh hezar salan betal kir. Ji wê gotinê
jî têr nebû Serokê me, rabû wekî fermandar û qiralekî Kurdistan,
fermana kuştina Kurdên ku ne wekî dihizirîyann, ew şaş didîtin
derxist, bi hezaran Kurdên Kurdperwer û zana da kuştin. Wekî dilawêr û
kesekî bêgef, çi hat ber devê wî ji hemû Serok, Rêber, Axa, Şêx û
Seîdan ra got. Heta ji Serokekî bi rûmet, Kurdperwerekî Kurdistan ra,
haşa pêşberîya we, bi zara dijmin “Orûspû çocuğû” ango “Kurê qexpê”
digot. Ji ber ku wî xwe hem wekî Qiralekî Kurd, hem jî xwe ji gelê
Kurd ra Peyxamber û Xwedê didît. Ango li gor bawerîya wî û mirûdên wî,
wî di tunebûnê da gelê Kurd afirandibû, bomikan jî bawer dikir, ku hêj
jî bi sedhezaran ve bomikê me yên wisa hene. Ez bawer im ji bilî Kek
Mesûd Barzanî, gelek kesên wisa hene di nav gelê me yê mazlûm û
bindest da. Bi taybetî jî di nav Avdoîyan da ev nexweşî bêtir bûye
nexweşîyek bê derman.
Xwendevanên hêja, gelek salan vir da, gelek Serokên hin Partîyên
Kurdistan, jibo Kongre ya Neteweyî çend caran hatin cem hev, lê vê
nexweşîya bê derman rê û destûr neda wan. Ji ber ku her Serokê
Partîyekî dixwast ku ew bibe Serokê wê sazîya pîroz. Heta li Amêrîka
yê, Dr. Necmeddîn Kerîm û hin kesên din, di wî welatê ku qasî 12 hezar
kîlometro ji Kurdistanê dûr e, Komelek damezrandibûn, navê wê Komelê
jî danibûn KNK, ango“Kurdistan National Congress”. Dr. Necmeddîn jî
Serokê wê sazîyê bû. Di Komcivîna vê rêxistinê, a sala 1998’an, li Los
Engeles, a du rojan da ez jî wekî Kurdekî mêvan beşdar bûm, min di
axaftina xwe ya wekî mêvan û kurt da: “Ev nava şaş e, ev rêxistin ne
Kongre ya Neteweyî a Kurdistan e” got, lê Dr. Necmeddîn gelek hêrs
ket. Çend roj berê jî civaknasekî Kurd li Ewropa, di sîteyek Kurd da
jibo vê rêxistinê, bi Tirkî “KNK Kürd Birliğine Liderlik Yapabilir
mi?” Ango KNK dikaribe ji yekîtîya Kurd ra pêşengî bike?” dibêje,
mirov ecêbmayî dimîne. Dîyare ku Serokê vê rêxistinê dixwaze Xwe bike
Pêşengê KNK. Lê di Komcivîna wana nozdehmîn, a sala çûyî da, kî bûye
Serok nizanim. Necmedîn bûbû Walîyê Kerkûkê, lê piştî namerdîya kurên
Celal Talabanî, jina wî Hero û Alaya Talabanî ya bêbext, Necmeddîn çû
ku, niha li kuye, haya min jê tune, nizanim.
Xwendevanên hêja, nexweşên Kurd, ên jibo Serokatîye, bê hejmar in. Qet
di bîra min da naçe, jibo tevkujîya Helebce, em endamên “Komala
Demokrat, a Kurdên Awistûralya” çûn Kambera pêş avahîya meclîsa
Parlamenterên Awistûralya, Kurdekî me yê Lubnanî jî şal û şapik lixwe
kiribû li tev sê çar kes Kurd birayê me yên Sûrîyê hatibû, ku min jî
ew Kurda nas dikir, navê jî wî Rustem bû, lê Kurdekî diz, sextekar,
her mirrdarî di wî da dihat dîtin. Wexta ku em gîhîştin pêş avahîya
Parlamentoyê, camêrên xwastin ku em bi sê kesan destekî bişînin cem
wan. Serokê Komelê jî zava min, nevîyê apê min bû. Jibo daxwaza
berpirsê Parlamentoyê me du mêr, yek jî zeryanek bijart ku ew herin
rewşa me Kurdan û Tevkujîya Helebcê ji berpirsên Parlamentoyê ra
bibêjin, lê Rutemê me yê diz, mafya, berê ku deste yê me biçe, bi dizî
tere dikeve hundur avahîyê, ji berpirsan ra: “Ez Serokê hemû Kurdên
Awistûralya me” dibêje, lê haya me qet ji wî tune bû. Wexta ku me sê
keş şandin, berpirsê Parlamentoyê: “Me Serokê we dît, me ji wî ra her
tişt got”em ecêbmayî man, şaş û metal bûn û me: “Gelo ew kesa
kîye”got, lê em pê hesîyan ku ew Serok, Rustemê me yê dîz bûye, lê me
ew nedît ku, em tû rûyê wî bikin û bi qencî jî bikutin. Ev a ev e,
nexweşîya me ya bê derman, lê ez naxwazim bi zêdehî qal bahsa Serok û
Serokên PKK bikim. Jixwe Serokê vê Partîyê ji hemû sempatîzanên xwe
ra wekî Peyxamberekî wan e, wî di tunebûne da gelê Kurd derxistîye
meydanê, ji cîhanê daye naskirin………….
Belê xwendevanên delal, bi destûra we, vêca jî ez dagerim werim ser
gelşa Kovan Keno yê me yê Serokê Partîya Roj. Kovan berê bi salan
endamekî ENKS’ê ye, dûra jî jibo çîye nizanim, lê ez bawer im ew jî
jibo ku bibe Serok, ji ENKS’ê dûrdikeve, di 14’yê Adara sala 2016’da
Partîyek nû dadmezrîne, navê Partîyê jî datîne “Partîya Roj” bi xwe jî
dibe Sekreterê Gîştî. Ango hem Serok û hem jî Sekreterê Gîştî. Lê di
22’yê vê mehê da, Kovan Keno yê me yê ku bûye Serokê Partîyek rêzanî,
ji hevalê xwe yên berê, ji ENKS’ê ra: “Dewleta Tirk, Bi Destê ENKS’ê
ve PêşîyaYekîtîya Neteweyî a Kurd Digire”dibêje, lê kê ew kesên ENKS’ê
kirin bin şîyan û bandûra dewlata Tirk, qet qal û behsa wan kesan û wê
gelşê jî nake. Di gotinek pêşîyan, ê bav û kalan da: “Rota ber çavên
xwe nabîne, qal û behsa derzîya ber çavê kesên din dike” ku ev gotin
jibo Kovan Keno yê me jî derbasdar e. Gelo çira gelek endamên ENKS’ê
li ser erdê bav û kalên xwe revîyan çûn ketin Tirkîye yê? Gelo çira
gelek alîgirên ENKS’ê bi destê biran hatin kuştin û hinek jî bûn dîlên
wan, ketin girtîxanê û zîndanên biran? Herhal Kovan Keno, her mirovî
wekî ajal bê hiş, bê pênc pejn dizane. Ez bawer im qet kesek naxwaze
bi destê biran were kuştin. Carna hin kes, ji ber zilma biran, dijmin
ji xwe ra felatkar dibînin, ku ez bawer im endamên ENKS’ê jî bê havil
mane, revîyana çûne ketine bin şîyana Tirkên dijmin. Jixwe nexweşîya
Serokatîyê di wî parçeyê biçûk da, bêtir zêdeye. Li gor hin agahîyan,
di wî parçeyê biçûk da nêzî 50 Partyên rêzanî, evqas jî Serok û
Sekreter, bi sedan jî Serokên hin rêxistinên sivîl, ên Apoîyan hene.
Eger ku heye hêzek, wekî dibêjin “Xwedê” gelê Kurd ji vê nexweşîya
Serokatî û kirinên Apoîyan biparêze. Wana mala Kurdan xirab, pergala
Kurdan jî belav kir. Di şerê 35 salan da, bostek erdê Kurdistanê
rizgar nekirin, serda jî bi tevahî ew erdê pîroz kirin bin şîyana
Tirkên barbar. Hêvî dikim ev gelê kesîb û mazlûm, êdî vê rewşê bibîne,
di xewa kûrd da hîşyar be, kî dost e, kî dijmin e bibîne, dev jî
nexweşîya Serokatîyê û hezkirina hin kesên tarî berde. Bi vê hêvîya
dilê kul û birîndar. Bimînin di xweşîyê da.