
Xwendevanên hêja, min gelek car nivîsîye, ku tevgera Rizgarîya Kurd û Kurdistan, cara yekem di sala 1806’an, di bin Serokatîya Abdulrahman Paşa yê Baban da destpêbûye. Ango piştî şoreşa Fransiz, a sala 1789’an, ew gîyana neteweyî û dewletên neteweyî û nûjen. Bi gotinek dî, ango 17 sal piştî wê şoreşê, lê sed mixabin ku ew tevger û serîhildana Abdulrahman Paşa yê dilovan, di serîhildana herêmekî da destpêbû, ji ber wê yêkê jî serneket, di bin zor û zilma Osmanî da hat pelçiqandin. Li pey wê dem û rojê, vêca di sala 1847’an da, ev kar û daxwazî di bin serokatîya Mîr Bedîrxanê Botan da destpêbû, lê dîsa him ew serîhildana, serîhildanek bi tevahîya Kurdistanî nebû, him jî dost û dijmin ji hev cihê nebûbûn û him ji bi bêbextîya Yezdan Şêrê Birazî, ew tevger û daxwazîya Kurdistanêk Azad û Serbixwe dîsa bi hêzên Roma Reş ve pêşî lêhat girtin, bi hezaran kes hatin kuştin, malbatên Bedîrxanan jî hatin mişextkirin, ku îro paşnavên nevî û nevîçûkên wî Mîrê Kurd, dewleta Tirk, a zalim û barbar danîye “Çinar”, ku wan jî xwe kirine nevîçûkên Xalit Bîn Welîtê Ereb. Ango ew xwînxwarê barbar û mêrkuj; ku dîrok wî bê zarok dinivîsîne.
Belê, li pey serîhildana Mîr Bedîrxanê Botan, vêca jî di sala 1880’da serîhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, ku ew tevger û serîhildan jî dîsa bi zora dewleta Osmanî, a barbar ve tê pelçiqandin, bi hezaran kes têne kuştin, welat û erdnîgara welêt, a wekî bihişt tê tarûmarkirin,
Kurd nabin xudan dewlet û dezgeh, her dimînin bindest, ji Osmanîyên barbar ra xulam û berdest, di şeran da jî şûr, tifîng û topên wan. Li pey wan tevger û serîhildanan, di sala 1921-22’da şer û serîhildana Qoçkîrîyê, 1925’an da, ê Şêx Seîdê Pîran, di sala 1927 û heya sala 1931-32 serîhildana çîyayê Agirî û gelîya Zîlan; di sala 1937-38’da jî tevkujîya Dêrsim, ku Kurdên Dêrsimê jibo Azadî û Serxwebûna Kurdistanê serîhilnedebûn, lê jibo dijmin, ew kûnêrek nêmgirtî bû. Ji ber ku Kurdên Dêrsimê, hukm û şîyana Osmanî û dûmayikê wê hukma kevnepererst, Komara Mistê bêbav nas nedikirin, bac û leşker nedidan wê dewleta zalim, a ku nû li ser hîmê wê dewleta barbar ve hatibû demazirandin. Ji ber wê yekê jî, jibo wê hukma zalim, a Mistê Kor û bêbav, divîyabû ew kûnêr bi serê şûrê pîj û tûj ve bihatana belav kirin, lê Mistê namerd him bi serê şûrê pîj ve û him jî bi gîzan ve belav kir, li wir heftê hezar Kurd da kuştin, ket pêşîya şîyarbûn û daxwazîya Kurdên ku dixwastin wekî hemû gelên cîhan, ên ku bûbûn xudan warê bav û kalên xwe û dewletên neteweyî û nûjen. Lê ev daxwazîya mirovî û heqanîyet, jibo dijmin, ne daxwazîyek realîst û mirovî bû. Ji ber ku gelê Kurd jî wekî hemû kes û mirovên cîhan di bin gerdûn û asîmanê şîn û li ser erdê cîhana reş da dijîya. Ewana jî xudan çav û guh, xudan mêjîyê ku mirov dike mirov û ji wî ra rê û dirban dide temaşekirin.
Belê, dirêj nekim, ev rewş piştî tevkujîya Dêrsimê û şerê Hîtlerê faşîst di tevahîya cîhanê da hat guhartin. Berûya ku Kurdperwerên Kurdistan, jibo Kurdistanek Azad û Serbixwe kiribûn bin axa welêt, ku aj bide derkeve, piştî sala 1959’an, di bin axê da derket, beliqîn bû, li tev bişkuyê xwe ên biçûk. Ku nav wan şax û gulîyan da berûyek di kovika xwe da derket, xwe kir xoz, ji hemû berûyên gulîyên xwe ra: “Hûn ne ji vî gulî ne, naşibin min, divê hûn hemû werin kuştin” got û dasa tûz girt kir destê xwe û daşand ser şax û gulîyên ku ew jî li ser derketibû, gelek xeser da gulîyên wê dara welêt. Ango dara ku Kurdperwerên Kurdistan, aja wê li ser wê axa pîroz daçikandibûn, qir kir û got “Divê ez vê darê di kokê da hişk bikim, vêca jî bivir girt kir destê xwe, destpêka birîna şax û gulîyên dara pîroz kir û bi qîrîn: “Kurdistana Mezin, Kurdistanek Yekgirtî û Sosyalîst” got û ket nav daristana Kurdistanê. Çilo birî, dîz kir, dîz da dijmin. Berûyê gulîyên wê dara pîroz û serdan komkir da bizinên Tirk û Ereb û Farisan, hat gîhîşt vê rojê; lê dev ji şîyara xwe a Kurdistana Mezin, Yekgirtî û Sosyalîst berda, vêca, 180 pîle çerx da xwe, vegerî vêca jî “Biratîya Gelan, Komara Demokratîk, Konfederalîzma Rojhilata Navîn û Jîyanek Ekolojîk” got û mala gelê Kurd wêran kir, lê koran ne malê xwe yên pag, wêran û hilşanî dîtin, ne jî ew kes û kesên ku bûne sedemê vê malwêranîyî. Bomikan ew û şîrîkên wî ji xwe ra kirine felatkar û Xwedê. Eger ku heye Xwedê, divê hiş bide van bêhiş û bomikên me.
Xwendevanên hêje, min di roja 31-10-1993’yan da jibo vê gelşa daxwazîya Kurdistanek Azad û Serbixwe helbestek dirêj nivîsîbû, ev helbest di pirtûka mina nav “DAYÎKA BEDBEXT EZ İM KURDİSTAN” da hatîye weşandin. Bi destûra we ez çend çarînên wê helbestê li jêr ji we ra binivîsînim. Naxwazim têkevim nav şîrove kirina rewş û rêzana Kurdistana Rojava û tevahîye rêzanîya gelşa Kurdistanê. Jixwe bi seden kesên rêzan, ango sîyasetmedar vî karî dikin; bi sedan kesên usa jî di rojname, malperên kompîtor û kovaran da dinivîsînin, di semîner, panel, konferans û di rûniştinên vekirî, di ekranên têlevîzyonan da jî tînin zimên, hûn jî dixwînin, dinêrin û guhdar dikin. Gelo şoreşa Bakûrê Sûrîyê çi bû? Lê ew Kurdistana Mezin, Yekgirtî û Sosyalîst li kuye? Ji dil pirs dikim. Ka ew Kurdistan???????????????
Têbinî:
Xwendevanên xoşewîst, Xwedê şikir, di parçeyê Başûr da, biçûk be jî, li wir Kurdistanek, li tev gelek kêmasîyan heye; Ala Rengîn li kûçe û kolanên hemû bajar û gundan da, li ser cox û çîyayên wî parçe yî da pêl dide, zarokên Kurd di destpêka dibistana pêşin, heya zanîngehê, bi
zimanê xwe yê zikmakî ve dixwînin û perwerde dibin. Ev pirs û lomên min, bi taybetî jibo parçeyê Bakûrê welêt û xwedêgiravî hêza ku xwe kirîye rêber û felatkarê wî parçeyî.
Kanê, Kanê, Ka Kurdistan?
Lo lo Kurdo, lo lo Kurdo
Kanê, kanê, ka Kurdistan?
Lo lo Avdo, Cemo, Merdo
Kanê, kanê, ew Kurdistan?
Kurd dîroka hezar salan
Erdê wanê bav û kalan
Evîna kezeb û dilan
Li kuye lo ew Kurdistan?
Sîpan, Nemrût û Ararat
Dîcle û Murad û Firat
Ew bihişta tev Rojhilat
Lo lo kanê ew Kurdistan?
Ava çeman, tên li çîyan
Delxên deştan, li her cîyan
Bûne malê bîyanîyan
Kanê, kanê, ka Kurdistan?
Divê pirskim ji Ocalan
Şerê wî yê 35 salan
Bêjin çi da Mem û Alan?
Kanê, kanê, ka Kurdistan?????