Xwendevanên hêja, min gelek caran nivîsîye û gotîye. Mirov wexta ku di zikê dîya xwe û nav şêqên wê da derdikeve wekî çend kîlo goştê zindîye. Ji ajal zêdetir ajal e. Eger dayîk wî nemêjîne dê bi zikê birçî bimire. Heya çil rojî çav kor e, tiştekî nabîne. Lê wexta ku çav vebibin jî, eger gur, rovî û çeqelekî bibîne nikaribe rabe ser lingan ji wan bireve û here xwe rizgar bike. Dayîk wî dimêjîne, dihêjîne, girs dike, mezin dike, ew berê ji dîya xwe, bav, bira û xuşkên xwe fêre ziman dibe, dûra jî rengê xwe yê çandî, adet û tore, bi tevahîya bîrûbawerîyên olî û rêzanî, berê ji malbata xwe, dûra jî civata ku di navda dijî distîne; lê di hemû cîhanê da tenê civata ku ew di nav da dijî ew civat, ew pargîdanî nîn e. Di çar alîyên cîhana wî da çem, çîya, deşt, behrên bê ser û bin, gund, gom, merze, bajarok û bajarên mezin û cure cure welat û civatên mezin hene. Eger ew kes di gund, gom, mezre, bajarok û bajarê xwe da dernekeve der, ji wan civat û pardîganîyan adet, tore, bawerîyên rêzanî û olî nebîne, wan rind nas neke, dê her wekî xwe bimîne, di cîyekî teng, tarî, wekî zulmat da heya roja mirinê bimîne û ji kesên kedxwar, zalim û hin cîhan-nasan ra bibe xulam, berdest û çekê destê wan, dê wekî kesekî bê hiş û bomik were kuştin.
Xwendevanên hêja, gotinek bav û kalan heye. Dibêjin “Tirî li tirî dinêre, rengê xwe diguhêrîne”. Lê divê mirov ji bilî kar û barê xwe yên ku dizane, çito ku di neynikê da li bejn û bala xwe dinêre, divê li kar û kirinên kesên din, lê bi çavekî vekirî ve ji bejn û bala kesên din jî binêre. Eger ew kes di warê xirabîya kar û barên nerênî û bejnên kin û bûlikên wekî Îblîs da serwext be, dê ew fêre xirabîyê nebe û ji kesên bed dûr bisekine. Ji dizan ra, ji derewînan ra, ji zalim û zordaran ra nabe heval. Ji wan mînakan nastîne, dê ji kesên jîr, jêhat, zana, dirist, dilsoz, mirovevîn, xêrxwaz, aştîxwaz û hişmendan ra bibe heval û mînakan ji wan bistîne. Divê mirov wekî gotina bavê minê dilovan nebe haşa, mêşa gû, li gû nehêwire, bibe mêşa hingiv li gul û çîçeg û kulîlkên rengîn bihêwire, ku hingivê şîrin ji mirovên hem cinsê xwe ra berhev bike.
Birayên delal, ez van gotinan jibo çi ji we ra dinivîsînim? Jibo ew gelê ku ez û we endam û kurên wî ne, jibo wî gelî. Ango jibo me gelê Kurd. Kerên cîhanê bûn hesp, em hespên kehîl jî -bibexşînin- bûn ker, ji sê gurên har ra jî nêçîr…… Me ji hişmendên cîhanê ders û mînak nestandin. Sed sal berê li ser Kîşwera Afrîqa kevneyar tenê du dewlet hebûn, îro nêzî şêşt dewletên wan reşikan hene, lê em pênce mîlyon in, hezar mixabin ku bê dewlet û dezgeh ne. Gelo çira? Ma em ji wan reşikên Xwedê bêtir bêhiş, kevneyar û prîmîtîf in? Ez bawer nakim. Lê gelo çira em di vê rewşa xirab û bindestîyê da ne? Sedem çîye? Sedem, axxxxx sedem, sedem. Nakokî, ji hev ne hezkirî. Nezanîya dost û dijmin ji hev ne cihêkirî. Kujtar û mêrkujên gelê xwe habandî. Jibo çar, pênc quriş û pûlên cîhanî ji gelê xwe ra bêbextî, ji dijmin ra hevalti û dostî. Lê ji birayê xwe ra jî neyartî. Ev gela bûye gelkî çav kor, ji hev ra bêbext. Sê nijadên har û dijminê hev ên sed salan jibo pirsa Kurdî tên ba hev, ji hevra dibin bira û dost, lê gelê Kurd vana qet nabîne; ji birayên xwe ra ne biraye. Bira biran dikuje. Mala xwe, erdê xwe, ku mal û erd namûsa herî evrar û pîroz e, bê şerm û fedî difiroşe, dide dijmin. Mînak ji we ra Hero Xanim, kurên wê û hemû lêzim û hezkirî û alîgirên wê. Li milê dî hemû kesên ku xwe Rêber û Serokên gelê Kurd dihesibînin, bûne dijminê hev, li hember neyarên xwe ji hev ra nabin bira; hêzên xwe nakin yek. Nêzî 30 sal e ku bi xêra Amêrîka birayê me yên Başûr ketin nav rewşek pîçekî qenc; ji Serok û Rêberên wî parçey ra rêyên nasîna cîhanê vebûn, lê wan bi çavên payî li cîhanê nenêrî, bi şaşî û bi çav zûrrî nêhêrî, ku îro jî ew rewş her berdevam e. Wan di nav evqas salan da hiş ne anîn serê xwe, ji cîhanê, ji hemû dewletên cîhanê mînak nestandin. Ji Pêşmergan artêşek yekgirtî û hevbeş pêkneanîn. Pêşmerge her wekî berê man panêr û parêzvanên partîyan. Ku di vî karê nerênî da sûcê Pêşmergan jî qasî sûcê Serok û Rêberan e. Divê dengekî biratî jî di devê wan da derkeve û ji Rêber û Serokan ra “Em ne xulam û berdestên we ne, ku we biparêzin. Em panêr û parêzvanên gelê xwe û welatê xwe ne. Em naxwazin jibo we hevûdu bikujin” lê sed mixabin ku kesên ku bûne Pêşmerge, bûne xulam û canfîdayên partîyan. Wan û Gêrîlayên ku bûne xulamê kesekî tarî jî çavên xwe li cîhanê kor kirine, di kêleka xwe da Tirk û Ereb û Farisan nabînin. Ez wekî Kurd û Kurdperwerekî Kurd çar car çûm wî parçeyê azad, ku di sala 2001’da min xwast herim Sulêmanîyê, lê ji min destûr û pasaport xwastin, min nekanî herim. Balam dûra ez sê car çûm wê alîya Celalê dilovan û Xanima wî ya doz firoş Hero Xanimê, lê di ber çavan da du doliwgerî hebûn, ku îro jî rewş wekî berê ye. Min du sal berê bi Tirkî, bi sernavê “Adım, Adım Özgür Kürdistan” di vê malpera kurd da nivîsîbû. Lê tiştê herî baş li wir, kûçe û kolanên wî parçeyî da Ala Rengîn pêl dida û pel dide. Hemû zarokên Kurd di dibistana pêşin heya zanîngehê bi zara dayîkên xwe dixwînin û tên perwerde kirin. Rê û dirb, balexaneyên gelek bilind û nûjen hatine çêkirin, li tev gundên gelek xweşik. Tiştê herî xirab jî, gelek caşên dema Seddam li dor berrêz Kek Mesûd civîyane, ew Serokê hêja kirine nav çeperek pola. Li wir karên gendelî, dizî, hêvişandina hezkirî û lêzimên xwe, wekî dewr û serdema Xelîfe Osman û karên bê dadî gelek in. Li milê dî xwedêgiravî kesên ku xwe wekî Şahê Cîhanî dihesibînin, heta kesîb û paqijvanên kûçe û kolanan, kalemêrên 60-70- 80 salî por û simbêlên xwe bi boya reş ve boyax dikin, tu dibêjî qeşmerê sîrqan in. Wekî gotina birayê minê hêja Firat Aras, eger ew kesana her wisa tevbigerin, kesên Kurdevîn û Kurdperwer wekî Berrêz Kek Mesûd deng nekin, wan ji xwe û doliwgerîya wî parçeyê azad dûrnexînin, daraz dan nekin, dê roj bên ew destkeftîyên hêja dîsa têkevin destên dijmin, dê ew pîsên mirrdar, boyaxa reş jî nebînin ev yek. A duwem û a herî girîng jî dijminatîya nav du zarav û grûbên Kurd. Ango dijminatîya gelek salan, ê ku di navbera wan birayê meyên Soran û Kurmancên ku hemû kesên Soran ji wan ra “Bedînanî” dibêjîn û wan ji xwe astek nizmtir, xeşîm, nezan û kevneyar dibînin. Bi rastî jî hemû Kurdên zarav Soranî xwe di ser çîyayê Qafê da dibînin, li wir, li wan birayên xwe yên Kurmanc bi wî çavî dinêrin û gelek jî poz bilind û qure ne; xwe afirandêrê cîhanê dihesibînin. Ji ber van sedeman, li gor bawerîya min divê di wî parçeyî da sazûmanek Federal, Demokratîk, wekî Amêrîka, Kanada, Almanya, Awistûralya, du Eyalet bên damazirandin, navend Hewlêr, şaredarîyên xweser pêkbên û yekîtîya arteşek neteweyî, jibo paraztina tixûbên welêt û tev dezgehên polês û her cure sazîyên civakî û sivîl çêtir dibe. Hêvî dikim ev daxwazîyên dilê min û ên dilê hemû Kurdperwerên Kurdistan di demek nêzik da pêkbên û bibin bingehek pola û wekî çîya, di tevahîya Rojhilata Navîn da bibe welatekî xudan sazûmanek demokratîk, adil, dadmend û mînak; berê ku ez nemirim bibînim. Bi hêvîya daxwazîyêk wisa.
Bimînin di xweşîyê da.