
Xwendevanên hêja, ez di zaroktîya xwe da gelek çavzêlk, ango meraqdarê çîrokan bûm. Min çîrok pirr haz dikirin. Ji ber ku, di çîrokan da mêrxwas hebûn ku, ewana bi hûtên heft serî ra şer dikirin, lê her dem leheng û mêrxwasên serkeftî ew bûn. Carna neyarên wan, ew diavitin bîrên kûr û bê bin, dadiketin heft qat binê erda reş û tarî, lê dîsa jî wana rêyek didîtin û derdiketin ser erda cîhan, bin asîmanê şîn û ronahîya Roja Zerî. Çîrok jî bi taybetî di şevên zivistanan da dihatin gotin, ku min jî bi baldarî guhdar dikir; lê hin kes hebûn ku, çîrokên wan xewa guhdarvanan direvand, ku ji wan guhdarvanan yek jî ez bûm. Çito ku mirov hin dengê dengbêjan pirr hez dike, ango wekî dengê Şivan Perwer, axaftina her çîrokbêjekî jî cihe cihê bû. Hin çîrokbêj hebûn ku, dengê wan û axaftina wan gîyana mirov şa dikir, ne xew dihat bîhra mirov ku rakeve, ne tî bûn û ne jî birçîbûn. Ji wan çîrokbêjên herî navdar, gundîyekî xalê (Rîçik) min, Ap Ezîz ê Mewo yê dilovan bû. Mêrxwasên çîrokên wî û bi terza axaftina wî ra peyv di lîteratora wêjeyî da ne dihat dîtin. Lê sed mixab, hezar heyf, Ap Ezîz ew
gencînana li tev xwe bir bin erda reş û tarî, vêca leheng û mêrxwasê çîrokên wî jî, li tev wî di bin axa reş û tarî da hatin niximandin, carek dî jî derneketin rû cîhanê, bin asîmanê şîn û Roja Zerî.
Belê xwendevanên hêja, em Kurd ji mêrxwasîyê pirr hez dikin, lê li gor bawerîya min mêxwasên me tenê bi dev mêrxwas in, lê di cîger û kezebê da jî ne ewqas. Mêrxwasê me yê herî navdar, di mêj da, ango berî bûyîna Îsa, (rojbûyîn û mirin ne dîyar) kurê Zal, Rustem bûyê, lê mêrxwasîya wî nebûye mêrxwasîya gelê Kurd, bûye ê Faris. Ê duyem, ku Kurd dibêjin “Ew Kurd e” Eba Muslîmî Teberdar” (718-755) lê mêrxwasîya wî jî dîsa ne jibo gelê Kurd, jibo Xelîfe yê Ereb. Li gor dîrokê, Apê Xelîfe Eba Mansûr Abdullah, li Şamê Xelîfetîya xwe êlan dike, ku heman demê da jî li Xorosanê Eba Muslim desthilatdarekî navdar, lê girêdayîyê Xelîfeyê Îslam. Xelîfe Mansûr jibo Apê xwe, gazî Eba Muslim dike, dibêje, “Bi artêşên xwe ve here Şamê Apê min bikuje, hemû hebûna wî û ên kesên bin fermana wî jî talan bike bîne, ez ji te talan û xanîmetê naxwazim”. Ew jî bi leşkerên xwe ve diçe Apê Xelîfe Mansûr dikuje, di dagerê da qet tiştekî nade Xelîfe Mansûr, îcar Xelîfe Mansûr wî ji xwe ra metirsî dibîne, taf da gazî wî dike, ku ew here, Xelîfeyê zalima wî pîroz bike. Lê namerd Xelîfe jibo kuştina wî kemînekî amade dike. Wexta ku Eba Muslim di derîyê qesra wî ya Baxdadê da dikeve hundur, Mansûr tere pêşwazîya wî û “Ohh tu bi xêr hatî, cengawerê hêja, ela wî şûrê te yê ku Apê min kuştîye bide min ez maç bikim” dibêje, ew jî şûr dide wî, lê kuştarên wî yên namerd li kemînê derdikevin, (ku pilan wer hatîye amadekirin) wî parçe parçe dikin dikujin, mêrxwasîya wî jî wisa dikeve dîrokê. Lê mêrxwasîya Selahaddînê Eyûbî? (1138-1193) Sed mixabin, mêrxwasîya wî jî jibo ola Îslamê û jibo Erebên çolan. Em in ev gela.
Belê xwendevanên hêja, hêza mil û baskên Kurd, şûr, mertal û tifîngên Kurd, her dem dijmin parastine. Bi gotinek dî, segên me li pêş derîyê xwedîyên xwe bêdeng in, lê li pêş derîyê dijmin hewt û hewta wan erd û asîman dihêjîne. Mînak: Duhu Alayîyên Hamîdî, îro jî parêzvanên gundan û mîlîtanên partîyên dijmin. Wekî CHP, MHP, AKP.
Birayên delal, ez di hemû jîyana xwe da tenê çend mêrxwasên Kurd nas dikim.
Yek: Sey Rizayê Dêrsimî, ku wî serê xwe bi xwe kir bendê kiştek, pîn li qinarbaz xist, bê tirs ji mirinê ra şer kir, li pêş dijmin serê xwe xwar nekir, netewitand; wekî Avdo nebû tirsonek, ne got “Min bibexşînin, min şaşî kir, dîya min jî Tirk e, ez xwarzîyê we me, ji karguzarîya we ra amade me”.
Yek jî Mele Mistefa Barzanî, ku wî jî her dem xençer li ser sîng û dilê xwe digerand, ku eger rojekî bibe dîlê dijmin, bi wê xençerê xwe bikuje nebe tirsonek û qeşmerê dijmin.
Ez bawer im kurê wî Mesûd jî wekî wî ye. Çend kesên din jî Şêx Seîdê dilovan, Xalit Begê Cibranî, Qazî Mihamed, birayê wî û hwd.
Xwendevanên xoşewîst, gelo ez di van gotinên xwe da dixwazim ji we ra çi bibêjim? Ez bawer im hûn xem dikin ne usa? Bi destûra we ez ji we ra bibêjim. Ev e çend heftene li Hong Kongê bûyerek destpêbûye, ku rûniştvanên wî welatî jî bi nijada xwe ve gîşt Çînî ne; lê naxwazin bikevin bin doliwgerîya xwedêgiravî Çîn a Kominîst, du mîlyon kesan zêdetir derdikevin kûçe û kolanan, bi mêranî ji polîs û leşkerên zordar û faşîzan ra şer dikin. Lê gelo nêzî heft mîlyon kesên ku dengê xwe dane partîya Apoîyên me HDP’ê, ewana jibo wan 3 Serokê Şaredarîyên 3 bajarên Kurd, ku ew kesana bi şiklekî demokratîk û bi dengê gelê Kurd ve hatibûn bijartin, dewleta faşîst û nijadperest wan kesan ji erkê dûrdixîne, di dewsa wan da 3 harên ku ji wan ra “Kayyum” dibêjin tayîn dike, lê gelo ew heft mîlyon mêrxwasên me çi dikin? Gelo ji wan çend kes derdikevin kûçe û kolanan? Gelo eger ji wan mîlyonan, nîv mîlyon Kurd derkevin kûçe û kolanên Amedê, Mêrdîn, Wan û Stenbolê, dewleta Tirk wan hemûyan di heman rojê da bikuje? Ez bawer nakim. Ji ber ku ev dem, dema şerê Qoçkîrî, Pîran, Agirî, Zîlan û Dêrsimê nîn e. Cîhan bûye gilokek û qutîyek biçûk di bêrikâ her kesî da cî girtîye. Cîhan ji tevkujîyek waha ra bêdeng namîne û pirsa Kurdî dê yekser têkeve ser latek gilower, Serokê giregirên cîhan li dor wê latê rêz bibin, zordaran daraz dan bikin. Bes e, ku tevger bi hişmendî were rêzkirin, ne ku di her gav avitinê da, “Bijî Serok Apo, Bijî Serok Apo” bi Îngîlîzî jî “ No Ocalan, no Kurdistan” gotin ve. Ev jî şîyara Apoîyên me li vir Awistûralya. Jixwe wî Apo yê tirsonek û xwe ji bomikan ra kirîye Xwedê û felatkar, mala me Kurdan xira kir.
Tevgera Rizgarîya Kurdistan, ji cîhanê ra kir tevgerek terorîst. Lê di destpêkê da wî teror li ser gelê xwe pêkanî; bi hezaran kes da kuştin, di hundur 35 salên şerekî qirêj da, erdnîgarîya welêt jî da tarûmar kirin. Niha li ser wê erdnîgarîya qedim, evrar û pîroz Kund dixwînin. Êdî dengê dîksilêmanan û pepûkan jî kes nabihîse. Jehr bombeyê kîmyewîyên dijmin ew jî kuştin, sedem jî Avdo û xulamên wî yên ku hemû xwe mêrxwas dibînin. Bi taybetî jî keçelekî Dêrsimî, xwe û gêrîlan dike mêrxwas, Pêşmergean jî tirsonek, mala Barzanî jî neyar. Lê qet kurên Talabanî û Alaya Talabanî ra tiştekî nabêje. Gelo dozfiroş kî ne? Ka ew Kurdistana Mezin, Kurdistana Yekgirtî û Sosyalîst? Gelo kuva çû?
Xwendevanên delal, birayê minên xoşewîst, ez jî her dem ji xwe ra dibêjim “Ez Kurd im” lê bawer bikin hişê min nagîhîje hiş û tevgerên gelê Kurd. Bi taybetî jî hiş û tevgerên Apoîyan. Ez bawer im wana hişên xwe şêlo kirine, jehr kirine. Ji ber ku Rizgarî û Azadîya nêzî 30 mîlyon Kurdên Bakûrê Kurdistan ji dîlekî, ku di dest dijmin da ye ji wî va girêdane. Mirov bê hiş dibe, lê ne evqas? Ango ew dîlê tirsonek di dest dijmin da bûye pêlîztok. Lê pêlîztoka kefa pêlên behra Marmara li qiraxa girava Îmranli yê. Kef li qiraxâ dikeve û paş ve vedigere. Pirsa Azadî û Rizgarîya Kurdên Bakûr jî di nav wan pêlên kef, mîna sawûn da diçe û tê, lê ne kef wenda dibe, ne jî rengê kefê tê guhartin. Li milê dî, mirov wexta ku bi tevahî li rewşa Kurdan dinêre, dîsa şaş û metal dibe. Di her çar parçan da, Kurd bûne neyarên hev. Xwedêgiravî hin Serok, nivîskar û rewşenbîrên Kurd hene ku her yek xwe li ser çîyayê Qafê da dibîne, xwe dike fîlozof û zanyarê cîhan û mêrxwas. Bi taybetî jî ew çavzûrê ku di girava Tîlmûn da ji mîlyonên ra bûye Xwedê, felatkarê Kurdistan û hêvîya mêrxwasên virek. Yahû qet di nav evqas kesan da yekî hişmend dernakeve û ji dijminê zalim ra: “Hêy zalim ji kerema xwe pirsa me a bi heq û pîroz, ji dîlê ku, di girtîxana te da ye, girênede. Her roj hin kesên tarî û nenasên gelê Kurd wekî balyoz neşîne cem wî kesê ku xwe kirîye kevokê aştî û ji bomikan ra jî Xwedê. Eger ku hûn dixwazin di navbera me gelê Kurd û we da aştî pêkbê, divê hûn heqê me yê rewa û neteweyî wekî camêran, mirovên maqûl û mirovevîn bipejirînin, ku ev şerê qirêj raweste, ciwan nemirin, dayîk negîrin, erdnîgar tarûmar nebe, aborî nekeve rewşek xirab fermo werin li tev Serokên Partîyên Kurd, Serokên rêxistinên sivîl, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên Kurd, ên welatparêz û aştîxwaz ra, li pêşberî çend berpirsên giregirên cîhan li dor latekî rûnin, vê gelşê çareser bikin; ku em di kêleka hev da bibin du cîran, bijîn, bibin dost, heval û hogir” lê sed mixabin kesekî wisa jî dernakeve. Li hêvîya derketina hêz û kesekî waha.