
Dema te bi xêr, Serokê hêja, Kek Mesûd Can. Berî ku ez ji te ra qal û behsa sedemê vê name ya xwe ya vekirî bikim, divê ez xwe ji te bidim nasîn, gelo ez kî me?.
Birayê delal, ez şivan û xulamekî dayîka xwe Kurdistan, li ser axa Dersima xopan, di payîza sala 1935’an da ji dayîk bûme. Di 16 salîna xwe da bûme terkî welat. Bext ez li çar Kîşwerên cîhan gerandime, lê wî bextî heya sala 2001’î ez nebiribûm ew welatê minê ku piştî sala 1923’yan, emperyalên cîhan kiribûn çar parçe, dabûn Tirk, Ereb û Farisên hov û barbar.
Belê, derd û kesera çar parçan, di dilê min da bûbûn çar kêr, çar xençer, çar şûr, çar tifîng, çar bombe. Şûr, kêr û xençeran dixwast dilê min bikin dîlim, dîlim, tifîng û bomban jî dixwastin dilê min parçe bikin, bikin wekî libê xîzên qirexa derya û çeman; lê hişê min û gîyana min ew destûr neda, ez di sala 2001’î, di dûwahîya meha Avrêlê, ango Nîsanê li Sydney derketim min berê xwe da çar paçeyê laşê dayîka xwe ya nav KURDİSTAN. Westgeha mina yekemîn, parçeyê biçûk, ê alîya Rojava, bi gotinek dî, Başûrê biçûk. Li wir min ew axa evrar û pîroz dît, bûm mêvanê gelek biran, piştî vîze standinê li çemê Diclê derbas bûm, lingên min ketin ser axa parçeyê Azad, ango parçeyê ku hûn li ser dijîn, BAŞÛRÊ KURDİSTAN, yekser li ser wê axa pîroz, li ser dev û rû ramedîyam, dirêj bûm û bi gîrî min ew axa pîroz maç kir. Li hember çavên min pêla -lewha- “WELCOME TO KURDİSTAN” ket, serê min rabû, bilind bû firîya gîhîşt asîmanê şîn. Piştî pirs û pirsîyar, biran ez şandim PAYTEXTÊ KURDİSTAN HEWLÊRÊ. Di wê demê da min tenê du kes li wir nas dikir. Yek ji wan Husên Sincarî, ku ew du car hatibû Awistûralya bûbû mêvanê min, yek jî pismamê wî Serokwezîrê wê demê Samî Abdulrahmanê dilovan bû. Min Samî yê dilovan cara ewil di konferansa Moskova yê da dît em bûn nasên hev, du car jî li Parîsê, lê ez li wan nebûn mêvan, bûm mêvanê birakî xwe yê dî, berrêz Ray Celal. Ray Celal serbazekî leşkerî bû, di artêşa Saddamê faşîst da erk girtibû, lê piştî şerê Kendavê ew jî li tev hemû zarok û bermalîya xwe ve hatibûn Sydney bûbûn penaber, di wê demê da ew jî jibo betlanê dagerîyabû welêt, ango Hewlêrê mala xwe. Ez qasî du hefte di mala wî
birayê xwe da bûm mêvan, wî ez gerandim.
Belê Kek Mesûd Can, di wê demê da Şivan Perwer jî hatibu bûbû mêvanê we. Min Şivan li Selahaddinê, di mala Xelîl Sicarî da dît, ku min bi salan berê Şivan li Swêdê nas dikir, du car jî bûbûm mêvanê wî hozanê gewre û evîndarê Kurdistan. Min ji te ra jî wek dîyarî postekî Kangaroo anîbû, lê min nedikaribû te bibînim û wê dîyarîya biçûk pêşkêşe te bikim. Ji ber ku dem dema hilbijartina Şaredarîyan bû, tu jî gelek mijûl bûy. Ji ber vê yekê min gelş ji Şivan ra got, îcar wî jî ji min ra: “Kek Riza tu tişekî binivîsîne, em bi wê nivîsa te, ji te ra rêyekî bibînin jibo dîtina Kek Mesûd Barzanî” got, ez jî wexta ku dagerîyam Hewlêrê, di taxsîyê da peroşek germ û bi şewat ket nav mêjîyê koda serê min, li wir jî daket jêr, ket dilê ku her roj jibo dayîka xwe ya nav KURDİSTAN dinalîya, du çarîn rijand ser kaxiza sipî reş kir, rojtira dî, ango di roja 22’yê meha Gulanê, 2001 piştî nîvrojê dîsan dagerîyam Selahaddinê, mala Xelîl Sincarî, ku di wê dem û rojê da sekretêrê te yê çeleng, berrêz Kek Abdulkerîm Cuma jî li wir bû. Piştî silav û hevnasîya me, Şivan ji min ra: “Kek Riza te tiştek nivîsand” got, pirs kir, min jî ew du çarînên ku di nav mêjî û dilê minê kul da derketîbû, li wir cem wan camêran xwend, hersê jî gelek kêfxweş bûn. Ev du çarîn ev in Bira Can: Hêvî dikim bê bîra te.
Ez Kurdekî Dersimî me, Kurdekî Hozan
Hatime ku maç kim, dergeha Barzan
Gelo pêkan e, bibînim te Serokê Kurd
Ji min ra cihê kê, pênc hûrdem zeman
Ji te ra vekim dilê xwe yê bi kul
Kesera min ev e, wek teyra bilbil
Çend roj in li vir im, dilşa, bextîyar
Ji dijmin dûr im, biran ra mijûl.
Belê, piştî wê rojê, ango rojtira dî, ku Kurdistan TV ez vexwendibûm jibo hevpeyvînekî; piştî hevpeyvînê, dîsa dagerîyam mala berrêz Xelîl Sincarî, piştî demek kurt du Pêşmerge hatin, ji min ra: “Kek Mesûd dixwaze te bibîne” gotin, wan hêjayên Kurdistan ez anîm qesra te, qasî nîv demjimêr di qesra te da bûm mêvanê te. Xelîl Sincarî jî digel me bu. Piştî hevnasîya me û pirsên rewş û demê û gera min, min ji te ra qal û behsa Kurdên Rojava Kurdistan, ewên ku bê nasname bûn, qal û behsa ew bajar-kozikên ku li dor wê avahîya ku hêzên YNK bi tifîng û topan ve xurandibûn, tenê kakûtê wê yên bi birîn hîştibûn, ango a Şarlton Otêlê û rewşa bi sedan hin xuşk, biran û zarokê me yên delal û biçûk, di nav rewşek herî xirab da dijîyan kir, kela dilê te rabûbû, çavên te tijî histêr, lêvên te diricifîyan, ez jî bûbûm hevpar û şîrîkê wan histêrên çavên te. Piştî dem qedandinê û xwatir xwastinê, te ji Kek Xelîl Sincarî ra: Kek Riza mêvanê min e, çiqas dixwaze li vir bisekine, ev mêvanê me ye” got, ez li tev du Pêşmergeyên mêrxwas û gernas dagerîyam Dihokê, qasî heftekî di otêla nav Jîyan da mam, li wir jî dagerîyam Zaxoyê, qasî sê roj li wir di otelekî da bûm mêvanê te, dûra hevalan ez birim ber çêm, derbase Rojava bûm, li wir jî çûm Rojhilata xopan, bajarê ku tu di sala 1946’an da li wir hatibûy cîhan, Mahabad, di meydana Çar Çira da rûniştim gîrîyam têra dilê xwe, min hezar carî nale li Farisên har û hov anî.
Kek Mesûd, ez piştî wê hevdîtina me, du carên din hatim wî parçeyê Azad û pîroz. Du sal berê, ango di sala 2017’an, di meha Hêzîranê da ez li tev Xanima xwe hatim wir, ango Hewlêrê, Xanima min ji te ra nexşe ya Kurdistanê çêkiribû, min jî pirtûka bîranînên xwe, di navenda partîya we PDK, a Hewlêrê radeste kurê Omer Botanî yê dilovan, Nijar Botan û Keyfî Mirazî kir, ku ewana bidin we. Ez bawer im, ew dîyarîyê me yên biçûk gîhîştin te, lê me tu nedîtî. Xem nake wêne yê te, li tev alaya rengîn, di mala me da, dîwarê malê dixemilînin, tu û ala rengîn di dilê me da dijîn.
Kek Mesûd, piştî evqas gotinan, vêca jî ez dixwazim dagerim werim ser gelşa sernivîsê. Ango ji te ra namek vekirî. Hêvî dikim tu jibo min dilê xwe teng nekî, ji min ra hêrs nekevî û nexeyîdî. Ez wekî şivanekî Kurdistan pêşnîyazên xwe ji te ra dibêjim, pejiarandin û ne pejirandin jî di dil û destê te da ye. Name ev e:
Kek Mesûd, birayê minê xoşewîst, Serokê hêja û xudan rûmet, hêvîya dilê Kurdperwerên Kurdistan, di sala 1948’an da ez lawikekî 13 salî bûm, diçûm dibistana dijmin, a Roma Reş, di pola seyem da dixwend. Ango dewleta Romê em zarokên Kurd, bi zora leşker û cendermeyên xwe ve dibir dibistanên ku piştî tevkujîya Dersimê di hin gundan da hatibûn avakirin. Ango dewleta Roma Reş, sê sal berî wê demê, di Payîza sala 1946’an da ez bi zorê biribûm dibistanê, ku min heya wê rojê ne peyvek Tirkî dizanîya, ne jî di warê zilm û zora Roma Reş da tiştekî dîrokî û rast. Ez bawer im bav û dayîkên me jî ditirsîyan ku ji me ra qal û behsa zilm, zor û barbarîya Roma Reş bikin.
Belê, her çiqas ku haya min qet ji zimanê Tirk, zilm û zora dewleta Tirk tunebû jî, lê êdî ez fêre zimanê Tirk bûbûm, di dibistanê da jî şagirtekî herî jîr û jêhat bûm. Di berî sala 1948’an da qet di malek gundê me da radîoya kesekî tunebû, lê di heman salê da cîranekî me Seîd Welî, ku ew him di wê herêma me ya nav “Newala Karê” da dengbêj û hozanekî bi nav û deng, û him jî Seîdekî xudan gelek mirûd bû, çûbû gera nav mirûdan, jibo ola Elewîyan û komkirina hequlayê. Berî ku dagere were gund û mala xwe, li bajarê me Xarpitê ji xwe ra radîoyek AGA marke kirrîbû anibû, kiribû pencire ya oda mêvanan, her roj piştî nîvrojê vedikir, hemû gundî dihatin ku him radîo çî ye, çito ye bibînin, him jî kilam û stranan guhdar bikin. Ew cara yekem bû ku hemû zarok û jinên gundîyên me radîo didîtin.
Kek Mesûd, qet di bîra min da naçe, ew Xanima ku di payîza sala 1935’an da ji min ra bûbû pîrik, navika min jêkiribû, Amojin, Ana Senem a dilovan, wexta ku cara ewil strana hozanekî di radîo yê da bihîst, bi rûyekî ken, lê bi ecêbmayî: “Hellah, hellah, kê va mêrikê dengbêj kirîye hundur vê sindoqa biçûk, ev kî ye, bi rastî dengê xwe jî gelek xweş e” got, kesên ku haya wan ji hebûna rodîo yê û bi karanîna wê da hebûn, ango hin mezinên gund kenîyan, ji wê pîra kal ra “Na, na Amajin, kesek di hundurê vê sindoqê da tune” gotin, lê Amajin, Ana Senem bawer nedikir, ta ku kurê wê Seîd Keko jî ji malê ra radîoyekî bikirre bîne malê, dîya xwe li ser gelş û çito hatîyê çêkirin û karanîna wê serwext bike.
Belê Bira Can, dilkovan û dilxwazê Azadî û Serxwebûna dayîka me Kurdistan; ew cara yekem bû ku min di wê radîoyê da kilam û stranên Kurdî guhdar dikir û dibihîst. Lê radîo ya mamosteyê dibistanê tenê car car ji me şagirtan ra vedikir, lê hemû stran û axaftin bi zimanê Tirkî bû. Ji ber ku dewleta Tirk û demazenêrên wê dewleta barbar, navê me gelê Kurd li holê rakiribûn. Ji me ra: “Hûn Tirkên çîyan in. Hûn bi eslên xwe ve Tirkên xas û resen in, koka we digîhêje Oxizên kevn” digotin, mamastan jî ji me şagirtan ra wer qal û behsa dîraka Tirk, mêrxwasî, gernasî û lehengîya Tirkan dikirin. Ji me ra: “Gelhekî nav Kurd, zimanekî nav Kurdî tune” digotin, me şagirtan jî bawer dikir, lê bav û dayîkên me nediwêrîyan ku ji me ra: “Ew derewan dikin, ji wan bawer nekin” bibêjin. Ji ber ku tirs ketibû kûrahîya dilê wan û hemû lebat û xwîna wan. Ewana bûbûn govanê zilm û barbarîya Roma Reş. Wan ew barbarîya li Qoçkîrîyê, li Pîran, li Çîyayê Agirî, li Zîlan, li Dersimê dîtibûn. Di cîhanê da jî dost û alîkarekî wan jî tunebû. Nedixwastin me zarokên xwe jî wekî sed hezaran wenda bikin.
Belê Kek Mesûd Can, bawer bike rewş usa bû di wan salan da. Qet di bîra min da naçê ez gorî, ronîya herdu çavên min. rojekî di wê radîo yê da nûçegîhanê radîo yê qal behsa mêrxwasîya bavê te yê gorbihişt û nemir Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî dikir. Ez bawer im ew gelş li ser meşa wana 52 rojên ber bi Sovyetê bû. Hemû gundîyên me di mala Seîd Welî da kom bûbûn nûçe guhdar dikirin; lê çawa ku tê zanîn Kurdên Dersimê sedî 99 hemû di warê olî da Elewî ne. Di navbera rêola -Mezhep- Şafî î û Elewîtîyê da jî dubendîya olî gelek xurt û xirab bû di wan salan da. Bawer bike, wexta ku nûçegîhan qal û behsa mêrxwasîya bavê te yê dilovan kir, Kekê minê dilovan Husên, yekcar bi qîrîn “Hey mi….. te xwaro, tu çi mêr î, tu çi şêr î” got, te digot serê wî gîhîştîye ser heft qat asîmanê şîn.
Keko, bav û kalan bi valahî negotine “Xwîn nabe av”. Belê ez gorî, Kekê min Husênê dilovan di wê demê da ol, rêol-mêol nedabû ber çav. Jibo wî Kurdperwerî û mêrxwasîya Kurd li pêş her tiştî bû. Min jî di wê demê da navê wî mêrxwas û cengawerê Kurd, ê herî navdar, bavê te yê nemir û gorbihişt bihîst, ez bûm evindar û bengîyê wî mêrxwasî û Kurdevînê Kurdistan û hemû neferên malbata wî. Piştî mirina wî, vêca jî tu û hemû neferên malbata we ji min ra û ji hemû Kurdperwer û Kurdevînên Kurdistan ra bûne canfîdayên rêya Azadî û Serxwebûna Kurdistanê. Dergeha we ji hemû Kurdperwerên Kurdistan ra bûye Serdan. Hûn û hemû neferên malbata we jibo Kurdên wekî min bûne felatkar, bûne remz û sembol; lê divê hûn erka ku we da ye ser milê xwe, jibo xatirê 50 mîlyon gelê xwe yê mazlûm, bindest û pêxwas bînin cî, ji cîhana nûjen mînakan bistînin. Divê hûn mafê Partî û malbata xwe nekin pêş
Azadîya 50 mîlyon Kurd-birayê xwe yên mazlûm û bindest. Divê hûn ji xwe bîrnekin, di hemû dîroka mirovatîyê da qet kesekî mal û milk, zêr û zîv, elmas û pagend, lal û gewher û mirarî, bi tonan gencînayîyên usa ji xwe ra nebirine bin erda reş û gora kûr û tarî. Tiştê ku birine, çend metro cawê sipî, kirasê bê pêsîr, ku ew jî di zikê çend mehan da, li ser laşê mirî dibe ax, dibe xwelî. Qet kesekî bi gencînayîyên usa ve, di bin erda sar û tarî da, ji xwe ra, cîyekî wek bihişt nekirrîye. Qet kesekî ne bihişt dîtîye, ne jî doj. Ev sazîyana tenê li ser vê axa cîhana me hene, ku ez bawer im, hûn di wê bihiştê da dijîn, ne ku di dojê da. Ez gorî, em baş dizanin, her tiştên we heye, hûn di nav hebûnê da rojên xwe derbas dikin, ku ez wek Kurdekî welatparêz “Ev heqê we ye” dibêjim, lê divê hûn jî ji xwe bîrnekin 50 mîlyon ne ez Riza Çolpan im.
Kek Mesûd Can, ez bawer im hûn van tiştan ji min zêdetir dizanin. Ev cîhan qet ji kesekî ra heya roja qîyametê nabe mal û wargeh. Dûwahîya herkesî rêya bin axa reş e, lê hin kes hene ku, laşê wan di bin axa reş da bûye xwelî, lê navê wan li ser erdê vê cîhana me maye. Mînak pirr in ez gorî. Mesela Qiralên Îngîlîzistanê, yên Çînê û ên gelek welatên din. Ango ew camêrana piştî gelek şaşitîyan çito hatina ba hev bûne bira û ev Împaratorîya ku roj li ser naçe ava damezrandine û sazkirine. Divê hûn jî ji wan kesan mînakan bistînin, ev yek.
Didu: Divê hûn hemû kêmasî û şaşîyên xwe yên mêjedemê, ango ên demên berê ji bîrbikin, hevûdu hembêz bikin wekî du birayên hev hezkirî. Li vir qesta min, hûn û partîya we PDK û YNK, û Goran. -Ez naxwazim qal û behsa PKK û Komelê bikim. Ji ber ku cîyê wan ne ew parçeyê we ye.
Sisê: Birayê minê dilkovan, evîndarê doza Azadî û Serxwebûna KURDİSTAN; divê hûn êdî dev ji hêzên Pêşmergeyên partîyan berdin, artêşên neteweyî, yên ku bi hevra dayîka xwe Kurdistanê diparêzin, jibo wê canê xwe fîda dikin û cangorî dibin. Ango artêşên Kurdistanî, di bin fermana Şalyar, ango Wezîrê Berevanî da. Yan jî em bibêjin “Serperîştê gîştî” ku ev jî girêdayîyê Wezîrê Berevanîyê ye.
Çar: Daxwazîya hemû Serokê Partî û Rêxistinên Başûrê Kurdistan sedî sed çî ye, ji kerema xwe bi hevra bikin yek, dûra jî, ji cîhana nûjen û raymezinên cîhanê ra, ango ji Amêrika, Îngîlîzistan, Fransa, Almanya û ên din ra bibêjin, eşkere bikin, ku cîhan bizane hûn çi dixwazin…
Pênc: Ji kerema xwe dost kî ye, dijmin kî ye, ji hev cihê bikin, ji hev ra nebin dijmin, li pey tol û qesasan hev negerin.
Şeş: 1400 sal e ku gelê me bûye Îslam; lê çito bûye Îslam, ola Îslamê û cîranê me yên Îslam çi dane me gelê Kurd, çi anîne serê me, ji vî gelê reben ra, ne yekcar, lê hêdî hêdî, ango wekî gotinek bav û kalan “Keça min ji te ra dibêjim, bûka min tu bibihîse” bibêjin.
Heft: Divê zilm û zor li ser keç, bûk û jinên Kurd rabe. Sunetkirina jin û keçikan bi tundî were cezakirin. Divê di jîyana rojane da, heqê jinê jî qasî heqê mêr be û ev şîyara bav û kalan jî qet ji bîrnebe. Şîyar ev e: “Şêr şêr e, çi mê, çi nêr e”.
Heşt: Divê ew adeta zewaca çar jinan li holê rabe, heqê her mêrekî, jinek be. Divê jin di her sazîyên dewletê da bi serbestî kar bike, ji wê ra herkes rêzdar be. Ji ber ku ew dayîk e, sermîyanê malê ye, afirandox e, em hemû berhemên wê ne. Ji ber vê yekê, heqê wê heye ku ew bibe Serokwezîr, heta Serokkomara welêt. Wekî Semîramîsa Asûrî, a dîrokî, wekî Serokwezîra Alaman û Îzgîlîz bibe Serokwezîr û Serokkomara Kurdistanê, di Parlementoyê da wî cîyê xwe yê girîng bistîne.
Neh: Serokê hêja, li vir bi cudayî ji te, ji birazîyê te Serok berrêz Nêçîrvan, kurê te yê hêja Mesrûr tika dikim, divê hûn di erka dolîwgerîya welêt da, hin cîyên bilind bidin hin Kurdperwerên din, ku hin xeşîm û dijminên we rexneyê we nekin; ji wî parçeyê Azad ra, ku li wir Alaya rengîn pêl dide, zarokên Kurd di dibistana pêşin heya zanîngehê zimanê xwe yên zikmakî dixwînin û perwerde dibin “Dewleta mala Barzanîyan” nebêjin.
Kek Mesûd, Serokê hêja, bi destûra te ez dixwazim li vir ji keseyatîya te ra qal û behsa qerfekî, ango meselokekî bikim. Qelf usa ye: Rojek mirovekî dewlemend, xudan nav û deng, hevalekî xwe yê hezkirî diezimîne mala xwe jibo bezm, ango şîvek wekî zîyafet. Dewlemend xwedîyê malê bi balcanê reş çil cure xwarin dipêje, amade dike û li ser masek girs, fereh û mezin rêz dike, kevçî û çetel, li tev destmalek hewrîşim datîne kêleka teyfika mêvan, pîyalek zîvîn jî jibo avê datîne hêla rastê, dûra jî ji mêvanê xwe yê hezkirî ra: “Fermo hevalê delal rabe were em bi hevra xwarinekî bixwin” dibêje, mêvan radibe diçe li ser kursî rûdine, li hemû teyfikên tijî xwarin dinêre ku çi bibîne, hemû teyfik bi xwarina balcanên reş va tijî bûne. Camêr kevçî û çetelê dest xwe datîne ser masê û ji malxweyê malê, hevalê xwe ra: “Hevalê delal, ez ji te pîyalek av tika dikim, lê divê avek bê balcanê reş be” dibêje.
Kek Mesûd, tika min ji we, hemû niqirin çerxa doliwgerîya dewletê bi tevahî nekin destên xwe û destên neferên malbata xwe. Ji kerema xwe hin niqirên wê çerxê ji Kurd birayên xwe ra parve bikin, ku hûn bêtir werin hezkirin, bibin şewqa findên şevan û ronahîya rojên Roja Zerî.
Deh: Divê ew hin kesên ku li dor we kombûne, ji bilî mafên xwe karekî nakin, hemû kar û barên wan gendelî, bertîl û hin xirabîyên din in, -Wekî Xelîfe Osman- wana ji xwe û kar û barên dewletê dûrxînin. Ji ber ku ewana navên we xirab dikin, malzeman didin dest nehezkirîyên we û dijminên we.
Yanzdeh: Divê di hemû taxên bajar, bajarok û gundan da pirr mizgeft neyên çêkirin. Di cî û dewsa wan da sazîyên perwerdeyî, dibistanên Akademîk, wekî Esntîtû, Zanîngeh werin avakirin û sazkirin. Ku di wan sazîyan da mirovên me bixwînin, bibin bijîşk, bibin endezyar, bibin mamoste, bibin parêzer, huqûqvan, bibin zanyar, profesor, bibin xudan her celeb huner, pîşekarî û hwd. Ango ew kesên ku dixwazin, jibo Xwedêyên xwe di roje da pênc car nimêj bikin, dikaribin di mala xwe da wî karî bikin, lê divê ew kesana jî ji xwe bîrnekin, gelo nimêj, çûyîna hec, hezkirina Erebekî çolan çi daye gelê Kurd û çi jî dide? Divê hemû kesên olevîn û olperestên ola Îslamê vê pirsê jibo xwatirê dayîka xwe Kurdistan ji xwe bipirsin.
Belê, Kek Mesûd, eger hûn van daxwazîyên dilê minê keserkêşê Kurdistan, ku bînin cî, wekî kalemêrekî Kurd, kalekî 84 salî, berî ku bimirim dê ez her dilşa û bextîyar bibim, bi çavên payî neçim bin axa reş û tarî. Bi vê hêvîyê, têm çavên te maç dikim, di her kar û barên te da saxî û serkeftin dixwazim; ji te ra, ji hemû neferên mal û malbata we Barzanî ra silavên biratî û Kurdperwerî rêdikim.
Têbinî:
Tirsa dilê min. Keko, hêvî dikim li wir, di herêma we da jî gîyana Yezdan Şêr di gorê da ranebe, nebe Şeytanqûnî, nebe semedê têkçûyîna gelek nirxên dayîka me Kurdistan. Ew gîyan li Kerkûkê, li Silêmanîyê di gorê da rabû, ket mêjî û dilê Hero Xanimê û kurên wê, Alaya
Talabanî û kesên wekî wê û wan, nîvî wî parçeyê Azad kir bin destê dijmin. Sed heyf, hezar mixab. Bimîne di xweşîyê da. Bibexşîne, min serê te êşand.
21-6-2019
Riza Çolpanê Dersimî, Sydney