
Xwendevanên hêja, birayê minên Kurd, ez her dem dibêjim û dinivîsînim, “Ez ne mirovekî sîyasetmedar, Kurdevîn û welatparezekî Kurdistan im; lê car car ez jî qasî zanîna xwe ji we ra qal û behsa rêzanî û sîyaseta cîhanê û ê welatê min û we Kurdistana çeleng dikim, lê sed mixabin ku sê nijadên har û hov, çar dewletên barbar, çelengtî û dîmena wê ya xweşik û bê salixdan jî nehîştine. Bi taybetî jî, 35 salên şerê qirêj, erdnîgarîya Kurdistana wekî bihişt tarûmar kirîye. Êdî xuşk û birayê me yên ku li ser wê erda evrar û pîroz da mane, di bin zilm û zorê da dijîn, ewana wê çelengtî û pêşdarîya berê nabînin. Ji ber ku piranîya kanîyên avsar ziwa bûne, daristanên welêt dijmin gîşt şewitandîye, di zozananda kerîyên dewar û pez nayên dîtin, şivan nemane, kulavên rengîn ji bîrbûne, dengê bilûran hatîye birandin. Bê derew êdî di wê bihişta pîroz da dengê şelûl û bilbilan, kew, kevok, pepûk û dîksilêmanan, refên sîqulîng û leglegan, ez bawer im ne kesek dibîne, ne jî dibihîse. Ji ber ku şer-firokên Roma Reş bi bombeyên jehr û kîmyewî ve, jîyan ji mişk, mar û gêle, ango ji morîyan ra, ji hemû balindeyên wî welatê me ra kirine agirê dojehê, ew jîndarên Xwedê jî li ser wê erda pîroz neman e, tene mirov rastê berazan dibe û wan dibîne, ku ola Îslamê jî dijminê wan e, goştê wan mirdar û heram êlan kirîye ku ez şaş û metal dimînin. Ola jehr, hişên bomik………
Xuşk û birayên delal, ez naxwazim vê gelşê pirr dirêj bikim. Lewra babeta vê nivîsa min ne ev gelş e. Jixwe rewşa welêt jî li ber çavê hemû xuşk û birayê me yên ku li ser wê erda pîroz da dijîn, eyan û beyan e. Li milê dî, rêzanî û bangeşîya hilbijartina Serbexoyê gundan û ê Şaredarîyên bajar û bajarokan çend mehe berê destpêkiribû, di 31’ê Adarê da jî qedîya û encam aşîkar bû, lê hilbijartina bajarê Stenbolê Qiral Recoyê esl Gurc nepejirand û derengxistinî kir, lê encam di navbera Îmamoxlû û Bînalî Yildirim, bi gotinek dî di navbera Partîya Kurêşûrdar CHP û Partîya Qiral Recoyê Gurc AKP da rewş dê çawa bibe hêj kesek nizane. Hêvî dikim herdu devşîrmeyên heramzade têkevin xirika hev, lê devşîrmeyê nav Qiral Reco him bi laş û fîzika xwe û him jî bi gotarbêjîya xwe ve hezar carî ji heramzade Kurêşûrdar xorttir e. Reco dikare tenê bi kulmekî ve Kurêşûrdar Kemo yê heramzade û laş bocî bişîne bihişta ku Mistê Kor, ev e 81 sal e têda dijî. Yek çavsût, por zerik, kurê jinek gunekar, bav ne dîyar, yek jî yekî heramzade, ji esl û koka xwe ra dijmin, xayîn û bêbext.
Xwendevanên hêja, ez bawer im, hûn ji min bêtir ji rêzanîya welêt nêziktir in. Lê li welêt her roj rojevên ramyarî, ango sîyasetê tên guhartin. Ji ber ku li wir her roj tiştek diqewime, bûyer li ser bûyeran pêktên, şîrovekarên van bûyer û qewimandinan jî bi hezaran in, di quncê rojname û kovaran da dinivîsînin, derdikevin ekranên têlevîzyonan her cure bîrûbawerîyên xwe û derewên bi doçik dibêjin, hûn jî guhdar dikin, lê ne ez. Ji ber ku ez ji welêt 18.000 kîlometre dûr, li Başûrê cîhan, li ser axa kîşwera nav Awistûralya dijim. Tenê di hin malperên înternetê da hayji bûyer û qewimandinên welêt dibim. Mînak, çend roj berê du parêzer, ango avûkat, ku yek sitî, nav jî Newroz, çûbûn serdan û dîtina Avdila Ocalan. Li gor ku min gotinên wê canikê di malpera Rojeva Kurdistan da xwend, wê Avdila yê ku xwe kirîye nîv Xwedê, gelek rind dîtîye. Wî ji wê ra: “Ez gelek baş im, arîşeyê min di cîda ye, divê kesek jibo min xem neke; ew kesên ku ketinê gireva mirina birçîbûne, divê xwe nekujin” filan bêvan. Ango şopandina mina li ser nûçeyên welêt, di van rojan da tenê ev in. Ji van zêtir jî ez naxwazim tiştekî dî ji we ra binivîsînim û serê we biêşînim. Jixwe min gelş jî gelek dirêj kir, bibexşînin. Piştî evqas gotinan vêca jî ez werim ser gelşa sernivîsê; ango gelşa Çîroka Alê Zûrê.
Xwendevanên xoşewîst, ez bawer im, Alê Zûrê -Alî- bi navê dayîka xwe ve hatîye nasîn. Herhal çavên dîya wî zûrr bûne ku ji wî ra “Alê Zûrê” gotine. Dîya min û bavê minê dilovan pirr î caran qal û behsa mêranîya Alê Zûrê dikirin, pesna wî didan, çito sevkan, mêr û mêrxwas bûye.
Belê, Alê Zûrê, gundîyekî gundê Golanê, di mezira jorî gund da dijî. Cîranên wî jî çend malên Seîdên eşîra Bamasûr in. Golan gundekî qeza Depê -Karakoçan- ye. Dep jî qezak Xarpitê, ango Elazîzê ye. Seîdê cîran, ê mezin nav Silêman e, Alî jî talibê, ango mirûdê wî ye. Di wê wext û demê da eşîra Îzol û Xiranîyan, Şadîyan ji hev ra neyar in. Ji hev gelek kes kuştine, bûne neyarên hev. Di wê wext û demê da, axakî eşîra Xiranîyan Hesen Axa, di gundê nav Ferec da dijî. Ferec gundekî wê eşîrê, girêdayîyê qeza Mêzgirê, Mêzgir jî girêdayîyê Dêrsimê ye. Di navbera gundê nav Golan û Ferecê da jî çemê Pêrê derbas dibe. Hesen Axayê Xiranî, mirovekî dewlemend, xudan aş û ding e. Aşekî wî di wî pîyê qeza Depê, di cîyekî ber newala Oxîyê ye, bi ava wê newalê ve aş dizivire. -Oxî herêmek mezin, warê Necîb Axayê eşîra Şadîyan e, ji hêlek derdora Depê ra tê gotin. Di wexta şerê Şêx Seîdê nemir da, Necîb Axayê eşîra Şadîyan û serokê eşîra Îzol Mele Ûsiv, hevalê dewleta Romê ne, lê Alê Zûrê li dij kar û barên wan e.
Belê rojekî curnê aşê Hesen Axayê Ferecê bi tevahî dişike. Ji ber ku curn pirr kevn û pûç bûye. Ji ber wê yekê Hesen Axa radibe diçe li çêm derbas dibe berê xwe dide gundê nav “Paş”. -Paş jî girêdayîyê qeza Depê, gundekî eşîra Kurêşan e; ango eşîrek Seîd. Kurêşûdar Kemo jî, ji wê eşîrêye- diçe li wir ji gundîyekî Sipîndarekî -kavak, qewax- jibo curnê êş dikire, dûra tere mala mezinê gund Mele Alî dibe mêvan, lê heman di wê dem û wextê da mêvanekî Mele Alî yê dî jî heye, ku ew jî birayê Alê Zûrê ye. -min navê wî ji bîrkirîye, bibexşînin- Hesen Axa li wir dibe nasê wî camêrî, bi hevra şevekî di mala Mele Alî da derbas dikin, rojtira dî piştî taşte xwarinê, Mele Alî bang çend kesan dike, li tev Hesen Axa û birayê Alê Zûrê ve diçin ku Sipîndar bibirin. Berê ku destpêka birrandinê bikin, xortek werîsekî digire hildikişe derdikeve navîna Sipîndar, alîyekî werîs bi Sipîndar diçerixîne, dipêçe, girêdide û dadikeve jêr. Daxwazî ew e ku Sipîndarê di alîkî da velqetînin. Ji ber ku Sipîndar gelek nêzî malên gund bûye û gelek jî dirêj û stûr. Wexta ku xortek bi bivir Sipîndarê dibire, çend kes jî bi werîs kaş dikin. Lê di demek herî kin da Sipîndar di alîya birayê Alê Zûrê da dadikeve, camêr taf de di bin da dimîne û dimirê, dûra xortek diçe Golanê, nûçe ya reş dide Alê Zûrê û gundîyên Golanê. Gundî terin meyît wî mirîyê xwe tînin, di nav şîn û şîwanê da radeste axa reş dikin.
Belê, roja ku Alê Zûrê mirina birayê xwe dibîhîse, di heman demê da yekser bi xwe bi xwe ra: “Hesen Axa bi qestî Sipîndar li ser birayê min da velqetandîye ew kuştîye” dibêje û dikeve nav hiş û pejnên tol standinê. Gelo ew çi bike, çito here Hesen Axayê Ferecê, endamekî eşîra Xiranîyan bikujê, tol û qesasa birayê xwe bistîne?
Belê, Alê Zûrê piştî mirina birayê xwe bi rojan kûr, kûr dihizre, dûra li ser pilanek namerdî biryarê distîne. Rojekî gazî pismamê xwe Selîm dike, ji wî ra: “Pismam, Hesen Axayê Ferecê birayê min kuşt, ku ew jî pismamê te bû. Divê em xwîna wî li ser erdê nehêlin, tola wî bistînin. Niha rind guh bide ser min. Taf de here van kincên xwe li ser laşê xwe derxîne, qetek cilên qilêr û pînekirî bibîne li xwe ke, bikev dilqê parsevanekî kesîb û pejmûrde, yekser here Ferecê, hewl bide di destpêka tarîya şevê da here mala Hesen Axa, dêrî bikute, kê ku derî ji te ra vekir, ji wî, wê ra: “Şev tarîye, ez nizanim herim ku. Ketime bextê we, bi riza Xwedê di vê mala xwe da cîyekî bidin min, ez îşev li vir rakevim, sibe di berbangê da rabim herim, bibêje û li ber wan bigere. Eger ku cîyek dan te, li wir rûne, malê rind bibîne û sehêt bike; çend odeyê malê hene, Hesen Axa di kîjan odê da dikeve xewê ji bîrneke, were ji min ra bibêje” Selim jî “Serseran, ser çavan pismam” dibêje û bi lez diçe mal, qatek cilê xwe yên kevn û pînekirî, ku bi wan diçe kar û sepetên rixê dibe ser sergo, li xwe dike, dikeve dilqê parsevanekî, torbekî qilêr jî davêje ser milê xwe, tere ber ava çêm; lê wext bihar e, berf dilhele, ava çêm bi xişm diherike bûye derya, pird jî tune, lê Selîm bi kelekê derbase alîya mezira Teman dibe, yekser diçe Rîçikê; -Rîçik gundekî navenda eşîra Îzol e- heya ku roj neçûye ava, li wir disekine, dûra berê xwe dide gundê Ferecê, wexta ku nêzî mala Hesen Axa dibe, îcar dibîne ku seg dêla Hesen Axa teliqîye, li ser kudîyên xwe radibe, dike hewt e hewt, di demek wer da jina Hesen Axa derdike der, Selimê ku ketîye dilqê parsevanekî dibîne, lê ji wî ra qet nabêje “Tu kî yî, diçî ku di vê şeva tarî da” tam di demek wer da Selîm: “Xanim, dîya min, şev tarîye, ez xerîbê vî gundê we me, nizanim herim ku û mala kê. Ketime bextê we, min îşev bikin mêvan; lê ne di ode ya we da. Di êxur da palasekî bidin min bes e” dibêje, lawa dike, lê Xanim qet naxwaze di êxur da jî cîyekî bide wî, balam di heman demê da Hesan Axa derdikeve der, jina xwe û parsevanê me Selîm dibîne, ji jina xwe ra: “Keçê eyîbe, navê me Axa ye, ev jî parsevanekî Xwedê ye, bisekin bila were hundur, tu zikê vî têr bike, dûra jî li pêş derîyê kîlerê doşegekî raxîne bila kesîbê Xwedê rakeve, sibe jî kodek ard, yan jî bilxur, ango sawar bide vî belengazî, bila here lê” dibêje camêr, Selîmê ku ketîyê dilqê parsevankî diezîmîne hundur malê, Xanim jî du nanên sêlê, huskurek jî dew tîne dide Selîm, Selîm zikê xwe têr dike, ji wan ra: “Xwedê ji we razîbe, xana we xana Xizir be Axa” dibêje, ew terin di oda xwe da dikevin xewê, Selîm jî li ser doşegê -nîvîn- dirêj dibe, lê naxwaze bikeve xewê. Di wê şevê da Hesen Axa di kîjan odê da radize dikeve xewê rind dibîne, rojtira dî di sibê da radibe, carek dî ji Xanima malê û Hesen Axa ra: “Xwedê ji we razîbe, pîrê min Şah Mansûr, yarê we be” dibêje û ji Xanimê kodek sawar jî distîne û xatir ji wan dixwaze bi lez li Ferecê dûrdikeve, yekser vedigere Golanê, mala xwe, pilana mala Hesen Axa ji pismamê xwe Alî ra dibêje û di benda dûwahîanîna gelşê da dimîne.
Belê, piştî çend rojan Alê Zûrê ji cîranên xwe ra; “Ez nexweş im, her derên min diêşim, hêz di laşê min da nemaye, kesek jî tune ku her ber pêz û dêwêr biçêrîne” dibêje, îcar him cîran û him jî pîrê wî Seîd Silêman. “Alî, telibê min, ez gorî, xem neke, ez û pismamê te Selîm dê pez û dewarê te jî dibin diçêrînin, tu raze, rind li xwe binêre, ez bawer im tu di hundur çend rojan da rind bibî” dibêje, di heman rojê da ew û Selîm bi pêkve diçin ber pêz û dêwêr, lê jina Alî jî dizane mêrê wê dixwaze çi bike, balam raza mêrê xwe naxwaze ji kesekî ra bibêje, ew jî bi bê dengî li mal, cem Alî da disekine. Ango nêta wê jî tol standine. Ji ber ku tîyê wê hatîye kuştin.
Belê, wext êvar e, Seîd Silêman û Selîm pez û dewar dagerandine gund, Alî jî di nav nîvînê da ye. Piştî şîv xwarine herkes ku dikeve xewê Alî diçe di êxur da karikekî serjêdike, serê karikê tîne dide jina xwe, ji wê ra:”Ji kerema xwe vê serê karikê bikelîne, dûra jî ji min ra bike torbekî, îşev ez terim Ferecê, jibo kuştina Hesen Axa, ev serê karikê jî ji min ra pêwîst e. Ji ber ku dêla Hesen Axa heye. Wexta ku wê kir hewt e hewt, dê ez serê karikê bavêjim ber wê, dengê wê bibirînim û di pencirêda gulê berdim ser canê Hesen Axa” dibêje, jinik jî serê karikê serjêkirî dikelîne, dike torbe, di berî nîvê şevê da Alî radibe ser xwe, torbe davêje ser milê xwe, dadikeve ber çêm, lê çem bûye derya, şev e, kelek jî tune, lê Alî avjenberekî gelek pispor û jêhat e. Berê xwe şilf tazî dike, kincên xwe dike torbe, bendê torbe li dor serê xwe girêdide, dikeve nav ava çêm, di dûşa taxa mezira Teman da derdikeve, kincên xwe li xwe dike, di taxa Gultan da derbas dibe, piştî demjimêrekî digîhîje Ferecê, yekser berê xwe dide alîya mala Hesen Axa. -di berê da mala wî li ku ye dizane- Wexta ku nêzî malê dibe, dêl li ser kudîyên xwe radibe, dike hewt e hewt, ber bi Alî tê, lê Alî bi lez serê karikê davêje ber dêlê, dêl serê karikê digire û dev ji dirandin û hewti hewtê berdide, destpêka kojandina goştê serê karikê dike, îcar Alî xwe xar dikê, hêdî hêdî dimeşe diçe pêş pencireya ku Hesen Axa û jinâ wî têda radizin, lê pencire pîçekî bilind e, li dor xwe dinêre, çend keviran dibîne, bi lez wan tîne di ber pencirê da dide serhev, derdikeve ser keviran, bi texmînî lûla tifîngê ber bi cîyekî va dirêj dike û tetîkê dikşîne, teqandina tifîngê dibe dengvedan û alan, gundî ji xew radibin, derdikevin der, ber bi mala Axayên xwe Hesen Axa va bi rev tên, lê Alî di rewşek wer da nikare di cîyekî da bazde, bireve, yekser bi lez derdikeve ser dara tûyê, xwe vedişêre, piştî şîn û şivan, ax û tûxê, herkes dikeve hundur malê, îcar Alî li ser tûyê tê xar, bi lez bazdide xwe digîhîjîne ber çêm, dîsa xwe tazî dike dikeve nav ava çêm û derbas hêla Deşta aşan dibe, -Deşta Aşan mezirek gundê nav Çeleqasê ye- li wir kincên xwe li xwe dike, bi lez berê xwe dide gundê xwe Golanê, tere di derîyê mala xwe da dikeve hundur, Xanim hîşyar, wext jî berbanga sibêye.
Xwendevanên hêja, de werin em Alê zûrê di malê da bihêlin, dagerin herin gundê Ferecê, gelo li wir çi dibe?
Belê, jin, zarok, hemû merîyên Hesen Axa, li tev hemû neferên gundê Ferecê, jibo Hesen Axa şîn danîne digîrin û: “Gelo kê Hesen Axa kuşt” dibêjin û şikê dibin li ser Alê Zûrê. Dibêjin “Sedî sed Alê Zûrê Hesen Axa kuştîye. Ji ber ku ew wer dizane ku Hesen Axa bi qestî Sipîndar li ser birayê wî da velqetandîye û birayê wî kuştîye”. Ji ber vê yekê Axa, Pîr, Rayber û Mîrşîtên herdu alîyan, ên eşîra Xiranîyan û Îzolîyan dikevin navberê, lê Seîd Silêmanê cîranê Alê Zûrê, ji hemûyan ra sond dixwe û ji wan ra: “Di roja ku Hesen Axa tê kuştin cîranê min Alê Zûrê nexweş, di mala xwe da bû, ew çito bi wê rewşa nexweşîyê ve here Hesen Axa bikuje. Na, bi navê Xwedê, ez sond dixwim, Alê Zûrê, Hesen Axa ne kuştîye” dibêje, îcar çend Seîd ji Seîd Silêman ra: “Sey Silêman, eger ku usa ye, bi kerema xwe here gazî Alê Zûrê bike, bila were vira, sond bixwe, sê gavan jî ber bi Roja Zerî bavêje, bibêje “Min Hesen Axa nekuşt” em jî bawer bikin ku wî ne kuştîye” dibêjin, Seîd Silêmîn dişînin ku ew here Alê Zûrê bine cem Axa, Pîr, Rayber û Mîrşît, bila li pêşberîya wan kesan sond bixwe, sê gavan jî ber bi Roja Zerî bavêje, bibêje “Min Hesen Axa nekuşt”. Seîd Silêman jî radibe tere mala cîranê xwe, bi gotinek dî, mala talibê xwe Alê Zûrê, jî wî ra: “Alî ez gorî rabe em herin, tu jî li pêşberîya wan camêran sond bixwe, sê gavan jî ber bi Roja Zerî bavêje, bibêje “Min Hesen Axa nekuşt lo” dibêje, lê vêca Alê Zûrê dikene û ji Seîd Silêmîn ra: “Pîrê min ez naxwazim herim pêşberîya wan kesên hêja û qedir bilind. Ez naxwazim sond jî bixwim û ber bi Roja Zerî sê gavan bavêjim. Ji ber ku min Hesen Axa kuşt, tola birayê xwe stand. Here ji wan lêborîn bixwaze, bibêje bi rastî jî Alê Zûrê Hesen Axa kuştîye. Pîrê min jibo vê gelşê serê xwe neêşîne, min kuştîye, çi ku ji destê wan tê, bila şuva nehêlin, ez cîran û talibê te Alê Zûrê me, here ji wan ra usa bibêje” wî çito çûye Hesen Axa kuştîye, wê gelşê jî ji Seîd Silaman ra dibêje, Seîd Silêman jî diçe ji camêran lêborîn dixwaze, Alê Zûrê çito çûye Ferecê Hesen Axa kuştîye, gelşê ji wan ra dibêje û bi xemgînî dadigere mala xwe, lê nikare ji talibê xwe Alê Zûrê ra tiştekî bibêje. Gelş usa diqede, piştî çend salan Alî wekî hemû fanîyên cîhan, bi ecela xwe dimire, îro gelek nevîyên wî hene, lê hemû jî mirovên hişmend û şareza ne.
Belê, xwendevanên hêja, gelo em ji karên usa ra çi bibêjin? Çi navî bidin tevgerên usa? Çira em Kurd usa ji hev ra tim bûne dijmin? Çira em ji hin namerdan ra “Merd û mêrxwas” dibêjin û wan radikin heft qatên asîman? Çira ew kesê ku 17.000 ciwanên me yên welatparêz di nav partîya xwe da daye kuştin, bûye sedemê tarûmarkirina erdngarîya me ya pîroz, bûye sedemê nêzî şeş mîlyon koçebaran, bûye sedemê wendabûna zimanê meyê deh hezar salan, bûye sedema keç, jin û xuşkên me yên ku ketine qexpexane û kerxaneyên dijmin, bûye sedemê peymalkirina namûsa me a evrar û pîroz, hin xort û keçên Kurd jî jibo wî xwe dikujin û dişewitînin? Çira em ketine rewşek usa xirab? Çira em ketine bin destê har û hovan? Kî, kîyan bûne sedemê vê rewşa kambax û nalet? Hêvî dikim Camêr û Sparderekî dilsoz û mêrxwas derkeve, bersîva van pirsan bide û bibe felatkarekî Kurdistana dayîka me ya bindest û dîl, wê rizgar bike. Bi a Xwedê, rojekî kesekî wer derkeve, berê mirinê, ku çavên min payî neçin.
Xwendevanên hêja gelo hûn çi navî bidin tevgerek usa? Ez bi xwe dibêjim “Namerdî” lê gelo hûn çi dibêjin????????? Bimînin di xweşîyê da.