
Xwesteka ‘Biratiya gelan û demoqrasîya Tirkiyeyê’li zinarên devê rê ket û parçe parçe bû.
Aqil jî hê ew aqil e.
Gor vê tabelayê li Kurdistanê dengê ku HDPê girtiye jî ji berê kêmtir e, sedî deh.

Xelkê dengê xwe daye vê partîyê û gotiye;’ ez deng didim te, lê ez biratîya gelan û demoqrasîya ku tu dixwazî jî, naxwazim. Ji min ra alternatîfek din nîne û ez jî mecbur û neçar im ku dengê xwe bidim te.’
Di vê tabelayê da her tişt eyan û beyan li ber çavan e. Siyaset muhatabê xwe dixwaze, lê muhatab nîne. HDP, partîyek ji partîyên Tirkan e. Qaşo Simbêlboqê me, M. E. Kardaş, Adem Geveri, Ayetullah Aşiti, Sinan Çiftyûrekên me hebûn, ma ne wiha ye…? Me dit ew jî ji mala xalo û ji wan ra dixebitin. Xebîtin jî. Ka îca çi bi destxistin û çi hêvî dan? Li Bakur, ziman li ber mirinê û siyaset jî di duh da mirî ye.
Hilbijartin ne hilbijartinên me kurdan, lê yê Tirkan bû. Li bajarên mezin jî fîguran Kurd û wan jî dengê xwe da Kemalîstan. Di mejiyê kurdan da cîhê xwe girtin. Ka îca çi firq dike ha Kemalîst ha Islamîst. Senteza ‘Turk-Islam’ ji xwe neyarê te ye û tu nikarî jê hêvîyê bidoşî.
Di vir da tenê em dikarin bibêjin ne dem ew dem û ne bihar ew bihar e.
Werhasil, bi kurtî em dikarin bibêjin di vê hilbijartinê da kurdan tiştekî bi dest nexistiye û ji hilbijartinan destvala vegeriyaye. Kar jî yê dagirkeran û qezenc jî dîsa yê wan e.
Sîyaset sîyaseta Tirkan e. Hûn dengê xwe nekin ger ku pêwîstî bi komûnîzmê hebûye em ji we ra komûnîzmê ku pêwîstî bi nok û nîskan hebûye em ji we ra nok û nîskan jî tînin. Dersim jî nimûne ye. Bila mesele ne netewîzm be, weke din jî tu pirsgirêk nine, her tişt berkemal û bi rehetîya xwe bin.
Encam; Tirk bi miradê xwe şa bûn û kurd jî hêsîrê bextê xwe ne