Xemgînîyek Ji Rojavaya Kurdistanê 20-4-2019
Xwendevanên hêja ev e pênce sal in ku ez li Başûrê Cîhan, li ser erde Kîşwera nav Awistûralya, li bajarê Sydney da dijîm. Di vî welatî da ez bûm xudan mal û tiranpêl. Derfetên û mecalên ku vî welatî derxist pêşîya min bêguman gelek in. Ez bi wan derfet û mecalên vî welatî ve bûm xwedîyê gelek tiştên hêja. Derfetên vî welatî ez li çar kîşwerên cîhan gerandim, birim çar parçeyên welatê minê bav û kalan, ez kirim nasê gelek xuşk û biran, şivan, gavan, sîyasetmedar û zanyarên hêja. Dîsa bêguman heya roja îro, zanîna ku ez dizanim, min ji wan xuşk û birayên xwe standîye. Ew ji min ra bûne mamoste, mamosta, ez jî ji wan ra bûme wekî feqî û şagirt. Hêj jî ez şagirt im, di dibistan û polen wan da dixwînim.
Xuşk û birayên delal, ez di sala 2001’î da bûm nasê çar parçeyên Kurdistan, bûm nasê wê erdnîgarîya wekî bihîşt, bûm nasê gelek Serok, Sîyasetmedar, Kurdperwer û Kurdevînên Kurdistan. Li parçeyê Rojhilat, li Ûrmîyê, li Mahabadê bûm nas û mêvanê gelek birayên xwe. Li Başûrê Biçûk, ango parçeyê Rojavaya Kurdistan, bûm nas û mêvanê gelek Kurd birayên xwe. Bi taybetî li bajarê Helebê bûm mêvanê Kurdperwerê Kurdistan -Niha li Danimarkê dijî, koçebarê stuxwar- Terzî Osman. Li Şamê bûm mêvanê Hozan Gewre Dîlawerê Zengî. Li Kobanîyê bûm mêvanê birayê nivîskar Şahîn Bekirê Sorekî, Bekir. Li Qamîşlokê bûm mêvanê Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat a Sûrîyê, merhûmê dilovan –faşist rejîma Sûrîyê ew kuşt- Îsmaîl Omer. Bi navekî dî, bavê Şîyar. Bûm mêvanê Newaf Bişar. Di mala Newaf da qasî heftekî bûm mêvan. Wî û dilovan Kek Îsmaîl, ez gelek gerandim. Camêran ez birim Amûdê, li wir bûm nas û mêvanê gelek Kurdperwerên Kurdistan. Piştî vîze standina, li çemê Dîclê derbas bûm çûm wî parçeyê azad, ango Başûrê Kurdistan, Paytext Hewlêrê. Li wir jî bûm nasê gelek biran. Di destpêkê da bûm mêvanê Serbaz Kek Ray Celal, ku ew jî wekî gelek penahendan hatibû Awistûralya, lê di wê demê da ew jî jibo betlanê hatibû mekanê xwe yê bav kalan, mala xwe ya wî bajarî. Di avahîya Parlamentoya Kurdistan da ez bûm mêvanê Samî Abdulrahmanê dilovan, -em di Konferansa Moskov û du Konferansên Enstîtûya Parîsê da bubûn nasên hev- dûra jî bûm nasê Xelîl Sincarî, Abdulkerîm Cûma û gelek kesên din, di dûwahîyê da jî bûm nas mêvanê Berrêz Serok Kek Mesûd Barzanî. Wî Serokê hêja ez qasî deh rojan, li Dihokê kirim mêvanê xwe û Partîyê, ez li wir di otêla nav Jîyan da, heftekî, li Zaxoyê jî, qasî sê rojan otelek dî da mam, dûra çend hevalên partîyê ez anîm ber çemê Dîclê, min ji wan xwatir xwast û dagerîyam Qamîşloyê, carek dî bûm mêvanê berrêz Newaf Bişar. Lê sed mixab min nekarî herim Efrînê serdana tirba Dr. Nûrî Dersimî, ku îro ewder û ew erdê pîroz di bin lingên dijmin da dinale û tê pelçiqandin û tirba wî Kurdperwerê Kurdistan hatîye hilşandin, kevir bi destê zaliman hatine şikandin. Ku heye eger hêzek wekî dibêjin “Xwedê” nepejirîne.
Belê xwendevanên hêja, di sala 2001’î li Qamîşloyê ez bûbûm mêvanê Kek Newaf. Kek Newaf, ku ew him endamê polît biroya partîyê bû, him jî ji karê xwe yê Endazyarî, ango muhendîsî ra mijûl dibû, ku heya roja îro jî ew camêr ji van herdu karên xwe ra, ango karê Partîyê û ê xwe yê kesayetî ra mijûl e. Di sal û dema hevnasîya me vir da, em tim û tim ji hevûdu ra dinivsînin. Car car jî ez ji wî ra têlefenê vedikim, dengê wî dibihîsim, rewş û dema wî, zarok û neferên malbata wî, di sala 2011 vir da rewşa wî parçeyê Kurdistanê dipirsim, ew jî bi navbendîya e-maîlê, carna bi kurte peyamekî, carna jî bi namek dûr û dirêj ve min agadar û serwext dike.
Xwendevanên hêja piştî evqas gotinên dûr û dirêj, di van rojên dûwahî da jibo hin pirsên min, wî camêrî di roja 22’yê Adarê da ji min ra bi e-maîlê, namek şandîye; ku ez dixwazim di vê name yê da hemû gotinên wî camêrê hêja, Kurdperwerê Kurdistan li jêr, bi tevahî wekî ûslûba wî yê nivîskî, ji we xwendevanên hêja ra binivîsînim. Camêr ji min ra usa dibêje û dinivîsîne:
Kek Riza dem baş! Fri.
Mar, 22-2019
Bi hêvî me rewşa te ya tenduristî baş be…
Wekî hûn dizanin, di van rojan de, rêxistina terorîst a Daîşê, li ser destê xweşmêrên Kurdan YPG di kêlîkên xwe yên dawî de ye, û dewleta Xîlafeta şeytanî ber rûxandinê ve diçe. Çend roj in dê bi rengekî fermî danezanê ji ragîhandina cîhanî re biweşînin.
Bêgomane ku şikandina vê rêxistinê, di warê sîyasî de bo gelê Kurd derfeteke mezin bû.
Lê sed mixabin ku tevlî rewşa cîhanî ji bo gelê Kurd alîkar e, em bi xwe bi hev re ne dost û heval in!!. Em bi xwe, bi doza gelê xwe re ne yar in. Em rêxistinên Kurd li vî welatî û li ser asta her çar parçeyan, nikarin bi hev re ji bo vê doza dadmend û pîroz dilên pişta xwe bidin hev û berê xwe bidin neyarên gelê xwe…Ev e jana me ya dîrokî, dîsa me diêşîne, û em jê bi tirs in!.
Ev rêveberîya devera Rojava ku PYD serkêşîya wê dike, gelek şaşîyên wê hene, çiku ew bi rêberîya Partîyek Totalîter e, ji xwe pêve kesî nabîne, tek partî û tek ramanê diparêze, lê bawer bike, hebûna gelê me bi vê hêza leşkerî ve maye girêdan, Xwedê neke (eger heye Xwedê- mîna tu pirr caran dibêjî-) ger ev hêz têk here, şovenên Ereban, Erdoxan û xulamokên wî Îxwan El Muslîmîn ên xwîn rêjm dê gelê me taromar bikin, û EFRÎN li ber çavên me mînak e. Mixabin ku di bin navê Kurdîtîyê de, heta niha, birayê me yên Kurd di ENKSê de, xwe ji Opozîsyona Sûrîyê ya Îxwanan ku di destê dewleta Tirk de leyîztok in nekişandine û hê jî endam in. Ew dikarin bi neyarên hebûna gelê xwe re di yek çarçewê de kar bikin, lê nikarin kêmasîyên birayên xwe bipejirînin û çawa dibin bila bibin, ew ji wan zikreş û tewanbaran çêtir in. Erdoxan du caran tekez dike ku tiştek bi navê Kurdistanê tune ye, yêkê ku li Kurdistanê bigere, bila here Bakûrê İraqê, li wir Kurdistan heye!..Ma gelo heta niha, ji wan birayên me re nehatîye xuyakirin, ku Erdoxan û partîya wî neyarên çar parçeyên Kurdistanê ye?.
Heta dawî, pişt bi Emerîka neye girêdan û di her kêlikê de dikare ji bo berjewendîyên xwe me bifiroşin. Ji ber vê yekê, eger tevgera Kurdî bi hev re gîyaba hev -me gelek hewildan kirin, lê nebû- û bi çavdêrîya RUSYA, guftûgo bi rejîma Esed re bi kirina, hin mafên Kurdan di makezagonê de biçesbandana, ji gelê me re sûdeke mezin bû. Wekî din, hewildanên Emerîka hene ku 400 leşkerên xwe li deverê bihêle û hin leşkerên Firensa û Îngîlîzistan û welatê we Ustralya, da ku Kurdan ji gef û êrîşên Erdoxan biparêzin, ji hêleke din ve, da ku şaşitîya wana İraqê dubare nebe Sûrîye nekeve destê Îran.
Rewşa me ne baş e bira Can…Lê em bê hêvî jî nabin, Emê li ber xwe bidin, bi gîyana Kurdewarî bixebitin. Silavên ji dil bo te û malbatê. Têm çavên birayê xwe maç dikim. Bimîne di xweşîyê de. Newaf, Qamîşlok.
Belê xwendevanên hêja, ev nameya yekem, ê berrêz Kek Newaf e ku ji min ra şandîye. Îca bi destûra we, vêca jî ez dagerim werim ser name ya duyem ku wî camêri di roja 19 vê meha Avrêlê, ango Nîsanê da ji min ra şandîye û hin pirsên min bersîvandîye. Camêr usa destpêka namê dike:
Kek Riza dema te xweş be:
În: 19-04-2019
Bira Can, berî her tişt, serê hemû hêvîyan ew e ku rewşa te qenc be, li dijî nexweşîyê li ber xwe bidî, da ku tu demeke dirêj bi nêrîn, raman, bîrûbawerî û ezmûna xwe, rêya nifşe me yê nû tu ronî û zelal biki.
Bira Can Rizo…
Min nivîsên te bi baldarî xwedin û ji dil gelek pê şa bûm, digel ku ez hin agahîyan li ser rewşa Bakûrê welêt dizanim jî, lê min gelek sûd jê wergirt û ji te re spas dikim, bi hêvî me ku ev têkilîya me herdu biran her berdewam be.
Di vê kurte nameyê de, ez ê hin nêrînên xwe li ser rewş û bûyerên dawî li parçeyê Rojavayê Kurdistan-Başûrê piçûk mina tê binavkirin, bînim zimên û şîrove bikim.
Wekî dîyar e li ser destê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ku hêzên Kurd têde hêzên sereke ne, roja 23 yê Avdara borî, dewleta Xîlafetê ya Daîşê hate herifandin û yek ji gemartirîn kelehên tirs û terorê li cîhanê hate hilweşandin. Bi vê bûyera dîrokî, devera me kete qonaxeke nû de, ew jî qonaxa piştî şikestina leşkeri ya Daîşê ye. Lê divê neye ji bîrkirin ku serê wê rêxistina terror a dij mirovatîyê, hê sax e, ne mirîye. Serê wî ramana misilmantîya tund û nijadperestî ye, ew ên ku li civakên misilmanan dijîn û îro şax vedane, kengî ew derfetê bibînin, merc bi wan re alîkar be, dîsa ew rêxistin dê serê xwe hilde, çekan hilbigire rûyê xwe yê gemar derîne, û careke din mirin û teröre belav bike. Lê di nêrîna min de, destê gelek alî û dewletên deverê û cîhanê li pişt vê rêxistinê hene, û ji bo hin berjewendîyên xwe, ew nahêlin ev rêxistin ji kokê ve hilbe û tune bibe, wê ji deverekê diguhêzin deverek din, dema pêwîstîya wan pê çê bibe, wê bikar bînin.
Bira Can, welatê me Sûrîye, ji dewletên mezin û piçûk re bûye gastîna şer û pevçûnê, li ser xaka wî, ji hêlekê ve ew tolhildanê dikin, û ji alîya din ve jî bazaran dikin. Û ta ku hêzên mezin, nemaze Rûsya û Emerîka li hev nekin, kêşeyên xwe li ser asta cîhanê çareser nekin, şer li Sûrîyê ranaweste û ev agir venamire. Û wekî naskirî ye, dema mezin pevdiçin, piçûk li ber lingan diçin!.
Bira Can, ta roja îro, tu asoyên lihevkirin û lihevhatinê di navbera Rûsya û Emerîkayê de xuya nakin, û di vê girikê de, Turkîya û Îran jî bi xurtî dixebitin û naxwazin ku Sûrîye aramîyê bibîne! Mixabin ku hê jî doza gelê Kurd li cem her du dewletên mezin mîna kaxezekê bikar tê, ne mîna doza miletekî xwedî maf, miletekî bin destî daxwaza azadîya xwe dike, daxwazîya pêkanîna belge û zagonên dezgeha navnetewî dike!.
Keko piştî dana bêtir ji 11000 pakrewanî û seqetketina 25000 xortên Kurd di şerê terorê de, li şûna ku dewletên mezin ên cîhanê doza gele Kurd di Yekîtîya Netewan de fermî çareser bikin, da ku ew jî mîna hemû gelên cîhanê bi rûmet û azad bijî, destê berpirsên dewleta Tirkîyê, Îran û İraqê tê berdan û metirsî hene ku gelê me qelenkî girantir pêşkêş bike.
Di nêrîna min de, em Kurd hinekî ji vê berpirsîyarîyê hildigrin, lê ne tevî. Berpirsîyarîya me ew e ku em bi hev re ne (dost yar in) mîna tu dibêjî, û em ji hev hez nakin û xwîna hev di destê neyarên gelê xwe de helal dikin, em ji bîr dikin ku tevî hemû cudahîya nêrîn û bawerîyan em bira ne, em xwedîyê yek dozê ne, qelsketina hevalekî min, ben li stoyê min teng dike. Hêvî ji me hene, dixwazin ku birayên wan bişewite, çi bi gel û dozê were bila were!. Ez dibêjim, belkî ev yek ji mezintirîn nexweşîyên me Kurdan e, ew ne tene li cem serok û rêvebirên Kurdan heye, lê belê li cem piranîya gelê me heye, ew jî girêdayîyê zanist û dîrokê ye, girêdayîyê zanista derûnî ye. Kilîta çareserkirina vê kirîzê jî, ji hev hezkirin e, rêzgirtina hev e.
Kek Riza, vêca de were em vegerin werin ser rewşa tevgera Kurd a sîyasî. Ez dikarim bibêjim rewş ji wilo xirabtir min nedîtîye!!.. Di rewşeke ku gef ji bal rejîma Sûrîyê, Turkîyê bi xurtî li me dibin. Ji ber ku Kurdên me ne xwedîyên biryara xwe ne, wan xwe sipartine alîyên Kurdistanî, em nikarin civînekî ji hêzên sereke yên Kurd! li Sûrîyê re lidar xin. Di nêrîna min de, xwedîyê doza Kurdî li Sûrîyê, gereke hêzên Kurdî li Sûrîyê bin, ne Kurdên Bakûr, Başûr, an Rojhilat bin. Dîsa ew birayên me ne, gereke bi gelê me re alîkar bin, lê ne ew ê sîyeseta parçeyê me destnîşan û nexiş bikin.
Mixabin, rêz û refên me ji hev belawela ne, bi têvedana hêzên nedîyar, her çendakî, partîyek nû dizê, hejmara partîyan 40-50 derbas kirîye!!. Ev bi xwe jî Keko pilana neyaran e, da ku ew gelê me winda bikin û wî bê hêvî bikin, wî neçar bihêlin da ku ji wan re serî dayne. Ji ber ku dema mirov bê hêvî dibe, mirov dimire, bermayên xwe radestî neyarên xwe dike.
Kek Riza…
Efrîn…Tewanên kesnedî li dijî gelê me li Efrînê birêve diçin. Dewleta Turk û hêzên tarîyê ên xulamokê wê ku li ser kurtêlên wê dijîn, ew ên şoven, zikreş û kîndar, xelkên me dîl girtine, rûmeta wan a rojane binpê dikin, pereyên wan, zêr û milkên wan, bi dara zorê ji wan distînin. Xort û keçên wan direvînin û heta bacê nedin wan bernadin… Kurdan ji gundên nêzî sînor radikin û Turkmenan û Ereban li cîhê wan şûndwar dikin.
Keko di navbera Efrîn û bajarê Helebê de, dora 35 km ye. Dewleta Turkîyê û rejîma Sûrîyê nahêlin ku şênîyên Efrînê herin Helebê kar û xwestekên xwe bicî bînin, ew neçar dibin, ji Efrînê têne Munbicê, Kobanîyê û Qamîşlo, ji Qamîşlo bi balefire diçin Şamê, ji Şamê tên Helebê!!..
Ma kesî tiştên wiha bihîstîye bira can?!… Berî çar rojan mêvanekî minê Efrînî hebû, dihu sibehê bi balefirê çû Şamê, lê mixabin berî kurte demekê îro bi min re axivî, got li Şamê, em Efrînî ji Basê peya kirin û nehîştin em herin Şamê, belkî me vegerînin Efrînê!!.
Bibûre birayê hêja, min serê te êşand, lê hingî dilê me bi derd û kul e, min xwast Kekê xwe li ser rewş û êşa me ya xirab serwext bikim.
Silav û rêz, bimîne di xweşîyê de.
Biraye te Newaf Bişar, Qamîşlo