Xwendevanên hêja, ez car-car ji xwe ra: “Naxwazim têkevim nav şîroveya rêzanîya Kurd û Kurdistanê û ê cîhanê. Lewra ez ne mirovekî rêzanvan im. Bi gotinek dî, ne sîyasetmedar” dibêjim, lê di axaftin û nivîsên min da jî pirr hendik rêzanî heye. Lewra jîyan bi xwe rêzanîye; ango sîyaset e. Em nikarin ji rêzanîya jîyanê dûr bisekinin; lê ez dixwazim di vê nivîsa xwe da li ser du nexwaşîyên bêderman rawestim. Nexweşîya yekem, a bêderman, min di zaroktîya xwe da dît û ez bûm govanê wê nexweşîya bêderman. Ango piştî salên tevkujîya Dersim û destpêka şerê cîhanî, a Hîtler, ku di vî şerî da bi mîlyonan mirov hatibûn kuştin, lê haya min ne ji wî şerî û mirina bi mîlyonan mirovan hebû û ne jî ji rêzanîya Kurd û Kurdistanê û 70.000 cangorîyên Dersim. Tenê min car-car di civîn û misletên pirsgirekên gundê xwe da ji devê bavê xwe yê dilovan dibihîst; wî bi gîrî ji hin kesan ra: “Çemê Xarçik û Çemê Mizur bi xwîn diherikîyan, wan çeman cendeng dikişandin” digot, lê min nedizanibû Çemê Xarçik û Çemê Mizur çira bi xwîn diherikîyan, cendeng dikişandin, ew xwîn û cendeng, xwîn û cendegê kîyan bûn, ew çemana li ku diheriqîyan.
Xwendevanên xoşewîst, ez ji we ra qal û behsa nexweşîya bêderman, a ku 76-77 sal berê min dîtîbû dikim. Ew nexweşî, nexweşîya xurî, sorik, nirkutik, girr û jana zirav, ango verem û birçîbûnek bê salixdan bû, ku di wî welatê me yê ku bi xurişta xwe ve wekî bihişt e, ne nexweşxanek me hebû ne bijîşkek û ne jî dermanekî wan nexweşîyan. Pirrî caran me gezek nanê ce û garis jî nedidît ku em bixwin. Gelek kes bi birçîbûnê mirin. Di dema biharan da xwarina me kereng, siping, xîlok, gizêr, di dema payîzan da jî berû û xozê darên dêdar bû. Di demên zivistanan da jî, xwarina me şolika ardên ce û garis bû. Ango şolika wekî malêza kûçikan. Ji ber ku Roma Reş em kiribûn nav çeperek pola, gemaroyek aborî; li ser bêderên me şane û cendermeyên wê hebûn; wana hemû zadên me di bin sîya tifîngan da, bi zorê digirtin, li ker û hêstiran bardikirin, dibirin dişandin Anqarê û Stenbolê.
Belê xwendevanên hêja rewş heman usa bû di wan salan da. Roma Reş ew welatê me yê wekî bihişt ji xwe ra kiribû wargeh, ji me re jî kiribû gor, ku îro jî wî karê xwe bi barbarî didomîne, jîyan ji gelê me ra kirîye dojeh, bi tevahî welatê me dagirkirîye; li ser her tap û girekî wê erdnîgarîyê ku jibo hemû Kurdperwerên Kurd evrar û pîroz e, leşkergehek xwe avakirîye, top û tankên xwe jî birîye wir, her roj bi wan û bi şerfirokên xwe ve him wê erdnîgarîya me ya pîroz, ê hefsed bav û kalên me bombebaran dike, gund, bajar û bajarokên me serhev-binhev dike, dişewitîne dike pag, bi hezaran mirovên me dikuje; sedem jî dîyar, ber bi çav e……….
Belê, birayê minên Kurd, ez ji babetê dûrnekevim werim ser gelşa wan nexweşîyan. Ji wan pênc cure nexweşîyan, nexweşîya xurî û jana zirav, mirin dipjiqandin. Bi taybetî jî nexweşîya jana zirav, ango verem nexweşîyek bêderman bû. Ew nexweşîya diket çanê kê, sedî sed ew kesa di hundur demek kurt da dikuşt. Ango dermanê wê nexweşîyê hêj nehatibû dîtin, lê ew nexweşî bi piranî di welatê me Kurdistanê da dihat dîtin. Bi hezaran zarokên biçûk, xort û keçen azeb, jin, bûkên ciwan, mêr, kal û pîr bi wê nexweşîyê dimirîyan. Ji wan mirîyan sê xort jî kurê xalê min bûn; lê di malbata me da kesek nemir. Şikir ji Ezdanê gewre.
Belê, ez bawer im dermanê wê nexweşîya kambax û cangirtî, piştî 1960’î şunda hat dîtin, ku îro ew nexweşîya qasa nexweşîya zekem, ango girîpê jî metirsî nîn e, lê di dewsa wê da îro jî nexweşîya şêrpençe û adîs cî girtîye. Bi nexweşîya xurî ve dîsa bi hezaran zar û zêç, xort û keç mirin. Gelek kes jî bi çavan kor bûn ketin nav tarî û zulmatê. Di wê dem û salan, di gundê me da 52 malbat hebûn, 27 kes bi wan nexweşîyan ve mirin, gelek kes jî bi çavan kor bûn. Gundê nêzî gundê me Qurqurik, 75 xane bû, di wî gundî da 92 kes bi nexweşîya xurî û jana zirav ve mirin, kesên saxmayî ji kolandina mezel, ango tirban bêzar bûbûn, hêz di mil û baskên wan da nemabû. Bi kurtî bi wan nexweşîyan bi deh hezaran Kurd, li Kurdistanê mirin. Di wan salan da dijminê me yê duwem ew nexweşîyana bûn. Ango piştî zilm, zor, barbarî û Kurd kuştina Roma Reş, li Qoçkîrîyê, li Pîran, li çîyayê Agirî, li dala Zîlan û Dersima xopan da, lê dîsa jî Kurdan ew zalim û barbarana ji xwe ra Îslam bira dîtîbûn, îro jî bi mîlyonan Kurd wana ji xwe ra dîsa birayên Îslam dibînin; ku ev jî bêhişî û bomiktîyek taybetîye jibo gelê me yê nav Kurd. Ku heye eger hêzek wekî jêra “Xwedê” dibêjin, hiş bide vî gelî.
Xwendevanên delal, ez naxwazim serê we pirr biêşînim, dagerim werim ser nexweşîya duwem. Nexweşîyên yekem nexweşîyên xwezayî bûn, mirov dermanê wan nexweşîyan nedîtîbû, lê îro ji bilî nexweşîya şêrpençe û adîs, dermanê hemû nexweşîyan -derveyîyê mirinê- tên dîtin; lê gelo dermanê rêzanîya gelê Kurd li ku û çito were dîtin? Kî jî nexweşîya rêzanîya gelê Kurd ra demanekî bibîne? Kî hiş bîne bike tasa serê Serok û Rêvebirên gelê Kurd? Gelo bi rastî hêz û Xwedêyekî usa heye? Ez bawer nakim. Ji ber ku du tiştan mêjîyê ku di tasa serê gelê Kurd û tasa serê Serok û Rêvebirên wan da heye, wekî morfîn tevizandîye. Ango ola Îslam, a kuştar û barbar, îdeolojîya çep û çewt, serê gelê Kurd, Serok û Rêvebirên wan gêj kirîye. Piranîya gel, hinek Serok û Rêvebirên wan, bi jehra ola Îslamê hişê xwe winda kirîne bûne noker û xulamê wê olê û Rêvebirên wê, ku ew li Baxdat, Tahran, Şam û Anqarê rûniştine, xwîna gelê Kurd di dewsa şerbeta şekir û hinguv da vedixwin. Yên çep jî, Karl Marks, Engels, Lenîn û Mao ji xwe ra kirine Xwedê û Peyxamber, lê ne Serok û Rêvebirên olperest ji hevra dibin bira û yar, û ne jî qûlên Karl Marks, Engels, Lenîn û Mao. Hemû bûne dijên hev û neyarên hev. Xwîna hevûdu vexwin têr nabin. Ango nexweşîyêk bêderman e ketîye nav gelê Kurd, Serok û Rêvebirên wan. Ev nexweşîya bêderman ne tenê ketîye laşê gelê Kurd, her usa ew ketîye laş, tasa serê hemû Şêx, Axa û Seîdên Kurd jî. Ango ewana jî bi rêya ola Îslamî ve jehra marê reş kirine nav wê jehra ku Serok û Revebiran kirine tasa serê gelê xwe yên mazlûm, nezan û bê perwerde.
Xwendevanên hêja, dixwazim hûn min bibexşînin, li gor bawerîya min, gelê me wekî mirîşkên ku bi qîrîn ber bi rovî dimeşin, dibin nêçîra rovî, wekî wan mirîşkan e. Serok û Rêvebir, Şêx, Seîd û Axayên me çavên gel bi jehra rêzanîya olî û çepî ve kor kirine. Gel bi gotin û fermana wan hevûdu dikuje, dost kî ye, dijmin kî ye nizane. Gelê Kurd bi gotin, derew, virr û fermana Serok, Şêx, Axa û Seîdan, bûye dijminê birayên xwe. Çavên xwe kor kirîye, naxwaze li cîhana nûjen binêre. Serok, Şêx, Axa, Seîd çi dibêje yekser dipejirîne. Qencî û xirabîye ji hev cihê nake. Naxwaze ji gelên pêşketî ders û mînakan bistîne û ew jî bibe kes û gelhekî şareza, xudan zanîn, dewlet û dezgeh. Dîsa divê xwendevan li qisûrên min mêze neke. Serok, Şêx, Axa û Seîdan gelê me ji xwe ra kirine xulam, berdest, noker. Wexta ku şerên hev dikin, bi xwe nakevin nav şer, xulam û berdestên herdu alîyan hevûdu dikujin. Wekî xulâm, berdest û mirûdên Celal Talabanî û lawên wî, Goran. Yên Barzanî nebûne sedema birakujîyê, lê ew jî li hember êrîşa wan xwefiroşan bêgav mane bûne şîrikê wê birakujîyê. Lê gelo ew xulam, berdest û mirûdên ku Avdo ji xwe ra kirine Xwedê û peyxamber, jibo wî xwe dişewitînin, dikujin, bi hezaran diçin axa xanî û banê ku ew di binda ji dayîk bûye wekî teberik û şifa jîyanê dixwim û ji xwe ra dikin bazbend û nivişt, ew çi dikin di çar parçeyên Kurdistanê da?????????
Belê, sed heyf û mixabin ku ew serîgêjana him jî Kurdperwerên gelê Kurd ra bûne şermek mezin, cîhan ji wê tevgera wana xeşîmî dikene, gelê me wekî gelhekî kevneyar dibîne, him jî ew di meydana çar parçeyên welêt da bûne şampîyonê karê birakujîyê. Wan tenê di nav xwe da jî 17.000 kes kuştine. Di çar parçeyên Kurdistan da bûne bela û qeda. Biran ji dijê biran rêz dikin; bira hevûdu dikujin. Ewana ne tenê vî karî dikin, bê derew îtîram û rêzgirtin jî li holê rakirine. Ne ji mezinên xwe ra rêzdar in û ne jî biçûkên xwe hez dikin. Kes û kesên ku bi çavên wan ve li cîhanê nanêre û nanêrin, kes û kesên ku wekî wan nahizirin, gelşan wekî wan şîrove nakin, hemûyan ji xwe ra dijmin dihesibînin. Wan serîgêjana, mirûd û xulamên Avdo, bê şerm û fedî Remza Kurdistanê, Ala rengîn jî ji xwe ra wekî paçekî qilêr û bi lewtî dibînin û didin bin lingên xwe pîn dikin, diçirînin, wekî dijminan dişewitînin, ku va kar û tevgera wan jî, ji nexweşîyek bêderman ve tê. Vana nexweşîya birakujîyê, nexweşîya ne rêzgirtin û îtîramê ji xwe ra kirine karekî adetî; ango normal û pîroz. Gelo bijîşkekî wekî Loqmanî Hekîm derkeve ji vê nexweşîya wana bêderman, a ku wekî çor ketîye nav wan û nav gelek kesên Kurd, Serok, Revebir, Şêx, Seîd û Axan ra dermanekî bibîne? Hêvî dikim bijîşkekî wer derkeve, wê jehra nexweşîya bêderman di ran û tasa serê gelê Kurd, Serok, Rêvebir, Şêx, Seîd û Axayê wan da derxîne. Ku ewana ji cîhana nûjen, ji hemû gelên pêşketî, ên xudan dewlet û dezgehên demokratîk, ji Qiralên Îngîlîz, ên Çînê û ên din ders û mînakan bistînin, ji hevra bibin bira, rêzdar, li hember hemû dijminan hêzên xwe bikin yek, wekî mêran şer bikin, gelê xwe di bin lep û lingên çar dewleten hov û sê nijadên barbar da rizgar bikin, bibin xudan dewlet û dezgeh, di nav sazûmanek demokratîk û dadmendî da bijîn. Bi vê hêvîya dilê jar û
nexweş.
Bimînin di xweşîyê da.