
Xwendevanên hêja, di nav gelê me da hin kes wexta ku ji yekî ra jibo gelş û mijarek girîng, wekî rewşa şoreşgerî, yan jî rêzanîya Kurd û Kurdistanê hêrs dikevin û: “Lalaw 33 stranên hirçê hene, hemû jî li ser hermîyê ne, lê hêjmara stranên we ne 33 ne, bi sedan stranên we yên bê meqam hene ku ew serê mirovan gêj dikin” dibêjin. Bibe ku gelek xwendevan jibo ew kesên ku wekî min car-caran kar û kirinên PKK’ê ji xwe ra dikin rojev û rexneyê wê dikin, bibêjin “Êdî bes e lo” lê ez vê gotinê nabêjim û wekî wan nahizirim. Ji ber ku di meydana şerê Rizgarîya Kurd û Kurdistanê, bi taybetî jî di parçeyê Bakûr da xwedêgiravî PKK û beşê wê yê legal HDP heye. Navê PKK’ê 40 sal berê di nav gel da belav bû. Derketina PKK’ê di Bakûrê Kurdistanê da wekî bombeya Atomê, wekî birûskek xwezayî bi tundî û bi dijwarî derket meydanê, deng da, deng bû alan û wê bi qîrîn banga gelê Kurd kir û ji wî gelê bindest û mazlûm ra: “Êdî bes e evqas bindestî, nokerî û xulamtîya Tirk, Ereb û Farisan. Em dixwazin Kurdistanek Yekbûyî, Kurdistanek Sosyalîst û Serbixwe ji gelê xwe ra damezrînin” got û parseng kir “Divê berê dijminê hundur were kuştin û tunekirin” got û destpêka şerê birakujîyê kir, erd û asîman hêjand, bi seden Kurd birayên xwe kuşt, hemû partî û rêxistinên ku berî wê destpêka karê Rizgarîya Kurd û Kurdistanê kiribûn, ew hemû yek bi yek bêdeng hîşt û erk, deng û foknksîyona wan li holê rakir; lê ji vî karê xwe yê nerênî jî têr nebû, vêca berê xwe da sê parçeyên din. Ango parçeyê Rojava, Başûr û Rojhilatê; li wir jî bira li dijê biran rêz kir, bû sedema kuştina bi hezeran Pêşmerge û Gerîllayê xwe yên ku kiribûn dijminê birayê çar parçan. Bi kurtî derketina PKK’ê û serokê wê Ocalan, mala me Kurdan xira, pergala me jî belav kir, parçeyê Bakûr bi tevahî kir bin ling, lep û panîya Tirkên hov û barbar. Şerê PKK’ê 4000 gund kir wêran û pag, erdnîgarî tarûmar kir, nîvî zêtir dîmatî, -yerli- û rûniştvanên wê axa bav û kalan, wê axa evrar û pîroz bûn koçebar çûn ketin metropolên dijmin, li wir ketin ber çerxa tîbûn, birçîbûn, betalîyê û pişavtinê. Ango asîmîlasyonê, ku ev rewş îro jî li ber çavê hemû Kurdan e.
Xwendevanên hêja, bê derew, heya sala 1965 û 70, li Dersimê, tenê di melbend, ango nahîye, lîwa, bi gotinek dî qezayên me da leşkergehên Tirk hebûn, ku di wan leşkergehan da tenê çend zeftîye, ango cenderme dihatin dîtîn. Di wan salan da çekên wan leşkergehan tenê tifîngên mawûzer, yên ku li Kirikkalê hatibûn çêkirin hebûn. Di demên zivistanan da me gundîyan qet cendermekî Romê jî nedidît. Herkes di gundê xwe da azad û serbest bû. Ji bilî zimanê dayîkê kesekî ji kesekî dî ra Tirkî qise nedikir. Di şevên zivistanan da çîrok ji me ra wekî qurana ola Îslamê bûn. Lê gelo îro rewş çawa ye? Gund qet nemane, çîrok jî hemû jibîrbûne.
Belê, berê di melbenda me Moxindîyê da tenê leşkergehek Tirk hebû, ku bê derew, di wê leşkergehê da jî neh, deh cenderme û serokekî wan. Ango ya sitvanyarek, yan jî çawîşek hebû, lê gelo îro rewş çawa ye? Bê guman û dîsa bê derew, îro li ser her tap û girekî erdê Melbenda me Moxindîyê da leşkergehek, li tev top, tank, helîkopter, di şevanda jî şewqên projektor hene, şev jî kirine roj. Ango şerê PKK’ê Bakûrê Kurdistanê bi tevahî kir bin ling û lepên Tirk. Zimanê me yê qedîm, ê bi deh hezar salan li ser wî erdê pîroz nema. PKK’ê ew jî kuşt. Sed hey, hezar mixab.
Xwendevanên hêja, piştî evqas gotin ez dixwazim dagerim werim ser gelş û mijara sernivîsa vê nivîsa xwe. Ango “Ev Çi Parêz e, Çi Tirşika Kelem e?
Birayên delal derketina PKK’ê, şaşî û çewtîyên wê çiqas dibin bila bibin; ez wekî Kurdekî welatparêz PKK’ê partîyek terorîst nabînim, PKK’ê teror tenê li Kurdistanê, li ser gelê xwe bi kar anîye, tundîya birakujîyê ji xwe ra kirîye erk, ku hîn jî dev ji wî karê xwe yê nerênî bernedaye; kîjan Kurd û partîyek Kurd, ku bi çavên wê li cîhanê nanêre, ew wî kesî û wê partîyê ji xwe ra dijmin dibîne û dihesibîne. Ango serperîştên vê partîyê û hemû alîgirên wê pirr î caran karên wer dikin û hin tiştên wer dibêjin ku, mirov şaş û metal dibe. Bi rastî hişê min nagîhîje kar, kirin û gotinên PKK’îyan.
Xwendevanên hêja, PKK’ê û Serokê wê Avdillah Ocalan bi wî şerê qirêj ve mala me Kurdan xira kir. Çawa ku hûn jî dizanin Ocalan piştî 15 salên şerekî qirêj, bi senaryoyek tarî va li Sûrîyê hat derxistin, ew firîya çû gelek welatan, lê kesekî di welatê xwe da cî û şûnek neda wî, tenê dewleta Îtalî xwast ew li wir cîwar bibe, lê wî nepejirand, vêca wî berê xwe da Kenyayê, li wir hate girtin bû dîlê dewleta Tirk, kete girtîxana girava Îmraliyê. -Ez bawer im senaryo usa hatibû nivîsîn û amadekirin- Hemû Rêvebir, Serok û gelê Tirk ji Ocalan ra: “Terorîst, kuştarê zarok û pitikan” gotin, îro jî ji wî ra usa dibêjin, lê alîgir û mirûdên wî yên ku bi navê “Partîya Gelên Tirkîye yê” partîyek legal damezrandine, gelo ew çi dikin û çi dibêjin? Bi rastî hişê min nagîhîje kar û gotinên wan.
Selahaddîn Demîrtaş xortekî dînamîk, mirovekî gotarbêj û zana, lê bi vîna serê xwe ve tevnedigerîya, kesekî vîn-azad nebû. Wî jî dost kî ye, dijmin kî ye, nas nedikir. Wer dizanîya ku Qendîl û Îmrali wî û hemû gelê wî diparêzin. Bi kurtî wî vîna xwe kiribû bin sîya Qendîl û Ocalan. Diçû serdana Îmraliyê, li pêş Ocalan destpençe xar dibû, Ocalan dersa serokatîya dida wî, wî jî: “Belê, belê serokê min” digot û Azadî û Serxwebûna Kurd û Kurdistanê bi wî ve girêdida û dadigerîya Anqarê; di benda wê xewn û demcame ya xwe da dima, lê wexta hilbijartina serokatîya Erdoxan, îcar wî ji Erdoxan ra: “Ez Te Nakim Serok” digot û gule berdida ser ling û laşê xwe; di dûwahîyê da jî Erdoxan bû Serok, ew jî kir girtîxanê, ev e nêzî sê salane ku ew li wir roj û mehan dihêjmire, di nav çar dîwaran da, kurteçîrokan û helbestan dinivîsîne, helbestan dike beste û awaz distrîne, lê kes ne dengê wî dibîhîse, ne jî dengê sîmên tembûra wî. Bi kurtî ew û gelek kes, wekî serokê hin şaredarîyan bûn cangorîyên Ocalan. Ji ber ku Ocalan jibo wan wekî Xwedê û Xizir felatkarekî wan bû; lê wî Xwedê û Xizir î ne ew di bin zilm û fermana Erdoxan da rizgar kir, ne jî bostek erdê Kurdistana bindest. Sed heyf, hezar mixab.
Belê xwendevanên hêja, min dîsa babet dirêj kir bibexşînin. Çi bikim hemû stranên min jî jibo Kurdistanê, kar û kirinên PKK’îyan e. Bi taybetî kar û kirinên PKK’ê min şaş û metal dike; ku min jî di pirtûka xwe ya “Hesreta 50 Salî û Kilamek Jibo Apo” 101 çarîn nivîsîye, kirîye beste, di dil û mêjîyê xwe da her roj bi bê dengî distrînim.
Xwendevanên delal çawa ku hûn jî dizanin, Avdilah Ocalan heya roja mirinê ceza girtîxanê standîye. Dewleta Romê ji wî ra: “Serokê terorîstan, kuştarê pitikan” dibêje, lê hemserokeka partîya PKK’ê a legal HDP’ê Leyla Guven wekî hemû hevalên xwe “Em Partîya hemû gelên Tirkîyeyê ne, tu peywendîyên me ji PKK’ê û Qendîlê ra tune” dibêje, lê radibe jibo azadîya Ocalan dikeve gireva birçîbûna mirinê, çend hevalên wê jî, wê Xanimê dişopînin û di meclîsa Tirk da dikevin gireva birçîbûne. Bi rastî jibo bîrûbawerîya min evana bûne sosret, qeşmerên sîrkan, kesên bomik; Erdoxan û hemû xulamên wî jî di bin lêvan da dikenin û ji wan ra: “Ev çi Parhêz e, Çi Tirşika Kelem e?” “Ka hûn partîyek Tirkîyeyê bûn, peywendîyên we ji PKK’ê û Îmraliyê ra tunebû” dibêjin, ku ev jî rastîyek e, divê em jî vê rastîyê bipejirînin.
Birayên delal, li vir ez jî dixwazim ji Leyla yê û ji hemû hevalbendên wê bipirsim, ka we digot “Em partîya hemû gelên Tirkîyeyê ne, qet peywendîyekî me ji PKK’ê ra tune?” Çira hûn bi gelek karê xwe yên negatîfî ve birûskên Roma Reş dikişînin ser gelê me yê reben, belengaz, nezan, dînên ola Îslamê? Gelo ji vî gelî ra ne guneye? Ew Ocalan nîn e ku gelê Kurd kirîye vê rewşa bed û xirab? Leyla Xanim û hevalên wê divê ewqas xem, li hember kesên zana xwe ewqas nizm nekin, nebin pêkenokên dijmin û hin kesên din. Ez bi xwe di wê bawerîyê-dame ku, li ser Ocalan qet cûdagirtin, ango tecrît tune. Ev bangeşîyek ne rast e, derewek bi doçik e. Ocalan di giravek wekî bihişt da dijî. Dîrokvan Ayşe Hur dîroka wê giravê nivîsîye. Di wê giravê da rez, bax û bistan, bi hezaran gul û çîçegên rengîn gelek in, Ocalan jî di nav wê dîmen û pêşdarîyê da dijî. Dewleta Romê jibo wî qesrek wekî qesra padîşah û qiralan çêkirîye, ew di vê qesrê da dijî, her roj li tev gerînende yê wê qesre, -midûr- derdikeve der, bi hev ra pêgermok, ango volta davêjin; ji alîkî diçin alîya dî, li wir dîsa vedigerin. Ku birayê wî Memed Ocalan, çûyîn û dagerînek xwe da ji rojnamevanan ra usa digot. Li milê dî, dîsa li gor bawerîya min dewleta Roma Reş her hevcedarîyê wî yên mirovî jî bi cî tîne. Heta pejnên wî yên cînsyetê jî têr dike. Kêfa wî di cîda ye. Ji ber vê yekê ye ku wî carekî usa gotibû: “Heya ku gelê min azad nebe, ez di vê giravê da dernakevin. Kesek bi zorê min li vir dernaxîne”. Kî dixwaze di cîyekî wekî bihişt da derkeve lo? Lê dîtin, gotin û şîroveyên mirûdan bi cûrekî dî ye. Dîsa sed mixab.
Belê xwendevanên xoşewîst, ez usa dihizirim. Ramîyarîya min jî her usa ye. Dil dixwast Leyla Xanim û hevalbendên wê jibo Azadîya gelê Kurd û Serxwebûna Kurdistanê biketana gireva birçîbûna mirinê. Dîsa dil dixwast ku ew kesên ku jibo dîlgirtina Ocalan xwe şewitandîbûn, xwe jibo Azadî û Serxwebûna Kurdistanê bişewitandina. Divê êdî hemû alîgirên PKK’ê hişê xwe bînin serê xwe, Azadîya Ocalan û mafê partîya xwe nekin pêş mafê Azadîya gelê Kurd û Serxwebûna Kurdistanê. Divê herkes zanibe, jibo darekî daristanek fîde nebe neye şewitandin. Ocalan tenê darek e, lê di daristanê da bi mîlyonan dar hene. Divê em wan darana biparêzin, bê ax û bê av nehêlin. Divê hemû Serperîşt û alîgirên PKK’ê dev jî çalakîyên antî demokratîk û şerê çekdarî berdin. Dem ne dema şerên çekdarî, cîhan jî ne cîhana duhunî ye. Cîhan bûye cîhanek gilok û qutîyek biçûk, ketîye bêrika mîlyar kesan. Dem dema hişmendî, rêzanî û dîplomasîyek navnetewî û kar û xebatên realîst in. Li milê dî divê ew Serperştana dev ji antî bangeşîya hemû partî, rêxistin û kesên welatparêz, bi taybetî jî antî bangeşî û dijminatîya KDP û Serokê wê berrêz Mesûd Barzanî berdin, ji hemûyan ra bibin bira û yar, dost kî ye, dijmin kî ye ji hev cihê bikin û xwe di ser çîyayê qafê da nebînin, ji herkesî ra: “Werin di bin sîwana me da cîwar bin, em mezinê we ne” nebêjin, her Kurdekî, partî û rêxistinekî ra wekî birayên dilsoz biaxifin, wana wekî lebatên cane xwe bihesibînin, hêzên xwe li tev hêzên wan kin, eger ku bi rastî amac û daxwazîya wan Azadî û Serxwebûna Kurdistana Çeleng e, dê ew li tev hemû birayên xwe, wê dem û roja pîroz bibînin. Wekî dî serkeftin xewn û demcam e. Ev bawerîya min e.
Têbinî:
Xwendevanên hêja, ev tiştên ku min li jor di heqê Avdila Ocalan, partîya wî ya îllegal PKK’ê û partîya wî ya legal HDP da nivîsîye, ewana hemû ramîyarî û ramanê minên kesayetî ne. Ez usa dihizirim, ramîyarîya min jî usa ye. Ango ev heqekî minê xwewerî, ango tabîî û demokratîk e. Hêvî dikim hemû xwendevan û hemû alîgirên PKK’ê, ji vî heqê minê mirovtî û demokratîk ra rêzdar bin. Bi vê hêvîya dilê keserkêşê 68 salan, bi silavên biratî.
Bimînin di xweşîyê da.