Hûn jî dizanin ku em gundî ne. Dema mirov gundî bû an cotkar an jî şivan e. Ew kesên cotkar û şivan ninin, ew jî; an axa an jî beg in. Ez serê we neêşînim, gundî û cotkar im. Şivan bi pez û dewar diçêrînin, cotkar jî bi axê re, ango zîraetê/cotyarîyê re mijûl in. Wexta zîraet were gotinê, zevî, bax û baxçe tê bîra mirov. Herê rast e, dewarê me jî hene. Em wan jî bona karanîna zîraetê xwedî dikin. Hesp û ker ji bona siyarbûn û barlêkirinê; ga ji bona cotkirin û erebe kişandinê; mange/çêlek, bizin û mîh jî ji bona dew û qatixê teze xwedî dikin. Vana hemû ji bona jiyana me gundîyan girîng in. Ewana jî nebin ma çi qîmeta gundan dimîne ku?
Min di serî de gotibû ku ez cotkar/rêcber im û cotkar kesên ku bi zîraetê re kardikevin re tê gotin. Ziraet jî bê zevî, bax û baxçe nabe. Ka em binêrin çîyê me heye?
Hemd ji Xwedê re ku di vî warî de em xwedî her tişt in. Baxekê me heye. Di bax de şêst kok rezên me hene. Ji wan şêst kokan 20 kok tirîyên reş, 40 kok jî tirîyên spî ne. Ew tiri jî di nav xwe de bêj bi bêj in. Gor bêjan tên binavkirin. Lê ez naxwezin bi rêzkirina navên wan bêjên tiriyan serê we biêşînim. Rezê me hember gund e û bej e. Ji cîhên neavî re bej tê gotin. Ji ber ku rezê me bej e, tiriyên wî pir şîrin in. Tiriyên rezê avî gor tiriyên rezên bej hinek tamsar in.
Sê jî baxçeyên me hene. Baxçek li ber gund e. Di wî baxçeyî de bêj bi bêj darên mêwe/fêkîyan hene. Darên alinçeyan, gêrazan, tûyan, hêrugan, sêvan, heybeyan, hinaran, mişmişan û hwd.
Baxçeyek tenê baxçeyê darên sêv û hermîyan e. Berê ew dewera zevî bû. Me jê re digot zevîya hember. Bapîrê min ê rehmetî rojekê bi çend mêran re hat û çûn nav zeviya hember. Bi metroyên der û dora zeviyê pîvan. Rêz bi rêz singên qasî 2-3 bihust dirêj kutan. Min nedizanî ku va singana çi ra tên kutandin. Kalikê min behsa baxçeyê sêvan dikir. Min jê dipirsî:
- Kalo çima hûn eva singana di erdê de dikutin?
- Kurê min, ew ji bona belûkirina cîhê tayên/fîdanên darên sêvan e. Ez dixwezim ev der bikim baxçeyê sêv û hermiyan. Min ji bona tayên sêv û hermiyên rezî serî li daîreya zîraetê xist. Ewê şaxên/tayên lûlkirî, yên rezî bidin me. Loma hatine zeviyê dipîvin ku ka çend kok şax ji me re lazim in.
Ew kesana dû re hatin mala me, xwerin xwarin, çay vexwarin û çûn. Çend hefteyan şûnd ve rojekê cîpek hat gund, ber derê me sekinî. Sê kes jê peya bûn. Kalikê min jî der ket ber derî. Bi hevûdû re hinekî axifîn. Di paşîya cîpê de kom bi kom tayên qasî metroyekî dirêj hebûn. Rîçikên her komekê bi telîs hatibûn pêçandin. Ew şaxana ber derê me danîn û çûn.
Kalikê min bang apê min kir û jê re got:
- Here nav gund, gazî çend kesan bike, bila werin em ji hev re van şaxana bibin di zeviya hember de daynin. Bila tevir û bêr ên xwe jî bi xwe re bînin.
Danîna wan şaxan/tayan yek bi yek tê bîra min. Li jor tayên darên sêvan, li jêr jî tayên darên hermiyan danîn. Cîhên ku tê de sing hatibûn kutandinê yek bi yek vedan û ta tê de danîn. Hemû şax lûlkirî bûn. Şêst kok sêv û çil kok hermî. Hinek kok dû re hişk bûn, cardin aj dan. Ew aj ên bin lûl re mezin bûn di şûna sêvên rezî de sêvên talik, di şuna hermiyan de jî şekok girtin. Wê çaxê min fam kir ku lûlkirina daran çiye û ji bona çi daran lûl dikin.
Di biniya baxçeyê sêvan de baxçeyê me yê spindaran/qewaxan he ye. Ew dewera jî berê mêrgek me ya li ber newalê de bûye. Ew mêrga rakirinê, kirine şîv û di tê de şivên spindaran/qewaxan danîne. Danina wan şivan nayê bîra min. Dema kalikê min pişta xaniyê kevn havitî ye û qatik din daye ser, dar û ber hemû ji wê baxçeyî tedarik kiriye. Dema dara spindarê hat birîn di ber koka wê de bi kom aj derdikevin. Divê ew ajana bên dapîtin û yek du şiv bimînin ku bejnê bavên, dirêj bibin. Di bêxçe de rêza ber newalê rêza darên bîh ne. Dara bîhê avê pir hez dike, bervî avê rîçik davêje. Dara bîhê çiqas bê birînê weqas zêdetir aj dide û belav dibe. Lomaye ku dara bîhê re dibêjin „bîh bê ar e.“
Rêcbertî bê çandin nabe. Çend zevî û mêrgên me jî he ne. Mêrg ji bona gîha, zevî jî ji bona çandina genim, nîsk, nok, ceh, gilgil, garis, fîk, lazut û hinek bêjên din ên zadê ne. Ew zadana hinek ji bona xwarina mirovan, hinek jî ji bona xwarina pez û dewar in.
Di gundan de jiyan bê qatixê teze tu car nabe. Wê çaxê xêra jiyana li gund jî namîne. Ji bona mast û dewê teze mirov mecbûre ku çend mange/çêlek, an jî mîh û bizin xwedî bike. Pezê me tunebû, lê mange yên me he ne. Du ga yên kalikê min jî hene. Ga yê zer û ga yê bor. Karên me yên zeviyan bê ga nabin. Zevî bi cot ê ga tên cotkirin, alif û zexîre bi ereba ga tên kişandin, bêder bi qelm a ga tên gerandin. Biborînin, kerekê me jî heye. Ji ber ku rengê wî spî ye, em jê re dibêjin kerê qir. Rê yên teng, berjor û berjêr ji bona ereban ne musaît in. Di cîhên wer de divê ku bar bi keran bên kişandin. Hespê kalikê min hespekî kihêl e. Dema rewankî dibeze mirov wer zen dike ku teyrek bê per e û difire.
Jiyan her dem du alî ye. Aliyek jiyanê derd û kul, aliyek jî kêyf û seyran e. Mirov kuderê dije bila bije tu car nikare jiyanek yek alî bidomîne. Loma carna ji min re wer tê ku tu car mirov li serê erdê bê pirsgirek nikare bijî. Pirsgirêka mirovê bê pirsgirêk, tunehîya pirsgirêkên wi bi xwe ye. Dema tengasî nebin emê qîmeta rihetiyê çawa bizanin?
Rast e! Jiyan li gundan zehmet e, lê xweş e. Ez demekê li bajêr ba xalê xwe mam. Min xwe li wir di qefesê de hîs dikir. Ew jî bajarekê wer pir mezin nebû. Dibêjin ku di bajarên mezin de jiyana zaroktiyê zêdetir zehmet e. Zarok serê sibê heya êvarê di xwaniyan de jiyana xwe derbaz dikin. Di rêyan da vizviza eraban e. Cîh tune ku zarok lê bilîzin. Hinek cîhên ku jê re park tên gotinê he ne. Li wan deran hinek hêşinayî, dar û ber he ne. Lê ew dewarana jî ne cîh ên mezin û fireh ne.
Dibêjin di bajaran de cîh tune ku mirov kevirekî jî bavêje. Lewra zarokên bajaran nizanin keviran jî bavêjin. Bi rastî dema mirov bi dilê xwe nekare kevirekî jî bavêje ne azad e, girtî ye.
Na na! Jiyanekê wusa ez nikarim ji ber xwe re bînim.
Ez rêcber im, ez cotkar im, li gund dijim. Kar ên me zêde, zehmet ên me jî pir in.
Lê dîsa jî ez li gund xwe azad dihesibînim.
Jiyan a me xweş e.
Hesen Polat