Xwendevanên xoşewîst ji nû va ez ji we ra “Silavên ji dilê kul, dema we bi xêr, roj baş” bibêjim û destpêka nivîsê bikim. Destpêka nivîsê bikim, lê ez naxwazim bi kûrahî têkevim nav gelşa ramyarîya hilbijartina Tirkîyê, a Serokkomar û newênger, ango cînişên gel. Ji ber ku bi hezaran kes li ser vê gelşê dinivîsînin,“Hop dibêjin radibin, hop dibêjin rûdinin”. Lê ez him ji wî welatî bi laşê, ango bi fîzîkî dûrim û him jî ne xwe hemwelatîyekî Tirkîyê dihesibînim, ne jî ez dixwazim qal û behsa wî welatî û wê sazûmana faşîst bikim. Ew kar, karê wan kesên ku dixwazin ji Tirk dijminan ra bibin bira, di bin nîrê wan faşîst û nijadperest birayên xwe da bijîn. Mesela wekî wan kesên HDP, ku daxwazîya wan Tirkîyebûn û biratîya ola Îslamê û biratîya jîyana hezar salî.
Xwendevanên hêja, ez vê gelşê dirêj nekim, dagerim werim ser rewş û gelşa nexweşîya xwe.
Belê, çend salan vir da min xwe rind nedihesiband. Her roj bêkêf û nexweş bûm, li vir sê meh berê bijîşkê minê malbatî ez şandim bijîşkekî taybet, îcar wî camêrî bi ultrasandê di gewrîya min da mîkroba şêrpençe dît û yekser ez şandim bijîşkekî dî, wî camêrî jî jibo min di nexwşxanekî da roja qewla nişdarîyê stand, lê tirsek mezin jibo mirinê ket dilê min. Ji ber vê yekê, çawa ku hûn jî dizanin, min di şanzdehê (16) Adarê da, ji we xwendevanên hêja xatir xwastibû û bi zimanê dijmin, ango bi zimanê Tirk, bi sernivîsa “Veda ve Son yazı” nivîsek nivîsîbû. Ji ber ku, -çawa ku min li jor jî got-tirsa mirinê ketibû nav mêjî û dilê min, min digot “Dê vêca ev nexweşîya mirat û erjeng, min bikuje” lê şikir ji Yezdanê Gewre û Xizirê Dersimê nekuşt.
Balam ez dikaribim bibêjim, wekî sernivîsê, “Mirim û vejîyam”. Vejîyam lê ne wekî Keftarekî, ku gel bi merrê bikuje. Ji ber ku, li gor gotina kal û bavên me, ew kesê ku dimire û dûra hîşyar dibe, gel ji wî ra “Keftar” dibêje û wî bi merrê -bêl- carek dî dikuje. Ango li gor gotina hin kal û bavan, Keftar qet bi çekekî dî ve naye kuştin, divê sedî-sed bi merrê ve were kuştin, lê dîsa li Yezdanê Gewre û Xizirê Dersimê her şikir ku di vî welatê demokrat û gelek pêşketî da kesek bawerîya xwe ji gotinên usa nayne, pirranî merr çitone wê jî nizane. Jixwe mirovî mirî, carek dî ranabe ser lingan; ev ne pêkan e.
Xwendevanên delal, ez ji welêt, ji hin bawerîyên usa gelek dûr im, balam ez bawer im hêj di welatê me Kurdistan û bi tevahîya welatên Rojhilata Navîn da ev bawerîya virr û vala heye, ku lê li gor bawerîya min- ev jî bi nezanînê tê. Nezanîn tiştekî gelek metirsî û xeter e. Eger ev bawerîyên virr û vala, ev metirsîyên derew, bi taybetî jî derewên ol û olperestan ku nebana, hemû gelên Rojhilata Navîn îro di wê rewşa kambax, şer û pevçûn, mirrdarî û gemarê da nedihatin dîtin. Hal bû ku, şaristanîya mirovatîyê li ser wê
erdnîgarîyê qedîm, wekî bihişt, ango di welatê me Mezopotamya da destpêkiribû; lê şaristanî û nujenîzma sal û sedsalan li wir nema, berê xwe da Rojava, Kîşwera Qedîm Avropa û Amêrîka, li wir jî bere xwe
guhart hat Cemsera Başûr, Kîşwera nav Awistûralya, ku îro ez li ser wî erdî dijîm. Li vir kesek bawerîya xwe bi Keftar û gotinên usa nayne. Kes ji kesekî jî natirse. Ji ber ku herkes, herkesî wekî xwe mirov dibîne û dihesibîne. Qet yek, yekî ji xwe mezintir û maqûltir nabîne. Herkes kurê dayîk û bavê xwe ye. Li vir Serokwezîr û Şalyarek, -bakan- wekî hemwelatîyekî welêt e. Ango di navbera şivan û Serokwezîr, -di
pilatforma mirovatîyê da- qet ferqek tune, tenê di warê girtina diraf, -pere- mehanî da ferq heye, ku ev jî tiştekî asayî, ango normal e. Li vir, wexta ku kesek di cîhê xwe da rûniştî, li pêş xwe Serokwezîr bibîne, li ber wî ranabe ser lingan û li hember wî wekî pûtekî tîk nabe. Li vir mîtîngê hilbijartinan qet kesek nabîne. Bangeşîya hilbijartinan mirov tenê di têlewîzyonanda dibîne û di rojnaman da dixwîne. Lê li welatên Rojhilata Navîn? Bi taybetî jî li Tirkîyê rewş gelek ecêb û pêkenok e. Li wir newêngerek, bi gotinek dî, cînişekekî gel, -Milletvekîlî- xwe wekî Xwedê û qiralekî dibîne û dihesibîne. Îro Recoyê Gurc, jibo mîlyonan wekî Xwedê, wekî Peyxamberekî ye. Ew mîlyonana wekî kerrîya mîyan, naxira pêz û dêwêr, Reco jî şivanê ku ço di destdaye, wan dajoy. Ne-camêr kîjan hêlê ve dixwaze naxirê dibe wir. Lê gelo gelê me yê nav Kurd, pêxwas û bindest di nav çi rewşêdaye û çend Xwedêyê gelê Kurd heye? Ez bawer im di vê babet û mijarê da gelê me şampîyonê hemû cîhan e. Ê gelên cîhan tenê Xwedê û Peyxamberekî wan heye, balam ê me Kurdan jî bê hêjmar Xwedê û Peyxamber hene. Xwedêyê herî mezin jî di nav giravek Pasîfîk da ji xwe
ra qesrek ava-kirîye, di hundur wê qesrê da ferman û peyxaman belav dike, ji qûlên xwe yê nav Kurd ra dişîne. Ango qûlên ku li ser wê xak û axa şaristanîya qedîm da dijîn.
Belê, Sed mixabin ku rewşa gelê minê nav Kurd usa ye. Gelê minê nav Kurd wekî kerrî û naxira dewar û pezan bêxwedî û bê şivan e. Kerrî belav, belav in, nizanin ku kuve û kîjan alî ve herin; lê kesekî xêrxwaz û xudan rûmet jî dernakeve ku wana kom bike û bicivîne hev, ji gur û hirçan ra neke nêçîr, ji wan Xwedê û Peyxaberên mafperest û derewîn dûrxîne, lê dîsa sed heyf û mixabin ku ew kesa jî naye dîtin.
Parekî silxetîya naxirê berê xwe daye Rojava, qula dêlegura boz, Asena, jibo panzdeh hezar lîra mehanî û sonda evrar û pîroz. Ango li ser navê mehderkarê cîhan, ew kesê bêbav…Ji van qismek jî li çîyayê Qendîlê rûdinin, Xwedêyê wan jî di qesra xwe ya girava behra Pasîfîkê da ji wan ra peyxaman dişîne, ewana jî wan peyxaman ji qul û mirûdên xwe ra dişînin û belav dikin. Çend parên biçûk jî serî gêj bûne, nizanin kuva herin û çi karî bikin. Ku heye Xwedê, axirîyê bi xêr bike, Amîn.
Xwendevanên hêja, bibexşînin, ez ji babeta sernivîsê dûrketim, dîsa ketim nav gelş û gengeşîya ramyarîyê. Ez çi bikim ev xuy û xurişta min e. Ango rewşa welêt, kar û barê rêxistin û rêvebirên me Kurdan, ji şaşitîyên sed salan ders ne standin: dost û dijmin ji hev cihê nekirin, gelê xwe kirin vê rewşa xirab. Jibo vê nexweşîya Serok û Rêberên me Kurdan jî dilê min û dilê kesên wekî min diêşîn. Hêvî dikim êdî hemû Serok û Rêvebirên gelê Kurd hişê xwe bînin serê xwe, dost û dijminên xwe ji hev cihê bikin, ji hevra bibin bira, hêzên xwe bikin yek, daxwazî û kesera sed salan ra dermanê Azadî û Serxwebûna Kurdistana çeleng bibînin, nîrê zilm û zora dijminên barbar li ser stuyê xwe û gelê xwe bişkînin, bavêjin nav agirgeheka Zerdeştê kal bişewitînin. Bi vê hêvîyê, vêca ez dagerim werim ser gelşa sernivîsê û rewşa xwe.
Xwendevanên xoşewîst, çawa ku min li jor da jî got, bi rastî navê wê nexweşîya şêrpençe ez gelek tirsandim. Min wer zanî ev nexweşîya min dikuje. Lê wexta ku bijîşk ez pişkîn, ango miayene kirim, camêr ji min ra: “Qet netirse, ev nexweşî te nakuje û belav nebûye. Mîkroba vê nexweşîyê sê sal berê ketîye gewrîya te, qet xem neke, em bi nişdarîyek biçûk ve paqij bikin” got ez şandim malê; dûra di panzdehê (15) meha çûyî, ango meha Gulanê da camêr bi nişdarîyek biçûk ve ew mikroba paqij kir, qasî du şevan jî ez di nexweşxanê da mam, dûra dagerîyam mala xwe, ev e di navberê da du hefte derbas bûn, ez roj bi roj ber bi qencîyê diçim. Ez bawer im, hemû heval û xwendevanên ku min hez dikin, piştî vê nûçe yê dê dilşa bibin, ne hezkirî û dijmin jî bikesirin, heşa pêşberîya we ji min ra: “Ev sega nemir ku em herin ji wî rizgar bin” bibêjin; lê bila bibêjin û ji xwe jî bîrnekin, dê roj were ew jî bi nexwşîyekî ve wekî her zindî û jîndarekî bimirin. Divê herkes ji xwe bîrneke, kes li vê cîhanê heya qîyametê nemîne. Cîyê her kesî çalek kûr û tarîye.
Belê, berê ku ez dûwahî bidim nivîsê, dixwazim ji we ra bûyera mirina gundîyekî xalanên min, mirovekî nav Hesen, li tev çarîn û çend ristên ji dil, ji we ra binivîsînim.
Ap Hesen gundîyekî gundê Rîçikê, -Rîçik, gundekî eşîra Îzol, para herêma Rojhilata Dersimê ye- miarovekî bejn dirêj, bejna wî nêzî du metro bû. Rojekî dilê Ap Hesen naxebite, radiweste, Ap Hesen dimire, jin û zarokên wî li tev bira, der û cîranan şînî datînin, digîrin, hemû gundî û hin gûndîyên nêzik tên tazîya Ap Hesen. Xortên gund terin gorê dikolin, nacar tawûta Ap Hesen çêdike, dûra çend kes cendegê Ap Hesen dibin li ser texteyê gamê datînin, Xoceyê gund destpêka şoştina cendeg dike, bira û pismam li dora cendeg, jin, zarok û jinên gund jî di hundur malê da şînê datînin digîrin, mersîyan dibêjin; tam di demek wer da Ap Hesen yekcar hildifire ser xwe, îcar gundîyên dorê dikin qîrin û gazîn, “Eman Hesen rabû bû Keftar, divê em vî bi merrê bikujin” û bazdidin ku herin di malên xwe da merrê bigirin bînin Ap Hesen bikujin; lê Ap Hesen yekcar dike qîrin, herdu destên xwe jî dide pêş hêlik û gulikên xwe û bazdide hundur malê. Çer ku jin û zarokên hundur malê Ap Hesen taz û rût bi wî şiklî ve dibînin, ewana jî bazdidin der, piştî derketina jinan û zarokan, îcar Ap Hesen dêrî dadide û di paş dêrî da dike qîrîn û “Lo-lo ez nemirime, nebûme Keftar, ketime bextê we min nekûjin” dibêje, dûra hiş te serê Xoce, Xoce gundîyan û kesên ku merr kirine destê xwe dide sekinandin, tere pêş dêrî ji Ap Hesen ra: “Hesen Can, derî veke, ez bêm hundur” dibêje, Ap Hesen dêrî vedike, Xoce dibîne ku Hesen, Hesenê berê, wekî şêr, balam tazî û rût e. Dûra Ap Hesen kincên xwe lixwe dike, dibe Hesenê berê, îcar vêca jî şabûn dikeve şûna şînî û gîrî. Pezên ku jibo bergorna wî hatine serjêkirin û kirine şorbe, herkes bi têra dilê xwe dixwe û dadigere mala xwe, balam Xoca ji Ap Hesen pirs dike, dibêje “Hesen Can, tu mirî, te di wê dinê da çi dît, ji te çi pirs kirin” îcar Ap Hesen: “Welleh min qet tiştek nedît, balam mirovekî ji min pirsî û “Te çira mirîşka cîranê xwe dizî” got, tenê evqas. Bi rast jî Ap Hesen berî wê rojê mirîşka cîranekî xwe didize, şerjêdike, jina wî jî dipêje, dikin îşkene dixwin.
Belê, di sala 1951’da ez û gelek kesên din, wekî karkir, di bin fermana Ezîz Çawîşê kurê Tosê Cafê Şarê -Ap Tosin gundîyekî Rîçikê, di taxa Gultan da rûdinişt- çûn Edenê, li wir em bi hevra di kulbeya pembû da dixebitîyan. Me her roj ev çîroka mirina Ap Hesen, ji Ap Hesen pirs dikir, wî jî ji me ra qal û behsa rewşa wê mirina xwe dikir û em didan kenandin. Ango Ap Hesen mirîbû û piştî 24 demjimêr nûve vejîyabû. Wexta ku ez jî li nexweşxanê hatim bîrve xistin, dûra jî hîşyar bûm, îcar ev çîroka Ap Hesen hat bîra min. Ji ber vê yekê jî min sernivîsa vê nivîsê “Ez mirim û Vejîyam” got û nivîsî. Hêvî dikim heya çend salên din nemirim û Kurdistanek Azad û Serbixwe bibînim, dûra jî mirin xêr hatîye silamet. Bi vê hêvîyê ez ji we ra çarîn û çend ristên ji dil binivîsînim û dûwahî bidim nivîsê. Lê li qisûrê min mêze nekin, min dîsa nivîs dirêj kir û serê we êşand, bibexşînin, ev xurişta min e ez çi bikim lo. -Min ev gelşa di bîranînên xwe da nivîsîye-
Mirin.
Mirin dermanê jan û êş û kulan e
Balam erjeng e, tirsa mêjî û dilan e
Jîyan him tal û tirş, him xweş û şîrîn
Lê hêjmara roj û meh û salan e.
Bi Salan Berê
Bi salan berê ez xort bûm
Xortekî ciwan
Li zozanan min pez diçêrand
Ez ji wan ra şivan
Derdiketim ser gaz û kuran
Kendal û tatan
Rûdiniştim ser baxiran
Salpanên keviran
Li hawîrdorê dinêrîyam
Dibûm guhdarvanê dengê kewan
Şelûl û bilbilan
Pepûk û dîksilêmanan
Li hewa refên legleg û sîqulîngan
Ber bi deşta Rewanê difirîyan
Kurapê me Ermenîyan
Diketim nav xem û demcaman
Li ser wî erdê heftsed salên dayîk û bavan
Îro jî kal im li xurbete
Li Cemsera Başûrê cîhan
Kîşwera nav Awistûralya
Kalekî heştê sê salî
Ber bi çala kûr dimeşim
Ew min ber bi xwe dikşîne
Ew çala kûr û xwelî.
6-12-2017 Sydney.
Silav û rêz. Bimînin di xweşîyê da.