Xwendevanên hêja, bi zimanê dijmin, ango bi zimanê Tirk, wateya senivîsê “Kaybolan bazı değerler ve zamanın düşmanlığı” tê gotin. Bi rastî jî usa ye. Dem dijminê hemû zindî û jîndaran e. Ji ber ku tu di
zikê dayîka xwe da derdikevî, pitik î, ji ajal zêtir ajal î. Devê te heye tu qise nakî, çavên te hene tu heya çil rojî kesekî nabînî, mîza te tê, tu di pêçeka xwe da dikî, haşa g… te tê dîsa her usa tu di bin xwe da dikî. Ku bîhn were ber pozê te, lê tu wê bîhnê pejn bikî jî, balam tu lal î, bê zar û zimanî, ji dayîka xwe ra: “Dayê, mîza min tê, ez dixwazim herim destavê, bîhnek genî tê ber pozê min ev çi bîhne?” nabêjî. Ji ber ku demê û afirandêrê demê di destpêkê da tu usa anîyî vê cîhanê, ev dijmintîya wê, wî ya destpêkê ye, lê tu nizanî ew dijmin e, tu heya demek dûr û dirêj wê ji xwe ra yar dibînî û dihesibînî. Ew jîyanê -çiqas ku xirabe jî- ji te ra rengîn dide xuyakirin. Bi taybetî jî, jîyana bav, dê, xuşk, bira û hemû kesên wê civata ku tu di nav da dijî. Yên ku berî te jîyane, fêre zar û zimanekî taybetî bûne, di nav xwe da jibo şabûn û dilxweşîyê cure cure leyîztok, adet û toreyên ku mirovan kêfxweş dike, jibo nexweşî û mirinê jî gîrî, şîn û şîwan afirandine, ta ku dem were, dem û wexta me. Ango dem û wexta min û we xwendevanên delal, wendabûna hin adet, tore û nirxê me yên giranbiha.
Min di sernivîsê da “Dem dijmin e” got. Gelo çira min usa got?. Bi rastî jî dem dijminê hemû zindî û jîndaran e. Dem û afirandêrê demê, te wekî tayek dara mazî roj bi roj mezin dikin, şax û gulîyên te şîn dikin, lê roj tê ew koka taya te, şax û gulîyên taya te hişk dikin te veldiqetînin ser axa reş, ji nifşên pey te ra dikin êzing, dê tu tê şewitandin, toz û xwelîya te dikeve ser axa erdê, tu nav wê axê da wenda dibî.
Belê, jîyan usa ye û ew afirandêrê ku dem û jîyan afirandîye, ji hin gel û kesan ra cîhan kirîye bihişt, jîyan jî ji wan ra kirîye dîlanî, ken û kêf û şabûn, lê ji me Kurdan ra jî kirîye doj, zîndanek tarî û zulmat. Wî afirandêrê ku piranîya mirovên cîhan pê bawer in, çar demê xwe yên ji hev cihê; ango Bihar, Havîn, Payîz, Zivistan, ji me Kurdan ra kirîye berf û pûk, sar û serma, tarî û zulmat. Ew bi van kar û kirinên xwe jî têr û qaîl nebûye, vêca çiqas ku har û hovên ku wî afirandîyê, yên du ling, birçîyên goştê mirov, tîyên xwînê, hemû anîye li çar alîyên me cîwar kirîye, em kirine nav çepera wan har û hovan, em ji nûjenîzmê, adet û toreyê bav û kalan, yên ku dilê mirovan şadike dûr xistîye. Ango zalim kirine pêş û paş me; rêyê me yên ku ber bi geşbûyîn û şabûnê diçin wê dîwarekî pola derxistîye pêşîya me, lê Rustemên me ne li cem me ne. Ew topên Osmanîne li cem sê har û barbaranin.
Xwendevanên hêja, gelo ez ji we ra van tiştan çira dinivîsînim? Helbet ev gotinên min ne bê sedem in. Sedem pirr in, lê ez nikarim ji we ra hemûyan yek û yek binivîsînim û bibêjim. Ji ber ku sedemê her tiştekî ra bi hezaran peyv divê, lê sed mixabin ku ez nikarim ji we ra hemûyan yek carekî da binivîsînim û wext û demê we yên hêja bistînim. Tenê dixwazim di vê nivîsa xwe da li ser du tiştan pîçekî rawestim. Yek adet, tore û bawerîyên bav û kalan, ê duwem jî, li ser dijminatîya demê, bomiktî û bêhişbûna me Kurdan, ku me dost û dijmin lihev qelibandîye, kî dost e, kî dijmine, ji hev cihê nekirîye. Bibexşînin di nav me Kurdan da gelek bêbext û namerd derketine ku, ew bûne mêrxwas û şampîyonê hemû cîhanê û dijminê gelê xwe.
Belê, berê ez dixwazim li ser hin adet, tore û bawerîyên bav û kalan rawestim, hin tiştan bînim bîra we xwedevanên hêja.
Birayên delal, ev e 68 sal in ku ez li welatê xwe, ji adet, tore, bawerî û kevneşopîyên bav û kalên xwe û zimanê wanê xweşik û her dewlemend dûr dijîm, lê 15 salê minên zaroktîyê her tim li pêş 68 salên min da, ji min ra bûne şewq û ronahîya rojê; ez wan salan qet ji bîrnakim. Ji ber ku ew şewq in li pêşîya min, lê sed mixabin ku îro jî ez kalekî di hêz da ketî, di benda mirinêda me. Ev a ev e ku ez dibêjim “Dem dijmin e” Pêr pitik, duh xortekî çeleng,, wurya û çalak, xudan hêz, îro kalekî di hêz da ketî, rêwîyê ber bi çala kûr û tarî.
Belê, ez hêj di 5-6 salîna xwe da bûbûm şivanê berx, karik û golikan. Hevalê minê yekemin ew û hin keç û kurên cîranan, ên ku hemsalê min bûn. Me bi hevra berx, karik û golikên xwe diçêrand. Kalandina berx û
karikan, mûre mûra golikan ji me ra dibû awaz û melodîyek bê salixdan. Helbet di nav me da car-car xortên 14-15 salî, keçên azeb û xema jî cî digirtin, dibûn hevalê me şivanên biçûk. Qet di bîra min da naçe, her sal bi taybetî me di mehaGulanê da bûka-baranê çêdikir, wekî batirsoka ku hin kes çêdikin, dikin nav rez, bax û bostanên xwe, yekî ew dikir destê xwe, li tev çend hevalên şivan mal bi mal digerîyan, me rûn, ard û dew kom dikir, wexta ku em li pêş derê malan me ew geşt û tiştana digirtin, jinan av dirijandin ser me û bûka-baranê. Bawerî ew bû ku Xwedê barana xwe li ser çandinî, bax û bostanên wan kêm neke. Me şivanan jî ew tiştana digirt dibir di bin rêyek hatî û çûyînêda dida keçên mezin, wana jî ji xwe û şivanan ra yan dipatin dikirin Zerfet, yan jî Sîrakut û Sîrasêlê. Ev xwarinana li tevahîya Dersimê, xwainên herî bi nav û deng bûn di wexta zaroktîya min da. Me wexta ku destpêka xwarinê dikir, kî ku di wê rê da derbas dibû, me gazî wî dikir, ew diezimand xwarinê, ew jî dihat li tev me ew xwarin dixwar, ji me ra diwa dikir, “Cejna we ya Şarikê Şivan Pîroz be” digot, dûra em yek û yek maç dikir û diçû. Ango bê derew li herêma me Newala Karê, ku ew herêm girêdayîyê qeza Mêzgirê, liwa Moxindîyê ye. Bi kurtî ev adet bû, her sal ew roja usa dihat pîrozkirin û hemû kal û pîran jî, ji wê rojê ra “Roja Şarikê Şivan” digotin. Gelo îro li wî welatê me yê bav û kalan kî dibe şivanê berx, karik û golikan, wê adetê bi kar tîne, kî tîne bîra xwe wê rojê pîroz dike? Mêrxwasên me ne gund hîştin, ne pez û dewar, ne jî adet û toreyên bav û kalan, ên herî bi nirx, ne jî
rêzgirtin û îhtirama mezinan. Dayik, bav, bapîr û kalik bûn heval, jibo kur, nevî û nevîçûkên xwe. Rêzgirtin, îhtiran di bin lingan da hat pelçiqandin.
Belê, bi dehan rojên usa, adet û toreyên bav û kalan, gîşt di hundur demek qasî 50-60 salî da ji bîrbûn çûn. Ji ber vê yekê ye ku ez dibêjim “Dem dijmin e” jibo me zindîyên xudan hiş û xudan feraset.
Qet di bîra min da naçe, navê sersala me ya nû GOXEND bû, ku di hin cîyên din da ev nava Gaxan, Gahenber bû, lê li gor bawerîya min navê herî xweşik Goxend e. Wate ya Goxendê, jibo me Kurdên Dersimê, roja serê salê bû, ku me ev roja bi curekî xweşik va pîroz dikir. Di heman rojê da me rojî digirt, êvarî piştî fitar vekirinê, hin xortan bi hêrîya mîyên sipî, yan jî bi bembû ji xwe ra rîh çêdikirin diketin dilqê Kalê Sipî, hin keç û xortan jî bi tenîya sêla nanpatinê, yan jî bi tenîya pixêrîga agir, rû û gepen xwe reş dikirin, ew jî diketin dilqê Erebê Zengî, mal bi mal digerîyan, bi wan şiklên xwe va mezin û biçûk didan kenandin; te digot ew qeşmerê sîrkan in. Li derva jî bi berfê me peykerê Kalê Sipî çêdikir. Di heman şeva wê rojê da jî hemû gundîyan Zerfet dipat, sê tene darikên şikil cur be cur jî dikirin nav xwarina Zerfetê. Navê wan sê darikên biçûk ev bun: Qismet, Dewlet û Cotkar. Darikê cotkar wekî hevcar bû, lê sed mixabin ku şiklê darikê Qismet û Dewletê nayên bîra min. Eger ji yekî ra darikê cotkar derketana, wate ew bû ku di sala pêş wî da cotkarîya wî baş, çandinîya wî jî pirr rind dibû. Ku ji yekî ra darikê qismetê derketana, wate ew bû ku di wê salê da qismetê wî dê zêde bibe. Ku ji yekî ra darikê dewletê derketana, wate ew bû ku di wê salê da navbera wî û dewletê rind dibe, lê dewleta me tunebû. Gelo ev adet di dem û wexta dewletên me Kurdan da pêdan bûbûn????????? Nizanim.
Belê xwendevanên hêja, ez vê gelşê pirr dirêj nekim. Ji ber ku di hundur vê gelşê da bi dehan gelş, navê cejn, adet û toreyê me Kurdan, ên bi nirx hene, lê mixabin piranî ji bîrbûne. Hêvî dikim hin lêkolînvanên me li ser van gelşan û nirx û mîratên bav û kalan lêgerînekî pêkbînin, wana di gora tarî da derxînin, pêşkêşe nifşên pêş xwe bikin, wana bikin bê mirin. Bi hêvîya daxwazîya vî dilê kûl; vêca jî ez werim ser gelşa sersala Xaçparêzên cîhan. Ji ber ku çend roj şuva cejna wana herî pîroz e. Ango cejna rojbûyîna Îsa Peyxamber. Îsa çiqas bextewar bûye ne usa? Bi rastî jî wî ev roja pîroz heq kirîyê. Ji ber ku ew jibo heqê kesîb û belengazên cîhanê hatîye kuştin. Zaliman ew darmix kirine, bi şiklekî dirindeyî kuştine. Axa wî zêde, rama xweza li ser axa wî kêm nebe. Ew di dîrokê da komînîstê yekem e. Ango usa dibêjin, lê Spartakûs berî wî ye……….
Belê, piştî çend rojan, di hemû cîhana Xaçparêzan da roja rojbûyîna Îsa tê pîrozkirin. Ango roja rojbûyîna Îsa, cejna hemû bawermendên Îsa ye. Di niha da hemû bawermend û hezkirîyên Îsa malên xwe bi şewqên
neon û şaxên çam û merxan va xemilandine. Hele super-markêtên mezin, bi dekora şewq û cur be cur bi rengan va hatine xemilandin. Di her super-markêttekî da camêrekî kincên sor lixwe kirîye, kulikekî sor û bi gulukek sipî va daye ser serê xwe, bi pembû rîyek, li tev simbêlên dirêj ji xwe ra çêkirîye, di ruyê wî da tene çavên wî tên xuyakirin, camêr ketîye dilqê kalekî rîsipî, bûye Neol Baba, herkes li tev zarokên xwe diçin li dor wî kom dibin, wêneyên xwe dikşînin. Bi taybetî jî zarok û pitikên biçûk, li tev dê û bavên xwe, ku wexta kalbûyîna xwe wê rojê û zaroktîya xwe bînin bîra xwe. Çiqas adet û toreyek xweşik e ne usa? Ev adet bi girêdayîyê olê be jî, adetek gelek xweşik e. Di vê rojê da herkes ji hevra xuşk û bira ye, terin malên hev tên, ji hevra dîyarîyan dikirin, dixwin, vedixwin, bi kêf şev û rojên xwe derbaz dikin. Lê gelo em çi dikin?
Belê, dem ji me Kurdan ra bûye dijmin. Bi gotinek dî, demê em Kurd ji hev ra kirine dijmin. Demê şabûn, kêf û eşq ji me dûr xistîye. Bi sedsalane ku demê gîrî û şîn kirîye para me û jîyana me ya rojane. Wê em ji har û barbaran ra kirine ço û rot, tîr û kevan, kêr û xençer, şûr û mertal, tifîng û top, lê em ji gelê me ra jî kirîye zilik û li ber ba xistîye, ba jî em dane pêş xwe, me li kevir û kuçan dixîne, naxwaze em rabin ser lingan bi dilê xwe bimeşin, li ser erdê bav û kalên xwe.
Belê em in ev gela. Gelê bê xwedî, reben û belengaz. Gelê ku tênegîhîştîye raza dem û wextan, roj, meh û salan. Gelê ku adet û toreyên bav û kalan, ên herî hêja û bi xirx ji bîrkirîye, ji ên dijmin ra hatîye girêdayîn û bûyê qûl xulamên dijmin û ola şeran. Gelê ku dost û dijminê xwe ji hev cihê nekirîye, bûye çav kor, guh kerr, bomik û bêhiş. Gelê ku ji birayên xwe ra şêr û piling, li hember dijminê xwe yên har û barbar jî pisîk, mirîşk û kerguh. Belê, hemen usa. Ez bawer im ev gotinên min bibe ku hin mêrxwasên me biêşîne, lê sed heyf û mixabin ku rewş usa ye, li meydanê, ber çavan e.
Xwendevanên hêja, we hemû kesan bîhîst û dît. Duhu li Başûrê welêt, kurên Celal û Hero, nevîyên İbrahîm Ahmet û namerdên dor wan welat firotin dijmin, bûn sedemê kûştina gelek kesan, ku di hundur demek kurt û dil daxkirî da.
Belê, xwendevanên delal, em Kurd usane. Eger ku em usa nebana, dê em li dijê wî Xwedê yê ku em Kurd bawer dikin, balyozê wî yê ku em jibo wî dixwazin canê xwe bidin û wekî benîştê bi wî û derewên wî va
zeliqîyane, li dijê wî û wî derketana, bibana xudan dewlet û dezgeh. Lê ka ew dewlet û dezgeha me? Demê di hundur xwe da xortekî simbêl reş, çav şaşî û zûrr derxist, bi gotin û fermana wî va, nêzî sedhezar keç, xort, mêr, jin û zarok da kuştin, lê bostek erdê rizgarkirî pêşkêşe gelê Kurd nekir. Dem ku dijmin nebana, kesekî wer dernedixist pêş gelê Kurdên belengaz û kesîb. Demê ew kir giravek wekî Tîlmûn, tevahîya 25-30 mîlyon Kurd jî hîşt li bin zilma Tirkên har û barbar.
Belê xwendevanên xoşewîst, min di dema xwe ya 83 salî da rewşa demê usa dît û hêj jî dibînim. Dem dijmin e, hevalê demên jî pirr in. Dîrok govan e.
Belê dîrok govan e. Ji kerema xwe têkevin nav rûpelên dîrokê, bibin nasê demê û kesên ku wê demê da derketine meydana cîhanê. Di wê dem û meydana demê da, Kurdekî nav Narîman, kurê wî Zal, nevîyê wî Rustem derketibûn rûyê vê cîhanê, ku di dem û wextên xwe da şêr û pelewanê hemû cîhan bûn; lê şêrtî û pelewanîya wan jibo dijminê wan bû; ne ku jibo gelê wan ê nav KURD.
Harpagosê namerd û bêbext jibo zalimekî bomik û har, gelê xwe firot Farisên pêxwas, ji wan ra kir xulam û berdest. Ew roj, ev roj. Vêca jî çend kesên din derketin meydana mêrxwasîyê, îcar evana jî Selahaddînê
xulamê Ola Îslamê û Îdrîsî Bîtlîsî ye yarê Yawûzê xwînxwar, duhu jî Qaso, Rayber, Pirço û gelek xayînên din, îro jî kurên Celal û Hero, nevîyên Îbrahîm Ahmet û bi sedan kesên wekî van.
Belê xwendevanên delal, heman usa. Demê di nav me Kurdan da kesên usa derxistîye û ji vî gelê reben û belengaz ra kirîye rêşan û rêber. Ku heye eger hêzek wekî dibêjin “Xwedê” hiş bide vî gelî û ji vî gelî ra bibe alîkar.
Xwendevanên hêja, divê hûn ji bîrnekin. 1400 sal berê, harên çolan hatin bi sedhezaran em kuştun, mal û milkên me talan kirin, jin, keç û dayîkên me birin di mezata dîlan da firotin, namûsa me peymal kirin, lê me ev bênamûsî, bê rûmetî nedît, pejirand, ser da jî em bûn qûl û xulamê Erebên çolan. Ew roj, ev roj. Binêrên li bomik û namerdên Huda Parê. Ev bomikana jibo bêbextîya caşên Başûrê Kurdistan dernakevin kûçe û kolanên Amedê, jibo Kûdûsê bi hezaran derdikevin der, dewleta Îsraîl protesto dikin. Ev bomik û bêhişên me namûsa xwe di bin laşê Ereb, Faris û Tirkan da nabînin, dewleta ku di cîhanê da tenê dostê Kurdan e, ew wê dewletê ji xwe ra dijmin dibînin. Jibo çi? Jibo ola derewînekî. Wêyyyyyyyyy ewkên axuran, namerdên namerd.
Belê, harên Tirk hatin li Asya Navîn, dîsa bav û kalên me Kurdan, jibo ola İslam, a şer û xwînxwarîyê, ji wan ra bûn şûr û mertal, cîran û pismamê xwe yên dîrokî û hezar salan kuştin, ew li ser erdê wanên bav û kalan derxistin, qewitandin şandin Balkan, li cîyê wan gurên dev bi xwîn cîwar kirin, kirin xudan dewlet û dezgeh, bi xwe jî ji wan haran ra bûn xulam û berdest. Ew roj, ev roj.
Lê di sedsala bîstan vir da?
Bi sedhezaran cangorî, erdnîgarîyek tarûmar, koçberîya milyonan kes. Dîsa pişavtin û helandina nêzî deh mîlyon Kurd. Kurd bûn dijminê Kurd. Ew roj, ev roj.
Belê, li Bakûr 33 sal e ku xwedêgiravî mêrxwasên me şer dikin, lê bostek erd rizgar nekirin, serda jî bûn sedemê kavîlkirina welêt, kuştina bi deh hezaran va keç, xort, zar û zêç, li holê rakirina zimanê dayîk û bavan, ji bîrkirina adet, tore û kevneşopîyên dapîr û kalikan, ku wan em dijîyandin. Ziman ji bîrbû, adet û tore ji bîrbûn. Ne cejna Goxend, Gaxend, ne pîrozkirina cejna Xizir, ne roja Şarikê Şivan, ne sê şevên dîlanî jibo jina ku duxweskan dibû, ne dawetên sê roj û şev, ne hêramên rengîn, ên bûkan û berbûkan, ne şar û valeyên rengîn li dor fesê keçên azeb, ne revandina kilora serling ketina lawikan, ne danîyê jibo derketina diranê keçik û lawan.
Belê, hemû ji bîrbûne. Sedemê ji bîrbûyînê jî hemû tiştên ku min gotîye û nivîsîye dem, dem dem. Dijminê herî mezin. Ew a ku ez kal kirime, kirime govanê gelek bûyer û qewimandinên ne baş û ne mirovahî.
Xwendevanên delal, 13 roj piştî serê sala nû, sersala me Kurdan Goxend e. Ji ber vê yekê ez di niha da, kesên ku Goxend çîye dizanin û bawer dikin, ez Goxenda wan ji dil pîroz dikim, saxî û serkeftina wan dixwazim, hêvî dikim ew vê rojê ji bîrnekin, Zerfetê bipejin û bixwin. Dê ez jî vî karî li vî welatî bikim, li tev hin hevalan Zerfetê bixwim. Helbet ev pêşnîyara min jibo ew kesên ku ew adet û ev cejna serê salê ji bîrnekirîye, jibo wan e.
Bi vê hêvîya dilê keserkêş, ez bi helbestekî va dûwahî bidim nivîsî. Ji ber ku min dîsa nivîs gelek dirêj kir, serê we êşand. Bibexşînin.
Bi Salan Berê
Ez xort bûm, xortekî ciwan
Li zozanan min pez diçêrand
Ez ji wan ra şivan
Derdiketim ser gaz û kuran
Kendal û tatan
Rudiniştim li ser baxiran
Sal-keviran
Li hawîrdorê dinêrîyam
Dibûm guhdarvanê dengê kewan
Şelûl û bilbilan
Pepûk û dîksilêmanan
Li hewa refê legleg û sîqulîngan
Ber bi deşta Rewanê
Kurapê me Ermenîyan
Diketim nav xem û demcaman
Li ser wî erdê minê heftsed dayîk û bavan
Îro jî kal im li xurbetê
Li Cemsera Başûrê cîhan
Kîşwera nav Awistûralya
Kalekî heştê sê salî
Ber bi çala kûr dimeşim
Min ber bi xwe dikşîne
Ew çala kûr û reş xwelî.
6-12-2017, Sydney.
Têbinî:
Xwendevanên hêja, ez sala we ya nû û ê hemû Kurdperwerên Kurdistan, ango sala 2018’an bi dil û can pîroz dikim, têm çavê we hemûyan maç dikim, di her kar û barên we da serkeftin dixwazim, hêvî dikim ev sal jibo hemû gelên cîhan bibe salek bê şer û pevçûn, jibo gelê me yê mazlûm, pêxwas û bindest jî bibe sala azadî û serxwebûnê. Bi vê hêvîya dilê minê kul û xemoşgirtî ve ji we ra dibêjim “Bimînin di xweşîyê da; hemû rojên we Goxend û cejn bin.