Ji nav gelê kurd gelek şair, helbestvan û nivîskarên hêja rabûne lê di nav wan de cihekî Ehmedê Xanî yê taybet heye. Taybetiya Ehmedê Xanî ew e ku dewletbûna kurdan ji xwe re wek felsefeyek pejirandiye. Di vê perspektîfê de jiyaye, helbest nivîsandine û gelê xwe di warê dewletbûnê de şiyar kiriye. Lê mixabin her çiqas di ser re 300 sal jî derbasbûne ti mîr û serokekî felesefeya wî bi cî neaniye û fikrên wî pratîze nekirine.
Ji nav gelê kurd gelek siyasetmedar, mîr, serok û rêberên hêja derketine, lê di nav wan de jî cihekî Serok Barzanî yê taybet heye. Taybetiya wî ya mezin ew e ku netewperwerî û dewletbûn ku felsefeya Ehmedê Xanî ye, ji xwe re kiriye felsefeyeke esasî. Serok Barzanî dewletbûna ku xewn û xeyalên Ehmedê Xanî bû, ji xwe re kiriye armanca yekemîn û dilsoziya xwe di vî warî de wuha tîne ziman: ‘’Cara ewil ku min çek girte destê xwe ez 16 salî bûm û armanca min Kurdistaneke serbixwe bû. Min herdem ji bo vê şer kir û ez amademe ji bo vê jî bimrim.’’
Serok Barzanî xewn û xeyalên ku Ehmedê Xanî dikir û felsefeya wê bi pênûsê nivîsand bi destê çekan li dar dixe û fikrên Ehmedê Xanî ku bi pênûsê hatibûn nivîsandin pratîze dike.
Namûs e li hakim û emîran
Tawan çiye şair û feqîran?
Xanî di vê helbestê de tîne zimên ku dewlet avakirin ji bo hakim û emîran ango serok û rêberan deynê namûsê ye, lê ji bo şair û feqîran çi tawanbarî (sûc) tine ye. Lewra hikum û berpirsiyarî di destê serok, rêber û emîran da ye. Xanî şerma bindestiyê dike para serok û mîrên kurdan ku nikarin tifaqekê ava bikin û kurdan ji bindestiyê xilas bikin. Di vê mijarê de berpirsiyariya gelê kurd jî ew e ku piştgiriya Serok Barzanî bike ku wî ji bo gelê kurd dewletbûn li ser xwe deynê namûsê qebûl kiriye. Serok Barzanî amade ye di vê rêyê de bimire, eger ew ji mirinê re amade ye çi qîmeta canê me heye. Lewra mirin ji koletiyê çêtir e, pêwîst bike divê her kurd di riya serxwebûnê de karibe bimire.
Îro serok û mîrek ji nav kurdan rabûye û dibêje ez ê ji we re dewleteke serbixwe ava bikim û pêwîst bike ez ê di vê rêyê de bimirim. Malbata Barzaniyan 3 nifşên doza serxwebûna Kurdistanê dimeşînin. Doza serxwebûnê ku Şêx Ebdusselam Barzanî da dest pê kirin û di vê rêyê de çû sêdarên Osmaniyan li Mûsilê bi Mele Mistefa Barzanî dewam kir û wî jî temenê xwe di vê rêyê de bûrand îro bi serokatiya Mesûd Barzanî tê tackirin ku ew tac wê ji gelê kurd bi tevahî re bextekî veke wek Ehmedê Xanî gotî:
Ger dê hebûya me padîşahek
Layiq bidiya xwedî kulahek
Te’yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Înşallah padîşahê ku Xanî qalê dike Barzanî ye û wî kulahek ji kurdan re layiq dîtiye. Bi dewletbûnê re text jî tayin dibe û bextekî xweş ji me hemû kurdan re vedibe.
Wana di riya serxwebûnê de jiyana xwe bûrandin û canê xwe dan pêwîst e em jî hinek bi canê xwe, hinek bi malê xwe û hinek jî bi pênûsa xwe û bi taybetî jî gelê me yî Başûr bi dengê Erê/Belê piştgiriya vê pêvajoyê bikin. Lewra doza serxwebûnê ne doza kes, rêxistin û partiyan e, doza hemû kurdan e.
Di 25 Îlonê de ne tenê qedera Başûr, dê qedera tevahiya kurdan jî were encamdan. Pêwîst e kurd bi vê hişmendiyê biçin ser sindoqan û dengê „Belê“ bi kar bînin.
10.09.2017