Bitcoin, an jî peyva Coin êdî di jiyana rojane de dê gelek bête bihîstin.
Di destpêka meha çileya pêşîn an ku meha Sermawêzê de hemî dirafên digîtal ketin nava tevgereka neasayî de. Gelek kesên xwedan kujme an ku hejmareka zêde ya van pereyan ketin nava vekolîneka berfireh. Ji xwe ew kes tenê bûne bisporê van pereyan. Kesên perê wan yê dijîtal tune, pir bala xwe jî nadin serê û naxwazin bawer jî bikin.
Mirov bawer bikin an bawer nekin, pêşeroja mirovatiyê dê ne bi pereyên berdest lê belê dê bi pereyên torê an ku yên digîtal bin. Her çend ji neha ve wekî xeyal bête dîtin jî, aboriya cîhanê, wezna hêzên aborî û sermayedarn tête guhertin. Di asta jor de, sermayedarên ku aboriya cîhanê birêve dibin neyêne guhertin jî, dê di asta navîn û ya jêrêde gelek guhertinên mezin pêk bên. Pere dê bikeve destê wan kesan yên teknîkê bêhtir bikar tînin, xwedan computerên bihêzin û dema xwe bêhtir li ser computerê dibihurînin.
Li ser dîroka Bitcoinê an ku dayika pereyên digîtal beriya demekê di malpera rewanbej û malpera hertist de min gotareke berfireh nivîsî bû. Kesên bixwazin bixwînin dikarin ji vira bixîwnin.
Bitcoin di destpêva vê mehê de gihişte nêzîkî 20 hezar dolar. Eve jî asta herî bilind bû ya Bitcoin gihiştiyê de. Her ku roj bihurîn û sala nû nêzîk bû, ne tenê Bitcoin, hemî dirafên digîtal daketin. Ev nirxwindakirin ji aliyê nezanan ve wekî têkçûna Bitcoinê hate dîtin lê belê wisan nîne. Daketina pereyên digîtal tenê sûda xwe ji bo van pereyan çêdibe, bêhtir kesên di warê aborî de jîr û jêhatî berbi xwe ve dikşîne û kirîn zêde dibe.
Bisporê Emerîkî sazmanê Sandpoint Research ê Ronnie Moas weha dibêje;
Dema min Bitcoin pêşniyar dikir sedî 500 jêr nirxê neha de bû. Bitcoin di pêşerojê de dê hetanî bi 300-400 hezar dolarî bilind bibe yeka wê. Em nizanin bê çiqas berheva zêr ya cîhanê heye, lê em dizanin bê çiqas berheva Bitcoina ya cîhanê heye. Di nava du salan de dê 300 milyon mirov di pey kirîna Bitocina de be. Hejmara Bitcoina tenê 21 milyone, her ku hejmara kesên dixwazin bikirin zêde bibe dê nirxê wêya jî bighêje asteka pir bilind û awarte.
Roja Moas ev daxuyanî dayî, Borsaya herî mezin ya dinyayê Veguherîna Bazirganî ya Chicago (CME) dest bi karê demkî yê Bitcoinê kir.
Bêguman gelek kesên hîna jî neyênî nêzîkî Bitcoinê dibin û baweriya xwe pê nayênin û di heman demê de mirovan ji bo windakirina pereyên xwe hişyar dikin jî hene.
Lê him pêşbîniyên bisporan, him nêrînên kesên neyênî bilindbûn û mezinbûna dirafên digîtal û bi taybet yê Bitcoinê asteng nakin. Hêdî hêdî di jiyana rojane de jî bête bikaranîn di vê demê de tenê bo bidestxistina sermayê û armanca sûdwergirtinê divê bitcoin an jî coinên dîtir bêne kirînê. Ew kesên bikirin dê sûd wergirtin.
Beriya sersalê bi du rojan hemî pereyên digîtal daketin. Bitcoin vê kêliyê di asta 14 hezar û 376 dolaran deye. Yên pey wê re, Ethereum; 713, Ripple; 1,34, Bitcoin Cash; 2.592, Litecoin: 249, Cardano; 0,38, IOTA; 3,41, Dash: 1.083, NEM; 0,86; Monero; 370 yîdeye.
Bawerim piştî sersalê derfetê kirîna gelekan jî dê çê nebe, ji ber dê bi lez bilind bibin.
Agirî Soran