Min di sala 1987ê de, li gundê Rajanê, li baregaha wî de Kak Mesûd Barzanî dît. Li gel mamoste Elî Ebdullah û çend kesên din di jûrekî sade û dirêj de rûniştibûn. Bi dîtina min û Xalid, ku bavê me herdukan jî şehîd bûn, li pêşiya me rabû û bi germî xêrhatina me kir, em li pêşberî xwe dane rûniştandin.
Ev yekemîn car bû, ku min ji nêzîk ve Barzanî didît. Ji bo min xweş bû, ku bibînim serokekî kurd li cihekî wiha sade de dijî. Ya herî zêde bala min kişand, demançeya simse ya biçûk a li ber navka wî bû, şalek jî bi rast û çep girêdabû.
Ji bo me behsa gelek tiştan kir. Tê bîra min, ku berê xwe da me û got: “Xweziya min ew e, rojek were bikarim xizmeta malbatên şehîdan bikim û hinek xem û êşa dilê wan kêm bikim.”
Herî dawî min li Xakurkê Kak Mesûd dît. Pêşmergeyan xelekek li dora wî çêkiribûn. Wî jî bi hêdî lê bi dilgermî digot, “roja azadbûna Kurdistanê nêzîk dibe û emê vegerin nav mal û halê xwe.”
Dem zû derbas bûn û guhertinên mezin li herêmê çêbûn. Dujminê mezin ê Kurdan Saddam Husên hate sêdaredan. Kurdan geşedaneke mezin kirin û pêngaveke mezin ber bi serxwebûnê ve avêtin. Lê her Kurdan bi xwe bi destê xwe Iraqekî kavil û wêran, rakire ser piyan. Wê demê me gelek hewar kir lê ti kesan guh neda me. Niha Kak Mesûd gihiştiye wê baweriyê, ku serkirdetiya Kurd “xeletî kirin û divêya ew hinde bi lez neçûbana Bexdayê.”
Êdî piştî Xakûrkê min Kak Mesûd ji nêzîk ve nedît. Lê di van çend salên dawiyê de weke Kurdekî zêdetir bala min kişand. Bi taybetî dema behsa serxwebûnê dikir, vê yekê hêviyeke mezin ji bo wan kesên nîştîmanperwer çêdikir, ku armanca wan serxwebûna Kurdistanê ye.
Hê gelek tişt hebûn, ku Kak Mesûd Barzanî bike. Nemaze ew sîstema yeksanî û wekheviya, ku Serok Mistefa Barzanî pêk dianî, çûna nav xelkê, tevlîbûna nav xelkê û bûna perçeyek ji wan, agahdariya li ser debara jiyana xelkê û pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê. Bi heman awayî û yeksanî nêzîkbûna hemû deverên Kurdistanê. Herweke Serok Mistefa Barzanî, ku karî ji Zaxo heta Xaneqînê hemû kesan di bin seyvana serkirdetiya xwe de kom bike.
Lê Kak Mesûd nekarî bi temamî vê yekê bike. Diyare astengî jî hebûn. Dîsa jî divê bi çavekî rexnekirinê li derdora xwe binere, bi taybetî li şêwirmendên xwe, ku ez piştrast im rojek ji rojan wan xema wê xelkê nebirine ser maseya wî ya karkirinê!
Serê rima Kak Mesûd ber bi serxwebûnê ve bû, di van du salên dawîn de hespê xwe bi başî bezand. Karî gelek kesan li derdora xwe kom bike û ber bi serxwebûnê ve bibe. Di vê lîstoka çarenivîsaz de çend lîstikvanekî baş jî hevkarên wî bûn û bi referandûmê jî goleke mezin tomar kir. Lê hakemên (navbijwan) ne dadperwer ên cîhanê, gola wî hesab nekirin. Di di beşa duyemîn a lîstokê de, ji ber kêşmekêşiya navxweyî, me bi xwe golekî xedar li xwe kir, ku em nikarin bi hêsanî wê golê qerebû bikin û em nizanin ka di lîstokeke wiha çarenivîsaz de, careke din dê kengî dor bê me.
Eger heta serê derziyê jî hestê neteweyî di dilê wan de hebe, dagirkirina Kerkûkê di dilê her Kurdekî de janeke mezin e!
Niha Kak Mesûd çavê xwe li ser wan kêmasiyan de bigerîne, di karên xwe de û di biryarên xwe yên zîrekî, bi mîhrîvanî û dadperwerî de, bi taybet jî here nav xelkê, weke Mam Celal digot, ji xaniyê xwe yê herî dest pê bike. Mixabin Mam Celal negihişte wê miraza xwe lê Kak Mesûd eger bixwaze dikare ji xaniyê xwe yê herî dest pê bike, her ew bi xwe jî di nava xaniyê herî de be, ji ber ku pêwîstî bi hosta û karkerên karzan heye.
Wê demê dê bi piştrastî armanca wî û gelê Kurdistanê pêk bê. Lê divê Kurdistanekî azad û wekhev be. Ezmûna 26 salênd erbasbûyî bikeve nav rûpelên dîrokî, ku dibe nifşên nû gelek jî jê hez nekin.
Kawa Emîn – Rudaw