Xendevanên hêja, ez piştî 27 salîya xwe, li xwe hesîyam; qencî û xirabî ji hev cihê kir, min xwast ez bibim mirovekî bê qisûr û bê kêmasî. Lê gelo bi rastî ez bûme ew kes? Bersîv, ê ew kesên ku min nas dikin.
Belê, îro ez bûme kalekî 83 salî; gelek gelek jî gerîyam, ango li çar kîşwerên cîhan bûm mêvan, bûm nasê gelek mirovan, bûm nasê gelek ziman û çandan, lê min dît ku mirov hêj nebûye mirov. Di nav çar rengên mirovan da, beşek ji rengên sipî pîçekî bûne mirov, lê hiş û pejnên wan bi tevahî nebûne mirovên rast; ku ev jî pirr î caran min xemgîn dike û diêşîne. Gelo çira mirov nebûye mirov û naxwaze bibe rast mirov? Bi rastî hişê min nagîhêje vê gelşa nerênî. Bi gotiek dî negatîf.
Li ser erdê vê cîhana ku em di ser da dijîn, di bin asîmane şîn, gerdûna gewre, bêser û bin da, bi hezaran cure cure jîndar dijîn. Ajal, balinde, ango teyr, di behran da jî masî. Gelo we li ser erdê vê cîhanê, kûçik jibo xwarinê, goştê eslê xwe kûçik dixwe? Gur, gur, rovî, rovî, çeqel, çeqel, şêr, şêr, piling, piling dixwe? Ez bawer im na. Em werin ser rewşa balindan. Gelo kevok kevokê, qirik qirikê, baz bazê, legleg, leglegê, qulîng qulîngê, çûçik çûçikê dixwe? Ez dîsa dibêjim “Na”. Em werin ser masîyên bin avê. Gelo hamsî hamsî, lûfer lûfer, yûnus yûnûs, torîk, torîk, balîna balîna, welhasilî-kelam her cure masî, masîyên wekî xwe dixwe? Dîsa ez dibêjim “Na”.
Lê gelo em mirov?
Em mirovên ku bi mêjîyên xwe ve dihizirin, xudan pênc pejn û dilpekînan in, bi hezaran me jibo xwe tişt çêkirine, afirandine, hemû nûvedanên nû ku îro em wan jibo jîyana xwe bi kar tînin, bi dev navan li wan dikin, qencî û rastî çîye dizanin, gelo çira em hevdu dukujin? Ma va jibo navê me, ji me ra ne şerm e? Jixwe hemû zidîyên cîhan fanî ne, roj tê her zindî dimire. Gelo hevkuştina me mirovan jibo çîye? Bawer bikin carna “Xwezî em jî ajalekî wekî ga û çêlek; mî û bizin, ker û hesp-bana, tev hendik me hevdu nedikuşt” dibêjim.
Xwendevanên xoşewîst, gelo ez çira van tiştan ji we ra dinivîsînim? Helbet sedem heye. Sedem çîye? Sedem qeşmerîya hin kesên ku navên wan mirov e ev e. Qemerên pêkenok, wekî sernîvîsê Qeşmerîya Haran û Cîhana Bêbext. Ez dizanim bi mîlyonan kes temaşevanê van haran in. Bi hezaran kes jibo van di pilatforma ramyarî da dinivîsînin û ji van henekan dikin, lê ez naxwazim têkevim nav şîrove ya vî karê ramyarî, lê dixwazim bi kurtî çend tiştan binivîsînim û bibêjim.
Birayên delal, ez di şeşê meha Gulanê da li vir, ango li Sydney, li tev xanima xwe li balefirê siwar bûm, di heftê Gulanê da li balafirgeha Hewlêrê da peya bûm. Ez û xanima xwe em qasî bîst rojan, di wî parçeyê azad da man û gerîyan, di malên xuşk û birayên xwe da bûn mêvan, em bûn şîrik û hevparê dilxweşî, kêfxweşî û derd û kulên wan. Piştî ku em vegerîyan kesîbxana xwe a Sydney, min bi zimanê dijmin, ango bi ê Tirkên barbar -sedema vê kêşeyê min diêşîne- dîtin, nêrîn û intîbayên xwe nivîsand, kir heft beş, ez bawer im we di vê sîteya Kurdî da xwend.
Wexta ku em di wî parçeyê azad da mêvan bûn, hemû Kurd birayê me yên wî parçeyê di benda Gîştpirsîna Serxwebûna Kurdistanê da bûn û dixwastin berrêz Serok Mesûd Barzanî rojekî bi zû wê daxwazîya wan ûhemû Kurdperwerên Kurdistan êlan bike. Ango herkes bi pirsa Gîştpirsînê ra radibû û rûdinişt, ku ji wan yek jî ez bûm; lê wexta ez li vir bûm, ev roja êlan nebû. Dirêj nekim, wexta ku dagerîyam Sydney, dîsa di xem û demcameyên min da Gîştpirsîn û êlankirina Serxwebûna Kurdistan hebû, ku ev roj di 25’ê Îlonê da êlan bû, lê di heman rojê da min qeyrana dil derbas kir, ketim nexweşxanê, lê nemirim, ji mirinê heya demekî filitîyam, min kefen çirand, lê mirin di kîjan rojê da tê, ez wê nizanim. Hêvî dikim, berê ku bimirim, Serxwebûna wî parçeyî bibînim, dûra mirin xêr hatîye silamet.
Xwendevanên hêja, hûn min bibexşînin, ez mirovekî pîçekî bilcim ango geveze me, carna gelşan dirêj dikim, serê we xwendevanên hêja diêşînim, lê ez bawer im, ji we ra tiştên xirab nanivîsînim ne usa?
Ez werim ser gelşa sernivîsê. Ango Qeşmerîya Haran û Cihana Bêbext.
Belê, berê ez dixwazim werim ser gelşa Qeşmerîya Haran.
Gelo Qeşmerên Har kî ne?
Belê, ji we ra bibêjim. Yek dewleta Tirk, Serokkomarê wê û hemû rêvebirên wê dewletê. Du, (2) dewleta paşverû û namerd a Îran. Va herdu dewletên har, li tev hin dewletên Îslam, bi taybetî jî ên Erebên har û marê çolan bûne şerma mirovatîyê. Bûne Tamtam goştê mirovan dixwin. Axa wê zêde be, dîya mina dilovan her dem ji Tirkan ra “Tirkmenên pitikxur” ji Farisan ra jî “Ecemên namerd” ji Ereban ra jî
“Erebên qirêj û mirrdarr” digot. Bi rastî jî evana ev in. Har in, hov in, bêbext in, namerd in, pîs in, mirdarr in.
Bawer bikin harê wekî segên har, ên yekem bê derew Tirk in. Di tespêka derketina navên wan da, heya roja îro li dîroka wan binêrin. Di dîroka vî gelî da mirov qet qencîyek mirovane nabîne. Dîroka vî gelî bi qirêjî, bi barbarî hatîye nivîsîn. Di tevahîya diroka mirovatîyê da, di nav vî gelî da kesekî bi rastî wekî mirov, zanyar û fîlozofek derneketîye. Hemû Qiral, Han, Serok û rêvebirên vî gelî bi xwîna mirovan zikên xwe têr kirine. Vî gelê hov û har qet nûvedanek nû pêşkêşe gelên cîhan nekirîye. Heta nezanîye ku derzîyekî çêbike; lê di warê barbarîyê da her dem bûye şampîyonê cîhan. Aha ji we ra Cengîzxan, nevîyê wî Tîmûr, nevîçûkê wî Hûlagû, -wekî kîteya dûwahî- duh, jî Padîşah û paşayên Osmanî, dûra Mistê Kor, ew kesê bêbav, îro
jî devşîrme Gurcî Serokkomar Recep Tayyîp Erdoxan. Mirov “Ewkdoxan” bibêje bawer bikin çêtir dibe. Çira? Ji ber ku wekî kesekî har, wekî ewkê qise dike. Gefan dixwe jibo Gîştpirsîn û Serxwebûna Kurdên Başûr. Dibêje “Ev daxwazî ne şer î, ango ne meşrû ye, ev daxwazî dibe sedema şer, divê ev dazxwazî were texilandin, paşve-xistin, na na ku neye texilandin, emê bi artêşen xwe va êrîş bidin ser wan û hemûyan bikujin li holê rakin”. Niha divê ji vî harî pirs bikim, kuro tu êrîş bidî ser kê? Ji xwe bîrnekê, îro Kurd ne Kurdên 1921-22-25-27-32- 37 û 38’an in, ne jî cîhan, cîhana wan dem û wextan e. Pesnê nedin xwe, hûn şerma mirovatîyê û cîhan in. Hartî şerma mirovatîyê ye, ku hûn wî karî dikin; sed mixab.
Belê, divê ji wî harê devşîrme bipirsim, ma kuro Irak Tirkîye ye? Kuro ji te ra çi Gîştpirsîn û Serxwebûna wî parçeyî? Gurcê har “Kerkûk bajarekî gelê Tirk e” dibêje. De were ji vî devşîrmeyê har ra ewk… nebêje. Kuro 12 hezar sal berê, heya wext û dema Sumerîyan li ser wî erdî kî dijîya û kîjan gel hebûn? Di wê dem û wextê da Tirk li ku bûn? Wexta ku li Bakûrê Afrîka, gelên Samî di bin Seroktîya Sargonê mezin da wekî we Tirkên har hatin Mezopotamya, dîmatîyên wî erdî kî bûn?. Samîyan Sumer li holê rakirin, bûn desthilatdarên wî erdî, ango Mezopotamya. Li ser wî erdî dewlet, împaratorên wekî Babîl, Elam, Asur damezrandin, bi hezaran sal li ser beşek wî erdî bûn xudan desthilatdar, ku îro jî çend dewletên Samîyan li ser wî erdî xudan dewlet in. Lê Tirk çi wext hatin Rojhilata Navîn û Anadolê li ser erdê Yewnan, Laz û Kurdan bûn cîwar bûn, bûn xudan dewlet? Kuro ew erdê ku îro hûn Tirk -ku tu ne Tirk î, Gurc î- li ser dijîn, yek zegir, ango çaqil jî ê we barbaran nîn e. Ji xwe bîrneke, dad rojekî cîyê xwe dibîne, ji we hesab pirs bike. Tu bi wî hişê xwe yê har û Qasimpaşayî ve, ji hişmendên cîhan ra bûyî qeşmer, cîhan li te dikene, tinaz dike. Tu tenê dikarî li ser sergoyê xwe bibî dîk, ku ew sergo jî Tirkîye ye, di nav rixê da maye, alem pêdikene.
Xwendevanên berrêz, jibo Ewkdoxan û kesên wekî wî, ev gotinana bes in, vêca jî ez bi kurtî werim ser gelşa cîhana bêbext. Sermayedarên cîhanê jî, li ku rûdinin qal û behsa heqê mirovan û gelan, demokrasîyê dikin, lê carna jî ji Tirkên har bêtir dibin har, heq û hûqûqê mirov û gelan didin bin lingên xwe yên gemar dipelçiqînin. Sazîya Yetîya Gelan jî her usa ye. Di makezagona vê rêxistina cîhanî da qal û behsa heqê gelan tê kirin; dibêje “Her gehlek divê qedera xwe bi xwe tayîn bike” tê gotin, lê ev gotin û heq tenê li ser kaxiza sipî hatîye reş kirin. Bi taybetî jî jibo me Kurdên kesîb. Tu dibêjî bav û kalên cîhanê me Kurdan kuştîye. Amêrîka tahhh li paşîya Rojava cîhanê tê Rojhilata Navîn, bi saya me Kurdan dibe xudan tirîlîyon dolaran, Pêşmergeyên me ji maf û berjewendîyên xwe ra dike cangorî, naxwaze ku em jî li ser wî erdê warê bav û kalên xwe bibin xudan dewlet, qedera xwe bi xwe tayîn bikin, bibên endemê Rêxistina Yekîtîya Gelan. Dewletên Yekîtîya Ewropa jî her usa li dijî dewletbûyîna me-ne, ji dijminên me ra heval û hogir in. Ji bilî dewleta Îsraîl, di cîhanê da qet dewletek naxwaze bibe dostê me Kurdan. Divê em Kurd vê rewşa dewletên cîhan rind bibînin û bi rind jî şîrove bikin. Divê em Kurd bi çavên xwe va rind bibînin. Tirk, Ereb û Farisên ku dijminê hevên dîrokî ne, jibo rewş û pirsa me Kurdan dibin yek dest, yek kulm, bira û dost, lê em Kurd bûne çav kor vê rewşê nabînin, ji hev ra nabin bira, pişt û dest nadin hev. Divê Kurd dev ji vê rewş û rika xwe ya neyînî berde, dost û dijminê xwe ji hev cihê bike. Bi taybetî divê li Bakûrê Kurdistan, hêza herî mezin PKK dev ji wê teorîya xwe ya ne baş, antî emperyalîst, antî Îsraîl, Tirkîyebûn, Komara Demokratîk, Konfederalîzma Rojhilata Navîn û Jîyanek Ekolojîk berde, kî dost e, kî dijimin e rind bibîne, jibo şaşîyên xwe, ji gelê xwe lêbûrîn bixwaze, ji biran ra bibe bira. Ev daxwazî û gotinên min jibo hemû rêxistin, partî û Kurdperwerên Kurdistan in. Bes e, bes e ev bindestî û şaşîyên ku me kirine.
Bi hêvîya vê daxwazîya vî dilê kul û xemoşgirtî, ez bi helbestekî va dûwahî bidim nivîsê, serê we pirr neêşînim. Ev helbest di pirtûka mina nav “Bir Ömrün Son Duyguları” bi Kurdî jî “Pejnên Jîyanek Dûwahî”da cî girtîye, min ev helbest di roja 27- 01-2013 li Sydney nivîsîye, lê min jibo babeta vê nivîsê çend rist lê zêde kir. Hêvî dikim hûn hesbestê hez bikin biecibînin. Navê helbestê Ev e:
Sedema Revê û Daxwazî û Bang
Kul û derd pirr in, derman nabînim
Lebat jar bûne, çito vejînim?
Ji derd û kulan, laş bûye lawaz
Per-bask şikîyan, car din nabim baz
Dixwast bifirim, ser Cûdî, Sîpan
Cî û warê min, şikeft, kozik, xan
Bimama li wir, xweza ra heval
Dûr î derd û kulan, dûr î xem, zewal
Azad serbestî, li ser wî erdî
Dûr î zilm, zorê, karên namerdî
Bê tirs û bê xof, bijîyama ez
Ji gurê boz dûr, tev dewar û pez
Ji gur, hirçan dûr, bimama serbest
Jibo min ev bû, armanc û mabest
Lê guran nehîşt, ez bijîm li wir
Tirsa kuştinê, revîyam hatim vir
Digîrim her roj, dijîm li Sydney
Nabîsim dengê tembûr û mey
Şêşt û şeş sal in, ji welêt dûr im
Dikşînim keserê, ez birîn kûr im
Ev çiqas zor e, jibo vî Riz î
Keserê kuştim, bi êş, jan, sizî
Bêjin birano, gelo çi bikim
Kîjan axê ez, li serê xwe kim?
Naxwazim bimrim, li vî welatî
Tune dayîk, bav, xuşk û biratî
Dixwazim bimrim, ez li Kurdistan
Li nav qom-qebîl, heval û dostan
Li ser wî edî, ez hatim cîhan
Kahr û berx çêrand, li vir ez şivan
Çîya, deşt û tat, ji min ra war bûn
Her derê kanî, gîşt avên sar bûn
Ew avên sar, xoş, bi tam û zelal
Ez jî ji wan ra, hogir û heval
Min xwe tim didît, di wan avan da
Çûk neynik bûn ew, bêrika min da
Bi hev ra bûn em, dilşa, bextewar
Ji me pirr dûr bû, êş, jan û hewar
Lê derket yekcar, gurekî xwînxwar
Xwar zar-zêçên me, wî zalim neyar
Wêran kir welat, malên me talan
Ji me girt zalim, erdê bav kalan
Îro jî li ser, wî edê pîroz
Har hovên cîhan, bûne dîk, xoruz
Dixwînin li ser, cî warê merdan
Ev a ji me ra, derdê ser derdan
Jibo vê yekê dilkeserim ez
Bang Kurdan dikim, bi qîrin û lez
Dibêjim hevra, bibin yar, dilsoz
Derxînin hûn wan, gurên har û boz
Birano bibînin hûn rewşa dijmin
Bibînin rewşê, hûn heq bidin min
Sê harên cîhan, hevra dijmin in
Jibo pirsa Kurd, heval, hogir in
Lo bes e ev rewş, hûn çavan vekin
Zû bibin yek kulm, hûn dilan şakin
Tirk, Ereb, Faris, harên cîhan in
Me ra nabin dost, hovên çîyan in
Ji we ra ev e, hosya van ristan
Azad rizgar kin, dayka Kurdistan
Ku şabe Riza, berî mirinê
Bîrbike ji dil, keser, gîrînê.
Bi a Xwedê, ango înşallah
Têbinî:
Îro min bihîst ku Serokê YNK, berrêz Celal Talabanî çûye heqîya xwe. Ji ber vê yekê, ez ji hemû zarokên wî û bermalîya wî Hero Xanimê, ji hemû hezkirîyên wî ra: “Serê we û serê gelê Kurd sax be; axa wî zêde, rama xweza li ser axa wî kêm nebe, dê dîrok wî ji bîrneke” dibêjim, di ber gîyana wî da serê xwe ditewînim.
rizacolpan@gmail.com