Di rojnameya Haaretza îsraîlî de David Rosenberg wiha dinivîsand (28.09.2017): „Bila Kurd dev ji dewletê berdin, dubendiya nav xwe rakin. Nexwe ne Sîngapûrbûn, lê Zîmbabwebûn di rê de ye…“
„Şikestin“, „karesat“, „xiyanet“, „rûreşî“, em çi navî lê bidin jî, sedema bingehîn a têkçûnê: Ji 1991ê heya 2017ê di 26 salan de em nebûn yek. Gotinên din hemû êdî çîrok in.
Bavil Talebanî
Heya mirina Celal Talebanî min nezanî ku bi wî navî kurekî wî heye. Qubad heye. Li cem Nêçîrvan Barzanî hebûna wî, nîşana hevgirtina YNK-PDKê bû. Di rojên çarenûsî de hêviya zêdetir hebû, lê mixabin nebû.
Bi mirina Talebanî, Bavil dan pêş. Weke nûnerê Bexdayê; „Bila parêzgarê Kerkûkê dev ji kar berde. Bila meclîsa Kerkûkê ji nû ve bê hilbijartin. Bila maqezagona Îraqê serdest be…“ Pesnê serdema bav dida, ya îro şermezar dikir.
Gotinan tirsîner. Tirs rast derket. Malbat ketibû xefika Tehranê. Di hiş û dil de tiştek bi navê Kurdistanê nemabû.
Dibe haya we kişandibe. Di serê referandumê de Celal Talebanîyê nîvmirî û ji fonksîyona ramanî bêpar, birin Tehranê. Tehran ne pisporê tenduristiyê ye. Serdaneke şikdar! Tişta bûyî, rûreşî bû.
Bi boneyê; bi başî û xirabiyên xwe re Celal Talebanî diyardeyeke dîroka me ye. Divê bi zanîstî bê şîrovekirin. Pîvanên zanîstê, dijwar in. Talebanî têra xwe xeletî kirine. Li derve kurdîstanî, li hindirû herêmgir bû. Di dubendiya îro de para wî nayê veşartin. Ti kes ne milyaket e.
Têkiliyên malbatê bi Qasim Sulêymanî re, balkêş in. Eşkere bêjim; dera ew kujer bi serbestî li ser digere, êdî ne ya te ye. Kujer weke peyamdayînê çû ser tirba Celal Talebanî. Heqareteke mezin.
Çima serdana YNKê?
Fuad Mehsûm daxwazên Bexdayê birin ji YNKê re. Peyam: „Em Hewlêrê nas nakin.“ Xwedêgiravî rêvebirên YNKê civiyan, lê bêhtirî ji malbatê bûn.
Barzanî bi lez û baz çû Dokanê. Biryara hevpar(?), dilê me xweş kir. Lê êdî dereng bû. Tehranê her tişt li hev anîbû, bêrûmetan ji zû ve xwe firotibûn.
Di dîroka Başûr de ji herdu aliyan xeletiyên hevşip gellek in, lê ev cuda ye. Navê wê eşkere ye: Xiyanet. Bêguman ew têra fêmkirina her tiştî nake.
Divê berdêla xiyanetê hebe. Ew destûrmendî û dewlemendiya wan, berhema bedkarî, dizî û xwefirotinê ye.
Qurmê qelsiyê
Dibe bavê mirov xwedî mîsyoneke dîrokî be. Ji mirov were, divê rêya bavê xwe bigre. Heke bar ji qamê bibore? Mirov barê giran nade ser milên qels.
Lê heke aktorê dîrokî, rûmetdariya xwe bike çand û destûrmendî û derbasî malbata xwe bike, rêzgirtin namîne, hingê gendelî, komplo û yên din dibin taybetmendî.
Ka em li dora xwe binêrin: Li Tehranê sîstem otokrat e, lê parlemen heye, kurê Xumeynî jî ne destûrmend e. Parlemena Enqerê dişibe meclîsa padîşah, lê heye. Bexdaya em biçûk dibînin jî, xwedî parlemeneke dimeşe ye.
Ma qet zarokên karkeran, gundiyan, rewşenbîran, pêşmergeyan tinene ku erkan hilgirin? Heke hemû erk ji hemû welatiyan re vekirîbin, ew sîstem zexm e. Me ew pêk nanî, me nexwest em pêk bînin.
Serdestên Başûr berik berdanê piyên xwe. Her tişt bi xwe ve girê dan. Wekî wisa ye, di rûreşiyê de jî divê her yekê li para xwe mikur were.
„Xiyaneta navdewletî“?
Bi navneteweyî ji bo Kurdan dilgermî heye, ji bo Îran û Tirkiyê jî kerixîn. Lê berjewendiyên dewletan tiştekî din e. Dibe me ew tevlîhev kirin û em ketin bendewariyên zêde.
Ji Ukrayna û Koreyê heya Rojhilata Navîn li seranserên dinyayê pêşbirkiya DYA û Rûsyayê (+Çîn) heye. Pirsgirêkên DYAyê mezin in. Trump ji bo sererastkirinê hat, lê bûye sembola nalîna dezgehê.
Tirkiye û Îran, di xefikê de, piç û pariyan didin hev. Mijar Kurd bin, nakokiya hûtan derfetê dide wan. Di babeta Îranê de Waşîngtin bêçare ye. Xwedêgiravî Pastaran hedef in. Heşdî Şabî rêxistina Pastaranan e û bi çekên amerîkî êrîşî kurdan dike. Ma êdî Tehran ji vê DYAyê ditirse?
Ewropa di xema bazarê de ye. Di derbara kurdan da bêxem e. Dubendiya kurdan mehne dide wan. Durû ne? Ma êdî xem e? Bi ava baranê aş nazivire. Ava herikî, yekîtî pêwist e, ew jî ji me dûr e.
Emê rabin ser piyan?
Divê xiyanet nebe mehneya veşartina kêmasî û xeletiyên yên din.
Divê xiyanet nebe mehneya şerê birakujî. Ne rêxistinekê lê komekê xiyanet kiriye.
Bexda, Tehran û Enqere dixwazin, bi dubendî, aloziya aboriyî û bêbandorkirina pêşmerge, statukoya Başûr birûxînin. Ku ew bimîne jî, wê êdî ne ya berê be.
Serfirazî û hêviya hemû kurdan derb xwar. Mirov dişikê, lê xweska bi şer bûya! Carnan keysa mirina mêranê jî ji dest diçe. Wê bandora nerênî bide derdora xwe.
Divê em li pişt Başûr bin. Divê em rê nedin rexneyên rûxîner û bêzariyê. Başûr bi rûreşî û serfiraziya xwe re, ya me ye. Lê divê ew jî fêm bike, ku bêyî me ew jî tineye.
Dibe mijar ji li Başûr hebûna leşkerên Îranê û Tirkiyê borîye. Dîsa jî, cuhadiya Başûr û Rojavayê heye. Moskova nexwaze, yek leşkerê tirk nikare li binêxetê bimîne. Lê Waşîngtin nexwaze jî, dikare li Başûr bimîne û dimîne jî.
Me derbeke mezin xwar. Veşartin, beredayî ye. Dîrok diherike. Carnan mirov nikare xwe bide hev û bi lehî ve diçe. Carnan jî karesat dibe sedemê dîtina rast, fidakarî, lehengî û hevgirtinê. Va qebûxwestineke nû û dijwar. Ma jixwe jiyan ne ev e?
Selahedîn Çelîk – Rûdaw