Xwendevanên xoşewîst, berê ku ez ji we ra qal û behsa Referandûma Başûrê Kurdistanê û bêbextîya hin kesên Kurd bikim, divê ez pîçekî jî li ser vê peyvika Referandûmê rawestim, ev peyvik jibo çi tê bi karanîn. Her çiqas ku ferhengên bi zimanê dayîka min di pirtûkxana min da hene, min rûpelê wanên tîpa R, yek bi yek vekir, bi zimanê dayîka xwe li peyva Referandûmê gerîyam, lê min wateya vê peyvikê tenê di pirtûka Zana Farqînî da dît, ku ew jî ji Referandûmê ra: “Dengdayîna Gelî” dibêje; lê hin hevalên nivskar jî ji Referandûmê ra “Gîştpirsîn” dibêjin. Lê bi rastî ez nizanim kîjan peyv di cîda ye jibo zimanê dayîka me Kurdan. Ez bawer im di zimanê hemû gelên bêdewlet da ev peyva naye dîtin. Ji ber ku Gîştpirsîn, ango Referandûm karê gelên xudan dewlet e, ku ev jî di kategorîya ramyarî da tê bi karanîn; lê sed mixabin ku em hêj nebûne xudan dewletek ramyarî û endamê Rêxistina Yekîtîya Gelan. Hêvî dikim di demek herî nêzik da em jî bibin xudan dewlet û dezgeh, ev peyvika di zara me da jî cîye xwe bistîne, lê li gor zar û zimanê me. Zimanê me, zimanekî adan û zayandeye, mirov dikarê peyvikan jibo vî zimanî biafirîne.
Bi vê hêvîya dilê kul, vêca jî ez werim ser kêşeya sernivîsê, a Referandûma Kurdistana Başûr, ku ev e gelek wetxt e em bi dil û can di bendêdane. Ango kalekî wekî minê 83 salî di şevan da ez xewna
Referandûm û Serxwebûna Kurdistana Başûr dibînim, di rojan da jî çito ku radibim ser pîyan û rûdinim dîsa di demcameya xwe da Referandûm û Serxwebûna wî parçeyî jibîrtînim. Bawer bikin wexta ku ev xewn û daxwazîya pîroz tê bîra min, bê derew pirrî caran kela dilê min radibe, pênc pejnên min dikelin, dibin satila beravê, agir dikeve, laşê min, laş jan dide, histêr di herdu çavên min da dibarin, dibin çil çavkanîyên çîyayê Mizûr Bawa, di ser gepên min da dadikevin jêr, şil dikin simbêlê minên gewr, di nav sîmên gewr û sipî da xwe digîhîjînin nav herdu lêvên min, li wir jî dibin şirrav dadikevin ser herdu jonîyên min, diherikin ser erda ku min dikişîne binê xwe
Belê xwendevanên hêja, ji dil dibêjim ez di nav rewşek usa da me. Ji ber ku ev daxwazîya mina salên dûr û dirêj e wekî daxwazîya we hemû Kurdperwerên Kurdistan.
Li gor bîrûbawerîya min, di jîyana her mirovê wekî me Kurdên bindestê zaliman, qet tiştek qasa Azadî, Serbestî û Serxwebûnê hêja nîn e. Ango Azadî, Serbestî û Serxwebûn jibo gelên bindest û kesên dîl, wekî av, nan, hewa û oksîjen e. Lê her çiqas ku xewn û demcameyên min û ên we herdem Azadî, Serbestî û Serxwebûna her çar parçeyê Kurdistanê be, lê ez bawer im ev daxwazîya dilê me di roj û demek kin da nabe. Ji ber ku hûtên cîhan, ên heft serî bi hêsayî dev ji goştên me bernadin. Goştên me ji wan ra nêçîra şîrîn e; şekir e, şerbet e, hingiv e, kevjal û hawyar e. Ev kar ne tenê jibo hûtên bîyanî, her usa hutê me yên ku ji hûtên dijminan ra bûne heval û hevrê, ew jî dev ji me bernadin. Ew necamêrana hute toyê ser mastan bûne, li tev dijminan, naxwazin em dew jî vexwin.
Xwendevanên hêja mirov lomên xwe ji kesên xerîb û dijminên xwe nake. Jixwe xerîb-xerîb, dijmin jî dijmin e, lê birayê te yê ku ji xerîb û ji dijmin ra heval û yar e, gelo tu ji wî ra çi bibêjî?
Biayên delal ez çira ji we ra van tiştan dinivîsînim? Helbet sedem heye, ku ez bi wan gotinên xwe serê we diêşînim.
Belê, binêrin serkantekî partîyek navê xwe “Partîya Karkerên Kurdistan” -ev nav, wî û kesên wekî wî ji me dide nasîn- çi dibêje jibo Azadî, Serxwebûn û dewletbûyîna me. Ne camêr xewnên dûrî hişê mirov dibîne. Ev serkantê wê partîyê “Dewlet amraza pestê, zor û zilmê ye, divê li holê rabe” dibêje, lê kesê me yên ku hişê wan di jonîyê wan da ye bawer dikin. Lê ew bêhiş û belengazên Xwedê qet naynin bîra xwe ku dewlet di malbatê da derketîye. Gelo mirov dikare malbatê li holê rake?
Min nivîs û gotina wî kesê bomik û famkor di sîteya Kurdistan Post, di bin nivîsa hembajarîyê min, Dr. Dursin Alî Kuçuk da xwend. Ku Dursin Alî bi salan ji wê partîyê ra kar û karguzarî kirîye, 19 sal jî di girtîxanan da razaye; îro li kuye nizanim. Lewra ez wî di Kurdistan Postê da nas dikim. Carek, ducar jî me ji hevra peyam şandibû.
Herwaha, ez werim ser gelşê. Gelş çîye? Gelş dewlet. Gelo bi raştî dewlet çîye? Tirk ji dewletê ra “Bav” lê ji makezagonê ra jî “Anayasa, ango zagona dayîkê” dibêjin. Bi kurtî em Kurd jî ji dewletê ra him “Dayîk” û him jî “Bav” dibêjin. Bay û dayîk yek laş in û sermîyanê malê, afrandêrê keç û kurên xwe ne. Ji ber vê yekê divê ez bipirsim; “Gelo mirov çawa bê dayîk û bê bav dibe? Mirov wexta ku di zikê dayîka xwe û nav şeqên wê da derdikeve, bi şikl mirov be jî, lê ji ajal bêtir ajaltir e. Heya çil roj çav kor e. Berê dîya xwe dimêje, lê dîya xwe nabîne.
Gelo kî çavên wî/wê vedike? Kî wê/wî dimêjîne, zik têr dike, dihêjîne dike xewê? Kî wî/wê radike ser du lingan dimeşîne, mezin dike, dike mirov, zimên fêre wî û wê dike? Helbet berê dê, dûra jî bav. Gelo dê û bav ku tunebin ma mirov dibe? Dewlet jî usa ye. Divê qet ji bîrnebe, gelên bê dewlet wekî naxira bê şivan in. Naxira bê şivan jî her dem dibe nêçîra gur, hirç, torî û rovîyan. Ma ev bê dewletbûna me nîn e ku em bûne nêçîra Tirk, Ereb û Farisên barbar; sed salane ku me dikujin, mal û milkê me talan dikin?
Belê, li vir ez dixwazim ji wî serkantê nevîyê dêlegur Asena, heval û serokê wî yê ku xwe fîlozofê cîhanê dihesibîne, bipirsim. Lo mirov çito bê dê û bê bav dibe? Ma dê û bav di malê da ji zarokên xwe ra firîştene? Zor û pesta wan li ser zarokên wan tuneye? Zarok wexta ku tiştekî xirab bike, dê û bav li dij dernakevin? Nabêjin “Kurê min, keça min vî karî nekin, hûn xeserê didin kesan û malê? Yan jî lawik û keçikek 9-10 salî ji yekî ra, ji cîranekî qedirgirtî û dilsoz ra tiştekî xirab bibêje, yan jî bike, ma dê û bav du-sê şîmakan li wî lawê xwe û keça xwe nexînin? Ma ev zilm û pest e? Herhal di bêdewletbûna hişmendên PKK û kesên wekî wan da zilm û zor, çêr, kifrî û kuştin tune. Ku usa ye ez ji xudanê vê gotin û fermanê, ji Serok, cîgir û hemû alîgirên vê partîyê bipirsim, we çira di nav xwe da 15 hezarî zêtir keç û xortên ciwan kuşt? Çira hûn Serok, bi hezaran kes jî Gerilla û ji we ra xulam in? Çira hûn wan xulamên xwe dikin dijminê biran? Pirsek dî. Kuro hûn ku li dijê dewletbûyînêne, ma hûn çira derketine çîyan, kur û keçên kesîb û jaran didin kuştin, erdnîgarîya gelhekî mazlûm bi destê barbar û zaliman ve didin tarûmar kirin? Hûn ev e çil sal e ku şer dikin. Kanê, kanê bostek erdê we yê azad? Kanê karê we yê bêdewlet-bûyînê? Ji kerema xwe bibêjin ev şerê we yê çil salî jibo çîye? Ma hûn jibo biratîya gelan derketin serê çîyan? Ma we jibo biratîya gelan, Komarek Demokratîk, Konfederalîzma Rojhilata Navîn û jîyanek Ekolojîk bi deh hezaran ve xort û keç dan huştin? Ma gelo bi rastî hûn dikaribin 1400 salên dijminatîya Erebên Sunnî û Şîî biguhêrînin û wan bikin heval û bira? Bi rastî ma hûn dikaribin Tirk, Faris, Ereb û hemû gelên Rojhilata Navîn bikin heval, di bin sîwanekî
da cîwar bikin? Binêrin birayê we yên ku we zimanê wan ji xwe ra kirîye Xwedê û Ewlîya, duhu çi anîn serê meyîtê dayîka Serkanta we Aysel Tûxlûkê. Kuro ew birayên we koremişk in, koremişk. Ew di bin erdê da jî hêsayîyê nadin we û meyîtên we. Dê ew hestîyên we jî bikojin û bixwin. Lê pêr çi kirin, lê pêr? Ez ji we ra bibêjim. Wan birayên we, ew xuşka we ya ciwan berê kuştin, dûra jî tazî û şilf kirin, bend li lingan ve girêdan, kirin paş tiranpêlê li ser erdê, lê di ber çavên we û hemû cîhanê da gerandin lo gerandin. Ma ev e biratîya we û Tirkan? Lo bêhişino, eger ku dewleta we hebana, dijminan ev barbarî û namerdî dikaribû bikirana? Bersîv ê we ye.
Belê, xwendevanên hêja, jibo kesên ku dewletê naxwazin, dewletê amraz û hacetekî zor û pestê dihesibînin, evqas gotin bes in ez bawr im; lê vêca jî ez werim ser daxwazîya şîrîkên Îran û Iraqê dudilên me Hero Xanim, tevgera Goran û Îslamên dijmin nenas û bomik.
Çend roj berê du hêzên emperyal û nûnêrê xwedêgiravî Yekîtîya Gelan li Silêmanîyê li tev rêberên van sê hêzan rûniştin û xwastin ku ew bi hev ra li dij Gîştpirsîn, ango Referandûm-xwastina Mesûd Barzanî derkevin, ku Mesûd bitexile û Gîştpirsînê paş ve bixîne, lê sed mixabin ez nizanim encam çawa bû. Gor ku min di hin sîteyên Kurdî da xwend, biryara Kek Mesûd hêj ne zelal e. Ew qal û bahsa alternatîfên hêvîdayî dike, lê di dilê min da ev hêvî tune. Divê Kek Mesûd neye xapandin wekî Şêx Mahmûd Berzencî, Sîmko Axa, 72 parlamenterên Kurd ku di wê demê da di meclîsa Mistê Kor da bûn û name ji konferansa Lozanê ra şandin. Ev gelş gelek, gelek girîng e, divê Kek Musûd jibo daxwazîya xwe ya rewa gavan paşve nevêje û hêvîya 50 mîlyon Kurdên bindest, pêxwas, kesîb û reben neşikîne, serê me di ber dijminên barbar û xêr nexwazên Kurd da xar neke, netewîne. Em mal û milkê kesekî naxwazim; ew kesên ku bi dara zorê mala me ji me standine, em ji wan ra “Ji kerema xwe di malên me da derkevin, bes e, bes e evqas zilm û zor û barbarîya we. Netirsin, em wekî we ji we ra nabin dijmin, em dixwazim ji we ra bibin cîran, heval û hogir; bidin me guriz, dê em jî bidin we gul û nêrgiz.
Belê, li vir tiştê herî girîng hêwir e, ango cesaret û ne dalêskirina tûkirina xwe. Ez hêvî dikim Kek Mesûd tûkirina xwe dalês nekê, ji qeşmer, xayîn û bêbavan ra nebe babeta tinazan û guh nede segên wekî Bahçeli yê esl Ermenî, Recebê Gurc, Çawişoxlîyê xayîn û keçel, Başbûxê devşîrmeyê Makedon û hemû Kurdên bêbext. Lewra li welêt, li Ewropa, li Amêrîka, Kanada û Awistûralya gelek kesên nav Kurd hene ku ji dijminan bêtir dijminê Mala Barzanî û neferên wê malê ne. Bi taybetî jî dijminên Kek Mesûd.
Bawer bikin xwendevanên hêja, li vir Awistûralya hin jin û mêrên Kurd hene ku, mirov şerm dike ku ji wan ra “Kurd” yan jî “Mirov” bibêje. Bi laş mirov in, lê bi hiş ewk…famkor û hov in. Evana di nav gelda digerin li dij Gîştpirsînê bangeşîyek gemar dikin. Hele jinek Mahabadî, ku dayîkek Kurd e, bûye serokê komela Apoîyan, tu dibêjî heftsed bav û kalên wê Mesûd Barzanî kuştîye. Ango evqas bûyê dijminê Kek Mesûd, Apoyê girava Tîlmûnê jî ji xwe ra kirîye Xwedê. Bi zêr ristikek Mardûk jî çêkirîye kirîye stuyê xwe, di ser sîngê xwe da dxistîye ku herkes bibîne.
Herwaha ez dirêj nekim, ku heye eger hêzek wekî dibêjin “Xwedê” hiş bide van bêhiş û famkorên me.
Belê, birayê minên Kurd, berê ku ez dûwahî bidim nivîsê, dixwazim ji we ra ji dil usa bibêjim: “Hêvî dikim roj 25’ê Îlonê ji gelê Kurd ra bibe rojek cejn. Ango cejna Serxwebûn û Azadîyê, ku hestîyên Zerdeştê Kal, ên Amedê Xanî, Mele Mistefa Barzanîyê nemir û ên Seyda Cîgerxwîn û ên hemû cangorîyan Azadî û Serxwebûna Kurdistanê di bin erdê da şa-bibin û vêsin. Axa wan zêde, rama xwezaya Kurdistanê li ser axa wan kêm nebe.
Silav û rêz ji we hemû Kurdperwerên Kurdistan ra..
Têbinî: Sibe 17-9-2017 em hin Kurdên welatparêz û alîgirên Referandûmê, di seyrangehekî mezin da dîlanîya Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr pêktînin. Bi hêvîya êlankirina Serxwebûna Kurdistan.
Bibînim wê rojê, mirin xêr hatîye silamet.
rizacolpan@gmail.com