Geşbûna (pêşketina) Kurdistan tenya bi serxwebûna wê dabîn dibe!
Agirê ketiye nava Rojhelata Navîn bi hêsanî nayê vemirandin, divê Kurdên Başûr navmala xwe bi lezginî avabikin.
Referendûm çiye?
Bi referendûmê netew li ser mafê çarenûsa xwe dibe xwedî biryar. Ew mafekî rewaye; baştirîn rêye bo dabînkirina serxwebunê ye. Ew bergiriya demokrasiyê ye.
Hemû netew xwediyê mafê destxistina çarenûsa xwe ne. Bo vî (em) mafî vazbûn û devjêberdan nîye. Komelgeha serxwebûna xwe dabîn neke, nikare geşbûna (pêşbûna) xwe destbixe. Çima? Kurdistan tenê di katî (wextî) serxwebûna xwe de bibe xayenê paşeroja (pêşeroja) xwe. Dewletbûn dikare rêya geşbûna komelgehên Kurdistanî û hemû pêkhatên wê veke.
Dewlet çiye?
Dewlet nêranî (nûnerê) miletekî ye; ciyê skala û xayenê neşriyê (çareseriyê) ye; bergir û parêzerê xakê ye; ciyê aramî, aştî û asayîşê ye. Hokarên (sedemên) mezintirîn ku Kurd tuşî komêlkujî û tiwanewe (lenaw birdin) bûne/dibin bê dewletî ye (û ta astekê neyekbûna wan e.)
Katî guncaw?
Êsta (vêga) Îraq leyaz e. Raya giştî û zorbey (pirraniya) dinya dizane Îraq wek dewlet têkçuye. Nexwe pêwiste kurd çarenûsa xwe bi rêya referendûm diyar bike. Em ro şansekî gewre ji serxwebûna re heye. Divê komelgeh û hemû pêkhatên Kurdistanî ji vê (em) baredoxê sûd wergirin. Kurdistan welatekî bi av û nefta xwe dewlemend e. Lê lem sînorên wê ên êsta ji bo parastina wê ne besin. Tu netew û komgelgeh nikarin hem baredoxê (rewşê) hemîş (hercar) hilgirin. Giştpirsiya Başûriya li gel hemû Kurdên Kurdistana dabeşkirî bi giştî hêviyeke gewre (mezin) dirust kiriye. Bi ihtimaleke gewre (mezin) wê di destpêka ragihandina deweleta kurdî da zorbey (zêdeyî) 10 dewlet wê nasbikin. Kurd zor dereng mane; meşkê wan jî hatiye dabeşkirin. Nexwe referandûm derfeta dawîn a netewbûnê ye, loma pêwiste êsta encam bide
Dewleteke yasa, seqamgirî û serbixe bi navê Îraq TINE. Heger êsta Kurdistanî nexşegeriya xaka xwe destxet nekin û ne parêzin wê sibê dereng be.
Tezên nerîna ê min bo referendûma Kurdistana Başûr û Îraqê bi kurtû puxt (kurtî) ev in (em in):
Iraq
- Min pêşbinî nakim ku agirê ketiye nava Rojhelata Navîn wê bê vemirandin.
- Dewleteke yasa, seqamgirî û serbixe bi navê Îraq TINE.
- Iraq erkên xwe yên komelgehî (civakî) di barê (le barê) bergiriya pêkhatên xwe da ne aniye cî.
Kurdistana Başûr: Çima êsta dewletbûn zor girîng e?
- Dewlet nêranî (nûnerê) miletekî ye; ciyê skala û xayenê neşriyê ye; bergir û parêzerê xakê ye; ciyê aramî, aştî û asayîşê ye. Gewretirîn hokarên ku Kurd tuşî komêlkujî bûye bê dewletbûn e.
- Êsta ji serxwebûna Kurdistana Başûr re şansekî dewletbûnê heye. Divê komelgeh û pêkhatên Kurdistanî ji vî (em) şansî sûd wergirin.
- Referandûm derfeta dawîn a netewbûnê ye; divê di katî dîyar da encam bide. Herêkirina giştpirsiya serxwebûnê tê vê wateya: Bo komelgeha me yasayekî hemû pêkhatên Kurdistanî bi parêze (a), baredoxekî ciwan (b), siyaseteke pirreng (c), dewleteke yasa (d), herwiha seqamgirî û bi mitmane (bawerî) zarûrî ye (e).
- Dewleta dîmokratî, yasa, komelî û dadmendî garantiya hebûna Kurdistan, pêkhatên wê û bergiriya wê ye.
- Tenya dewletbûn dikare rêya geşbûna komelgehî li Kurdistan veke.
- Ji Kurdistana Başûr re demokratiyeke pirreng ferz e. Makeqanuneke bi mitmanê, ku hemû pêkhatên Kurdistanî hembêz bike û bi parêz e, pêwistiye.
- Bo pêvajoya referendûm û katî duetir ta ragihandina serxwebûna Kurdistan destpeşxêrî girîng e. Piştgiriya di medya alman da jî girîng e.
Dr. jur. Celalettin Kartal,
Scientific Expert on International Law,
Minority Issues and Migration
Germany, 08/2017