Hevalê min ê hêja Welî Sebrî, Roman a xwe ya bi navê Yar û Mirad’ê ji min ra şandibû. Demek berê min ji bo xwendevanê Navkurd’ê beşa Xalid Beg weşandibû, nuha jî dest weşandina beşa Silêmanê Ehmed dikim. Min ji xwendina romanê kêf girt, ez bawerim hûnê jî bigrin…
İkram Oguz
Ger dê hebûya me îttîfaqe
Vêkra bikira me înqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hem’yan ji me re dikir xulamî
Ehmedî Xanî
Di destên wê da teşiya wê û wê, derHê pêş vekir û ber bi hewliyê çend gav avet. Avêt û di pey ra jî li cihê xwe sekinî û li der û dorê mêze kir. Di wê mêzekirina xwe da dît, du camêran berê xwe dane qonaxê û pêda pêda tên. Di wê gavê da jî, ji paş diwarê xênî du kûçikên reş xuya bûn, reyan û di pey ra jî berê xwe dan xerîban û çûn.
Bi hêrsek qêriya ser kûçikan û got:
“Hooşt, kûçik kûçikbav…! Hela tu were min û li van kelpan mêze bike. Bila ji evdan evdekî Xwedê berê xwe nede vê malê û neyê. Ger ku yek were hema bi carekê dikin kastekast, diewtin û xwe lê digrin… ”
Got, pêra jî gavên xwe bilez û bez vekir û ber bi xerîban va çû. Çû, lê ji ber ewtina kûçikan jî hê bi wê hers û qêrina xwe bû.
Carekê din kir qêrîn û got:
“Qero û Qolo…! Niha min ji we re çi got, hi. Ne min ji we ra negotûbû zû vegerin…! De vegerin, kûçikbav! Kûç, kûç, kûç…” Kûçik û bisekinin. Dît, hê bi çûyîna xwe ne îca jî xwar bû, ji berfê gogek çêkir û ber bi kutiyan va avêt. Rêwî jî, hema hema êdî nêzikî qonaxê bûbûn. Navdar, bi rêz û giranî ber bi xanimê va hat.
Hat û li ber hişmendê xwar bû, got:
“Ev dem û hemû demên we xweş û êvara we jî bi xêr be, dayê…” Di pêşwaziyê da wê, silava dostaniyê girtibû.
Li xerîb vegerand û got:
“Xêr û silamet, hûn bi xêr hatin e. Mivano, ser serê min û ser çavên min ra hatiyî. De fermo! Fermo, li ser piyan nemînin û hema derbasê qonaxê bibin…”
Ji hatiyan Hesenê Hesenî, bi coş û kelecan nêz bû û di pey ra jî rahişt destên wê û maç kir.
Na, wê destên xwe para va negirt, nekişand û bikêfxeşî da.
Pêra jî got:
“Weyyy, Xwedê te bihêle, berxo. Temen dirêj, derd û êşan nebînî û mala te ava. Tu her bijî, min bi qurban…Her bijî…”
Got, lê bi van gotinan nema û pêre jî bi Hesen ra hembêz anî, guvaşt û di herdu sûretên wî da ramûsa. Xerîb, li hewşê û dixwestin qapûtên xwe ji pûkê va daweşînin û wer derbasî qonaxê bibin.
Ji ber deng û qisedanên derva, mirovekî navmil û dirêj ji derî va xuya kir. Camêrê ku derketibû, yekî bejnzirav, bi şal û şapik, li serî kolos û bi simbêlek dirêj û badayî bû.
Vegeriya xanimê û got:
“Qîzê Asya! Çima tu rê nadî mêvanan…? Rê bide ku camêr bila ji xwe ra derbasî hundir bibin…” Got û pêra jî simbêlê xwe ediland. Ew bi xwe jî li ber şêmûgê û ji alikî va bi axaftin û ji alikî va jî bi meraqên çavan bû.
Got:
“ Wer xuya dike camêr, ji riyeke dûr berê xwe dane vir û hatine. Jinik, de ka êdî xwe bide alikî…!
Bide alikî ku derva sar e û bila camêr ji xwe ra derbasî hundir bibin û di sar û sermayê da nemînin.”
Dêmeg, bi navê xwe jina çê, Asya Xanim bû.
Xanima delal, li wî vegerand û got:
“Lo, mêrik! Ji boyê Xwedê ku, ka tu dawa çi dikî û ji min çi dixwazî. Ev çi ye tu berê xwe didî min û ewqasî di ser min da tê. Ma tu nabînî, ez bibêjim nebêjim jî camêr her bi ya xwe ne.
Ew bi ya xwe û gotina min feqîrê jî pere nake. Qey tu dibêjî min negotiye. Min got, lê…
Belê, dizanim sar û serma ye û nabe ku mirov li ser piyan bimîne. Ax, de çi zanim…!”
Got, pêra jî herdu destên xwe da ser newqa xwe û li Silêman Beg mêzekir û bi wê mêze kirina xwe jî nema.
Got:
“Ax û ax, mêrik….! Qey îca tu bi xwe jî nabînî camêr çawa bi înada xwe ne. Na, nizanim mêvanên me ka ji ku tên û kî ne. Ez wê nizanim, lê tiştê ku ez dizanim ne camêr guh didin mirovan û ne jî derbasî hundir dibin. Hema tenê bi ya xwe dikin û hew. Hê tu ji derî va xuya nekiribûyî min bi heterek ji wan ra got. Got, lê dema ku gotin jî pere nekiriye îca tu yê werî çi bikî. Na, tu yê wê qet serf nekî ya herî herî baştirîn e. Ka îca ez ê bibêjîm çi û nebêjîm çi. Na, bavo! Qey bi pûkê va hundir dilewite ku naxwazin derbas bibin.
Ax, de ez çi zanim! Dêmeg, ew jî wer dizanin û wer dixwazin. Dixwazin, pel û potên xwe ji pûkê va daweşînin û wer derbasî jorî bibin. De tu jî bi hedûra xwe be. Parikî bi hedûr û anûka ew ê bi xwe derbas bibin.…”
Gotinên xwe ji Silêman Beg ra kiribû û li pey vê axaftinê jî îca wê, berê xwe da mêvanan û ji wan ra got.
Got:
“Heyran! Eha, we her bi ya xwe kir û we guh neda min. We guh neda min, lê we pêsîra min da destên Apê xwe. De bi ewqasî daweşandin jî zêde û bes e, lo. Kerem bikin û derbasê hundir bibin. Kalo, bi teqazeya xwe û hûn jî hê bi înada xwe ne. De fermo…”
Ma îca wê yê çi bigota. Eha, wê jî wer got û bi gotina wê jî herdu mêvan li hewşê zêde neman û derbasî hundir bûn. Ji riyek dûr hatibûn û di sar û sermayê da mabûn. Mêvanxane jî germ û bi ya dilê wan bû. Di hundir da li ber sobê xanimek rûniştibû.
Bi hatina mêvanan jî, ji cihê xwe rabû.
Rabû û got:
“Mêvanên ezîz!
Hûn bi xêr hatin e, ser seran û ser çavan ra. Derva sar û hûn jî ji derva tên. Fermo, kerem bikin û li ber sobê cîhê xwe bigrin.” Wê, silava xwe da û xêrhatin li mêvanên xwe kir.
Mêvan, bi serê xwe derbasî jorî nebûbûn. Asya Xanimê dabû pêş û bi xwe ra anîbû mêvanxanê. Belê, wê hişmendê dabû pêş mêvanan û anibû.
Vegeriya wê dilberê û jê ra got:
“Besra, dayika min Besra…!
Hê ku xezûrê te berê xwe nedaye min hema destên xwe zû bigire û ji mêvanan ra doşek û balgiyan bîne. De min bi qurban, parikî bi lez…” Besra Xanim, ji mêvanxanê derket û xwe li aliyê malê va girt. Pirr derbas nebû îca bi qatên doşek û lihêfan va derket û hat. Bi alikariya xwesiya xwe wê doşek û lihêfên anibû, li ser kulavên Xoresanî danî, raxist û di pey ra jî derket û çû. Xwesiya Besrayê, ji jinan jineke xwezan, hişmend û bi ezmûnî bû.
Bi azametek vegeriya mêvanan û got:
“Ji kerema xwe rabin û di pey ra jî derbasê ser doşekan bibin. Wer xuya dike ku hûn herdu jî ji riyek dûr hatine. Vê gavê li rehetiya xwe bin. De fermo, ezîzên min, fermo…” Wê, gotina xwe kir û bi ferzkirina wê jî Navdar, rabû û di pey ra jî derbasê ser doşeke bû. Besra, bûka Asya Xanim û hevpara Ferzende Beg bû. Mêr, ne li mal û wî jî wek her kesî rahîştibû çek û silêhên xwe û di pey ra jî bi mêrxasên êla xwe ra berê xwe dabû qada şer. Kê berê xwe nedabû qada şer ku ew jî nede. Wek çawa tê zanîn Qerecaniyan, Malbatiyan û hema hema bi xort û egîdên xwe va gişkan berê xwe dabû çiya û baniyan û çûbûn. Silêman Beg, bi xwe jî çûbû. Çûbû, lê ji ber hinek sedeman jî vegeriyabû û nekaribû zêde bimîne. Vê gavê vegeriyabû, lê nedihat wê watê ku ew ê carekê din xwe li eniya şer negire û neçe. Bistekî derbas bû ew jî hat.
Bi hatina wî, yên ku li mêvanxanê bûn rabûn ser piyan û li benda cîh girtin û rûniştina wî man.
Ew ku rûnişt şûnda wî got:
“Ezîzên min! Hûn hatinê û hûn ser seran û ser çavan ra hatin e…”
Ji Asya Xanimê ra jî got:
“Jinik, mêvan niha birçî ne. De rabe! Rabe û ji camêran ra tiştekî amade bike. Xuya dike camêr ji riyek dûr hatine û hê şîva xwe jî nexwarine.” Got û pêre jî nêzî sobê bû.
Asya Xanim, ji jinan jineke çê bû.
Bi wê giraniya xwe li Silêman Beg vegerand û got:
“Silêman! Di qismetê da hema çi ku hebûye mirov wê dixwe. Wele, hema tu bibêje di nîvroyê da min şîv hazir kiriye. Ger ku wan jî xwestibe, şîv amade û dikarim sifrê danim.
Ger ku ji min jî bipirsî ez dibêjim bila bîstekî bêhna xwe bigirin û paşê jî nan û ava xwe bixwin. Nizanim ka edî ew çawa dixwazin…?”
Di wê navbeynê da derî vebû û çend zarokan, bi devkenî li hundir çav gerandin û mêze kirin. Piştra jî deriyê mêvanxanê dan cî û ji wir dûr bûn.