Xwendevanên xoşewîst, çawa ku hûn jî dizanin, li vir nêzî sê meh berê, min ji we xwendevanên berrêz xatir xwastibû ku, ez carek dî nenivîsînim, nekevim nav kar û barê ramyarî, gengeşî û raberzîna hin bûyer û qewimandinan, lê ez ji we lêbûrînê dixwazim, ku hûn min bibexşînin. Bawer bikim mirovê ku bi salan, dem û wextê xwe bi xwendin û nivîsînê ve derbas bike, yekcar nikara dev ji xuya xwe ya xwendin û nivîsînê berde. Ji ber ku çav payîne dibînin, guh kerr nebûne dibihîsin. Jixwe min ji we ra: “Ku nemirim, dîsa car-car hin tiştan binivîsînim” gotibû. Lê şikir hêj li ser lingan im, digerim, hişê mn jî di serê min da ye.
Belê, heman usa. Gelo ez çawa û çito çavan dadim, guhan jî kerr bikim? Bê derew havila vî karî tenê mirine, lê ez hêj sax im, nemirime. Ji ber vê yekê jî min tebat nekir. Ji ber ku li welatê min karekî ne xoş û qirêj, karê ku dilê dijminan şa dike, ew tê kirin. Pêşekar û şampîyonê vî karî jî PKK’ye. PKK bûye bela serê gelê Kurd; bûye kelek pola li pêş Rizgarî, Azadî û Serxwebûna gelê Kurd. Her tim wekî dijminekî har lûla tifîngê diguhêrîne ser Kurd birayên xwe. Serperîştên vê partîyê bûne Firawûn, bûne Neronê dîn, dixwazin welatê min û we bi tevahî bişewitînin, ku gelek jî bi destên dijmin ve dane şewitandin, welat wêran kirine, gund bûne pag, deh bajarok serhev-binhev bûne bi top tankên dijmin ve; li tev deh hezar kesên ciwan, zarok, jin, keç, bûk, mêr û pîrên heftê, heştê salî bi fermana Serperîştên PKK ve hatin kuştin, bûn cangorî. PKK ji mirina biran têr nebûye ku vêca jî Şengal ji xwe ra kirîye war û wargeh.. Divê Serperîştên PKK li Şengalê, Li Qendîlê derkevin. Cîyên wan ewderana nîn e. Divê dagerin çîyayên Bakûr. Çîya yê Agirî, Sîpan, Nemrût, Minzûr û ên din, evana gîşt di benda wan da ne. Ez bawer im di destpêkê da sûç sûçê Mesûd û Celal Talabanî bû. Divê Qendîl ji wan ra nekirana war û wargeh; ji serê xwe ra nekirana bela, ji gelê xwe ra jî nekirana dijminê Pêncemîn.
Xwendevanên hêja, li qisûrê min mêze nekin, min bibexşînin. Kela dilê kul rabûye, bûye satila ser agir, av dikele, dike xul e xul, laşê dişewitîne. Ji ber ku PKK dîsa dixwaze destpêka birakujîyê bike, jixwe destpêkirîye jî. Ji ber vê yekê jî him kela dilê min rabûye dikele û him jî dil, kezeb û gorçikên min dişewitin, janê dikşînim, berdikevim, xemgîn dibim. Ango dil dixwaze berê ku bimire, Kurdistana Azad û Serbixwe bibîne, lê PKK li pêş vê daxwazîya evrar û pîroz bûye asteng. Nizanim ji çi hişî ra karguzarî dike. Eger ku heye Xwedê hiş bide Serperîşt, Rêvebir û çekdarên vê partîyê. Ango Gerîllayên ku kurê kesîb û rebenên Kurd in.
Herwaha xwendevanên hêja ez li ser gotina xwe neman. Carek dî ez ji we lêbûrîn dixwazim. Bawer bikin min wexta ku nivîsa berrêz Îkram Oxûz, bi sernivîsa wî ya “Biratî Maye Ku Şer Jî Şerê Birakujîyê be” xwend, yekcar paş ve vegerîyam sala 1949. Ango 68 sal berê.
Belê, ez dixwazim rûpelekî ji dîroka bîranînên xwe ji we ra vekim; bixwînin em çawa Ap û birazî, bira û pismam, xal û xarzî ne.
Bapîrê min Memê Gur, -bernavekî wî jî Memê Şivan e- ez bawer im ew di salên di navbera 1840 û 1850’î da li gundê Xelan, -ku ev gunda girêdayî yê qeza Depê ye, lê îro dijminê xwînxwar navê vî bajarokê me
kirîye Karakoçan- ji dayîk bûye, lê nebûye nesîb ku bapîrê min Mem li ser wî erdê bav û kalê xwe, di gundê xwe da bijî. Ev çîrok gelek-gelek dirêj e, ku min ev çîroka dûr û dirêj di bîranên xwe da nivîsîye jibo xwendevan Kurd. Ango bi du ziman, Kurdî û Tirkî.
Bapîrê min Mem, wexta ku bavê wî Îbrahîm dimire, ew di hembêza dayîka xwe da hêj pitikekî şeş mehînî, ji bavê sêwî dimîne, lê dîya wî, wî dibê mala bavanê xwe, li wir wî mezin dike. -Coşik, gundekî qeza Mêzgirê ye- Lê Feleka bêbext, piştî neh sal, wê jî ji vê cîhanê digire dibê di bin axa sar û tarî da diniximîne. Mem di neh salîna xwe da, dîya xwe jî wenda dikê, bi tevahî sêwî dimîne, îcar vêca diçe cem axakî eşîra me Îzol, -Gêdûk Axayê Mastanê- dibe şivan, piştî çend salan vêca jî diçe gundê ku ez li wir ji dayîk bûme Kûpikê, li cem Seîdekî cîwar dibe. Seîd wî li wir wekî kurekî xwe dizewîcîne, Mem di hundur çend salan da dibe bavê çar lawan û qîzekî, Ango keçekî, lê nayne bîra xwe ku, çikê bavê wî Îbrahîm li gundê Xelan heye. Piştî
mirina bapîrê min Memê Şivan, îcar sê apên min dadigerin ser erdê bav û bapîrê xwe, lê bavê min naxwaze gundê ku ew li wir ji dayîk bûye biterikîne here gundê bavê xwe, lê milkê ku ji wan ra mîrat maye, ew di nav çar biran da parve dibe, balam bavê min, -ew birayê mezin e- para xwe ji sê birayên xwe ra dihêle. Ji wan ra “Hûn para min bajon, biçinin bixwin, heya ku nemirime” dibêje; lê dûra li wir milkekî ê eşîra Xiranîyan tê firotin, bavê min li tev sê birayên xwe wî milkî jî dikire, lê dîsa naçê ser erd û milkê xwe, ji sê Seîdên gundê Kûpikê ra colegtîyê dike.
Qet di bîra min da naçe, ez xortekî çardeh salî bûm. Kekê min Husên zewicîbû, bûbû xudan sê zarok. -dîya me cihê bû. Piştî mirina dîya wî bavê min ji dîya mina dilovan ra dizewice- Tam di demek wer da dewleta
Romê Kekê min kir leşker şand qeza Çeneqelê Ezîne yê, lê Kekê min ne xwendin û nivîsîna wî hebû û ne jî peyvek Tirkî dizanîya. Xortekî bejn narîn, gelek serxwe, çeleng, sipehî, mirov qim nedikir ku li bejn û bala wî binêre. Te digot Xwedê ew bi taybetî afirandîye. Bê derew ji deh mirovan ra jî “Mirov” nedigot; wekî şêr û pilingekî daristanan bû, lê di ocaxê barbaran da, ew şêra ji gur, çeqel û rovîyan ra bûbû nêçîr, bûbû leyîztok, ji ber nezanîna zimên, gur û çeqel û rovîyan ew dabûn ber gezan. Di nav rewşek wer da Kekê min bi navçitîya Kurdekî Tirkîzan, 50 panginot bertîl dide serbaz, serbaz jî wî qasî şeş meh, bi rêya hewa-guhartinê paş ve dişîne. Dîsa qet di bîra min da naçe, ku wê rojê bavê min ez jibo çend metro fîstanê dîya min û bûkê, şandibûm qeza me Mezgirê, ku herim ji purtî-firoş Şerif Efendi wan çend metro purtî bigirim, bînin, di rê da ez û Kekê min Husên hatin hember hev. Ew di nav cilên dijmin, ez jî di nav kiras û derpeyê sipî da bûm.
Dirêj nekim, di heman salê, di meha Çirîya pêşin da Kekê min ling da ser erdê û bi hêrs ji bavê min ra “Êdî bes e ev colegtî, tu ji Seîdan ra bûyî xulam, bira û birazîyên te milkê te dajon, diçinin, dixwin, libek genim û ce jî nadin te. Ez êdî vê rewşê napejirînim, bêzar bûme ji vê colegtîyê, divê ez herim li wir ji xwe û birayên xwe ra xanîyekî çêkim û herim li ser milkê xwe cîwar bim” got û piştî çend rojan ez û eta min Zerîf li tev wî em çûn me li ser erdê xwe, lê kêleka mala xezûrê pismamê min Elî, me ji xwe ra du çavî xanî çêkir, li tev derî û penciran qedand, lê piştî heftekî rojên Kekê min, ên hewa-guhartinê, qedîyan û Kekê min dîsa berê xwe da welatê dijmin, Ezîne ya Çeneqelê, lê zivastanê jî destpêkir, her der di bin berfa sipî da ma.
Lê gelo ew xanîyê me yê ku me nû, di mezre ya gundê Xelan, Dala Mistê Balan da çêkiribû, ew çi bû?
Kekê min leşkerê dijmin, ez lawikekî çardeh salî, bavê min kal û nedixwast here li ser wî erdê bav û bapîrê xwe cîwar bibe. Ji ber ku Kûpik bihişta wî bû, nedixwast ji wê bihişta xwe dûrkeve.
Belê xwendevanên hêja, biratîya me Kurdan jî ne biratîye. Merî û meristanîya me jî her usa ye. Em neyarên hev in. Pismamê minê ku piştî kuştina bavî wî, bavê min bi nan û xwê yê xwe ve xwedî kiribû, zewicandibû, Elî, li tev bûrayê xwe, ku me ji wî ra “Memê Qîyê” digot, bi tevir ew xanîyê me hilşand kir pag, ku em neçin ser wî erdê xwe cîwar bibin. Em in ev gela birano; dijminên hev. Ez qala birayên xwe jî nekim. Lewra çîrok dirêj dibe.
Belê, em in ev gela.
Gelo ez çira van tiştan ji we ra dinivîsînim?
Jibo bêbextîya me ya ji hev ra.
Ez bawer im hûn rind dizanin, Avdila Efendi çi wext û di kîjan salê da derket meydanê. Ji destpêka derketina wî, gel ji alîgirên wî ra: “Apocûlar” digotin.
Belê, yên ku nizanin, ez ji wana ra bibêjim. Di sala 1977’an da.
Derketina wî çawa bû?
Wî çi got ji gelê Kurd ra??????
Xuşk birayên delal, bê derew wî berê lûle ya tifîngê guhart ser biran. Got “Dijminê yekem, ê hundur e”.
Gelo dijminên hundur kî bûn????????????
Bi xoşmêjî û fermanek usa ve wî çi kir?????
Wî çiqas bira da kuştin??????
Gelo hejmara ew kesên ku wî da kuştin çend bûn?
Lê yên ku di nav xwe da bi navê casûstî û ajantîyê da, da kuştin çiqas in?
Lê şerê ku nav bû “Birakujî” kê derxist û kî bû sedem???????
Xwendevanên hêja, pirs pirr in, lê em ji kê bipirsin?
Divê em ji xwe bîrnekin, hêz em in. Em ku nebin Serok bi tenê serê xwe nikarin tiştekî bikin. Ji xwe bîrnekin, Serok nayên hember hev, hevûdu nakujin. Tîr û kevan, xençer û şûr, tifîng û top em in, lê em van çekan ji xwe ra dikin hacetên kuştina xwe, venagerînin ser ew kesên ku me berdidin hev. Eger ku îro Gerîllayên PKK, Pêşmergeyên QDP, yên YNK, Goran û ên partîyên ola Îslamê, çekên xwe dagerînin ser singê Serokên xwe, ji wan ra: “Ku hûn dixwazin şer bikin, fermo meydan va ye, ji we ra fereh ye, şer bikin hevûdu bikujin, em jî mêranî û lehengîya we bibînin; ji kerema xwe me bernedin hev. Em naxwazin hevûdu bikujin. Ji ber ku em birayê hev in, daxwazî û doza me yek ê; em dixwazin tenê ji dijminê xwe yên barbar ra şer bikin û bibin cangorîyên welatê xwe Kurdistan” bibêjin, gelş namîne; lê mixabin ku -bibexşîin- ker û çavkorên me vî karî nakin. Gîşt bûne xulam û mirûd. Bi taybetî jî sedî 99 alîgirên PKK’ê usa ne. Gog ketîyê pêş linê Kurdan, lê Kurd gogê davêjin kela xwe. Ku heye Xwedê nepejirîne, axirîya Kurdan zelal bike,
hiş bide vî gelê mat.
Bi vê hêvîyê, bi çarînekî ve divê ez dûwahî bidim nivîsê; zêde serê we neêşînim.
Ewk hatine, ewk jî diçin…….
Nabin mirov, nabin mirov
Dijmin ji xwe bîrkirine
Lê ji hev ra jî har û hov.
Têbinî:
Xwendevanên hêja, Sersal û Cejna me ya Neteweyî Newroz, piştî çend rojan dê were pîroz-kirin. Ji ber vê yekê ez di niha da bi dil û can Sersal û Cejna we ya Neteweyî û ê hemû Kurdperwerên Kurdistan pîroz
dikim, di her kar û barên we da saxî û serkeftin dixwazim, hemû rojên we “Newroz bin” dibêjim. Bimînin di xweşîyê da.
10-3-2017
Silav û rêz.