Xwendevanên hêja, gotinek bav û kalan heye, ku usa tê gotin: “Tirî li tirî dinêre, rengê xwe diguhêrîne”. Lê em mirov ne tirîne birano. Navê tirî, navê hemû nebatan, navê dar û beran, kevir û kuçan, kanî û çeman, deşt, çîya û zozanan, derya, kîşwer û welatên cîhan, bi hezaran balinde û ajalên cur be cur, welhasilî kelam me mirovan danîye. Me gotîye “Cîhan” me gotîye “Asîman” Me gotîye “Mirî” me gotîye “Zindî” Me gotîye “Şer û pevçûn” me gotîye “Aştî”. Me li hev mêze-kirîye, ji hev mînakên cur be cur standîye. Yekî nîr û hevcar çêkirîye jibo ajotina çandinî, yekî dî jî ji wî fêr bûye. Yekî tevşû, birrek, rinde, çekûç, bivir, tevir, bêr, merr, mesas û lawûte çêkirîye û çito bi kar anîye, yekî dî jî li wî nihêrîye bûye hostayê van hacetên jibo jîyana xwe û mirovên din. Teknolojîya nûjen, qas ku ez dizanim li Îngîlîzistanê destpêbûye, lê îro li gelek welatan hacetên cur be cur çêdibin. Amêrîka û Sowyetên kevn li hev nihêrîyan, keştîya asîmanî çêkirin çûn ser hîvê, îro jî ber bi marşê û rojê diçin. Du (2) birayên Almanî balefir çêkirin, îro di gelek welatan da balefir çêdibin, him jibo gerê, him jî jibo şer û kuştinê. Lê kêr, tîr û kevan, xençer û şûr, tifîng û şeşar, top û tank, Atom û Hidrojen??????
Belê xwendevanên xoşewîst, çira ez van tiştan dinivîsînim? Jibo gelê minê nav “KURD”. Em ji mînakên cîhan dûr man; me çavên xwe kor kir. Ji şaşîyên dîrokî me ders ne stand. Erebên hov hatin li çolan em kuştin, me ew ji xwe ra kirin Xwedê. Tirkên barbar hatin li Asya Navîn, me ew ji xwe ra kirin bira. Farisên ku bi saya xwazîyê me bûn dewlet, dûra jî qira me anîn, me ji wan ra got “Pismam” hatin gîhîştin duh û îro.
Duhu li Fransa şewqek derket, ji gelek gelan ra bû çira, lê em bûn çav kor me ew şewq û çira nedît, em bûn bengîyê şewq û çiraya bin axa reş, bihişta ku kesî nedîtîye û 70 hûrîyên derew.
Sal hat gîhîşt 1806, Mîrê Baban Abdulrahman Paşa xwast ku berê xwe biguhêrîne wê şewqê, lê ew alîya li ku bû wî nedît. Li pey wî, di sala 1847’an da Bedirxan, di sala 1880’da Şêx Ubedullahê Nehrî, 1921-22
Qoçkîrî, Alîşan Beg, 1925 Şêx Seîdê Pîran, 1927-32 Çîyayê Agirî, Gelîya Zîlan, Îhsan Nûrî Paşa, 1937-38 Dersim, Seîd Riza, Alîşêr evana her usa ew şewq û çira nedîtin, gelê xwe di tarîya zîndanên sê nijad û
çar dewletên har û barbar da hîştin.
Gelo çira, sedem çi bû?
Gelo çikê wan ji Tirkên laş kûsî, barbar û hov, Erebên pêxwas, rût û bêbext, farisên Îblîs û namerd kêmtir bû?
Belê, li gor bawerîya min pirsên herî girîng ev in.
Divê em bersîva van pirsan, bi dilekî pak, bi hişekî zelal, bi xoşmêjîyek maqûl ve bidin. Ku em nedin, serkeftin zor e, azamet e.
Bidin ku em têkevin ser rêyek rast, berê xwe nedin rêya hezaz û lîtava berê
Divê em ji şaşîyên berê, yên bav û kalan dersan bistînin.
Bi taybetî jî ji tevgerên sedsala bîstan û ên vê rojê.
Çira ew tevgerên rizgarî, azadî û serxwebûna dayîka me Kurdistan serneketin di wê sedsal çûyî da?
Ji ber ku wekî biran hêzên xwe nekirin yek, li hember dijmin şer nekirin.
Ji ber ku dest yek bû, li hember du (2) destan.
Ji ber ku dost û dijminên xwe ji hev cihê nekirin. Wekî zarokan hatin xapandin. Mînak kongeya Erzurum û Sêwazê, Konferansa Lozanê û 72 destnivîsên bêhiş û bêbextan.
Ji ber ku gelên ku li hember mêtînkarên xwe şer dikirin û ew ji welatên xwe dûr dixistin, dikuştin diavitin der, ji wan ders û mînak ne standin.
Ji ber ku çavên xwe ji hemû welatên Balkan, 22 dewletên Ereb, gelên Latîn Amêrîka kor kirin. Hiş neanîn serê xwe, bi hevra bûn dijmin. Kurdên ku bi zora şûr bûbûn Îslam, ji Kurd birayê xwe yên Elewî û Êzîdî ra bûn dijmin. Bi hezaran ew birayê xwe kuştin, hatin gîhîştin sala 1977. mînak Alayîyên Hamîdî.
Belê di wê salê da xortek derket, bi qîrîn “Divê em dijminan li welatêxwe Kurdistanê derxînin. Kurdistanek Azad, Kurdistanek Sosyalîst damezrînin” got, lê berê ku lûla fifîngê biguhêrîne dijmin, guhart ser
birayên xwe, bi hezaran bira kuşt.
Gelo çira?
Ji ber ku hişê wî ne hişê biratîyê bû.
Ji ber ku bi xoşmêjîyekî pak û zelal ve li gelş û bûyeran nedixwast binêre.
Ji ber ku kurmê mêjîyê wî tim digot “Ez û ez” xoşmêjî di mêjî da nedihîşt, derdixist der, ber ba dixist.
Camêr ne-dixwast li şaşîyên rabirdû, ên bav û kalan dersan bistîne. Ne-dixwast têkeve nav şîroveya gelên ku li hember mêtînkarên har û xwînxwar şer kiribûn û welatên xwe di bin dest û nîrê zaliman da rizgar kiribûn, gîhîştibûn azadîya xwe. Bi taybetî jî şerê gelê Vîyetnam, Cezayîrê, welatên Latîn Amêrîka, Afrîka Başûr, PLO’ya Filîstîn; lê gelê me yê belengaz çucar ew li ser vê gelşê agadar nekir. Pêdivî nedît ku ji wî ra tiştekî bibêje. Ji ber ku ew ji vî gelê kesîb û reben ra Xwedê bû. Sed hezaran ew afrandêr dihesiband, îro jî her usa. Bi gotinek dî, camêr bû şivan, gelê reben jî bû naxira wî, li pey wî çû.
Ew bû mamoste, mîlyon bûn şagirtên wî.
Ew bû Xwedê, mîlyon bûn qûlê wî
Wî çi got mîlyonên reben gotin “Erê, rast e”.
Kê ku ji wî ra “Ezbenî carna tu hin şaşîyan dikî” got, wî ew li holê rakir, qulpekî xayîntîyê jî di guhên wî da kir gar. Ango 17.000 garên xayîntîyê, bi tenekan çêbûn, di guhên cangorîyan da bûn nîşana bêbextîyê, ketin bin axa reş.
Wî ji hemû serokên hêzên Kurd ra “Xayîn, şîrîkên dijminan” got, qûlan got “Rast e” çepik li hev xistin; îro jî ev kara berdewam e.
Ew ev e 15 sal e di dest dijmin da dîl e, lê dewleta har û faşîst û serperîştê wî yên Qendîlê, bextê 25-30 mîlyon Kurdên Bakûrê Kurdistan, li wî dîlî va girêdane. Ew di qesra xwe ya Îmralî yê da, ji har rêvebir û desthilatdarên dewleta Romê ra: “Em dewlet-mewletê naxwazim. Hûn dewletê bikin ser sînîyek zêrîn û bidin min, ez wê dewletê napejirînim, naxwazim. Mîyada dewletên neteweyî tijî bûne. Dewletên neteweyî hacet û amrazên zor û pestêne” dibêje serperîştê wî yên Qendîlê jî vê daxwaz û gotina Xwedêyên xwe hezar carî dubare dikin, lê qûlên ku hejmara wan bi mîlyonan in, qet dengên xwe dernaxînin, nabêjin “Serokên hêja eger ku hûn dewletê jibo gelê xwe naxwazin, çira vî gelê reben û pêxwas dikin vê rewşê û didin kuştin. Çi karê we li Qendîlê heye. Hûn li ser çîyan çira dimînin. Ji xwe bîrnekin, ên ku tên kuştin zarokên me ne, lê hûn bê zarok in, jana kezeb û pişikê pejn nakin, nizanin. Hûn bi vî hiş û tevgerê xwe yên bê wate va me dikin nêçîra gurên boz, kurên Asena. Ew me dixwin, malên me talan dikin, dişewîtînin, me birçî û tî dihêlin. Ma ji me ra, ji keç, jin, xort, zarok, kal û pîrên me ra mixab nîn e, gune nîn e” nabêjin.
Bi rastî ew keç û xortê me yên ciwan û hêja jibo çi tên kuştin?
Çira ocaxê bav û dayîkên Kurd kor dibe?
Bawer bikin ez çu watekî nadm vê gelşê û vî karî.
Xwendevanên hêja, ev çi hiş e, ev xoşmêjîyek -mantik- çitone, ez fam nakim. Serperîştên Qendîlê “Divê em şer li çîyê daxînin, bajar û bajarokan” dibêjin, lê şerê wan di bajar û bajarokên Kurdistanê da destpêdibe, bi sedan zarok, jin, xort, kal û pîr tên kuştin. Amed, Şirnak, Nûseybîn, Cizîre, Silopî, Ceylanpinar û bi tevahîya wan herêm û deveran bûne gola xwînê. Keç û xort xendeqan dikolin, Roma zalim jî wan xendeqan ji wan ra dike gor. Gelo ev çi hiş e, çi xoşmêjî ye ku va birayên me jêra karguzarî dikin? Vana çira naçin di bajarên Tirkên barbar da xendekan nakolin? Çira vî karî li Anqarê, li Stenbolê, li Îzmîrê, li Edenê, li Mêrsînê, li Antalya nakin? Sed xort î xwe jibo Ocalan şewitand; ma çira ji wan deh, bîst kes nebûn bombeyên zindî
herdu pirên Stenbolê nefirandin, hilneşandin?
Çira xeser û zirarek mezin nedan cîyê aborîya dewleta Tirk? Gelo sedem çîye ew vî karî nakin? Li gor bawerîya min şewitandin zêtir bi êş û jan e. Zindî bombeyî di hundur çirike kî da parçeyên mirov li hewa
dadikevin ser axa reş, mirov ne êşê pejn dike, ne jî janê……
Belê, gelek-gelek balkêş e, wexta ku em van pirsana ji van birayên xwe dipirsin, qal û behsa barbarîya Romê dikin, şaşîyê van birayên xwe dibêjin, yekser êrîş didin ser me, me dikin dewsa dijmin. Çi tê ber
devê van ji me ra dibêjin.
Em dibêjin “Birano we dost û dijminên xwe ji hev cûda nekirîye. Hûn şaşîyên mezin dikin. 31 sal e hûn şer dikin, lê we bostek erd rizgar nekir, serda jî we Kurdistan bê mirov hîşt, mala me xirab kir, şewitand. Jibo vê şaşîya we, dewleta barbaran tevahîya welatê me wêran kir. Ji kerema xwe ji şaşîyan dûrkevin, ji birayên xwe ra bibin bira, hêzên xwe ji biran ra bikin yek, bibin yek kulm li ser pozên dijmin. Bibin gurzê Rustemê Zal, serê dijminan bipelçiqînin. Ji derewan, ji fortan dûr bisekinin. Bibin pîrê rastîyan. Bibin heval û nasê
demokrasîyê. Pirr dengîyê, pirr rengîyê bipejirînin. Ji serokên hêzên Kurdistan ra çêran, xayîn, ajan, şîrikê dijmin nebêjin. Helbet di nav gelê me da kesên wekî Qaso, Rayber û pirço pirr in, ji wan ra bibêjin. Di rojekî da, di salekî da hûn nikarin her tiştî biguhêrînin. Dev ji vê xoşmêjî û bêhişîya xwe berdin. Ji bilî xwe ji Kurdperwerên Kurdistan ra “Ewana ne Kurdperwer in” nebêjin, ev ne gotinek baş û rind e, götinek dijminatîye. Zînhar -sakin- nebejin “Ev derew e”. Hûn ji alîgirên Hak-Parê ra, ên PDK ra, ji gelek kes û rêxistinên din ra usa dibejin, ku ev şerm e. Ji kerema xwe dev jî vê xoşmêjîya xwe berdin, hiş bînin serê xwe, ji biran ra bibin bira. Hûn ku usa nekin, serkeftin xewn û demcam e.
Belê, berê ku ez dûwahî bidim nivîsê, wekî Kurdperwerekî Kurdistan, wekî kalemêr û rîsipîyekî Kurd ji dil, ji hemû Kurdperwer, Kurdevîn û ji hemû Serok û Rêberên hêzên Kurdistanî tika dikim, jibo xatirê cangorîyên ku bi şûrê Îslamê ve hatine kuştin, jibo cangorîyên tevgera Abdulrahman Paşa, ên serîhildana Bedîrxan, Şêx Ubedullah, jibo ên Qoçkîrîyê, jibo ên Sêx Seîdê Pîran, jibo ên Îhsan Nûrî Paşa, li çîyayê Agirî, Gelîya Zîlan, jibo ên Dersimê û Seîd Rizayê kal, jibo xatirê cangorîyên Mahabadê û Qazî Mihamed, jibo 182.000 cangorîyên Enfalê û Barzan, 5000 cangorîyên Helebcê, jibo xatirê cangorîyên Şengala pîroz, Kobanîya xopan, jibo cangorîyên ku duhu û îro li çar parçeyên Kurdistana evrar û pîroz, canê xwe dane jibo Azadî û Serxwebûna welatê xwe, jibo meyîtê zarok û pizêzê me yên ku duhu û îro di kûçe û kolanên bajar û bajarokên me da tên kuştin, cendeg ji balinde, gêle, ango morî û kûçikan ra dibin xwarin û nêçîr, jibo xatirê cendegê dayîka ku cendeg 7 roj li derva dimîne, kes nikare derkeve der cendegê wê dayîka me bibe binax bike. Jibo ew cendegên ku di sarincokan da tên veşartin, jibo xatirê wan, dev ji nakokî û alozîyên nav xwe berdin, ji hev ra bibin bira, hevûdu hez bikin, dev ji gezkirina hev berdin, rojekî bi zû ji hevûdu lêborînê bixwazin, ji hevûdu ra rêzdar bin. Destên hevûdu wekî biran bigivişin, bi rûkenî hevûdu maç bikin, hêzên xwe li hember dijminên har û hov bikin yek, bikin yek, ku hûn vî gelê reben, bindest û pêxwas rizgar bikin. Eger hûn usa nekin serkeftin dibe xewn û demcan. Hêvî dikim hûn guh bidin daxwazîya vî kalî û daxwazîya gelê minê bindest.
Di hêvîya yekîtîya biratî, li hember dijminan. Silav û rêz.
Têbinî:
Li hember vê zilma Romê deng ji hin partî, rêxistin û rewşenbîrên Kurdan dernakeve. Piranî li hember vê zilma barbar û ne mirovî bêdeng in. Divê vê barbarîya Dewleta Romê, Serokkomarê wê Gurcî Erdoxan,
Serokwezîr Dawûdoxlû kudîyê Asena bibin Dadîgeha Heqê Mirovan. Ango Dadîgeha Cîhanî. Bi a Xwedê.
rizacolpan@gmail.com