Heta roja îro min gelek caran nivîsîbû, careke din jî dinivîsim û dibêjim…
Kurdên Bakûr di nav pergala dewleta Tirk da dikarin bibin her tişt, lêbelê tenê nikarin bibin kurd!
Wek mînak, heta roja îro gelek kurd di gund û taxên xwe da bûn muxtar…
Li bajar û bajarokên xwe bûn şaredar…
Di hilbijartinên parlamentoyê da bûn gelwekîl û li Enqerê bi cîh bûn…
Di rêvebirîya dewletê da bûn wezîr û serokwezîr, hêta hinekên wan bûn serokkomar…
Dev ji kurdbûna xwe berdin, îro jî dibin her tişt…
Loma îro cîgirê Erdogan jî kurd, wezîrê xezîneya dewletê û çend wezîrên din jî kurd in.
Ji destpêka damezrandina dewletê va ji bo kesên ku dev ji kurdbûna xwe berdabûn, hemû rê bibûn şose, hemû derî jî li ser piştê û ji bo wan vekirîbûn, îro jî vekirîne.
Lê kurdên ku xwe kurd bi nav kirin û îro jî dikin, bîr û bawerîyên wan, fikr û ramanên wan çi dibe bila bibe, doh jî nikarîbûn di nav wê pergalê da cîh bigrin, îro jî nikarin.
Jiber ku di nav pergala dewletê da îradeya kurdan cîh nagre.
Ew îrade jî wek hemû mafên wî yên xwezayî, bi darê zorê ji destê wan hate girtin û hê jî girtîye.
Divê hemû kurd vê rastîyê bizanibin, ku gor vê zanebûnê ji xwe li rê û rêbazeke rast bigerin.
Ji xwe ra rê û rêbazeke rast bibînin, ku bidestxistina îradeya xwe va bigihîjin hemû mafên xwe yên xwezayî û ji bindestîyê xilas bibin.
Pergala qeyûmtîyê jî bi binpêkirina îradeya kurd va girêdayî ye.
Despêka wê ne îro, ne jî 10-20 sal berê ye.
Sed sal berê, roja ku dewleta Tirk hate damezrandin, îradeya gelê kurd hate binpêkirin.
Ji alî damezranerên dewletê va gelê Kurd weke kole hate dîtin û di her xalê jîyan û rêvebirîyê da ji alî qeyûmên tirk va hate birêvebirin.
Despêka tewna qeyûmtîya ku îro tê bi cîh anîn jî ne îro û 10 sal, 50 sal berê ye.
Cara yekem piştî hilbijartina sala 1977an da li Amedê û li şûna Mehdî Zana, piştî hilbijartina sala 1979an da jî li Agirîyê û li şûna Urfan Alpaslan hate bi cîh anîn.
Heta wê demê jî, heta roja îro jî bi hezaran kurd wek şaredarên bajar û bajarokên xwe hatin hilbijartin, lêbelê ew wek endamên partîyên Tirk û wek kesên Tirk tevgerîyan. Xwe Tirk bi nav kirin û gor pergala dewleta Tirk kar û xebatên xwe anîn cîh.
Mixabin îro jî hêjmara wan ji hêjmara şaredarên ku di lîsteya Dem Partîyê da hatine hilbijartin zêdetir in.
Dewleta dagirker jî kurdên ku ji bo kursîyek nasnameya xwe vedişêre, baş nas dike, ku kurd“en wısa doh ji bo pêşeroja xwe xeternak nedît, îro jî nabîne.
Jiber ku dewleta dagirker ti car naxwaze, kurd bi nav û nasnameya xwe bibin rêvebirên bajar û bajarokên xwe…
Dewlet jî baş dizane, ku di warê rêvebirîyê da carek rê li ber kurdan vebe, êdî nikare wê bixitimîne…
Loma divê kurd jî bizanibin, ku bi tayînkirina qeyûman va îradeya gelê Kurd tê binpêkirin û li şûna wê jî îradeya gelê Tirk tê bi cîh kirin.
Çawa ku hinek rêvebirên Dem Partîyê jî dibêjin, „tayînkirina qeyûman di heman demê da mudaxeleya îradeya gelê Tirk e“, gotineke rast nîne.
Ger ku ev gotin rast ba, kêm bê jî li şûna hinek şaredarên ku li rojavayê Tirkîye ji kar tên dûrxistin jî qeyûm dihat tayînkirin
Lê dewlet çi dike? l
Li Kepezê şareda derdest dike û ji kar dûr dixe.
Encûmena Kepezê dicive û kesek ji nav xwe wek şaredar hildibijêre…
Li Çolemergê çi dike?
Şaredar ji kar dûr dixe, bi tayînkirina qeyûm ra encûmena bajêr jî betal dike û wan jî ji kar dûr dixîne.
Bi kin û kurtayî, dewlet li cîhê ku rû daye, îradeya gelê Kurd binpê dike, li şûna wê jî îradeya gelê Tirk bî cîh dike.
Bi gotinên berovajî bila ti kes rola xwe veneşêre û kurdan jî nexapîne…
10.06.2024