Boncî kûçikek ji taxa me ye.
Heftê da çend caran rastî wî û xwedîya wî werim jî ji dûr va di ber wan ra derbas dibim.
Jiber ku ji kûçikan ditirsim.
Her çiqas Boncî qasî pisekek be jî, kûçik e û tirsa min a ji kûçikan jî gor piçûkbûn û mezinbûna wan kêm ya jî zêde nabe.
Sal 1995 bû…
Em nû hatibûn Almanyayê û li bajarê Bîlelefeldê bi cîh bibûn.
Di avahîyeke sê qat da rûdiniştin, ku di her qatekî wê da du mal…
Di qatê binê me da jinikeke Alman a kerr û lal, bi lawekî xwe yê piçûk ra, li qatê jorî me jî malbateke Tirk, mêr û jin, bi du qîz û lawekî xwe va dijîyan.
Di qatê ku em tê da dijîyan, li rexta me jî mirovekî Alman ê di salê min da û bi kûçikekî xwe yê har va…
Herçiqas gor min hemû kûçik har xuya bikin jî, cînarê me bendekî ji kindirê zexm diavêt histûyê kûçikê xwe, zexm pê digirt û bi xwe ra digerand.
Şevîn hê sê salî bû.
Carinan di çûyîn û hatinê da ez û Şevîn rastî cînarê me û kûçikê wî yê har dihatin.
Ez ditirsîyam, min destê Şevînê digirt û ber bi alîyekî, cînarê me jî bi bendê di destê xwe va kûçikê xwe ber bi alîyê din dikişand.
Ger ku di ser pêlekanên xanî da em rastî hev bihatana, min bi destê Şevînê digirt, xwe dida alîkî û di cîhê xwe da disekinîm, heta ku cînarê me û kûçikên xwe di ber me ra derbas dibûn…
Ji rojan rojekî dîsa em li pişt derê xanî rastî hev hatibûn…
Şêvînê xwe ber bi kûçik, min jî ew ber bi xwe dikişand…
Tunebê cînarê me jî fam kirîye, ku ne Şevîn lê ez ji kûçik ditirsim…
Bi kûçikê xwe har va hat ba me û ji min ra got, „tu çiqas tirsa xwe nîşan nedî jî, bi rasthatina me ra tirsa ku dikeve dilê te ez ji dûr va dibînim. Ji bo vê yekê tirsa xwe neavêje ser keçikê û bihêle bila keçik ji kûçikê min hez bike. Kûçikê min ne kûçikekî har e. Kî jê hez bike ew jî ewqas ji wî/wê hez dike…“
Piştî wê rojê kîngê em rastî hev bihatana, min xwe dida alîkî, ew derbas dibûn, ya jî min xwe ji zû va diavêt malê, Şevîn jî bi kûçikê cînarê me ra dilîst…
Bi eşkerebûnê ra, Şevînê sedema tirsa min pirsî…
Ez jî li kêlekâ wê rûniştim û min jê ra kûr û dirêj qala çîroka xwe ya ji kûçikan kir, ku ew tirsa min kîngê û çawa wa dest pê kirîye, jê ra bi hûrgulî vegot.
Ez hê 9-10 salî bûm.
Ez û çend hevalên xwe, em bi hev ra çûbûn zozanên Çîyaye Şawelat, ku em li wir kivkarkan berhev bikin. Kivkarkên ku di bin koka kimkorkan da vedidan û di nav rojekê da gir û mezin dibûn, bi tîreja rojê ra û ji dûr va mîna neynikê dibiriqîn û diteyîsin.
Ji bo dîtina cîhê kivkarkan û berhevkirina wan em derdiketin ser girekî piçûk, me pişta xwe dida rojê, dûr û nêzîk li derdora xwe dinihêrî û cîhê wan kifş dikir…
Ji rojan rojek em her yek li alîkî va belav bibûn, ku ez bi tena serê ji nişkava rastî kûçikekî şivanan hatim. Bi tirs û kelecan ez di cîhê xwe da sekinîm, lê bi ewtîna kûçik ra ez revîyam, kûçik jî da pêy min.
Çend gav şûnda bû, nizanim, lê ya ku ji wê rojê da dizanim ew bû, ku ez li erdê devarû ketibûm, parçeyek ji paşîya sola min a ku jê ra digotin solên reşên enqereyî, di devê kûçik da mabû. Bi qêrina min û ewtîn kûçik ra şivanê celeb pê hesîyabû û berbi me hatibû, ku bi hatin wî ra ez ji devavêtina kûçik a duyemîn xilasbibûm…
Di ser wê rojê ra 50 sal derbas bû, tirsa ku wê rojê ketibû dilê min, bi dîtina her kûçikek ra ji nû va jîndar dibe, ew kûçikê ku dibînim, Boncîyê taxa me be jî, ferq nake…
Îro, danê sibê ji bo meşa xwe ya rojane ji male derketim.
Di nav çend kûçeyan ra derbas bûm, ketim nav zevîyan û hinekî meşîyam…
Çend xulek şûnda min dît, ku jinika ji taxa me û kûçikê wê, Boncî jî li pêşîya min û bi hev ra dimeşin.
Kîngê ez li ser rêya xwe kûçikek bibînim, hedîka vedigerim û rêya xwe diguherînim, min îro jî dixwest wusa bikim.
Lêbelê di rêya nav zevîyan da derfeta rêguhartinê nebû.
Jiber ku rêyeke dirêj û herdu alîyên wê jî zevîyên nû şûvkirî…
Loma min gavên xwe kin avêt, ku heta şiverêyek derkeve peş, ez nêgihîjim wan…
Mixabin jinikj û Boncî nedimesîyan, weke her gav û her roj bi hev ra dilîstin…
Boncî dibezîya, hineki dûr diket, dû ra disekinî, li derdora xwe diniherî, xwe diavêt erdê, xwe digevizand û di nav tozê da dima. Xwedîya wî bang lê dikir, ew direvîya û ber bi wê dihat…
Jinik dimeşîya û jê derbas dibû, dû ra dinihêrî ku Boncî li paş ma ye, vedigerîya bang li Boncî dikir û li benda Bôncî disekinî…
Ez bêçare meşîyam û gihîştim wan.
Dema ku ez nêzikî Boncî bûm, bi gavên hêdî û bêdeng di ber Boncî ra derbas bûm.
Bi silavdayînê ra min gavên xwe dirêj û bi lez avêt, ku ez ji Boncî û xwedîya wî dûr bikevim.
Lêbelê piştî çend gavan şûnda, bi ewtîn û dengê zengilê di histûyê Boncî va ez veciniqîm û li paş xwe vegerîyam…
Çi bibînim…
Boncîyê sergincî li ber min e û devê xwe diavêje delinga şalê min…
Ez lingê xwe şûnda dikişînim, Boncî delinga şalê min digre û pêş da dikişîne.
Jinik ji alîkî va dimeşe, ji alîkî va jî bang li Boncî dike, ku ew delinga min berde û şûnda vegere…
Lêbelê xema Boncî nine, her diçe dengê wî bilind dibe, li derdora min tere û tê, devê xwe davêje delingên min û bi min ra dilîze.
Lê ez, bi tirsa xwe ya ji 50 sal berê di dilê min da bi cîh bûye va li benda jinikê sekinîme , ku ew were û min ji Boncî xilas bike…
Jinik dema ku gihîşt ba me, berê bi dengeke bilind va bi Boncî ra hers ket, dû ra li min nihêrî, bi rûkenîyeke şermokî lêborîna xwe xwest û ji min ra got:
- Ji Boncî netirse, ew tiştekî bi merîya nake, tenê dixwaze bilîze…
Bi hatin û gotinên wê ra tirsa min revîya û ez di ber xwe da kenîyam. Dû ra dengeke nizm min ji jinikê ra got:
- Tu rast dibêjî, lêbelê de tu were wê ji min bipirse?
- Çi bipirsim?
- Tirsa ku 50 sal berê ketîye dilê min û hê di cîhê xwe da zindî ma ye…
- Tirsa çi û 50 salên çi?
- Çîrokeke dirêj e, ne pêwîst e, serê te jî pê ra biêşînim.
Alman her çiqas kesên wek dilsar xuya bikin jî ji axaftinê hez dikin.
Jinikê jî ji alîkî va Boncî kiribû hembêza xwe, bi pore wî yê gincî ra dilîst û ew aş dikir, ji alîkî va jî bi min ra diaxifî û dixwest çîroka min guhdarî bike.
Min nihêrî, ku ez nikarim pêsîra xwe jê xilas bikim.
Bi kin û kurtayî min qala çîroka xwe ya ku 50 sal berê, ku li Çîyayê Şawelat derbas bibû, kir. Kûçcikê şivan çawa ewtîya bû… Bi ewtîna wî ra ez çawa revîyabûm… Kûçik çawa li pê min hatibû û devê xwe avêtibû sîqa min… Paşîya sola min di devê kûçik da mabû û ez jî devarû li erdê ketibûm…“
Bi van gotinên min ra jinik bêhemdî di ber xwe da kenîya û got:
- Ê ew kûçikê şivanan, Boncî jî wek zarokek ji male ye.
- Ev jî rast e… Lêbêlê dîsa jî ez ji kûçikan ditirsim, ha kûçikê mezin û yê şivanan, ha kûçikê piçûk ên wek Boncî mîna zarokên malan…
Jinika ku hê bi gincîyê porê Boncî ra dilîst û serê wî mist dida, careke din bi rûklen lêborîna xwe, min jî xatir jê xwest û meşîyam, bi gavên lez û dirêj…
19.03.2024