Mîrzayê Reben lehengê romana nivîskara Kurd Suzan Samanci ye.
Di romanê da Mîrza yek e, lêbelê di civaka Kurd da navên wan cuda be jî kesên wek Mîrza zêde û li her derê he ne, bi taybetî jî li Ewropaye…
Mîrza bi wateya xwe navekî balkêş e, lêbelê rebenîya ku nîvîskar wek paşnav pê va girêdaye, bêtir bala merîya dikşîne.
Gelo Mîrza kî ye û çi hatîye serê wî, ku nivîskar wî wek lehengê romana xwe afirandîye?
Dema ku mirov dest bi xwendinâ pirtûkê dike û çend rûpelan diqulipîne, bi nasnavên wî yên ku li xwe zêdekirîye va dibîne, ku Mîrza ne xerîb e û bi nav û nasnavên cuda li her derê ye.
Mîrza jî di destpêkê da kurdekî penaber û mirovekî reben e.
Li gundekî Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vekirîye, zarokatî û xortanîya wî li heman gund û di nav feqîrîyê da derbas bûye.
Di 17 salîya xwe da, bi jinebîya birayê xwe yê mirî ra hatîye zewicandin, zewicandineke bêdil û toreyî…
Loma Mîrza ji jîyana xwe ya bedbext nerazîye. Dem tê ew jî ji sedem pirsgirekên aborî jin û zarokên xwe li gund dihêle û berê xwe dide Ewropayê. Piştî rêwîtîyeke dirêj Mîrza xwe di nav civakeke bîyanî û rengîn da dibîne.
Li welateke dûr û di nav civateke xerîb da li kesên nas û nêzîk digere, di demeke kin da dibîne jî…
Mîrza gor rewşa kesên ku pê ra dikeve têkilîyê, ji xwe ra çîrokek li hev û tîne û xwe bi wan dide nasîn. Wek çîroka hemû kurdên penaber, bêguman Mîrza jî berî her tiştî sîyasetvan e, gor wê çîrokê sedema hatina wî ya Ewropayê jî kar û xebatên wî yên sîyasî bûne. Di çîroka wî ya ku li welat derbas bûye da, ew xwevendekarê zanîgehê ye, birayê wî yê ku ji înşiatê da ketîye û mirîye, ew ji alî faşîstan va hatîye kuştin. Jibo ku heman tişt neyê serê wî, xwendina xwe ya li zanîngehê di nîvî da hîştîye…
Bi wê çîroka bêbingeh va jîyana wî ya nû dest pê dike. Bi demê ra gelek nasnav li pêş û paş navên wî li hev zêde dibin…
Li ba kesên ku wî ji nîzîk va nas nakin, ew mirovekî karsaz û mitehit e…
Rojnamevan û nivîskar e…
Sîyasetmedar û rewşenbîr e…
Rojhilatnas û lêkolînêr e…
Lê ji alî dorhêla wî ya nêzîk va jî ew bi navnûçikên cûda tê bi nav kirin…
Mîrzoyê tirsonek e…
Tolaz û derewçîn e…
Nêçîr û pêlîstoka pîrejinên bîyanî yên dewlemend e…
Di bin her nav û nasnavekî wî da rûyekî wî veşartî ye. Ew rû carinan pişoyê di hundurê wî da ye, carinan jî rûyê ji dûr va û li pişt zinar e…
Piştî van nav û nasnavan ger ku ez qala fêl û fêlbazîya wî jî bikim, êdî ji xwendevanan ra tiştek namîne.
Lê ez dixwazim di derbarê nivîskarîya Suzan Samanci da çend gotinan bibêjim.
Suzan Samanci nîvîskareke jin a Kurd û pirzimanî ye.
Nivîskarîya wê bi Tirkî dest pê kiribû, bi vê pirtûkê va jî xûya ye ku dê bi kurdî jî bidome…
Di nav nivîskarên Kurd da jin hebin jî hêjmara wan zêde nîne. Suzan Samanci di nav wan jinan da nivîskareke berhemdar û serkeftî ye, ku mirov di vê romanê da jî wê serkeftîyê bi zelalî dibîne.
Mîrzayê ku Samanci di romana xwe da wek leheng afirandîye, di civaka Kurd da zêdene û li her derê jî tên dîtin. Nivîskar jî bi çavdêrîyeke rast û realîst hemû xil û xirabîyên ew „Mîrzayên“ ku li her derê tên dîtin, bi peyv û hevokên zelal û bikêrhatî, bi hunera xwe ya wêjeyî li hev anîye û di kesayetîya Mirzayê Reben da bi cîh kirîye.
Gor kirin û kiryarên wî yên kirêt nivîskar wî wek Mîrzayê Reben bi nav dike, ku sedema wê jî bi nezanîya wî va girêdide.
Di civakên paşdemayî û bindest da zana kêm lêbelê nîvzana jî zêde ne. Mîrzayê reben jî ji wan nîvzanayan yek e, ku nivîskar jî di kesayetîya wî da ji bo kesên nîvzana wiha dibêje; „Mêrê nîvzana jixwe nebawer in, ew neyarê serî, dostê qûnê ne!“
Mîrzayên ku li her derê tên dîtin jî ji xwe nebawer in.
Loma di ber derê komeleke çepgir ra derbas bibin, xwe sîyasetmedar û rewşenbîr…
Kovareke sîyasî bigrin destê xwe û heta dawîyê nexwînin jî, xwe rojnamevan û nivîskar…
Bi guhdarîkirina nûçeyek ji welat bibihîzin û tiştek jê fahm nekin jî, xwe lêkolîner û rojhilatnas dihesibînin.
Mîrzayê Reben jî bi van nasnavên ku li pêş û paş navê xwe zêde dike, dijî û gelek kesan jî dixapîne…
Di encamê da ji rût û tazîbûna xwe, ji nezanîya xwe hayîdar bibe û xirabîyên ku li kesên derdora xwe kirîye bibîne jî, êdî nikare wan şûnda vegerîne…
Di çîroka Mîrzayê Reben da mirov serkeftîyeke din jî dibîne, ku ew jî zelalîya ziman û azadîya vegotina nîvîskar e.
Suzan Samanci di her mijarê da gotina xwe bi cesaret û azad vedibejê û wek piranîya nivîskarên Kurd ên mêr xwe asteng nake.
Qasî ku bikaribim, pirtûkên Kurdî, bi taybetî jî roman û çîrokan dixwînim. Wek zargotina kurdî, di roman û çîrokên kurdî da jî mêranî û mêrxasîya lehengan cîhekî girîng digre.
Leheng bejndirêj û bedew in…
Bi dest û pî, xwedî hêz û quwet in…
Mêr û mêrxas, bêtirs û dilpola, zana û rûspî ne…
Piranîya nivîskarên Kurd ên mêr di roman û çîrokên xwe da, lehengên ku diafirînin, ha jin ha mêr ferq nake, gor mijarê bi van taybetmendîyên wan va dixemilînin. Lêbelê qala taybetmendîyek wan nakin, ku ew jî rewş û têkilîyên wan ên zayendî ye.
Di piranîya berhemên Kurdî da mijara hezkirin û evîndarîyê cîh bigre jî, ew hezkirin û evîndarîyeke ji dûr va ye.
Di hinekan da qala tekilî û bihevşabûnên zayendî wer kirin jî, ew bi gotineke sergirtî tê qalkirin, ku navê wê jî „ewk kirin“ e. Lêbelê ewk çî ye û çawa tê kirin, li jor Xwedê li jêr jî tenê nivîskar dizane…
Piranîya nivîskarên Kurd ên mêr, di vegotina têkilîyên zayendî da qasî ew dengbêj û çîrokvanên ku bi sedan salan berê jîyan e, xwedî cesaret û zimaneke zelal nînin. Di vî warî da xwe asteng dikin, ku bi wê yekê jî di berhemên xwe da xaleke jîyanê ya herî bingehîn vala dihêlin.
Di romana Mîrzayê Reben da mirov dibîne, ku Suzan Samanci di mijara têkilîyên zayendî da jî xwe asteng nake. Tekilî û bihevşabûna ku di navbera Mîrzayê Reben û pîrejinên dewlemend da, ya jî qîz û jinên ku ketina dafika wî da çawa derbas bûne, bi peyv û hevokên zelal dixemilîne û bi tewneke azad vedibêje…
Ev taybetî jî wê ji nivîskarên Kurd ên mêr vediqetîne, ku ev jî xalek ji serkeftîbûna nivîskarîya wê ye.
Ev roman di sala 2019an da li Stenbolê û ji alî weşanxaneya Avestêyê va hatîye çapkirin, ku ji bo kesên ku hê nexwendi be, pirtûkeke nû û hêjayî xwendinê ye…
24.02.2024