Hîmê dewleta Tirk li ser red û înkarkirina kurdan hatîye avêtin.
Her çiqas îro ew hîm hinekî lerizîbe û hebûna kurdan neyê înkarkirin û zimanê Kurdî weke berê qedexe nebe, dîsa jî Kurd nikarin bi nav û nasnameya xwe di nav pergala dewletê da cîh bigrin.
Lêbelê derîyê parlamento û derîyê şaredarîyan doh jî ji kurdan ra heta serpiştê vekirîbûn û îro jî vekirîne.
Bes ku ew kurdên ku dixwazin di van derîyan ra derbas bibin, xwe Tirk û dilsozên dewleta Tirk bibînin…
Loma di her hilbijartinê da gelek Kurd di parlamentoyê da cîh digirtin û îro jî cîh digrin. Ji wan hinek bûn wezîr, ku îro ji bilî hinek wezîran cîgirê serokkomar jî Kurd e…
Di salên borî cara yekemîn Şerafettin Elçî, di parlamentoyê da kurdbûna xwe anîbû ziman, sedem wê yekê jî dû ra bedeleke mezin da.
Di salên 90î da jî Leyla Zana di sondxwarina xwe da hevoka dawîyê bi Kurdî anîbû ziman, dû ra tişta ku hatibû serê Zana hevalên wê, bi zelalî tê zanîn û hê nehatîye jibîrkirin.
Herwiha Kurd di salên borî da li bajar û bajarokên xwe jî bûn şarêder û muxtar, lêbelê wan jî ji Tirkan zêdetir ji dewleta Tirk ra xizmet kir û hê jî dikin…
Kurdên ku wek parlamenter ya jî şarêder dihatin hilbijartin, wek endam û berendamên partîyên Tirk beşdarî hilbijartinan dibûn, piştî hilbijartinê jî ji tirkan zêdetir dibûn Tirk û ji dewletê ra xizmet dikirin.
Di hilbijartinên herêmî da jî cara yekem Mehdî Zana di sala 1977an da li Amedê, Urfan Alpaslan jî di sala 1979an da li Agirîyê bi kurd û kurdayetîya xwe wek berendamên serbixwe beşdarî hilbijartinê bûn û bi ser ketin.
Lêbelê, jibo ku Kurd tahma xwebirêvebirinê negrin, dewletê rê li ber wan girt û dawî li serokatîya wan anî.
Rêvebirên dewletê Mehdî Zana û Urfan Alpaslan ji serokatîya şaredarîya Amed û Agirîyê dûrxistin, ew avêtin heps û zîndanan û walîyê wan bajaran jî li şûna wan wek qayûm tayîn kirin, ku destpêka sîstema qayûmtîyê jî di sala 1980yî ye û sedema bicîhanîna wê sîstemê jî kurdbûn e…
Gelek bajar û bajarokên Kurdistanê îro jî ji alî kurdên ku îro li Tirkîyê dibin hertişt û tenê nabin Kurd va tên birêvebirin..
Ew kurdên ku li kok û esaleta xwe xwedî dernakevin û xwe ji tirkan bêtir Tirk dihesibînin, ew dizî û çilpizîyê jî bikin dewlet wan ji kar dûr naxe û li şûna wan jî qayûman tayîn nake.
Herwiha kurdên ku bi awayek li nasnameya xwe xwedî derdikevin, dewlet naxwaze ew di parlamentoyê da jî cîh bigrin…
Lêbelê dema ku ew werin hilbijartin, wan ji parlameterîyê navêje û li şûna wan qayûman jî tayîn nake.
Jiber ku Kurd di parlamentoyê da cîh bigrin jî, di rêvebirîya giştî da tu car nikarin bibin rêvebirên dewletê…
Lê bi hilbijartina muxtarîyê va dikarin tax û gundê xwe, bi hilbijartina şaredarîyê va jî dikarin bajarên xwe bi rê va bibin.
Loma hilbijartinên şaredarîyê ji hilbijartinên giştî girîngtir, şaredarî bajar û bajarokekî, heta muxtarîya tax û gundekî jî ji endametîya parlamentoyê, herwiha ji serokomarîya Tirkîyê jî bi rûmetir e…
Ger ku were hilbijartin, her Kurd dikare bi nav û nasnameya xwe bibe rêvebirê tax û bajarokê xwe, lê bibe wezîr û serokomar jî nikare bibe xwedîyê nasnameya xwe…
Gelê Kurd jî vê rastîyê ji sîyasetvanên Kurd baştir dizane û gor wê zanînê tevdigere. Li bêhna kurd û kurdayetîyê digere, ew bêhn ji kî û kê were, berê xwe dide wan û mohra xwe li ser navê wan dixîne.
Herçiqas di vî warî da nakokiyek hebe, sedema wê jî ne hest û helwesta gelê Kurd, şêlûbûna sîyaseta Kurd e.
31.01.2024