Her zarok bi şîretên dê û bav, kal û pîrên xwe va mezin dibe…
Dû ra ji alî dewleta xwe va tê perwerdekirin û dibe xwedî kesayeteke taybet.
Loma mirov dikare bibêje, di mezinbûn û têgihîştina zarokek da, şîretên bav û kalan hîm, perwerdeyîya dewletê jî dîwar û sîwana ku li ser wê ava dibe ye.
Zarokên kurd jî bi şîretên dê û bav, kal û pîrên xwe va mezin dibûn.
Lêbele dê û bav, kal û pîrên wan ên kurd xwedî dewlet nebûn û di bin desthilatîya dewletên dagirker da dijîyan…
Ew dewletên ku hebûna wan red, jîyana bi ziman û çand û hunera wan jî li wan qedexe kiribûn…
Loma zarokên wan ne wek zarokên ji miletên serdest, ew, ji alî dewletên dagirker va hatin perwerdekirin, ku armanca sererke ya wê perwerdeyîyê jî pişaftin bû.
Ku ew ji koka xwe biqetin…
Ji ziman û çand û hunera gelê xwe dûr bikevin…
Li gor desthilatîya dagirkerên ku li ser axa her parçeyeke Kurdistanê, ew bibin trik, ereb ya jî ecem…
Kurd bi rêjeyeke zêde wusa jî bûn.
Yên ku xwe heta roja îro bi awayekî parastine û kurd mane, ew jî, wek avahîyên ku hîm û dîwar û sîwana wan ji hev cûda, xwedî hiş û hişmendîyeke şêlû ne.
Laş kurd be, ziman tirk e…
Ziman kurd be, hiş û hişmendî tevlihev û şêlû ye.
Kurdên ku îro li ser axa xwe û li gund û bajaran dijîn, niha bi kîjan şîretan zarokên xwe mezin dikin, ez bixwe nizanim.
Lê heta dema zarokatîya min jî, kurdên ku xwe misilman û şafiî bi nav û şîreta ku herî zêde li zarokên xwe dikirin ev bû:
Em qûlê Xwedê…
Ji omeda Mihemed…
Û ji qewmê Îbrahîm in, ew Îbrahîmê ku pêxemberê Zerdûştîyê tê zanîn û Cihû wi wek kalikê xwe dibînin û Abraham binavdikin…
Ev her sê tişt ewqas zêde didan dubarekirin, ku ew di mêjûyê zarokan da çik dibû, nav û nûçikên xwe û kesayetîya xwe jî bi wan va girê didan û xwe tarîf dikirin.
Heta carinan mezinek ji zarokek bipirsîyaba, ku ew zaroka kî û kê ye?
Ew zarok berîya ku navê xwe û navê dê bavê xwe bigota, ev sê tîştên ku di mêjûyê xwe da qeyd û ezber kiribû, mîna mêjûyê zîrekê ku îro di jîyana me da cîh girtîye, li pey hev rêz dikir û bi lez digot:
Ez qûlê Xwedê…
Ji omeda Mihemed…
Û ji qewlê Îbrahîm im…
Ew kurdên ku îro xwe mezin dibînin û ji zarokên xwe bêtir şîretan li civakê dikin, bi pirranî ew jî bi dubarekirin û ezberkirina van sê tiştan va hatin şîretkirin.
Dû ra bi perwerdeyî ya dewleta dagirker a ku ji pişaftinê pêk tê, hatin perwerdekirin…
Jiwan şîretan hinek man, hinek jî bi tiştên nû va hatin girêdan.
Şîret û pişaftin tevlihev bûn, lêbelê bend û tewna girêdana bend bi awayekî di cîhê xwe da ma.
Loma pirranîya ew kurdên ku îro xwe wek rêzan û rêvebir…
Ronakbîr û rewşenbîr…
Hunermend û nivîskar dibînin û bi payeyên bilind xwe bi nav dikin, hê ji hînbûna xwea ji dema zarokatîyê xwe bi hinek kes û kesayetîyan va girê didin…
Ew kes û kesayetî ji bo hinekan ol e, mezhebe, şêx û tarîqat e…
Ji bo hinekan jî birdoz e, serok û partî ye…
Loma îro xwe bi kî û kê va girêdabin, di warê her xalên jiyanê da jî gor wê girêdanê difikirin û dijîn.
Ger ku ew kes û kesayetî, hevpar bin, pirs û pirsgirek di nav yekrengîya civakê da neyên dîtin jî zêde dibîn û civakê ji binî va dirizînin.
Lê ew kes û kesayetî ji yekî zêde û ji hev cuda bin, wê gavê rastî û şaşî, çêyî û xirabî jî qasî hêjmara wan li hev zêde û tevlihev dibin.
Weke mesela Nêçîrvan û kêra di destê wî da…
Herkes serokê ku xwe pê va girêdabe, “nêçîrvan” dibîne û pesnê nêçîrvanîya wî ya ku xwe tê da birîndar kiribe jî dide û li hev zêde dike…
Serokê ku kesên din xwe pê girêdabin jî wek “nêçîra” gurên har dibîne, ji dest were, digre û diavêje ber mişk û maran…
Loma di her bûyerê da nêçîr û nêçîrvan tevlihev, civaka ku lê şîret tênkirin jî ser û binê hev dibe…
02.11.2023