Her civak gor rewş û têkilîyên xwe yên navxweyî xwedî pergaleke taybet e.
Pirs û pirsgirekên civakî jî, çareserkirina wan jî, kêmzêde, bi hev ra girêdayî ne.
Civaka kurd civakeke bindest e û di bin nîrê bindestîyê dinale.
Rewşa weşangerîya kurdî jî bi bindestîya civakê va girêdayî ye.
Kurdên ku li xwe û li zimanê xwe xwedî derdikevin, kurdî dixwînin û dinivîsin, ji rewşa weşangerîya kurdî ku mirov pê diêşe, hayîdar in.
Ji wan hinek ji ber wê êşê dinalin…
Hinek ji bo ku ew êş êdî bêtir zêde nebe, bi kar û xebateke pîroz berxwe didin.
Lêbelê beşek kurd jî hene, ku ew jî li ser vê êşê tenê sîyasetê dikin.
Çend roj berê di medyaya kurdî da rastî nûçeyek hatim.
Nûçe di Rûdawê da hatibû weşandin û mijara wê jî rewşa weşangerîya kurdî bû.
Nûçevan Abdulselam Akinci, bi bi sernivîsa ku ji bo nûçeyê bi kar anîbû dipirsî:
-Çima weşangeriya pirtûkên Kurdî bi hêz nabe?
Dû ra bi bi weşanger û nivîskarên kurd ra diaxifî û li bersiva vê pirsê digerîya.
Di nûçeyê da dihat dîyarkirin, ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 40 weşanxaneyên Kurdî hene û salane bi sedan pirtûkên nû tên çapkirin, lê rêjeya firotina pirtûkên Kurdî gelekî kêm e.
Amarên ku ji weşanxaneyên Kurdî hatine komkirin, di nûçeyê da wiha tê dîyarkirin:
. Di her cûreyên edebîyatê da salane kêmzêde 350 pirtûkên nû tên çapkirin.
. Bi giştî hejmara çapên wan kêmzêde 100 hezar e…
. Ji vê hêjmarê dîsa kêmzêde 25-30 hezar pirtûk tên firotan.
Abdulselam Akinci ji Berdevkê Însiyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal û Xwedîyê Weşanxaneya Moriyê Mem Bawer dipirse.
Azad Zal di nirxandina xwe wiha dibêje; „
“Zêdetirî 40 weşanxaneyên Kurdî hene lê li gel wê yekê pirtûkên Kurdî li gorî dilê me nayên firotan û xwendin…“
Mem Bawer ji heman sedeman dilgiranîya xwe nîşan dide û dibêje; “Kêmbûna rêjeya xwînerên Kurdî, sedem û astengiyên taybet ên weşangeriya kurdî bandoreke neyînî li berhemdariya nivîskaran jî dikin…”
Nivîskar Receb Dildar jî rewşê wiha dinirxîne û dibêje; „Gava ku pirtûk neyê çapkirin û neyê xwendin, di destê nîvîskar da û li ser computerê bimîne, ew ji nivîskar ra dibe xemgînîyek. Şewqa nivîskar dişikê û êdî naxwaze careke din destê xwe biavêje qelemê…‘
Gor nêrîna min li Bakûrê Kurdistanê û li metropolên Tirkîyê kêmzêde 30 milyon kurd dijîn.
Li heman deran û di salekê da 350 pirtûkên kurdî tên weşandin.
Kêmzêde bi tevahî 100 hezar heb pirtûk tên çapkirin, ji wan jî dîsa kêmzêde 30 hezar pirtûk tên firotan.
Gor vê agahîyê ji her 1000 kurdî yek tenê di salê da pirtûkeke kurdî dikere, lê dixwîne ya jî naxwîne, tenê ew, ger ku hebe yek jî Xwedê dizane…
Bi awayeke din, di sale da ji para her 1000 kurdî ra tenê pirtûkeke kurdî dikeve…
De were kurd be, bi kurdî bifikire, bixwîne û binivîse, ji vê rewşê nebîne neêşe…
Ev tişta ku mirov jê diêşe xwezila tenê bi rewşa rewşa weşangerîya kurdî ba…
Rast e, sedemên vê rewşê, astengdarîya bazarê…
Kêmbûna xwînêran, herwiha kêmfirotina pirtûkan…
Berhemdarîya nivîskaran û asta berhêmên wan e…
Lêbelê hemû sedem jî bi yek tiştekî va girêdayîne, ku ew jî, dagirkirîbûna Kurdistanê û bindestîbûna kurdan e.
Heta ku Kurd nebin xwedî dewlet ya jî bi tewneke din ji bindestîyê xilas nebin, rewşa weşangerîya kurd jî wek xalên din ên civakî, ji îro bêtir xirab nebe, baştir jî nabe…
Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, asta weşangerîya kurdî çi be, asta nivîskarî û rojnamegerîya kurdî jî, asta rewşenbîrî û sîyasetvanîya kurdî jî heman ew e.
Ji bo vê yekê jî ne pêwîst e, mirov kûr û dûr bikole.
Her tişt li ber çavan e.
Loma dibêjim birîn kûr…
Êş jî zêde û giran e.
Heta ku Kurd li xwe û li hîmê hebûna xwe venegerin, birîn jî êşa birînan jî kêm nabe.
10.11.2023