Wêje, hunera lîstîka bi peyvan ra ye.
Wêjekar di nav bêdengîya peyvan da dijî.
Ji bo ku xewn û xeyalên xwe bixemilîne, li peyvên xas û bedew digere…
Dema ku bibîne, bi wan ra dilîze, çep û rast bi hev ra girê dide, bi dengê wan jîndar dike û vedibêje.
Ew vegotin dibe çîrok û roman, dibe helbest û stran, di guhê xwendevan û guhdarvanên xwe da olan dide.
Rû û Kûr, navê pirtûka Alî Duran Topuz e.
Pirtûk ji çîrokên kin û kurt, ku wek çîrokên mînîmal tên binavkirin, pêk tê.
Jiber ku Alî Duran Topuz di vegotina çîrokên xwe da bi peyvan ra zêde nalîze.
Bi hunera vegotina xwe ya kin û kurt wê lîstikê ji xwendevan ra dihêle.
Qasî xewn û xeyalên xwendevan, çîrok kûr û dirêj dibin û dixemilin.
Rû û Kûr, pênc sal berê, di sala 2018an da, li Stenbolê hatîye çapkirin, di nav weşanên Avestayê da…
Lê piştî pênc salan be jî, min çîrokên Alî Duran Topuz xwend û ji çîroknivîsîya wî hez kir.
Alî Duran Topuz çîrokên xwe yên kin û kurt, bi Kurmancîya Koçgirîyê û bi tewneke cuda nivîsîye.
Çîrok kin, hevokên wî jî kurt in.
Lê bûyerên ku di wan çîrokan da cîh digrin, bûyerên dîrokî û mezin…
Û nalîna ji êş û jana birînên kûr û bêdawî ne…
Ji wan çîrokan sê mînak, wiha ne:
-Royên qirkirinê
Hemûyan kincên reş li xwe kiribûn. Wekî şevê. Nîviyê şevê da derketin hatin. Bêdeng. Te digo têrên xofê ber çavan fir didin.
Bedeng rûniştin. Bedeng berê xwe dan çîya û gazan.
Me paşê bihîst. Hindikan zarên xwe pêşkêş kirine, gotine ji w era dibin şivan û gavan û xulam. Hindikan nanên kufikî ra zêr û zîv û morîyên bûkên teze rijandine. Ê feqîr jî ziman û hêstir barandine binê di wê bêdengîyê da.
Bin hîvê da gur û kutî dîn-har bûne, dane deştan, piştan, gaz û çîyan… Tav û hîvê xûya nekiriye ji têr û tûrên girtînok… Ji şerma qurîn û zîbîn û ax û nalînan, dengê pepûgê hatîye birrîn.
Sala din bax û bostan û zevîyên wan hatin ajotin. Te digo qe nehatine vê dinê, qe li van deran nebûne.
Sala ku File qirkirin me zanî aşê nefsê çi aşikî heram e!
***
-Birîna Dêsim
Sala ku esker rabû ser Dêsimê, camêrên gundê me jî winda bûbûn. Hindik çûyîbûn Dêsimê, hindikan xwe avêtin hundure mixaran. Qerbelek û huliyan jî perên xwe yên heram dan hêla Dêsimê. Xof li cîqer, hesret li dil, çav li rêyan mabûn.
Şevik ji şevan qupurtîk derket wek sala zelzelê.
Kilamên Dimlî ku me bihîstin, ar xist dilê’di me. Dêsimî hatibûn.Wistîxwarbû. Me jê pirs kir: Ne lo çi bû?” Wan got: “Win mezanin, Bavê Duzgin dizanî, Xizir dizanî, me ra bes e.
Hêfa genkan, hêfa gencên’di me. Hêfa têr û tûr û ax û warên me.
Winê barên heyata me helgirin, bar û birînên rihên me bila me ra bimînin.”
***
-Xebera Alîşan Beg:
“Xeber gêşt gundan ku Alîşan Beg li Maciran hatîye kuştin. Zûrezûr ket nav çîyan û goman. Mora mirinê ket nav hemû devan. Piştî bêdengîyek dirêj Pîra Zerbo serê xwe rakir û got; „Hêfa Qoçgirî. Kî ma ku tora Alîşan Begê bide caba hikumatê?“
***
Wek her sê mînakên li jor, hemû çîrokên ku di pirtûkê da cîh digrin, kin û kurt…
Lê bi wate û peyama xwe kûr û dirêj in.
Min duh êvarê, dest bi xwendina pirtûkê kir û di nîvê şevê da dawî lê anî.
Xwendina min qedîya, lêbelê çîrokên kin û kurt, kûr û dirêj bûn, bi xewn û xeyalên min ên bê dawî ra…
10.10.2023